Ciwakîm Krotz bo Gulan: Daku rewşa tengasiyê were guhartin bo aştiyê gereke bi şêweyekî lojîkane koka kêşeyê were xuyakirin
Ciwakîm Krotz li sala 2012ê bawernama diktorayê di warê zanistên civakî de ji zanîngeha Epsala li Swêdê standiye. Di beşê lêkolînên aştî û kirêzan de li heman zanîngehê waneyan dide û li peymangeha swêdî a ji bo karûbarên nêvdewletî ew lêkoler e. ew berê ji sala 2012 – 2013an lêkoler û rêvebir bû di projeya (Vekirina siyasî li Miyanmar ê û kartêkirina wê li ser hevrikiyên îtnî), herwiha ew rêveberê proja (hevrikiyên ne nêvdewletî û tundûtîjiyên yekalî) bû. Ji bo axaftin li ser şêweyê rêvebirina kirêzan û mîkanîzma pêşveçûna kirêzan ber bi aştiyeke berdewam ve,me çend pirsyar aresteyî Profîsor Krotz kirin û wî bi vî rengî hizir û boçûnên xwe ji Gulanê re zelalkirin.* Pispor, rêvebirina kirêzan wek diyarde dibînin ji bo geheştin bi aştiyê, aliyên siyasî dikarin bigehin sazanê lê hinek caran her hevrikî di nav alîgirên wan partiyana de dimîne, bi hizra we çawa mirov dikare kirêzan ber bi aştiyeke domdirêj ve bajû?
- Tiştê giring ew e ku boçûneke lojîkî hebe li ser zehmetiyên guhertina ji civakek şer bo civakeke aştî. Ev jî wê watayê nade ku ne baş e ku armanceke bilind hebe, belku wê watayê dide ku têgehiştinek hebe ku ev yeke bi rastî kêşeyeke girane, em dikarin bêjin ku pir girantire ji aştiyê bo şer, herwiha ne ecêbe ku em bêjin birazikketin û kêşe û tirsa ji destdana demê wê hebe. Ew a ku pêwîste hebe dema ku ew kêşane çêdibin, sebir û aramî û xwasta ger li dû ew sedemên ku bûne egerê dirketina wê kêşeyê hebe, ne nîşandana ku bi sedema tengasiyên berê ev yek çêbûye yan ku peywendî bi wan ve hebû, renge wiha be jî lê piraniya caran sedemên tengasiyan di qûnaxên paş tengasiyan de cudaye ji ew hokarên destpêkê. Daku em bigehin xala aştiyê di nav takan de, pêwîstiya me avakirina baweriyê heye di nav takan de û di nav dewlet û dezgehên siyasî de. Ev jî piroseyeke hêdî ye û girantire piştî kirêzên kûr û dirêj, ew kesên ku ezmûnên pir xerab hebûn di hevrikiyan de, lê dide ku ev baweriye were avakirin daku karasanî jib o vê piroseyê were çêkirin, ev jî pir giringe ku dewlet û dezgehên siyasî digel (lojîka hevrikiyan) neçin, ji berku şaşiyan di nav avakirina bawaeriyê de zêdetir dike.
* Di proseya rêvebirina kirêzan de, pir caran aliyê sêyê heye û hevrikî bi sedema berçavkirina hevsengiya hêzê tê çareserkirin, lê pêşveçûna tengasiyan pêwîstî bi dezgehan heye jib o guhertina kînê bo aştiyê. Bi boçûna we heta çi astî avakirina van dezgehan giringin jib o guhertina tengasiyan?
- Mixabin tu gerentiyek tuneye ku ka çi coreke dezgehan gerentiya guhertinan dike, lê piraniya lêkolînên li ber dest wê yekê nîşandidin ku avakirina deshelata hevpar yan dezgehên bi biryarên giştgir hatine avakirin egerên aştiyê zêde dike. Lê ez dibînim ku kartêkera herî giring ne avakirina dezgehane, belku ew e ka çawa kardikin. Ev jî wek nimûne wate polîs cudakariyê neke û bêalîgir be û hemû mafên hevwelatiyan diparêze û wek hev rêzê lêbigre. Ev jî giringe jib o kêmkirina ew sedemên ku dibin egerê çêbûna nerazîbûnê. Herwiha wek nîşanderekê jî ku goran di qûnaxên berî tengasî û di demê tengasî û qûnaxê paş tengasiyê de çêbûye. Ev jî wate renge hinek derencamên ne cemawerî hebin,bo nimûne karekî tawankarî di cavaka paş tengasiyan de gereke bi heman cidiyeta dema berî tengasiyê lêkolîn li ser were kirin, bê li ber çav girtina ka encamderê wî karî (pehlewan) yan kesekî xerabe.
* Di civakeke ku di şiyan de tuneye giropên cuda yên olî û nejadî ji hev werin cudakirin, lê dîrokeke xwînî bi hev re hene, heta çi astî guhertina tengasiyê pêwendî bi rêveberiya tengasiyê ve heye jib o peydakirina aştiyê, ne çareseriyeke demkî?
- Bi boçûna min rêvebirina tengasiyê proseyeke mebest jê kêmkirin yan sekinandina tundûtîjiyê ye û dîtina rêyeke guncayî ye jib o bidawî anîna tundûtîjiya rêxistî di navbera aliyên di nav şer de. Rêvebirina tengasiyê ew xewin tuneye yan nikare çareyeke bilez jib o tirs û bê baweriya navbera giropan de bike. Dema kêşe her dimînin wiha berdewam tirsa serhildana tundûtîjiyên nû dimîne. Lê nikarin bê baweriya di navbera giropan de ji sedî sed kêmbikin, ev jî nehewceye ku em bi hûrî li ser baxfin, lê bi kurtî pêwîste armanca destpêkî ew be ku her dema tevgeran xwastin giropên xwe sazbikin jib o tundûtîjiyê, rê li wan were girtin, ev jî pêwîstî bi wê yekê ye ku wan herdu giropa baş li ser giropên li hember bizanin, lê renge ew guhê xwe nedinê, yan bi guman li wan kesan dinêrin ku paldidin jib o tundûtîjiyê. Eger dem derbaz bibe û tundûtîjiyeke fereh çênebe, wiha renge zêdetir pêwendî ber bi başiyê ve herin, lê di qûnaxên destpêkî de asantire ku tekez li ser ziîfkirina cûlêneran were kirin.
* Pir caran rêxistinên neteweyên yekgirtî bi taybetî parêzerên aştiyê hatine nav tengasiyan lê çareserî li cem wan jî tune bû wek kêşeya navbera Îsraîl û Felestînê yan hevrikiyên di navbera Pakistan û Hîndistanê de li ser Keşmîrê, piştre tengasiyên xwînî tir ji yên berê çêbûne, wate sedemên neçespandina aştiyê di wan hevrikiyan de çine? Herwiha çima di Ferensa û Elmaniya de bi ser ket?
- Her çiqas ez ne şarezame li ser doseya Îsraîl û Felestînê, Hîndistan û Pakistanê, lê pir caran destpêkirina tundûtîjiyan vedigere bo siyasetmedarên di nav aliyên şerker de û jib o karlêkiya di navbera wan de. Ev jî wate di qûnaxên cuda de siyaseta navxwe a Îsraîl û Felestînê, Hîndistan û Pakistanê ew karektere çêkirine jib o ku bigehin deshelatê yan di deshelatê de bimînin eger em van doseyan bi dîroka Ferensa û Elemaniya re berhevbikin ku te di pirsyara duyê de kiriye, em ê bibînin ku ew fakterên navxweyî yên siyasî di piraniya şerên di navbera wan du welatan de hebûn ku bi dirêjahiya sedsalan rûdane, ji sala 1945ê vet u ji siyasetmedarên ferensî û elemanî tu bi dest nexistine ji berdewamî dan bi şer, belku berûvajî bû, tevî wê jî karlêka civakî û abûrî bi dirêjahiya sinûrê ku welatiyên ferensî û elmanî têde ne wek (xwendekar û geştiyar û … HWD) wê yekê nîşandide ku zêdetir û zêdetir bûye karekî giran û derfeta serketinê pir kêm dibe jib o her kesekî ku tenê behsa hevnîştimaniyên van du welatan bike bi cuda.
* Heger rêvebirina hevrikiyê di çareserkirina hevrikiyê de şikiya, metirsiyên dabirîna di nav dewletan de wek ku li Yogoslafiya a berê çêbûyî çine?
- Ev jî berçeke ji bersivê. Gereke em vê yekê ji bîr nekin ku pir ji Yogoslafiyan pêwendiyên xêzanî û seredanîkirin û hevaltiyê di nav giropên nejadî yên cuda de hebû û rewiştê şer reddikirin û piraniya wan ji welatê xwe derketin yan hewil didan ku tevî hevrikiyê nebin, ev bi xwe ji me dipirse ka çima rewşa paş hevrikiyê di welatên paşmawê Yogoslafiya de heta astekê arame, tevî bilindiya astê tundûtîjiyê û şer di dema cengê de, bi astekî ku dewleta Yogoslafiya di serdema (Tîto) de biserneket di rêvebirina tengasiyên navxweyî yên giropan de, ez dibînim ku ev tam raste, bi şêweyekî taybet ji berk u wî hewil dida ku ji ser ve çareseriyê bike bi damirandina giropan li şûna ku mafên wekhev bide wan, ew a min famkirî, bingeha siyasî û bîrokrasiya dewlet, bingeha hevrikiya di navbera giropan de ranekir, çûnkî ew ên kêbirkê jib o deshelatê dikirin, nûneratiya navçeyên cuda yên welat dikirin. Ew waneyên ku ji Yogoslafiya fêrdibin ew e ku tenê dema pêwendiyên civakî a di navbera giropan de bi kêmasî beşeke serkeftî buguhêre, wiha heta di dîktatoriyetê de jî hevrikiyên siyasî yên di navbera giropan de hên jî her dibin sedema vêketina şer.