• Tuesday, 14 May 2024
logo

Helbijartina serok ji aliyê xelkê ve ji hemû şêweyên din dîmokratîtire û beşdariya yekser a xelkê ye di proseya dengdanê de

Helbijartina serok ji aliyê xelkê ve ji hemû şêweyên din dîmokratîtire û beşdariya yekser a xelkê ye di proseya dengdanê de
Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê, Perlemana Kurdistanê li sala 2014ê projeyasa damezrandina komisyona bilinda serbixwe a helbijartinên Herêma Kuridstanê pesend kir, li gor vê yasayê jî û li gor vê yasayê jî komisyona bilinda serbixwe a helbijartinan hate damezrandin daku bi karê helbjartin û rapirsiyan li Kurdistanê rabe, serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji vê komsyonê kiriye ku haziriyan bike ji bo helbijartina serokatiya herêma Kurdistanê li 20 Aba 2015ê, ji bo axaftin li ser vê pirsê û kêşeyên ev dezgeha nû, Gulan ev dîmaneya taybet bi Hindirîn Mihemed Salih serokê komsyona bilind a serbixwe a helbijartin û rapirsyan re kir, ev jî deqa wê dîmaneyê ye.
* Komsyona bilinda serbixweya helbijartin û rapirsiyan li Herêma Kurdistanê, dezgeheke nûye û çavê hemû xelkê Kurdistanê li wê ye daku zû li ser lingan bisekine û bi erkên xwe rabe, heta niha we çi kiriye û win kengî dikarin karê rapirsî û helbijatinan encambidin?

- Ev komsyone li sala 2014ê bi yasaya hejmar 4 a Perlemana Kurdistanê çêbûye daku bibe dezgeheke serbixwe ji bo encamdana helbijartinan, ev komsyone kar dike ji bo hazirî û encamdana hemû helbijartinan li ser astê Herêma Kurdistanê, çi helbijatinên perlemanê yan civata parêzgehan yan serokatiya herêmê yan rapirsî û her pirseke din ku pêwîstî bi dengê millet be. Ji aliyekî din ve ev komsyone wek ku ji navê wê xuyayee dezgeheke serbixwe ye û ne bi ser tu deshelatên perleman, hukumet yan dadweriyê ve ye, lewra gereke bodceyeke taybet bi xwe hebe, lê dema ev dezgeha nû hatî damezrandin, bodceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdadê ve hatibû birîn û H. Kurdistanê jî nedikarî bodceya xwe peydabike lewra bodceya me jî wek komsyona serbixwe nehate diyarkirin, lê ew a me karî di tunebûna bodceyê de bikin ew e ku me peyrewên taybet bi karên komsyonê rêxistiye, projeya bodceyê û heykelê komsyonê me amadekiriye herwiha li ser astê nêvdewletî me pir rêxistinan re rûniştine bi taybet bi rêxistina neteweyên hevgirtî daku em piştevanî û hevakariyeke nêvdewletî bidest xwexin û pirakê bi hemû aliyan re çêkin, herwiha em bi komsyona serbixwe a helbijartinên îraqê re jî civiyan û di çarçoveya komîteke taybet de me hemahengî kir, ev hemahengiye ne bi wê watayê ye ku komsyona herêmê nikare bê komsyona bexdadê helbijartinan bike, na deshelata herdu komsyonan li gor yasayê hatine rêxistin Komsyona Helbijartinan a H. Kurdistanê haziriyê ji bo encamdana hemû helbijartinekê dike ku li herêma kurdistanê tên encamdan, komsyona Bexdadê jî wan helbijartina encam dide ku li ser astê hukumeta federal li hemû îraqê tên encamdan. Kareka din a komsyona helbijartinên herêmê ew e ku kar li ser nûkirina tomara navên dengderên herêmê dike, daku her proseyeke helbijartinan li Kurdistanê encamên wê li gor standardên nêvdewletî be û cihê razîbûna hemû aliyan be.

* Xuyaye ku ev cara yekê di dîrokê de Kurdistan dibe xudan komsyona bilinda serbixwe ya helbijartin û rapirsiyan ku dezgeheke kurdistanî ye û bi xwe helbijartinan amadedike, ev jî wate ji aliyê praktîkî ve em wek Herêma Kurdistanê ne xudan ezmûneke dirîjin di vê proseyê de, lewra normale ku kêşe û asteng çêbibin lewra pirsyar ew e bi giştî niha ew kêşên ku rastî we tên çine?

- Ev komsyone di dem û wexteke wiha de dirust bû ku Kurdistan bi xwe di kêşe û kirêzan re derbazdibû, ji hemûyan jî girantir ew şerê mezin a terorîstên DAIŞê ye, vê yekê bargiraniyeke mezin li ser xelkê Kurdistanê çêkir, ji aliyekî din ve Herêma Kurdistanê ketiye nav kêşa kêmbûna dahata diravî, ev yekemîn astenge ku rastî komsyonê hatî, her ji ber vê rewşê heta niha karmendên pêwîst ji bo komsyonê nehatine damezrandin, paş ku bodceya me tê terxankirin û karmendên me temam dibin, wê demê pêwîstiya me bi rahênanê heye daku em amadebin proseya helbijartin yan raprsiyê encambidin, herwiha pêwîstiya me bi damezrandina navenda komkirina data û zanyariyan heye, daku paş helbijartinan em wan datayan di navendekê de kombikin û encaman ji rabigehînin.

* Li Kurdistanê rewşeke nû paş êrîşa terorîstên DAIŞê hatiye pêş, ji ber ku niha wek dîfakto hemû navçeyên kurdistanî bûne beşek ji Herêma Kurdistanê gelo win wek komsyona helbijartinên herêmê çawa muamelê bi ev rewşa nû re dikin?

- Li gorî yasayê em berpirsyarin ji bo encamdana helbijartinan li ser astê Herêma Kuridstanê, niha em mijolî danîna ofîsên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebçe ne, derbarê encamdana helbijartinan li navçeyên kurdistanî ku berê bi navçeyên kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dihat binavkirin, ji bo vê yekê gereke em hemahengiyê bi Bexdadê re bikin û hemahengî jî gereke bi yasayê were rêxistin yan gereke li perlemana kurdistanê yasayeke taybet bi helbijartin yan rapirsiyan li wê navçeyê derkeve, daku em bikarin bi şêweyekî serbixwe xwe jê re amadebikin, gereke di yasaya helbijartin yan refrandoma ji bo cegerandina wan navçeyan de behsa sinûr û deshelat û çawaniya dengdana xelkê were kirin.

* Te destnîşankir ku data û zanyarî ji bo encamdana proseya helbijartinan pir giringe, gelo heta niha win li ser psoleya xwerinê a welatiyan kardikin yan bernameyeke din heye?

- Bi rastî ev pirsyareke pir giringe, me di raporta yekem de ku me ji Perlemana Kurdistanê re şandî, me têde hejmarek kêş anînziman û me daxwaz ji perlemanê kir ku nivîsînekê ji komsyona Bexdadê re bişîne ji bo wergirtina databeysa tomara dengderan, daku em wê bikin bingeh ji bo karê xwe û hewil bidin ew kêmasiyên di databeysa tomara dengderên kurdistanê de heye çareserbikin, ev jî ji ber ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê gilî li databeysa tomara dengderan a Bexdadê heye, bi buhaneya ku navê miriyan jî têde ye, lewra bernameya me bi vî rengî ye ku paş wergirtina wê databeysê di kombûneke fereh de em ê dînin ber destê hemû partî û rêxistinên civaka sivîl û mediyayan û em ê ji wan re bêjin ku ev databeysa tomara dengderan e û fermo ji me re bêjin we çi mîkanîzmek heye ku win pê dilrihet bin û vê jî wek piroje bi me din bi mercekî ku di çarçovê yasayê de be, em ê derî li pêşiya hemû partiyan vekin ji bo têbîniyên wan em ê demê jî bi wan din, wate mawê mehekê heta ku ew databeysa li ber destê wan e baş bixwînin û pirojeya xwe bi me din, gereke pirojeya wan di xizmeta pakkirina lîsteyan de be û di çarçoveyê yasayê de be
• Çima kar bi teknoljiya û derbazkirina teknîkî nehate kirin, bi taybet ku komsyona Bexdadê dobare psoleya nû a helbijartinan dide dengderan?

- Ev girêdayî komsyona federalî ye, wan ji sala 2014ê ve dest bi tomarkirina xelkê kiriye daku ji bilî ku nav xelkê li ser kertan hebe, wêne û pencemor û glîneya çavan jî hebe, bûye du sal wan dest pê kiriye, lê mixabin beşdariya xelkê pir kême, di demekê de ku hatina xelkê pir giringe, em dikarin mifayê ji vê projeyê bibînin heger me karî 80% a xelkê tomarbikin, berûvajî heger siba wek nimûne tenê 10% a xelkê xwe tomarkirin wê demê em tu mifayekê nabînin, çûnkî em nikarin bikarbînin.

* Yek ji pirsên çarenvîssaz bidestxistina mafê çarenivîsê ye û refrandome li ser serbixweyiya Kurdistanê, gelo heta çi astî we kar li ser vê pirsê kiriye û heta çiqasî we hazirî kirine, di demekê de ku serjimêra rûniştvanan tuneye?

- Derbarê bersiva pirsyara duyem helbet encamdana serjimêriyê karekî baş eger were kirin, data pê baştir tên rêxistin û em mifayê ji dibînin.
Derbarî refrandomê de li ser serbixweyiya Kurdistanê, ev pêwîstî bi biryarekê ye, di pirsa refrandomê de karê me asantire ji ber ku karê tomarkirina qewareyên siyasî û navê kandîdan tê de tuneye, lê ji ber ku komsyon nû hatiye damezrandin, gereke pêwîstî û îmkaniyat li ber destê me bin wê demê ew kar pir asan e û demeke kêm dixwaze.

* Komîta nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê ku niha mijolî amadekirina destûrekî nû ne, behsa wê yekê dikin ku di du mehên bê de destûr wê amadebe ji bo rapirsiyê, gelo win dikarin rapirsiyê encambidin?

- Di peyrewa navxwe a komsyonê de me nivîsandiye, paş peydakirina bodceya pêwîst, amadekariyên ji bo helbijartinan yan rapirsiyê pêdivî bi 180 rojan heye, wate heger yasa siba derkeve wê demê em hewcey 180 rojane ji bo amadekariyên cêbecêkirina her helbijartinekê, ev ji bilî ku heta niha komsyon bi hemû organên xwe ve li ser lingan nesekiniye û kêmasî di amêr û kelûpel û amrazan de heye, lewra em di ew dema kin de nikarin rapirsiyê li ser destûrê encam bidin, bi kêmasî du sê mehe gerekin.

* Serokê Herêma Kurdistanê daxwazek arasteyî komsyonê kiriye daku helbijartinên giştî ji bo helbijartina serokê herêma Kurdistanê encambidin, gelo ji bo vê yekê win ê çi bikin?

- Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li 20/6/2015ê fermaneke serokatiyê derxist ji bo encamdana helbijartinên giştî ji bo serokatiya herêma kurdistanê, lewra komsyonê bi lez rûniştineke neasayî li darxist û me ragihand ku di vê demê de ji ber ku komsyon li ser lingan nesekiniye û bodce tuneye û kêşeya kêmiya karmendan heye, lewra komsyon nikare wî karî encam bide, bi rastî me pêşbînî nedikir ku serokê Herêma Kurdistanê daxwazê ji me bike, ji ber ku li gor yasaya hejmar 2 a sala 1992ê helbijartina serokê Herêma Kurdistanê bi helbijartinên perlemanê re dibe, ev gera perlemanê jî hîn du sal mane, lewra me xwe amadenekiribû.

* Win dikarin bi yasaya hejmar 1 a sala 1992ê a ji bo encamdana helbijartinan kar bikin?

- Erê dibe, lê ji bo vê gereke win ji yasanasan bipirsin, ji ber ku komsyon nikare şiroveya yasayan bike/

* Ew a niha bûye kêşe di navbera partiyan de û hevrikiyeke hişk li ser tê kirin, pirsa helbijartina serokê herêma Kurdistanê ye, win wek komsyonê çi pêşinyar dikin heta ku ev kêşeye were çareserkirin?

- Em wek komsyonê dezgeheke pîşeyî ne û karê me ne şirovekirina yasayan ne, a ku ji me hatiye xwastin ku em amadekariyan ji bo wan helbijartinan bikin, bi vê jî cenabê serok Barzanî erkê yasayî a xwe bikaranî, ji ber ku yasa dibêje gereke berî 60 rojan ji temambûna gera serokatiyê, dema helbijartinên serokatiya herêmê were ragihandin, lewra serok Barzanî erkê xwe a yasayî cêbecêkir, lê mixabin em nikarin di wê rojê de helbijartinan bikin.

* Hejmareke mezin a kurdan li derveyî welatin, mafê wan jî beşdariya dengdanê bikin, gelo ji bo wan we çi kiriye, daku beşdariya dengdanê bikin?

- Di yasaya komsyonê de behsa vê yekê hatiye kirin daku revenda kurdistanê li derve bikarin dengê xwe bidin, heger li helbijartinên 2017ê a perlemana Kurdistanê de em wî karî bikin, gereke em ofîsan li wan welatan vekin, ji bo vî karî jî gereke em hemahengiyê bi nivîsîngeha pêwendiyên derve re bikin û demekê destnîşanbikin daku em tomara dengderan bikin û bingehên dengdanê vekin û dengên wan jî bihejmêrin, ev pir giringe ji bo hemû helbijartinên kurdistanê, ji ber ku hejmareke mezin a welatiyan li derveyî Herêma Kurdistanê ne.

* Paşeroja komsyonê wê çawa be?

- Me hemûyan dît ku piştevaniyeke mezin a siyasî li Kurdistanê ji bo komsyonê heye. Cenabê serokê Herêma Kurdistanê di yekemîn rûniştina perlemanê daxwaz kir ku ew komsyone were avakirin û wek dezgeh bi pêwîst zanî, komsyon li perlemanê zû dirust bû, hêvîdarim bi hevkarên xwe re li nav komsyonê bi hev re karbikin û gavên cidîbavêjin û zêdetir em komsyonê bidin naskirin û bi dezgehî be û cihgîr be.

* Di warê ragihandin û hoşyariyê de we çi kiriye, bi taybetî di cêbecêkirin û beşdarîkirin di dengdanê de ji bo pirsên çarenivîssaz û giring de hoşyarî gereke?

- Beşdarîkirina xelkê di her helbijartinekê de fakterekî giringe, bi taybet li herêmeke weke Kurdistanê û welatên nû giheştî, çiqas astê beşdarîkirinê bilind be, ewqas baweriya xelkê biyanî û welatan û rêxistinên cîhanî bi helbijartinanzêdetir e. bi rastî renge em di vî warî de ne pir bi şiyan bin ji bo handana xelkê, ji ber ku ragihandin û rêxistinên civaka sivîl û partî rolekî mezintir dibînin ji bo beşdarî kirina xelkê û çûna ser sendoqên dengdanê û nûkirina tomara dengderan, bo nimûne li Kurdistanê zêdetir ji 3 milyon dengder hene, heger tu wan bi karmendên me yên beşê rgihandinê re hevber bikî ku 5 heta 6 hezar karmendên me hene, ev pir kême. Partî li vir rêxistinên mezin yên civaka sivîlin û dikarin rolekî mezin bibînin.

* Gelo ta çiqasî beşdarîkirina rastewxo a welatiyan di helbijartinan de cihê demokrasiyê li herêmê bihêz dike, bi taybet di pirsa helbijartina serokê herêma Kurdistanê de?

- Beşdarîkirina rastewxo a welatiyan di helbijartinan de ku li piraniya welatên pêşketî wihaye, azadî û demokrasiyeke zêdetir dide xelkê û ew yekser dikarin nûnerên xwe helbijêrin. Lewra helbijartina rastewxo giringiya xwe heye, ev jî pêşketîtirîn demokrasiye û li welatên pêşketî bi vî şêwazî re dibêjin: helbijartinên rastewxo, ku tê de azadî û zelaliya xwasta takê welatî di helbijartinan de derdixe, di vê derbarê de helbijartina serokê welat bi şêwê rastewxo ji aliyê xelkê ve, demokrattirîn şêweye û helbijartineke rastewxo ye.
Top