• Tuesday, 14 May 2024
logo

Prof. Zeyd Ebadî bo Gulan: Rojhilata Naverast bi vî şêweyî namîne û dewlet jî wê bên guhertin

Prof. Zeyd Ebadî bo Gulan: Rojhilata Naverast bi vî şêweyî namîne û dewlet jî wê bên guhertin
Profîsor Zeyd Ebadî mamostayê zanistên siyasî û ragirê kolêja xwendinên nêvdewletî û zanistên siyasî ye li zanîngeha Urdinê, wî zêdetir ji deh salan ezmûn heye li ser lêkolînên demokratîzekirina Rojhilata Naverast. Ji bo axaftin li ser paşeroja Rojhilata Naverast paş bi dawî hatina DAIŞê û dobare rêxistina navîeyê, me ev dîmane pêre encamp da û wî bi vî corî hizra xwe ji Gulanê re rêxist.
* Çawa û bi çi şêwê dê DAIŞ were şikandin, gelo Rojhilata Navîn paş şikandina DAIŞê wê çawa be û hevkêş wê bi kîjan semtê ve here?

- Destpêkê ez hêvîdarim ew a di dawiya pirsyara we de çêbibe û terror bi dawî bibe, lê renge div ê qûnaxê de ev xewneke dûr be, çûnkî xuyaye ku buyer bi arasteyeke berûvajî ve derin. Niha li Rojhilata Naverast behsa tundrewî û demargêrî û terorê tê kirin, lê bi nêrîna min sedema şikestin cîhanî û nêvdewletî li hember diyardeya terorê di bingeh de ji bo pirseke serekî vedigere, ew jî ew e ku em hertim xwe ji ew pirsyara serekî dûrdixin ka çima ev tevger û rêxistinên tundrew peyda dibin/ bê goman diyarda tundrewî û tundrewiya olî û demargêrî ku ber bi komkujiyê ve derin, wek ku DAIŞ û ji bilî DAIŞ encamdidin bi çend sedemên derûnî û civakî û siyasî ve girêdayî ne, lê bi nêrîna min sedema serekî ew e ku hukumetên welatên erebî di mawê pêncî salên borî de di avakirina dewletê de bi ser neketine û vê yekê rê jib o peydabûna karekterên ne dewletî wek DAIŞê û yên din xweşkir. Wate geşbûna vê diyardeyê amajeyeke rone jib o şikestina siyaseta cîhanî di rûbirûbûna wê de, herwiha şikesta dewletên erebe di çespandina stûnên dewletê de, ev du sedemên serekî ne. ez niha li ser astê pêşeyî û ekadîmî kar di pirtûkekê de dikim ku bi şêweyekî hûr li ser têgeheştina ew lojîka navxweyî disekinim ku dibine sedema dirustbûna wan civakan. Lewra dema em behsa DAIŞ yan tundrewiyê dikin, yan tundrewiya sune li hember tundrewiya şîe, em hest bi wê yekê dikin ku her yek ji wan di nav xwe bi xwe de rêxistinekê pêktînin, bi wî astî ku em nikarin bi ser de zalbin, wate gereke em ji lojîka peydabûna van tevgeran têbighin, ev bi tu şêweyan wê watayê nade ku ez hicetan ji peydabûna wan re dibînim, lê nabe em bingeha terorê ji bîr bikin. Derbarê ka ez çawa Rojhilata Navîn a paş DAIŞê dibînim, ez dibînim ku Rojhilata Naverast bi wî şêweyî nabînim ku em niha fêrêbûne, herwiha dewletên wek Îraq û Sûriya û heta Seûdiya û Urdin jî wek niha namînin dewletên sentralîl û heta Misir jî, ji ber vê ez dibênim ew Rojhilata Navîn a di sedsala borî de hebû, bi dawî hat, niha aliyên ne dewletî zêdetir şiyan hene ku ejindayên civakî û siyaseta nêvdewletî diyarbikin, ji ber vê ez ne geşbînim bi paşeroja Rojhilata Navîn, bi kêmasî jib o deh yan du dehsalên bên.

* Hêzên Pêşmerge bi dirêjiya 1500 KM şerê DAIŞê dikin û Kurdistanê diparêzin, win dizanin em ne dewleteke serbixwe ne û tenê herêmekin di çarçovê Îraqê de, pirsyar ew e gelo win çawa li role Pêşmerge dinêrin û gelo egerê wê yekê heye ku Kurdistan bibe modêlek jib o pêkvejiyana olî û neteweyî?

- Ez tenê çavdêriyê dikim û pêdaçûnê dikim û ewqas ne şareza me jib o helsengandinê, lê ew a ev hêze dike karîgeriyekî serekî heye û pir giringe jib o li pêş rawestina ew a herêm herwiha Îraq rastê tê bi şêweyekî gîştî, ne tenê Herêma Kurdistanê. Pirsa duyê ew e ku ev hêzane bê hevkariya leşkerê Îraqê û hêzên hevpeymanan nikarin bi tenê berdewam li pêşiya terror yan DAIŞê bisekinin, her çiqas ew a di çend mehên borî de kirine hejiye bibe modêlek û were cêbecêkirin, li vir ez ê amajê bi wê tirsê bikim ku dema ez pesina modêla Kurdistanê dikim ne wate bi hoşyarane yan nehoşyarane ez daxwaza perçebûna Îraqê dikim, lê dema derencama dawî de em dibêjin Kurdistan bi hêza xwe bûye modêlek, lê tirsa min ji wê yekê heye ku ev daxwaziyeke veşartî be jib o perçekirinê, herçiqas ew dewleta navendî ku me di sedsala borî de nasdikir bi dawî hatiye û renge cuda bûna Kurdistanê yekemîn nimûne be jib o ew rewşa di paşerojê de wê çêbibe.

* Serokê Emerîka cuda cuda pêşwaziya serok wezîrê Îraqê û serokê Herêma kurdistanê û serkirdeyên Suneyan kir, herwiha Kongresa Emerîka ew biryare da ku bi cuda îekan bide pêşmerge û sune û leşkerê Îraqê, gelo ev ne amajeyeke ku Îraqê êdî venagere bo rewşa berê?

- Ew tenê bi ser Îraqê de nayê cêbecêkirin, belku temama navçeya erebî li xwe digre, yên ku wek kêmîne dihatin bas kirin, êdî ne kêmîne ne û ez bi mafê biryar dana çarenivîsê re me wek ku di sala 1917 – 1918an paş çêbûna komeleya gelan hatî behskirin, ez li vir amajê bi binemayên Wêlson dikim ku daxwaza mafê biryardana çarenivîsê kiribû, di nav de dewletek jib o kurdan, min rêz jib o gelê kurd û hest û xwasta kurdan heye. Ez ne bi wê yekê re me ku kêmîne û neteweyên din di bin destê neteweya ereb de bin, lê di heman dem de ez ne bi perçekirinê re me, lê gereke modêla cîhana pêşketî were dobare kirin –wek siwêsra- ku dewleteke nîştimanî ji çend neteweyan re were çêkirin û deshelat were parvekirin bê ku serwet û samana xwe valaçekin û cihê xwe zeîf bikin bi sedema perçebûnê, lewra tu tiştek ne rêgire ku Îraq îraqeke bi hêz be bê ku di bin destê çînekê yan pêkhateyekê de be, belku îraqek be wek ku dîrokê de ku ferehî têde be û çavkanî têdebin… a ez dibêjim ew e ku cardin hizira xwe di çawaniya pêkvejiyan û parvekirina deshelatê de bikin, wate çawa li gor rêkeftin û li hevkirinê deshelatê parvebikim û hemû li ser berjewendiya bilind li hev bikin.

* Nêzîkbûnek heye di navbera Emerîka û Îranê de ku welatên wek Îsraîl û Seûdiye û Turkiya dilgiran kiriye, win çawa li wê rewşê dinêrin?

- Gereke em vê pirsyarê dabirêjin, gelo ka ev nêzîkbûne heye yan na? heger hebe, gelo li ser hesabê hevpeymaniya berê yên Emerîka ye bi welatên Kendavê re, yan na? welatên kendavê di wê baweriyê de ne ku nêzîkbûnek di navbera Îran û Emerîka de heye û ew li ser hesaba pêwendiyên Emerîka ye bi welatên kendavê re û Emerîka xiyanet li wan kiriye, wate baweriya wan wihaye ku Emerîka hevpeymaniya bi Îranê re helbijartiye, ji ber ku take dewleteke û bihêz e û hezîrana bê de wê rêkeftina dawî pêre encamp bide, ev beşeke ji ew xwendina ku heye, ez wek şirovekarekî bo siyaseta Emerîka dibêjim: Emerîka dewleteke bihêz û karîgere di cîhanê de li ser bingeha berjewendiyên xwe li xwe vedigere. Ez bi xwe dibînim ku nêzîkbûnek di navbera Îran û Emerîka de heye ku ev jî derencamê xwendina Emerîka ye jib o paşeroja Rojhilata Naverast û Emerîka di wê baweriyê de ye ku renge danûstan bi îraneke bihêz û yekgirtî re baştir be jib o berjewendiyên wan, herwiha jib o aramiyê ev yek bi hevberkirin bi yek: dijatîkirina îran du: muamelekirin bi pir welatên ku rastî tehedayekî mazin bûne û ez wih dinrxînim.

* Tu çawa li serkirdatiya Seûdiye bo hevpeymaniya suneyan dinêrî ku li dijî Husiyên Yemenê pêkhatiye û gelo wê kartêkirinê li ser paşeroj û pêwendiyên welatên navçeyê çi be?

- Ez di aliyê lojîka pêwendiyên nêvdewletî re li vê pirsê dinêrim. Seûdiye hest dike ku gefek rastî wê bûye li Yemenê ku tenê pêwendî bi hevkêşa nav Yemenê ve tuneye, belku girêdayî ye bi ferehbûna nifoza Îranê heta bi sinûrê Seûdiyê. Heger Seûdiye wiha li vê pirsê binêre ku Îranê pirojeyeke stratêjê li navçeyê heye, ku yekem li ser bidestxistina hêza etomî hatiye avakirin û duyem li ser bingeha vezelandina bo nav welatên erebî yên cuda, wek zalbûn bi ser şîeyên îraqê de û zalbûn bi ser Beşar Essed û rejîma wî, ev bi watayê fetisandina Seûdiye tê, ev ne karekî taîfe gerî ye ku palderên taîfî li pê be. Projeya Îranê ne taîfegerî ye. Pir ji şîeyan erebin, ew ne îranî û ne fars in, belku berjewendiya neteweyî a îranî hene. Ez behsa wê yekê dikim ka çawa Îran karta taîfî bikartîne jib o berjewendiyên xwe, Îran dibîne ku ev karekî bi mifaye vêca wê çima bikarnîne lewra ew bikartîne, bêgoman Îran dibîne ku bidestxistina Yemenê ji aliyê Husiyan ve destkefteke stratîjî ye jib o Îranê. Ji ber wê ev hest û soza olî bikartîne û aliyê taîfî dike berjewendiya xwe herwek çawa li welatên erebî yên din jî encamdide. Herwiha Seûdiye jî ne dewleteke sunî ye, dewlet e, dewlet jî bi lojîka dewletê helsûkewtê dikin, dema ev zimanê taîfî û olî bikartînin, jib o bilindkirina morala û komkirina piştevaniyê jib o biryarê xwe bikartînin, lê bi lojîkê hêz û hevsengiya hêzê û zerer û qezenc û gef û aştî û seqamgîrî û berdewamiyê û … HWD helsûkewtê dikin. Dema Seûdiye hest bi gefê kir bi wî şêweyî reftar kir ku me dîtî, armanca bingehîn a asayîş e, asayîş jî bi hêzê tê parastin, ew jî yan bi rêya gotûbêjan, yan hevpeymanetî, yan şer e, Seûdiye jî hevpeymanetî kir û şer kir.
Top