• Friday, 29 March 2024
logo

Dengbêjekî Bêxweyî Keremê Kor

Dengbêjekî Bêxweyî Keremê Kor

Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe ol dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya civakê ye rûyê me nîşanî me dide.
Gava Keremê Kor were bîra min destana Heso û Nazê an jî meseleya Ehmedê Kello tên. Kerem wekî Xalê Ehmed qehremanê zarokatiya min bû. Bi dengê xwe yê kubar wekî hespekî rewanî bi çargavî hostatiya şêwe û awaza xwe radixist li ber zemanê me.
Tucarî ji bîr nakim rojekê apê min Kinyas gazî xulamê xwe kir.
Gotê: Here Keremê Kor û Xalê Ehmed bîne. Dawiya hefteyê her du dengbêjên dilgerm berê xwe dabûn civatê bi dengên xwe yên bêhempa mêvanên dîwanê sermest kiribûn. Her dengbêj berî destpêka şevbihêrkê hinek qala jiyan û serpêhatiyên xwe dikirin. Beg, axa û seyîdên hatî nêzîkî dengbêjan bûn. Her mêvan li gorî meqam, bi nav û dengên xwe rêz dibûn.
Keremê Kor bi henekbazî û mizuriyekê klam digotin. Mêvanan şevên xwe bi şahînetiyeke mezin bi kêfxweşiyeke bêhempa derbas dikirin. Her xulkilandin bi gotinên "Can can can" dewam dikir. Ji bo ku dengbêjan hinekî bêhna xwe vedin û bi mêvanan re sihbet bikin navbera çay an jî qeyweyê dihatin dayîn.
Welhasil piştî şeş saetên şûn de dîwana dengbêjan qediya herkes berê xwe dabû mala xwe.
Apê min Kinyas got: Kerem te çend klam gotin. "11 klam begê min."
Paşê vegeriya ji Xalê Ehmed pirsî: "Begê min bi tevahî 13 klam bûn.
Berê xwe da xulamê xwe gotê: Ji Kerem re 11 mîh ji Ehmed re 13, bi saxî û silametî bibe malên wan.
Di zemanê zartiya min de klamek mîhek bû qedr hebû qîmet hebû. Dengbêjan li heremê pêxas, belengaz û birçî nediman.
Di dema Osmaniyan de Ermenî û Êzdiyên Kurd ku neyên qirkirin direviyan berê xwe didan Ermenistanê an jî parçeyên din yên Kurdistanê. Dîsa serhildêr, şervan û xelkê Kurdên Bakur jî carinan mecbûr diman direviyan parçeyên Başur, Rojhilat û Rojava.
Malbata Kerem jî ji ber şertên zor û neyînî berê xwe didin Îranê. Hin Kurdên me sedema çûyîna malbata wî girêdayî bûyerên Serhildana Agiriyê dikin lê Serhildanên Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930yan de diqewimin. Lê Keremê Kor di sala 1922yan de li Îranê tê dinyayê. Di zaroktiya wî de kal û bavê wî dimirin. Kerem di destê dê û apê xwe de bi xizanî û belengaziyê mezin dibe. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê apê wî Kerem hildide cem xwe vedigere Kurdistana Bakur di navçeya Başanê ya Îdirê bi cih dibe.
Kerem di sala 1922yan de li Îranê ji dayik dibe. Navê wî yê fermî Kerem Kılıç e. Navê bavê wî Mehmet yê diya wî Xanim e. Kerem di biçûkatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Hêdî hêdî ji aliyê Kurdan ve tê naskirin. Beg û axayên heremê wî gazî diwanên dengbêjan dikin. Kerem carinan tevlî dewatan dibe. Gellek dengbêjên wekî Bekîrê Îdirî, Kazo, Zahiro nas dike.
Kerem zemanekî di navçeya Bergirî ya li Wanê dimîne. Di sala 1977an de ji navçeya Bergirî mala xwe bar dike li Bazîdê bi cih dibe. Bi navê Fatê û Kejê du jinên Keremê Kor hene. Fatê jina wî ya pêşî ye. Kerem heta mirina xwe bi jina xwe Kejê re dimîne.
Rojên kalbûna Keremê Kor pirr dijwar derbas dibin. Ne zar û zêçên wî, ne jî xizmên wî lê xwedî dernakevin. Li dawiya emrê xwe li Bazîdê li ser erebeyekê kolan bi kolan ji bo nanê xwe yê rojane parsektiyê dikir.
Kerem li sala 1997an di 75 saliya xwe de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin Keremê Kor jî wekî gellek dengbêjên din bi xizanî û bêxwedîtiyê dimire.
Bifikirin ku dengbêjêkî Kurd yê bi nav û deng bi parsektiyê jiyana xwe didomîne wisa jî bi belengaziyê dimire. Sazî, dezgeh an jî dewlemendên kurdan lê xwedî dernakevin. Eşkere ye Kurdên me ji aliyê Neteweperestiyê ve pêş neketine. Kurd ziman, çand û welatê xwe naparêzin û hez nakin. Kurdên me ji xeynî Kurdbûnê bûne her tişt. Bûne Tirk, Ereb, Fars, Îngilîz lê nebûne Kurd. Bila kesekî ji me re çîrokan nebêje. Îro li Amedê merivekî nemaye ku hûn pê re Kurdî xeber bidin. Kurd bûne dijminê xwe. Lewma ez naheyirîm ku çima dengbêjên me wisa bi rebenî û bêçaretiyê dimirin, hurmet û rêz nabînin. Mixabin bi propaganda, ajîtasyon û gotinên sloganî karek nameşe û Kurdan jî naguherin.

Dixwazim nivîsa xwe bi Klama Heso û Nazê ku min ji devê Keremo Kor guhdar kiriye biqedînim.
Hey li min li min rebenê
Kesî nedî dewrê bedelê zemana
Salox nedane, bav çewa rabe
Keça bi mêr di mal de bide mêr e.
Siwaro siwaro hey hey li min
Ax were birîndaro
Ax lo lo birîndaro
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim
ji xema dilê xwe re, dilê min bi ta ye
kuro malxirabo bejna min bilind e
ji te re pira li ser heft riyaye
gulçîçeke dozdeh wara ye
eva îro sê şev sê roj e
di mala bavê min de xêlî li civiyane
heft hezar qelenê min
pênc çek xelata min e
nexweşo birîndaro ka serê xwe
Ez nizanim birînê te çewa ne
nexweşo birîndaro qasekî serê xwe rake li xemla min meyze ke.
Wele wayê du şahid
Di navbera me de sekinîne
Ez îro hatime xatirê xwe ji te bixwazim
Ez nizanim birînên te çewa ne
Siwaro hoy hoy li min
Lê lê Nazê rebenê sibe ye
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla
bi çemê Hesen Evdalê dikevim
Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e
Dilê min Evdalê Xwedê hêlina teyrê lal e
Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Bi vê gotina hanê te goştê canê min heland
Kezeba min di nava min de kiriye parî parî
Wele êşa min ji Xweda yê xêra ye
Xwedê êşa te nede tu kurê camêra
Du canik û du ciwana
Heft sal ketibû canê min Nazê
Ax were were birîndarê
Erê Nazê te piçûkê li ber miradê
Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê
Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê
Li ser xalîyanê
Birîndaro çima pê nekir miradê
Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Tu giyayê binê min teze bike
Birîndaro bila serê xwe deynê razê
Nazê…
Nazê Dibéje:
Dewra dewra ha dewra
Nexweşo birîndaro sibe ye
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla
bi çemê Hesen Evdalê dikevim
ji xema dilê xwe re
Nexweşo birîndaro
dilê min hêlîna teyrê li etek e
teyr firiyane refê qaz û qulingan
teyrekî wa pir belek e
ez qurbana te me
gunhê xwe bi halê xwe neyne
ezê çoka xwe deynim
serê xwe li ser çoka min deyne
de rabe rûnê destê xwe veke
duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e
hey hey li min
de bi qûrban rabe
emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin
Xweda Xwedakî mezin e
belkî êşa canê te li canê min peyde bike
bila ez piştî Hesenê xwe
ji kesî re nebim bermaliya teze
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
Heso dibêje:
Lê lê Nazê rebenê sibe ye
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla
bi çemê Hesen Evdalê dikevim
Ji kula dilê xwe û te re tê bi gur e gur e
Lê lê Nazê rebenê
Dilê min hêlîna teyrê li sinirê
Lê lê Nazê kulên dilê min giran e
Xema dilê min li hundir e
Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê
Tê bi ser me ve gur e gur e
Bes e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Bi vê gotina hanê
Çewa tu cuzan û meqesên berberan
Bidî serê dil û cegerê min
Ji xwe re bibirî Nazê…
Ax were were birîndarê
Erê Nazê te piçûkê li ber miradê
Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê
Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê
Li ser xaliyanê
Birîndaro çima pê nekir miradê
Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Tu giyayê binê min teze bike
Birîndaro bila serê xwe deynê razê
Nazê…
Nazê dibêje:
Dewra dewra ha dewra
Nexweşo birîndaro sibe ye
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla
bi çemê Hesen Evdalê dikevim
bayê bi xerez e
Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê
Tê bi ser me ve xwar û bi lez e
Nexweşo birîndaro
gunhê xwe bi halê xwe neyne
ezê çoka xwe deynim
serê xwe li ser çoka min deyne
de rabe rûnê destê xwe veke
duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e
hey hey li min
de bi qurban rabe
emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin
Xweda Xwedakî mezin e
belkî êşa canê te li canê min peyde bike
bila ez piştî Hesenê xwe
ji kesî re nebim bermaliya teze
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
ez îdî serê xwe girê nadim bi xelîya sor gevez e
siwaro hoy hoy li min
ax were were birîndaro
Heso dibêje:
Lê lê Nazê rebenê sibe ye
Ezê bi diyarê Geliyê Zîla
bi çemê Hesen Evdalê dikevim
Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e
Îro ava Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê
Tê bi ser me ve bi mêl xwar e
Belkî Xwedê axê min ji birayê min re nehêle
Çewa bi gotina jina xwe dike
Bi çembilê min digire
Davêje Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê
Hewar e li min hewar û gazî ye
Li min firaz e
Nazê tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Xwe berde keviya çemê Hesen Evdalê
Ji min re bînî tasek ava sar e
Ax were were birîndarê
Erê Nazê te piçûkê li ber miradê
Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê
Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê
Li ser xaliyanê
Birîndaro çima pê nekir miradê
Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî
Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî
Tu giyayê binê min teze bike
Birîndaro bila serê xwe deynê razê
Nazê …


Top