• Wednesday, 15 May 2024
logo

Birayen Hays bo Gulan: Bi vekirina nivîsîngeha YE li Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Brokselê ketin asteke din

Gulan Media September 11, 2015 Dîmane
Birayen Hays bo Gulan: Bi vekirina nivîsîngeha YE li Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Brokselê ketin asteke din
Birayen Heys yek ji siyasetmedarên navder yê Êrlenda ye û li sala 2014ê ve ew endamê Perlemana Ewropa (PE) ye û cîgirê serokê şanda PE ye ji bo pêwendiyên bi Îraqê re, herwiha ew berê di salên 2011 - 2014an de wezîrê dewletê bû ji bo karûbarê darayî di hukumeta Êrlenda de, ji bo axaftin li ser vekirina nivîsîngeha YE li hewlêrê û giringiya vekirina vê nivîsîngehê ji bo pêşveçûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Brokselê de, me ev dîmaneya taybet derbarê ev buyera giring pêre encam da û wî boçûnên xwe ji Gulanê re zelalkirin.
* Vê dawiyê YE nivîsîngeha pêwendiyan li bajarê Hewlêrê vekir, tu pêwendiyên di navbera YE û Hukumeta Herêma Kurdistanê (HHK) de çawa dibînî di demekê de ku Kurdistan şerê DAIŞê dike û hejmareke mezin a koçberên Îraqî û Sûrî li xwe girtine, ev yeke jî ji ber hemû cîhanê ve dike, ji ber ku ev şer e ne tenê şerê kurd e, belku şerê cîhana azad e bi terorîstan re?

- Destpêkê ez pêşwaziyê li vekirina nivîsîngeha pêwendiyan a YE dikim li Hewlêrê, ez cîgirê serokê şanda YE me ji bo pêwendiyên li gel Îraqê, û ez dibînim ku ev yeke nîşana giringîdan bi Kurdistanê ye ku li gel DAIŞê di şer de ye û bûye penagehek ji bo hemû koçberên Îraqê, lewra ev ji bo YE giringe ku zêdetir bikeve navçeyê û bi her şêweyekê bikaribe, alîkariya Kurdistan û navçeyê bike. Ez pir bi wê yekê re me ku ev nivîsîngehe bi hemû dezgehan re kar bike, ji ber ku kirêzeke mirovî ne yasayî heye û daxwazeke bingehîn heye ji aliyê welatiyên YE ji bo bersivdana vê kirêzê, ne tenê ji ber kirêzên mirovî, belku ji ber karîgeriyên wê yên metirsîdar wek çawa xelk ji deriyê naverast û navçeyên din re hewil didin bigehin Ewropa, lê pirsyar ew e, çima xelk hewil dide ji vê navçeyê bireve? Lewra ez dibînim ku ev pirse girêdayî ye bi wê yekê ve ku hewil were dan navçe bikeve di rewşa xwe a ayasî de ji ber ku rewş niha ne arame ji bo her kesî.

* Şanda we çawa hewil dide ku pêwendiyên di navbera HHK û Hukumeta Bexdadê de asayî bike, ji ber ku pir kêşe hene ku di mawê Malikî de û niha di mawê hukumê Ebadî de her helpesartî mane, ev tevî ew kêşeyên diravî ku HHK têre derbaz dibe bi sedema birîna para bodceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdadê ve, win çawa piştevanî û alîkariya çareserkirina ev kêşeyên helpesartî dikin?

- Piştrast YE alîkariya hemû wan balyozxana dike daku destbixin nav hewlên asayîkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de. Di van demên dawî de li PE min ew rastiye zelal kir ku Hukumeta Îraqê bi HHK re rêkeftinek îmzekiriye. Lê nehatiye cêbecêkirin, tevî ew kirêza ku ji ber koçberan Kurdistan ketêye, ev asayî bûne gereke çêbibe ji ber ku ev rêkeftine, niha ez daxwazê ji herdu HHK û Hukumeta Bexdadê dikim ku pêgiriyê bi wê rêkeftinê bikin daku zelal be ku rêkeftinek heye û rêz lê were girtin ku derbarê xerciyan de ye, ez hêvî dikim ku ev bi zûtirîn dem çêbibe. Rolê YE ew e ku piştevaniya hewlên li ser erdê bike ji aliyê mirovî ve, herwiha bibe dingek ji bo pêşketin li navçeyê û tekezê bike ku dengê me piştgiriyê li daxwaza xelkê dike, bi şêweyekî dostane kêşeyên giştî yên Îraqê werin çareserkirin derbarê ew cudahiyên di navbera Sune û Şîe û Kurdistanê de heye. Ji aliyê dîrokî ve Ewropa ji pir xelkên cuda pêkhatiye, ez hêvîdarim ku bibe modelek ji bo bi dezgehîkirin û modelek di navbera Kurdistan û Îraqê de, ji ber ku pêwîstiya me bi pêwendiyên baş e di navbera hemû hukumetên navçeyî de.

* Me dît çawa hêz û leşker û asayîşa Îraqê li hember DAIŞê heliyan, bi taybet li duyemîn bajarê mezin yê Îraqê li Mûsilê, paşê xuyabû ku veger ji bo vê rewşê qet nabe, wate heger em bixwazin ewlehiya welat were parastin, wê demê gereke em li pê çi rêşûnekê kevin, di demekê de ku federalîzmê tu ji wan armanca bidestnexist?

- Ez nabînim ku tiştekî baş be ku em ji xelkê navçeyê re bêjin ka çawa karûbarên xwe rêkxin. Ez dibînim ku Îraq pir ji dest vê yekê naliye, gereke em piştgiriyê li wan rêkeftina bikin ku berê hatine îmzekirin, ew ne berpirsyariya YE ku ji bo xelkê xuya bike ka tertîbên destûrî çine, rêkeftin hene herwiha ew mercên ku di nav wan rêkeftinan de hene û çavdêrê nêvdewletî heye, ez nabînim ku ev karê min yan yê YE be ku ji welatekî re xuya bike ka rêşûnên wê yên destûrî çawa be, hemû dizanin ku li Îraqa modern de pêkhateyên pir cuda hene, hemû ev beşên cuda gereke rêz lê were girtin û piştrastbin ku hemû wê bi hev re bijîn, ez dibînim ku ev destkeftên YE ne û hêvîdarim ev bibin destkeftên Îraqê û em piştevaniyê dikin.

* Boçûna te li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê çiye, wek tu zanî ev pirs niha bûye babeteke gerim li navçeyê?

- Wek tu dizanî ev pirseke pir giringe li Kurdistan û navçeyê û xelk dixwaze ev yeke çêbibe. Ez dibînim ku kurdan rolekî pir mezin lîstine ji bo aramiya navçeyê û merdatiyeke mezin di şerê dijî DAIŞê de nîşandane, lê li dawiyê ev pirse girêdayî xelkê Kurdistanê ye ka ew çi dixwazin, lê niha pir kirêzên din yên bilez hene û kirêza mirovî û koçberan lewra niha berpirsyariya serekî a civaka nêvdewletî ew e ku li ser van kirêzan bisekine.

* Her çiqas di salên borî de gelê kurd rastî pir helmetên jînosaydê bûne ji aliyê rejîma berê a Îraqê, lê piştî ketina Mûsilê û êrîşa DAIŞê bo ser Êzîdiyan li Şengalê, jînosayd carek din çêbû, di vê derbarê de Deyns Hêlî wezîrê bergiriyê berê yê Berîtaniya dibêje: ((hertim jinavbirina dujmin asantire ji piştrastkirina hevpeyman)) lewra em jî dixwazin ji aliyê hevpeymanên xwe ve werin piştrastkirin, wate çawa xelkê Kurdistanê ji aliyê hevpeymanên xwe ve werin piştrastkirin ku wê alîkariyên temam bigehinê ji bo şerê terorîstan ku dijminê herdu aliyane?

- Ez dibînim ku Ye wê pir zêdetir ji HHK re bike ji bo şerê li dijî DAIŞê, ez dibînim gereke YE ji aliyê darayî ve piştevaniyê bike di hewlên li ser erdê wek alîkariyên mirovî ji bo peydakirina malên nû ji bo ew hejmara zûr a koçberan, derbarê rewşa leşkerî li paş guhertinên Mûsilê, ez dibînim gereke piştevaniya wan hêzan bikin yên li ser erdê bi baştirîn şêwe daku welat bi yekgirtî bihêlin û baştirîn encam bidestxin, ez dibînim ku pir pirsyar hene derbarê ew giropên di nav leşker û asayîşê de ku daxwazê ji YE dikin.

* Li dawiyê peyama te ji bo xelkê Kurdistanê çiye?

- Peyama hevbeşa (solidarity) ji bo xelkê Kurdistanê dişînim ji bo ew merdatiya ku nîşandane di şerê DAIŞê de
Top