• Thursday, 02 May 2024
logo

Gulşen Orhan ji Gulan-media re: ez bo aliyên peywendîdar yên Turkiyê pêşniyar dikim ku li bîranîna Helebçe û newrozê seredana herêma Kurdistanê bikin

Gulşen Orhan ji Gulan-media re: ez bo aliyên peywendîdar yên Turkiyê pêşniyar dikim ku li bîranîna Helebçe û newrozê seredana herêma Kurdistanê bikin
Gulşen Orhan li sala 1970 ê li bajarokê Baxçesera yê ser bi bajarê Wanê ve li bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye derçûya beşê Arkolojî ye li Zanîngeha Anqerê, ew di helbijartinên perlemanê yên sala 2007 ê de li ser lîsta AKP ê bû endama parlemana Turkiyayê.
Bavê gulşen ê Nacî Orhan çiwar caran li ser yek berpirsyariya Şaredariya bajêrkê Baxçeserayê kiriye.
Gulşenê du xwîşk û çiwar bira hene, herçende ji ber xwandinê û jiyana hevjînî û xebata siyasî û karê perlemanê bi sala ne Gulşen Orhan li Anqerê rûdine, lê dema mirov deriyê mala wê vedike mirov hest pê nake ev mal li Ankerêye belku mirov dibêje ev male li wanê ye. ji stayilê malê bigre taku axiftin û pêşwazî kirin û hemû tişt kiltûrê Kurdewarî pêve diyar e. ji bo peyvîn li ser bernama AKP ê û piroja rêdana demokratiyê û çareseriyek aştiyane bo pirsgirêka Kurd li Turkiyê xanim Gulşe Orhan li Ankerê li mala xwe pêşwazî li peyamnêrên Gulan kir û di hevdîtineka taybet de xanima perlemantar bersiva pirsên Gulan ê da.
Gulan: di ahenga vekirina kenala TRT6 ê ku bi berhevbûna serok wezîrên Turkiyê bû, me dî xanim Gulşen Orhanê sitran digotin, em matmayî man, me ji xwe pirs kir erê ev Gulşen Orhana perlemantar e yan yeka din e? lewra em ê dîdara xwe bi vê pirsê destpêbikin gelo berî win bikevin nav cîhana siyasetê we distira û we karê hunerî kiriye?

Gulşen Orhan: wek kar û wezîfe ez çi dema mijûlî karên hûnerî nebûme min tenê wek hez û viyan peywendî digel mûzîkê heye, lê tevî wê ez ji hemû stayilên muzîkê hezdikim û xelik jî ji min re dibêjin dengê te pir xweş e. hinek ji endamên malbata me jî xwedî dengên xweşin, birayê min bavê min metika min û zaroyên wê dengên wan pir xweşin, ji ber wê ez pir ji mûzîkê hezdikim û distirêm, lê min wek pêşe çi karê hûnerî nîne.

Gulan: di nava malbata te de kesek heye wek kar û pêşe peywendî bi hunerê ve hebe?

Gulşen Orhan: na, di nav malbata min de kesek tune wek pêşe û wezîve peywendî bi hunerî ve hebe.

Gulan: gelo cenabê we çawa hate nav cîhana siyasetê?
Gulşen Orhan: siyaset ji jiyana min pir dûr bû, niha jiyê min 40 sal e, dema ez temaşey jiyana xwe ya bûrî dikim ez dibînim ku hertim ez ji siyasetê dûr bûm. Li destpêkê ez bi xwandinê ve mijûl bûm, piştî min mêrkirî ez bi zaroyan ve mijûlbûm, îca ez ji bo xwendinê vegerîm. ji nû ez ketim nava kar û wek endam perleman ez hatim berbijarkirin. bavê min bi salan serokê şaredariya bajarokê Baxçeserayê yê bi ser bajarê wanê ve bû. birastî min hizra vê yekê nedikir lê paşî li ser daxwaza bavê xwe min ji bo perlemana Turkiyê xwe berbijar kir.

Gulan: gelo astê xwendina te çiye?

Gulşen Orhan: ez derçûya beşa Arkolojî a zanîngeha Anqerê me, wate ez Arkolojîkim, berê ez li beşa bînasazî li zanîngeha Anqerê qebûl kiribûm, lê ji ber çend egerên cuda cuda min xwandin berda, piştî 17 salan dîsan min taqîkirina qebûl kirinê encamda û li beşa Arkolojî li zanîngeha Anqerê min berdewamî bi xwendina xwe da. di helbijartinên sala 2007 ê de li ser lîsta AKP ê wek perlemantara bajarê Wanê ez bûm perlemantara Turkiyayê.

Gulan: parta deshelatdar a Turkiyayê AKP ê ye ku win jî têde endamin, ew bizavê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, gelo ew a heta niha hatî kirin çawa bidestve hat?

Gulşen Orhan: AKP ê her ji roja damezrandinê ta îro qet nebûye partiya texekê, bi tenê ji ber wê li hemû Turkiyayê deng bidestxistin, AKP ê rolekê weha bi sitûyê xwe ve girtiye daku bibe parta hemû Turkiyayê, di nava 80 bajaran de û ji hemû tex û çînan perlemantar hene bo nimûne ez jinim û hîn ji nû min zanîngeh derbazkir, ez bûm perlemantara vî bajarî.

ji bilî min çendîn hevalên min yên perlemantar hene ku xwedî serhatiyên cuda cuda ne. ji ber vê AKP ê neçar e li hemû pirsgirêkên Turkiyayê meyzeke û çareserbike. AKP ê her ji destpêkê bi pirsgirêka Kurdan, pirsa baweriyê, pirsgirêka elewiyan, pirsa abûrî û hejariya xelkê ve mijûl e. helbet di nava van pirsgirêkan da pirsa Kurdî ji hemûyan mezintir e, ji ber ku li ser astê nav xweyî û navneteweyi ev pirse rûbirûyî Turkiyayê dibe. ev pirs pir giring e û helbet pir giring e aştî dinav gelên Turkiyayê de peyda bibe ji bo vê yekê gereke pirsa Kurdî were çareserkirin, serok wezîr û stafê wî hemû dixwazin vê pirê çareserbikin û di vî biyavî de gavên baş dihavêjin, tu tişt nikarin rêyê li gavên wan yên baş bigirin.

Gulan: başe eger bi nêrîna te gevên ber bibaşiyê û çareseriyê ve berdewamin û paş ve nezivirîne, gelo çareserî kengî we were holê, erê we dîrokek xuya ji vê çareseriyê re destnîşan kiriye?

Gulşen Orhan: ev pirsgirêk ne weha ye ku bi mawekê kurt were çarekirin, cihê daxê ye kû em li hember kêşeyekêne ku 80 ê sal e nehatiye çareserkirin. di vê qûnaxê de ji bo çareserkirinê em rastî hinek tiştên din dibin ji wana zimanê Kurdî, dîrok, keltûr û huner ku winda bibûn niha hatine vejandin, ji bo ji dest dana zimanê fermî dîtinek şaş heye lewre çareserkirina pirsa Kurdî li cem wan pir zehmete, di vî biyavî de ji bo çarekirina rewşa Kurdî gereke hemû Turkiya qayilbibin, em hest bi zehmetiya vê kêşê dikin belê me bawerî bi xwe heye, serok wezîr gelek bi îrade û baweriye, bawerî bi guhartina cîhanê heye lewra dibêje gereke herêma mejî were guhartin. di biyavê demokratîkê de me gavên giring havêtine û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî me rêyek baş biriye lê hîn pir maye.

Gulan: bi rengekê giştî xelkê Kurd kêşeyên civakî hene, yek ji wan kêşan kêşa jinane. derbarî mafê jinan û pêşdeçûna wê di Turkiyê de hûn çi dibêjin?

Gulşen Orhan: di nava wê mijara derbarî demokratî bûnê di qadê de pirsa jinan jî cihê xwe digire, ta hatina AKP ê ji bo ser deshelatê sîstema Turkiya zulim li her kesî dikir. di vê rewşê de gav tên havêtin daku jinên rojhelat û rojavayê Turkiyayê mafên xwe bidestxin. daku cudahiyek pozetîf di nav jinan de were holê çendîn yasa hatin derxistin, ji niha û pê de jin dikarin di hemû biyavan de bi bandor bin.

çendîn yasa hatin danan da ku zaroyên keç bi perwerdek bibandor mezinbibin, bo nimûne wezîrê perwerdê ji bo perwerde kirina zarokan pir yarmetiyan dide, lê hevkariya wî ji bo keçan pirtire, ew rewişt û tîtalên ku astengin di siyasetê de tev bûrîna dem wê werin guhartin.

Gulan: di nava rêzên AKP ê de çend jinên Kurd perlemantarin?

Gulşen Orhan: jimara perlemantarên jin yên Kurd di nav AKP ê de 5 in yek ji wan li Agirî, yeka din li Mûşê, ez li wanê, yek li Orfayê û yek li Stembûlê, ev jinên Kurd di helbijartinên bûrî de serkitibûn.

Gulan: derbarî pirsa jinên Kurd me ji hinek rêkxirawên jinan pirskiriye, li gor dîtina wan: "ew jinên Kurd yên ku kuçberî rojavayê Turkiyayê bûne, xebat derbarî pirsgirêka Kurdî li cem wan ne pir giringe", gelo bi ya te pêdiviye jinên Kurd li rojava temamker bin ji bo jinên Kurd li rojhelat?

Gulşen Orhan: bi ya min ew xwandine şaş e ew ên dibêjin jinên Kurd li rojava giringiyê bi pirsgirêka Kurdî nadin ew şaş in, jinên Kurd li rojava xwedî perwerdek başin û li gor şiyanên xwe beşdarî hemû pirsan dibin, ez bi xwe yek im ji wan jinan lê di heman dem de gereke em bizanin ku em hemû nikarin wek yek beşdarî pirosesan bibin, yekem car e di perlemana Turkiyê de komisyonek derbarî wekheviya mafê jin û mêran tê danan, karê wê komisyonê çavdêrîkirina rewşa hemû jinên Turkiyê ye. Bi ya min di van 9 salên bûrî de pir tişt bi navê jinan hatine kirin, di biyavê siyasetê û bazirganiyê û geştûguzarê de pir jinên Kurd yên hêja hene, di biyavê abûrî de hinek jinan cihên pir hestiyar girtine. dîsan di biyavê mûzîk û hunerê jî de jinên Kurd yên pir bi bandûr hene. eger em hizir li van jinan bikin em digehin wê encamê ku jin ne ji mêran kêm tirin, em hemû ew in yên zanînek temam li ser dîrok û kiltura xwe heye.

Gulan: win pêşveçûnên herêma Kurdistanê çawa dipîvin?

Gulşen Orhan: em bi matmayi û dilşadî temaşey wan pêşveçûnan dikin ew ên li herêma we bi dest hatine, Kurd miletekê gelek zehmet diye, tûşî hemû tawan û xirapkariyan bûye, me karesata Helebçe ji bîra nekiriye, ta niha ew bîreweriyên diltezîn di mêşkê me dane, miletek ku ta duhî tûşî derdeseriyê dibû êş û nexweşî didîn, dema em îro dibînin ku bi azadî û dilxweşî li ser axa xwe jiyan dikin, pêşdeçûeke ku di zikê xwe de em pir dilşad dibin, Turkiya di vê qûnaxê de peywendiyên xwe tevî herêma Kurdistanê gehandin astekê baş, helbet ev siyasete jî li ser destê AKP ê peydabû dema ku AKP ê siyaseta (sifirkirina pirsgirêkan) peyrewkirî çûnkî dema rêja pirsgirêkan tevî welatên cîran bû sifir helbet dê diyalok destpêbike, lê pêşiya 9 salan Turkiya tevî hemû cîranên xwe pirsgirêk hebûn.
ji bilî vê jî rêkxirawên civaka sivîl jî tevî herêma Kurdistanê peywendiyên bilind sazkirine, di nava wan de kesanên malbata min jî hene.

Gulan: gelo we niyaz heye seredana herêma Kurdistanê bikin?

Gulşen Orhan: helbet min niyete seredana hewlêrê û bajarên din yên herêma Kurdistanê bikim ta mehek du mehên din ez dê bizavê bikim wê seredanê bicihbînim.

Gulan: serokê herêma Kurdistanê û hemû berpirsên din, tekezê dikin ku çarekirina pirsa Kurdî li Turkiyayê tenê bi rêya siyasetê be, win wek AKP ê çawa vê helwîstê dipîvin?

Gulşen Orhan: bi piştrastî ve helwîstekê pir dirust e. pirsa Kurdî pirsgirêkeke tenê bi diyalokê çareser dibe. di vê qûnaxê de vedana pel û pizotên dema bûrî kareke bê wata ye. ew pirs bi tundûtîjiyê çare nabe, belku bi rêya siyasetê, îro ew pirs ber bi çareseriyê ve diçe, ew nexweşiyên me dîtine çi kesanên rojava bin yan kesanên rojhelat bin nexweşiyek bê hempa bû, di her malekê de qurbaniyek heye, anîna laşên gerîla ji serên çiya yan anîna leşên serbazan bo malên wan karesatek pir dilêş e, lewre jî hemû kes bê her tişt dixwazin ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane û bê xûnrêtin çareserbikin, derbarî çarekirina vê kêşê 58% ji xelkê Turkiyayê baweriyê bi AKP ê tînin, em hemû xebatê ji bo bi hev re jiyanê û biratiyê dikin niha bizav giheştiye astekî ku bas li xwêndin bi zimanê dayikê têkirin, Kurd jî wek Turkan azadin û bi zimanê xwe dipeyvin û xudaniyê li kiltûra xwe dikin û bi Kurdî distirên. cihê daxêye ku Turkiya bi dîroka 80 salan bizavkir ku nebûna Kurdan xuyabike, ez piştrastim ku kêşa Kurdan wê çareserbibe, em ê rojên nexweş bicihbêlin, ev daxwaza hemû xelkê ye, hikûmet tekezê li vê dike û xelik jî piştevaniyê lê dike.

Gulan: di 29 î meha tişrîna yekê ya bûrî de herêma Kurdistanê beşdarî di ahenga saxvekirina bîreweriya damezrandina komara Turkiya kir, gelo berpirsên Turkiya ji vir û şûnde beşdarî bîreweriyên Kurdan nabin?

Gulşen Orhan: çima na, ev tiştek pir asayi û sirûştiye. bo nimûne pîrozkirina cejna newrozê, eger ji hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza hinek ji seranên Turkiyayê were kirin renge beşdarî ahengên wan bibin, ev karek pêdiviye ji bû bi hêzkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de, eger bernamekê bi vî rengî hebe ez jî dixazim beşdariyê têda bikim, di vî biyavî de asteng tuneye ez ê bizavê bikim vê pirsê wek pêşinyar bi gehînim aliyên peywendîdar yên hikûmetê, bêguman û bê rêgir gereke peywendiyên me di gel hikûmeta herêma Kurdistanê li bakûrê îraqê di bazinê peywendiyên weke her dewleteka din de be.

Gulan: ji bo bersivdana pirsên me û mêvandariya we em pir supasiya we dikin.

Gulşen Orhan: ez jî supasiya we dikim.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top