Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê
May 12, 2020
Gotar û Nerîn
Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawarê
Konê Reş
Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe li
ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye; di destpêkê
de bi siyasetê mijûl bûye û hêza xwe di şerê polîtîkî de mizaxtiye..
Paşê û piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ber hatine girtin,
berê xwe daye eniya rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe
jê re terxan kiriye.
Werin, bi helkefta 122 saliya roja rojnamegeriya kurdî, em wî bibîr
bînin û vê rojê pîroz bikin.
Mîr Celadet Bedirxan tev jiyana xwe bi bav, ap, bira, pismam û
welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re derbaskiriye.. bi wan re
beşdarî di avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ku li
Stenbolê hatine damezirandin bûye.. Herwiha, di sala 1927an de jî,
ew yekî sereke bû ji hîmdarên avakirina komeleya "Xoybûnê" re li
Beyrûtê.
Wî, di roja 15 Gulana 1932an de kovara HAWARê, bi tîpên latînî li
Şamê weşandiye.. Ew tîpên ku wî ji zimanê kurdî bijartibûn, piştî
xebateke dirêj ku 13 salan pê re dûm kir.. Û bi wan tîpan di rûpelê
hejmara 1ê ji Hawara xwe wiha gotiye:
"Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji
me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike,
dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina
zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a
pêşî ye..".
Hawara wî, qêrîn û gaziya bav û bapîrê wî bû.. da ku kurd zimanê
xwe biparêzin, pê xeber bidin û pê his û hestên xwe bînin der:
"Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin,
piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.. Bi tenê
divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro
hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her
miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye
jî.. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk
neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov
bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..".
Mîr Celader Bedirxan, Kovara Hawarê, jimara: 40/1942.
Bi weşana kovara Hawarê re, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku
zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin. 57 hejmar ji vê kovarê
hatine weşandin. Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat
weşandin. Naveroka wê bêtir li ser van babetan belav dibû:
Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî
stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê de hebû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêka Hawarê nav û deng dane, wek:
Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Reşîdê Kurd,
Hesen Hişiyar. Jixwe Qedrî Can wek nûxariyê Hawarê tê naskirin.
Di sala 1942an de jî, Mîr Celadet Bedirxan kovarek din, bi navê
"Ronahî" di gel kovara Hawarê li Şamê weşandiye, ev kovar jî bi
kurdiya latînî dihat çap û belavkirin. Bi saya Mîr Celadet Bedirxan
zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya
kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike,
wê bibîne ku piraniya Bedirxanî di sirgûn û zîvariyan de mirine û
hatine hatine kuştin û ev yek bi tena xwe xweş nîşane ji dilsozî û
wefadariya wan re.. Pêwîste em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka
gelê xwe de binivîsînin. Sed rehmet li giyanê tev referên malbata
Bedirxaniyan bibare, bihuşt cih û warê wan be.
Dema ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de li Şamê çûye ber
dilovaniya Xwedê, rehmetî Qedrî Can ev gotin li ser kêla ber serê wî
nivîsandine:
Mîrê kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê, zindîye
Navê wî ebedîye.
15/07/1951