• Saturday, 27 April 2024
logo

Kurdên rojhilat û erebên başûr

Kurdên rojhilat û erebên başûr

Arif Qurbani

 

Tevî ku kurd li Başûrê Kurdistanê ji desthilata xwerêveberiya kurdî pir nerazî ne û hêviya wan bi siberoja desthilatdariya kurdî qels bûye; lê hêj kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bi çavê hêviyê li vê herêmê dinerin. Li gor wan, man û bihêzbûna herêmê ji kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re alîkar e. Di aliyê lojîkî de jî, divabû rast be ku tevgera kurdî li her parçeyeke Kurdistanê geş bibe, bibe sedema geşbûna tevgera kurdî li beşên din.

Lê bi sedema hevkêşeyên herêmî û dabeşbûna hêzên desthilatdar ên Başûr li ser cemserên herêmî, ne merc e ku ev pîvan bi berdewamî rast be. Çêdibe di hin rewşên taybet de bi vî awayî bûbe. Lê ji çend aliyan ve jî kurdên beşên din ên Kurdistanê zirarmendên çêbûn û li ser piyan rawestana Herêma Kurdistanê ne, qet nebe di wî alî de ku desthilatdarên neteweyên serdest rêkarên stem û perçiqandina kurdên beşên din ên Kurdistanê berfirehtir kirin nebe ku wek kurdên Başûr hukm û desthilata navçeyên xwe bigirin dest. Ev ji bilî ku xasma kurdên rojhilat ji bo raçavkirina Başûrê Kurdistanê ji bo dema bêhtirî çarêkek sedsal xebata çekdarî ragirtin.

Heyamekê ku berê Herêma Kurdistanê li geşbûna aborî bû, li aliyê din bû derfetek ji bo başkirina jiyan û debara kurdên parçeyên din. Bi sed hezaran destên kar ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Herêma Kurdistanê û ne tenê debara xwe û malbatên xwe, bi ser de jî dikaribûn bi wê dahata mehane ku li herêmê qezenc dikirin, alîkariya kes û karên xwe li parçeyên din ên Kurdistanê jî bikin. Ango heke herêmê di aliyê siyasî de jî nikaribû yan nikare alîkara kurdên beşên din be, dikare di aliyê aborî de curek ji tawîzê bide wan.

Heya derketina krîza aborî, Herêma Kurdistanê di vî warî de hêsankariyeke mezin ji bo kurdên parçeyên din kir. Lê bi sedema wê rewşa dijwar a aborî ku hikûmet û jiyana xelkê jî girt, heya radeyekê ew derfet jî ji bo beşên din ên Kurdistanê pir kêm bûn.

Rewşa aborî ya her yek ji Tirkiye, Sûriye û Îranê jî roj li dû rojê xerabtir dibe. Bi meremên siyasî deverên kurdî yên wan welatan hatine piştguhkirin û her diçe rêjeya bêkarî û hejariyê bilind dibe, xasma li Rojhilatê Kurdistanê. Li tenişta wê dorpêça aborî ku cihanê daniye ser Îranê, Îranê jî derfetên kar li Rojhilatê Kurdistanê bertengtir kiriye. Bihayê dirava îranî bi berdewamî ber bi nizmbûnê diçe, nirxê berhemên xwarinê bilind dibe û her diçe jîyana kurdan dijwartir dibe.

Di vê rewşa dijwar a Rojhilatê Kurdistanê de, gelo Herêma Kurdistanê dikare çi bike û çawa dikare derfetên kar li herêmê ji wan re peyda bike? Dibe ku niha hikûmeta herêmê û heya radeyekê gelek xwîner jî bêjin halê me pir xweş e ku em xema kurdên rojhilat jî bixwin. Lê berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ji me dixwaze ku em li deriyên rizgarkirina jiyana wan jî bigerin.

Ez ê li vir pirsekê tev bidim ku çêdibe li milekî bibe derfet ji bo misogerkirina firsend û derfeta kar ji bo bi hezaran malbatên kurdên rojhilat da li Başûrê Kurdistanê kar bikin. Li milekî din jî, alîkar be ji bo kêmkirina metirsiya erebkirinê li ser wê beşa Başûrê Kurdistanê ku li jêr desthilata îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Bi dirêjahiya nêzîkî 20 salên borî, li navend û başûrê Iraqê gef û metirsî ketibe ser her malbateke ereb, berê xwe daye Herêma Kurdistanê. Piştî hatina DAIŞê, ev diyarde bi radeyekê berfireh bûye ku dike di aliyê siyasî de ji bo plan û armanceke stratejî tê bikaranîn, ku ew jî guhertina demografiya Kurdistanê û sepandina polîtîkaya erebkirinê bi ser de ye bi rêya mirovî.

Pişka zêde ya malbatên ereb ku hatine Herêma Kurdistanê, ji şivan û gavanên gundan heya pêwan û baxvanên bax û vîla û karkerên kargeh û karxaneyan û dike vezile bo nav bazirganiya mezin û kirîna mol û xwaringeh û otêl û cihên geştyarî, dibe ku hejmara wan bi sed hezaran be.

Beşeka wan a zêde xwe yekalî kirine ku bi temamî venegerin deverên xwe. Bi sedema rewşa Iraqê û metirsîya kêmbûna avê wek encama girtina çavkaniyên avê ji hêla Îran û Tirkiyê ve, her wiha bi sedema metirsîya kêmbaranê û pirsgirêkên siyasî yên Iraqê, çaverêkirî ye di salên bê de rêjeya hatina ereban bo Kurdistanê çend caran bilindtir bibe.

Ji ber taybetmendiya eşîrî ya civaka ereb jî ku tê de rêjeya anîna zarokan û geşbûna malbatan pir bi nesiruştî bilind dibe, di siberojeke dûr de ev ereb wek çawa di sedsala borî de hatin û bûn metirsî li ser navçeyên Deşta Neynewa, Kerkûk û Germesêrê, çend dehsalên din jî dibin gef li ser guhertina demografî ya tomerîya Herêma Kurdistanê.

Merema min ji girêdana kurdên rojhilat bi vê mijarê ve ew e ku, hin zagon û yasayên taybet bi hikûmeta herêmê hene alîkar in ji bo hatina zêde ya ereban. Heke çend rênîşanderî werin sererastkirin, pêkan e ev hevkêşe were berevajkirin. Li şûna ereban, beşek ji wan pêwîstiyên hêza kar bi kurdên rojhilat werin tijîkirin. Wisa jî, li milekî ji bo rewşeke wek niha ji bo başkirina jiyan û debara kurdên rojhilat alîkar e û li milê din jî, li pêşber hatina ereban kelem e.

Piraniya kesên ji Germiyanê heya Behdînanê baxvaniyê dikin û piraniya kesên ji Germiyanê heya zozanê pezvaniyê dikin, şivan û baxvanên wan malên ereb in. Gelek caran jî ev malên ereb bûne çavkaniya pirsgirêkan. Mînak pir in ku tev li çend karên terorîstî bûne û heya niha bi dehan şaneyên razayî yên DAIŞê di nav wan malbatên ereb de hatine eşkerekirin. Tew piraniya pêwanên vîla û çewlikên berpirsan jî ereb in. Ev ji xeynî wan bi hezaran bengladişî, nepalî, filipînî û…ku di malan de dixebitin.

Dê çi bibe heke hikûmet rê bide pezvan û baxvan li şûna ku malbateke ereb tînin û mehane kirê didinê da ji wan re bixebite, malbateke kurdên rojhilat bînin wî karî ji wan re bikin, xasma ezmûn û şehrezatiya wan di baxvaniyê de ji ereb û kurdên başûr zêdetir e. Lê herêm li (fermangeha nişîngehê) moletê nade wan. Dibe ku bi çend teklîf û wasîteyan pêkan be ji bo du yan sê mehan moleta niştecihbûnê ji wan re werbigire, divê piştî wê vegerin Îranê.

Ger herêm rêyekê ji bo hêsankariya wan malbatên pezvan û baxvanên Kurdistanê bibîne û li şûna ereban malbatên kurdên rojhilat bide xebitandin; bê guman bi deh hezaran malbatên kurd sûdmend dibin.

Danberheva bihayê pereyên wan tumen bi dînar, wiha dike bikarin alîkariya kes û karên xwe li Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Wisa jî, tu li milekî wek erkekî neteweyî û niştimanî rêya alîkariya kurdên beşeke din a Kurdistanê xweş dikî û derfeta mana erebên başûr jî berteng dikî.

 

Rudaw

Top