• Tuesday, 23 April 2024
logo

Nobel û Nêçîrvan Barzanî, serokê balkêş (Serê Baranê)

Nobel û Nêçîrvan Barzanî, serokê balkêş (Serê Baranê)
Nobel û Nêçîrvan Barzanî, serokê balkêş (Serê Baranê)

Yaşar Îçen



Ez wiha bawer dikim ku berbijêrkirina serok Nêçîrvan Barzanî bo wergirtina xelata Nobelê ku kesatiyek e Kurdên cîhanê ji wî hez dikin û rêz li gotinên wî digirin, dibe hander bo navçeya wan û bêguman Kurdan jî hand dide. Dibe dehfdereke baş jibo ku bêtir serkeftî bin û dibe sedemek jibo çandina tovê tifaqê.

Jibo pêşkeftina ber bi arasteyeke erênî ve, bo pêşxistinê, baştirîn şêweya handanê bi rêya nasîn/nasandina serkeftinan û xelatkirinê tê bidestxistin. Di mehên bihorî de navnîşanek di medyayên Amerîkayê de hat belavkirin, ew navnîşana ku di nav babetên pandemiya Koronayê û aloziyên Rojhilata Navîn de ku di çend salên bihorî de aram nebûne, xuya nemabû, ev bû; Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pêwîst e bo Xelata Nobel a Aştiyê were berbijêrkirin.

Ew nivîskarê ku ew navnîşana babeta wî bû, sedemên wê yekê li gor nêrîna xwe li pey hev rêz kiribû.

Belê Nêçîrvan Barzanî sereokekî balkêş e, ez ji Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hez dikim, rêzê lê digirim û ne tenê ew, lê ew serokek e ku ez gelek matmayî kirime. Ez çima ji ber wî matmayî me? Çimku kesekî sade ye, karîzmayeke wî ya bihêz heye û tim kesekî biken e, microvan baş fêm dike, kesatiyekî xweşdivî ye li cem hemûyan û serokek e ku li hemû cihên cîhanê gelek alîgirên wî hene. Li gel wê, Barzanî wê nirxê dide jinê ku hêjayî wê ye.

Di tevahiya waran de, li mal, dibistan, cihê kar û jiyana civakî de, daku jin bi awayekî hêja cihê xwe bigire û rola xwe bilîze, ya ji destê wî tê dike. Li Rojhilata Navîn, ku mirov bobe xwediyê wan taybetmendiyên min li vir behsa wan kir û berdewamîdana bi xebatê wek tiştekî ne mumkin e. Di vê axê de ku eşîretî serdest e, pevçûn bi sedema ciyawaziyan wek tiştekî normal tê dîtin û axa wê bi xwînê û rondikan tê avdan, pîlangêrî bi dawî neyên û demarên tevahiya cîhanê lê kom bûne, hemû kesek nikare xweşdivî, rêzgir, sade û yekxer be û giringî bide jinê.

Herwiha kes nîne hezkirina Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê nezanibe. Yekemîn hevdîtina min pê re ji bîra min naçe… Ez gelekî bi coş û kelecan bûm li berdem serokwezîr (wê demê Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû), biken bû û li nav çavên min dinêrî û bi giringî guh dida min. Di hevpeyvînên xwe de ez gelek bi hestyarî berê xwe didim nihêrîna çavên mirovan û nirxandina wan rastiyên ku çav amaje pê dikin, ya min di çavên Nêçîrvan Barzanî de dît, ev bû; Tevî ku serok e, kesek e dilê wî, coş û kelecan, bikenbûn, gotinên xweş, zarokê derûnê xwe û giringîdana bi mirovan ji dest nedaye û wefadariya xwe ji dostên xwe re nîşan dide.

Paşê min beşdarî di merasima dondxwarina Nêçîrvan Barzanî de ya ji bo Serokê Herêma Kurdistana Iraqê kir, li hemû cihên cîhanê mêvanên taybet amade bûn û merasim bi awayekî gelek baş hatibû organîzekirin. Piştî merasimê, di germaya havînê de ji nişkê ve baraneke bibereket barî, weke wê yekê bû ku ew baran axa wê navçeyê pîroz bike û ber bi aramiyê ve bibe û bêje, "pîroz be sere baranê."

Belê weke min got, Nêçîrvan Barzanî serokekî balkêş e. Li gel wê yekê bi taybet ez dixwazim amaje bi navnîşaneke din bikim, derbarê berbijêrkirina Nêçîrvan Barzanî bo Xelata Nobel a Aştiyê… wek di destpêka babeta xwe de min amaje pê kir, "jibo pêşkeftina ber bi arasteyeke erênî ve, bo pêşxistinê, baştirîn şêweya handanê bi rêya nasîn / nasandina serkeftinan û xelatkirinê ye."

Ez wiha bawer dikim ku berbijêrkirina serok Nêçîrvan Barzanî bo wergirtina xelata Nobelê ku kesatiyek e Kurdên cîhanê ji wî hez dikin û rêz li gotinên wî digirin, dibe hander bo navçeya wan û bêguman Kurdan jî hand dide. Dibe dehfdereke baş jibo ku bêtir serkeftî bin û dibe sedemek jibo çandina tovê tifaqê.

Ne bi şîretkirinê, lê bi pesindanê, erkpêdanê û dîtina keda wan û bi giringîpêdana bi kesan, em dikarin tiştekî li ser zêde bikin. Bi taybet ew handan dê bandoreke zêdetir li Kurdan bike. Ev paragrafa ji pirtûkeke Mesûd Barzanî gelek bandor li min kir, "bawer nakim ji bilî Kurd, netewek hebe ew hemû zulm dîtibe ku heta îro jî berdewame, lê ligel wê jî ti gel nînin bi qasî Kurdan ders wernegirtibin ji wan buyer û êşên ku dîtine. Bi wê sedemê Kurd bi dirêjiya dîrokê bûye dîlê şerên zilhêzan ên li ser rojhilata navîn." Kurd bi dirêjiya dîrokê bi wan êşên ku hatine serê wan, têne naskirin û ji ber dubarebûna kêşeyan qet ji wê şokê rizgar nebûye. Ji ber wê dibêjim, ew şokên Kurdan ku di encama êşan de çê bûne, bi xelatkirin, serkeftin û bi wan kesayetiyên pêşeng û serkeftî ku rêz li wan tê girtin, Kurd dikarin wan êşan derbas bikin.

Xelatkirina serokekî Kurd li ber çavê tevahiya cîhanê bi çepikan, xort û jin û zarokên Kurd han dide, ku asoyên nû bikin armanc.


Ji bilî wê, malbata Barzanî û bêguman Nêçîrvan Barzanî tevî ku bi dirêjiya dîrokê gelek zehmetî dîtine, lê di şerê dijî terorê de bi ti awayî gav paşde nehavêtiye û bo parastina navçeyê lê xwedî derketiye… Bi Partiya Karkerên Kurdistanê, DAIŞ û rêxistinên terorîstî yên din bi wateyeke dirist hat ceribandin…Bû cîranî herî wefadar ê Tirkiyê di vê cografyayê de. Şere gotin li gel ti cîranekî de nekir, li hember gef û êrîşên rêxistinên terorîstî, hêj pêngav ber bi paş ve nehavêtiye û berdewamiyê dide xebata xwe weke Serokê Herêma Kurdistanê.



Çavkanî: Rojnameya Yeni Birlik, roja 4ê Tebaxa 2020

Rudaw
Top