• Tuesday, 14 May 2024
logo

Metran Reban Elqis bo Gulan: eger serok Barzanî neba niha rewşa Kurdistanê ji ya deverên din yên Îraqê baştir neba.

Metran Reban Elqis bo Gulan: eger serok Barzanî neba niha rewşa Kurdistanê ji ya deverên din yên Îraqê baştir neba.
Bi hevre jiyn û aştiya giropên etnî yên ciyawaz li Kurdistanê sîmayekê ciwan daye Kurdistanê û hemû dinya bi çavekê rêzê û matmayinê sehdike Kurdistanê, eve ew siyasete yak u Barzanî li peyrewdikir û niha jî Mesod Barzanî heman siyaset li herêma Kurdistanê peyrewdike û herêm kiriye ciyê bi hevre jiyanê û yekrêziyê jib o peyvîn li ser vê bi hevre jiyanê Gulan seredana metran Reban Elqis metranê ebrîweyê Zaxo û Amêdiyê kir wî jî wiha peyvî.

Bi hevre jiyn û aştiya giropên etnî yên ciyawaz li Kurdistanê sîmayekê ciwan daye Kurdistanê û hemû dinya bi çavekê rêzê û matmayinê sehdike Kurdistanê, eve ew siyasete yak u Barzanî li peyrewdikir û niha jî Mesod Barzanî heman siyaset li herêma Kurdistanê peyrewdike û herêm kiriye ciyê bi hevre jiyanê û yekrêziyê jib o peyvîn li ser vê bi hevre jiyanê Gulan seredana metran Reban Elqis metranê ebrîweyê Zaxo û Amêdiyê kir wî jî wiha peyvî.

* ya îro li Kurdistanê buye ciyê matmayina xelkê bihevre jiyan û tevrêziye di demekê de ev yek li Îraqê û deverê tineye gelo hûn weke Xiristiyanên Kurdistanê çawa temaşey vê yekê dikin?

- Ezê behsa bihevra jiyan û aştiyê li Kurdistanê bikim, gerek ev yek xema her takekê Kurdistanê be û bipareze û pêşde bibe, li vî welatî ji Kevin de bihevre jiyan têde bû lê di dema mela Mistefa Barzanî dê pêtir pêşdebir ne tenê jib o Xiristiyanan lê jib o gişt pêkhatên Kurdistanê ji 2003 ve ku teroristan hêriş anîne ser xiristiyanên deverên din yên Îraqê Kurdistanê derî ji wan re vekirin û birêz û hurmet pêşwazî lêkirin û herêma Kurdistanê bû ciyek aram ji xelkên din jî re ji Îraqê û ji Suriyê jî, serbarî qeyrana darayî û şerê teroristê Kurdistanê pêşwazî li 2.5 milyon koçberan kiriye û kariye tevahiya wan akincî bike û xizmetên kuncayî li gur karînê xwe pêşkêşbike, ev ewlehiya jiyanê berhemê xwîna şehîdane ku ta niha 1500 pêşmerge şehîd ketine van kesan xwîna xwe hember aştî û aramiya me dan lewre gereke em tev bê cudahiya etnî hember şehîdên xwe wefadarbin, wan berevanî ji tev kesên Kurdistanê kiriye herweha gereke em tev hember serokê xwe hêja Mesod Barzanî wefadarbin çunkê ew jî mil bimliê pêşmergey re li eniyên şere û berevaniyê ji me dike, ew birayên me yên xiristiyan yên ku ji Musil û deşta Neynawa awarebûnî gişt xelkê Kurdistanê bê cudahiyên ayînî û netewî hevkariya wan awaran kir, ev hemû ji sîbera serok Mesod Barzanî ye, zêdebarî vê hejmarek zor ji Ereban hatine Kurdistanê beşek ji wan ewbûn ku beşdarbûn di cînusayida miletê Kurd de kirinî , lê zêdebarî vê yekê Kurdistanê pêşwazî lê kir û weke xelkê Kurdistanê reftar pêre kir û xelikê jî hurmetê lê digire.

* gelo nêrînên Fatîkan li ser vê siyaseta Barzanî jib o bihevre jiyanê çiye?

- li sala 2005 dema papa Yohena Polis pêşwaziya Barzanî kir pir matmayî behsa bihevre jiyan û aştiya Kurdistanê kir û rola Barzanî bilind nirxand, dema em behsa rola Barzanî dikin em çi zêdehiya nabêjin, ya em dibêjin rastiyeke û hemû duniya bi çavên xwe dibîne, birzanî ji tev pêkhatên Kurdistanê re gotiye yan henû wê bi hevre li ser vê axê bijîn yan hemû bi hev re wê bimirin, dema me seredana Barzanî li eniyên şer kirî eşkera ji mere got hûn xiristiyan li ser axa xwe dijîn û Kurdistan welatê me tevane, lewre yan em tev li ser vê axê serbilin wê bijîn yan emê bi hevre mirin, lewre ez eşkera ji tev cîhanê re dibêjim eger serok Barzanî neba niha rewşa herêma Kurdistanê ne ji ya deverên din yên Îraqê baştirba bi taybet ji bo Xiristiyana, eve ji bo mawê salekê pêtire ku ne tenê xiristiyan belku Ereb jî di vî warî de tev serbilind û aştiyane dijîn, li meha 8 û 9 yên sala 2014 Dû Kardînal ku nûnerê Papay bû seredana Kurdistanê kir û li Enkawa û Duhokê seredana awaran kir herwesa me bire rêkxirawa Barzanî wî dî ku ev rêkxiraw bê cudahî hevkariya awarin dike, ew pir bi wê hevre jiyanê matmayî man, li vir merema min ewe me deskeftên mezin bi destxisitine niha gereke em biparêzin , îro tev cîhanê destê xwe xistiye nav destê serok Barzanî û dema partîzaniyê nîne dema birêkirina Kurdistan yan neman e.

* di bara girêbestên Kurdistanê û Îraqê de cudahiyekdi navbera Xiristiyanên Îraqê û Kurdistanê de heye?

- Piraniya Xiristiyanên Îraqê yên ku piştî sala 1961 şoreşa Eylolê ku ji aliyê rijêma Beis ve gundên wan hatine wêrankirin û necarbûn berêxwe dan Mûsil û Bexda û Besra jî , cihê daxêye her ji sla 1961 ta 2003 ku pêtir ji 40 saln xiristiyan li wan deran jiyan lê piştî 2003 çendîn caran ew tuşî xiyanetê bûn ji aliyên hevsiyên xwe ve, piştî hatina DAIŞ ê jî tev Xiristiyan awarebûn malî milkê wan hate mîrîkirin û jê wergirtin, di hember de ku 40 sal bû wan Kurdistan hêlanî lê dema vegerîn tev milkê wan ji bo wan hat vegerandin zêdebarî ku ew li Kurdistanê azadin û bikude herin kes jêre nebê hun çidikin. Dubare dê bêjim ev aştî û bihevre jiyane berhemê mela Misteva Barzaniye û Srok Mesod Barzanî jî berdewamkarê wê xebatê ye,lewre gereke em tev jî bizava bikin ji bo ku ev siyasete berdewam be û tev pêkhatên Kurdistanê Mosilman û Xiristiyan û Êzdî bi serbilindî û bi hev re bijîn, caniya Kurdistanê jî bi hevre jiyan û aştiye.

* Ev serbura demokrasiyê ya Kurdistanê ku raste bê kêmasî nîne belê berhemê qurbaniyek mezine gelo em tev çawa parastina vê serburê bikin?

- Eger dîrok ji azadiyê destpê bike ez dibêjim dîroka Kurdistanê ji sala 1991 destpê dike di wê demê de Kurdistan geha azadiyê em bipirsin ji wê demê were çi rûdaye? Helbet di vê rewşa azad jî hind kes hebûn ku dixwastin cudahiya ayînî û netewî xuyabikin û bibêjin em ser bi filan ayînî vene yan netewey vene lê ji berku perwerda dirust biryarderbû û cudahî nebû , niha tevaya pêkhatan di perlemanê de nunerên xwe hene lê pirsa cudahî nekirinê binbir nebuye hin maye, ji berku ta niha hind partên me li bin bandure welatên derdurin û Kurdistaniyane û serbixwe karnakin lewra em dibînin ew part pir cara armancên xwe windadikin, wate ew dijatiya dinavbera partan hind caran bi nûneratiya dujminên Kurdistanê tên kirin armanca serekî serbixweya Kurdistanê ye, gereke vegerin qurbaniyên Kurdistanê danî eger em wan qurbaniyê ji bo vê azadiyê berçavbigrîn em tu carî wê qurbaniyê ji bîr nakin û em neheq dujminkariya hevdu nakin, eger hizrên xwe yên dirist nekin em qet nabin xwedî Kurdistaneka serbixwe, xuyaye ez peyayekê ayînî me lê ez daxwaza welatekê serbixwe yê medenî dikim, ku bikaribe li gur yasayê tevahiya pêkhetên Kurdistanê biparêze.

* biya we pêwîstiya vê qûnaxê bi serok Barzanî çiye?

- Serokatiya brzanî ji bo parastina aştî û bihevrejiyanê pêwîste, me pêtivî bi Mesod Barzanî hye daku Kurdistan serbilind ji van tengasiyan xelasbe, niha Kurdistan weke geştiyekê dinîva deryayê de ye û em dinavde ne lê em pişt rastin ku Barzanî wê bikare wê geştî bigehîne beravên aramiyê , lê eger niha vê geştê bidin destê kesekê din yê kêm zanîn jidêla ku bigehîne beravê wê niqûm bibe, her eve ku dijminên Kurdistanê naxwazin Barzanî bimîne serok, her ji kevin de u ta niha serokî ciwaniya Kurdistanê nişanî cîhanê daye û niha jî îradeya xelkê Kurdistanê ji bo damezrandina Kurdistaneka serbixwe li ber çave.

*Hûn weke Xiristiyan ku pêkhateka Kurdistanê ne we bejdarî di şûreşên Kurdistanê de kiriye we çawa dî û çi ji were kir?

- li sala 1961 xêdê jê razî Barzanî dest bi şoreşê kir Xiristiyana tu cudahî nekir di sala 1960 di serdemê şêx Ehmed Barzanî yekem şehîd şehîd Çiko bo ku Xiristiyan bû wan bi xwe got yekem şehîdê me Melik Çiko ye eger cudahiya ayînî kirba ji me re ne digot şehîd ji bilî vî şehîdî me pir şehîdîn din jî dane, me tu minet nekirin me ji bo welatê xwe şehîd dan niha jî em berhevin li jêr dilovaniya serokê xwe qurbaniya bidin.

Wergêran j.k.x
Bijar Şêxmemî
Top