Vegera DAIŞê
Adil Baxewan
Di dawî de, zengilê metirsîdar ê vegera DAIŞê hate lêxistin! Di dawî de, Washington û Parîs bêgav bûn hêzên xwe yên leşkerî saz bikin û wan li ser axa Kurdistana Sûriyê bilivînin û tev li cenga DAIŞê bibin. Kabûsa ku ji 2017an ve, amerîkî û ewropî dibêjin kuta bûye û ji bo herdem bo dojehê hatiye şandin. Di rewşa herî baş de, heke DAIŞ di dojehê de bûbe jî, ku ne wisa ye û her li vir bû û bi me re bû; ev hefteyek e em dibînin ku bi laşê şewitî ve terka dojehê daye û bi hemî aliyan ve êriş dike.
Di 7ê berfanbara 2017an de, li Koşka Elysêes a Parîsê, Heyder Ebadî got: DAIŞ ji bo herdem kuta bû. Min eynî rojê li ser kanala France24ê got, ev ji bilî çîroka siyasetvanekî ku li dû jinûve wergirtina posta serokwezîr digere, ne tiştekî din e. Bila em tenê sala 2021ê wek mînak bigirin û çîroka spartina DAIŞê bo kûrahiyên dojehê li ber testa detayan danin.
Li gor zanyariyên Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê, bi dirêjahiya sala borî, DAIŞê 73 êriş li Iraqê encam dan. Di van êrişan de, 276 kes hatin kuştin. Ji van kuştiyan, 231 kes iraqî ne û 45 kes tenê DAIŞ in. Her wiha 243 kes hatin birîndarkirin û 318 kes jî hatin revandin. Wexta ku em hejmara êrişan li ser mehan dabeş dikin, em dibînin ku meha yekê 8 êriş hatin kirin û meha 12an a eynî salê 11 êriş hatin kirin. Ango bi derbasbûna demê re, rêjeya êrişan bilind bûye û di navbera meha yekê û meha 12an de, mehek nîne ku qet nebe DAIŞê çend caran êriş nekiribe.
Ji 20ê vê mehê ve, piştî êrişeke bêhempa ya DAIŞê li ser girtîgeha Xiwêranê li Hesekê û reva bi sedan kadroyên bilind ên DAIŞê û kuştin û birîndarbûna bi sedan kesan û koçberbûna nêzîkî 45 hezar welatiyan ji Hesekê û dû re tevlîbûna hêzên Amerîka û Fransa di cenga li Hesekê de, her wiha çêbûna rewşeke kaosê ya giştîkirî li Iraqê û tirsa vegera DAIŞê bo bajarên mezin, dem hatiye em bipirsin: Bi rastî kî ji vê rabûna DAIŞê berpirs e û sedemên wê çi ne, yên vê vegera DAIŞê û vê zindîbûna DAIŞê? Di demekê de ku ez bawer nakim DAIŞ qet miribe.
1. Paşvekişîna neberpirsiyane ya Amerîkayê
Bê guman nearamiya siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn û guhertinên wê yên berdewam, her ji mijara vekişîna neberpirsiyarane ya 2011an ve heya xemsariya wê ji 2018an ve heya niha û nebûna projeyeke hizirlêkirî ya realîst ji bo Rojhilata Navîn piştî dagirkirina Iraqê di 2003an de, yek ji wan hokarên giring e ku rewşa babetî ji bo peydabûn, man û liva rêxistinên radîkal wek DAIŞê amade dike. Niha Amerîka li vir e, bêyî ku li vir be! Ev siyaset arîşeyên mezin li ser aramî û ewlekariya Rojhilata Navîn û li ser aramî û ewlekariya Rojava jî çêdike. Çawa Washington dikare di rewşeke ewlekarî ya asayî de be û Rojhilata Navîn di nav êgir de be!
2. Yekîtîya Ewropa (YE) ya lerzok
Welatên YE tam şiyar in ku Amerîka li ser rêyeke çewt e û polîtîkaya Amerîka li Rojhilata Navîn encamên kambax berhem tîne û yekem navçeya giring a cîhanê jî ku rasterast rûbirûyî wan encaman dibe Ewropa ye. Çunke sînorên wê bi Rojhilata Navîn ve zeliqî ne. Rast e ku YE bi giştî û Fransa bi taybetî hewl dide ku siyaseteke cuda ji Amerîka bimeşîne, mînaka herî baş jî ew bû ku Serok Macron li Bexda û Hewlêrê got : Amerîka her biryarekê bide em rêzê lê digirin, lê Fransa hêzên xwe ji Iraq û Kurdistanê nakişîne û ezmûna Efxanistanê dubare nake. Arîşe ew e ku artêşeke YE ya hevgirtî nîne û artêşa Fransayê jî bi tenê nikare valahiya Amerîkayê tijî bike. Lewra YE, tevî şiyarî û hestkirina bi berpirsiyariyê, li hember DAIŞê lerzok dimîne.
3. Tirkiyeya paradoksan
Her ji destpêka derketina xîlafeta DAIŞê heya niha, Tirkiyeya serok Erdogan bi çend rolên hevdij, hev temamker, zelal û ne zelal jî bi hev re dilîze. Di zimanê civaknasiya siyasî de, ji vê re komkirina paradoksan tê gotin. Li se rasta ceopolîtîk, Tirkiye hevalbenda YE ye, lê deriyên xwe ji hejmareke zêde ya wan rêxistinên radîkal re jî vedike, ku pêkan e li ser YE gef bin. Hevalbenda Amerîka ye, lê destê wê di nav destê Rûsyayê de ye jî. Hevpeymana hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê cengeke berfireh li dijî wê qewareya kurdî ku li Sûriyê çêbûye ragihandiye; di demekê de ku hevalbendên Tirkiyê (Amerîka û Ewropa) girewê li ser heman îdareya kurdî ji bo cenga DAIŞê dikin. Ev polîtîkaya Tirkiyeya serok Erdogan ger ne rasterast be jî, alîkar e ji bo zindîtiya DAIŞê û dirêjahîdana bi temenê xwe, çunke di dawî de, çêdibe DAIŞ jî wek kertekê ji kertên guvaşê were bikaranîn.
4. Îrana piştî general
Rast e li Îranê dîrokeke dirêj a tradisyona dewletdariyê heye û rast e hegemoniyeke dîrokî ya aqilê dewletê li ser çalakî û berhemanîna siyasetê li Îranê heye, lê bê ti dudiliyekê, kuştina General Qasim Silêmanî bi destê Amerîka, bandoreke rasterast li ser awayê îdarekirina îranî ya Rojhilata Navîn kir. General ew akterê siyasî bû ku dîrokeke çil salî bi kadroyên bilind ên Iraqa nû re çêkiribû, yek bi yek nas dikirin û wek siyasetmedarekî mezin ê iraqî gote min: Tew haydarî cilên me yên jêrîn û hewesên di xeyala me de jî bû ku me dernedixistin! Ji destdana general, Îran neçarî sererastkirin û jinûve avakirina siyaseta xwe li Rojhilata Navîn kir. Rast e, dibe ku guhertinên mezin neyên ser hêlên sereke, lê ew jî rast e ku pêkan e guhertin werin ser gelek tiştên di bin siyê de. Di rewşeke wisa de ye, mala şîeyên Iraqê parçe bûye û tevahiya proseya siyasî li Iraqê li pêşber gefeke mezin e û bê guman ev jî hêsankariyeke mezin û giring ji bo kombûn û xurtbûna DAIŞê dike.
5. Welatên kendavê li statûyê digerin
Di nav van pêwendiyên aloz ên hêzê de, welatên kendavê (Îmarat, Erebistana Siûdî û Qeter) li statûyekê digerin û dixwazin tilîmora xwe li ser awayê birêvebirina dosyeyên Rojhilata Navîn, ji Efxanistana Qeterê heya bigihe Yemena Siûdî û Iraqa Îmaratê, danin. Detayên bi dest me ketine, me bi wê hêlê ve dibin ku êdî welatên kendavê tenê girewê li ser Amerîkayê nakin û êdî siyaset û stratejiya xwe tenê li ser prensîbên amerîkî dananin. Di sîbera vî aqilê nû yê dewletdariyê de, têkilîyên xwe bi Îsraîlê re asayî dikin. Lê şandên bilind jî ber bi Tehranê dişînin û wê vedixwînin ser sifreya xwe ya nû. Pêwendiyên herî baş bi kurdan re çêdikin, lê Tirkiyê jî wek hevalbenda stratejî dihêlin. Tora pêwendiyan bi Şam û Bexdayê re çêdikin, lê di eynî demê de pêwendiyên xwe bi komên nedewletî re jî zêdetir dikin. Di nav stratejiyeke wisa de ye ku ti kêşeyeke welatên kendavê di wê yekê de nîne ku ji bo destkarîkirina têkiliyên hêzê, DAIŞê jî wek kertekê ji kertan bikar bînin û bixin xizmeta pêgeha ku saloxa çêkirina wê dikin.
Dawî
Heke em piştrast bin ku her yek ji akterên me li jor qala wan kir, rola wan a çalak û giring di çêbûn, man, xurtbûn û vezîlana DAIŞê de heye, bi nêrîna min, divê em bêhtir piştrast bin ku tiştê wiha dike, li ser asteke herî bilind, DAIŞ ew be ku me dît û ew jî be ku em niha dibînin û şenseke wê ya mezin jî hebe ku di siberojê de her bi me re be, ew karesat e ku hatiye serê siniyên Iraq û Sûriyê.
Di nav sînorên van her du welatan de, çend milyon sinî hene. Li Sûriyê piraniya şêniyan in û li Iraqê jî qet nebe ji sedî 20 in. Di rewşa piştguhxistin û bêpariyê de ne û tew di hin deman de rûbirûyî komkujiyan jî bûne.
Bêyî bingeha cemawerî ya sinî ya Iraq û Sûriyê, DAIŞ nabe tiştek ji bilî komeke terorîstî ya biçûk. Bi vê bingeha cemawerî ya perçiqandî, her şenseke man, xurtbûn û vezîlana DAIŞê heye.
Kesên ku bi rastî li çareseriyê digerin, divê berî her tiştî li wan hemî hokaran bigerin ku rewşa sîstema perçiqandin û dûrxistina bi kom a siniyan Iraq û Sûriyê ava kirine. Bêyî vê, spartina DAIŞê bo kûrahiyên dojehê, beşek ji karekê ne mûmkin e.
- Dr. Adil Baxewan, Rêveberê Navenda Frsanî ya Lêkolînên li ser Iraqê ye.
Rudaw