• Thursday, 28 March 2024
logo

Nivîskarî û Xwekuştin

Nivîskarî û Xwekuştin
Occo Mahabad

Di dîrokê de gellek kes û nivîskar hene ku xwe kuştine. Her xwekuştin sedemên cuda
dihewîne. Di vê çalakî û biryara kesane de mirov di tûrika jiyana xwe de gellek raz û hestên
tevlihev û nefambar vedişêrin. Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm
bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê xwe bi siya mirinê ve nîşanî
civatê didin. Loma pirsa "Gelo çima xwe kuşt?" piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê.
Hûn rast bibînin an jî nebînin her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û
hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netew nas
nakin.
Ramyar û fîlozofên serdema pêşîn û nûjen di vê diyarde û bûyera girîng de cuda cuda fikirîne
û tevgeriyane.
Sokrat canê mirovan milk û sermiyana Xwedayan dibîne lewma ne alîgirê xwekuştinê ye lê
dibêje ger mirov mecbûr bimîne xwekuştin ferz e.
Eflatun jî wekî Sokrat întixarê rê û rêbazeke rast nabîne, taswîp nake ji xêncî sedemên
mecbûrî.
Arîsto bi temamî li dijî xwekuştinê derdikeve. Întixarê karê hemwelatiyên bêkêr û xerab
dibîne û rave dike. Li gorî Arîsto jiyan diyariyeke mezin e ku ji me re hatiye dayîn divê qedr û
qîmeta wê bê zanîn. Întixarê wek emelê ehmaqan şîrove dike. Arîsto arîstokratekî ye alîgirê
hêzdaran e. Bi dîtina wî, mirina xelkê feqîr û reben girîng nîne.
Epikuros ger mirov bextreş û bêsiûd be dikare bi mafdarî xwe bikuje loma întixarê
çalakiyeke rewa dibîne. Li gorî wî her mirov azad e ku xwe bikuje. Epikuros giringiyê dide
azadiya fikr û ramanên mirovan.
Cicero ji ber sedemên olî û civakî li dijî xwekuştinê disekine.
Platonparêzên Nû yên wekî Pythagoras, Plotinos û Porphyrios jî li dijî xwekuştinê
derdikevin.
Seneca heke mirov zehf kal be û zewqa jiyanê nemabê xwekuştinê rêyeke mafdar teswîr dike.
Albert Camus bi hêrs dipirse: "Gelo jiyan tiştekî ewqas watedar e ku mirov bijî? Wate
nemîne çîrok û serpêhatiya mirinê dest pê dike." Lewma di hişê Camus de xwekuştin
mijareke pêwîst û watedar e.
Nietzsche xwekuştinê erênî dibîne û dibêje: "Mirov heyîneke xurt nîne, jiyan her roj lawaziyê
bi bêhêvîtiyê ve derdixe pêşberî me. Ji ber vê carinan çalakiya herî mezin, esîl û şanaz
xwekuştin e. Întixarê biryara kesên azad qebûl dike.
Schopenhauer jiyanê tiştekî erjeng dibîne xwekuştinê bi dildarî dipejirîne. Bi fikra wî ev
civat bi dizî, kuştin, şêlandin û bi hezaran xerabiyan cihekî kambax, rezîl û kepaze ye lewre
întixarê wek rêya xelasbûnê dipejirîne.
Civaknasên serdema nûjen jî li ser întixarê ji hev cudatir fikirîne û sekinîne.

Emil Durkheim xwekuştinê rastiyeke civakî şîrove dike. Li gorî wî kesên ku xwe dikujin êdî
bi civatê re li hev nayên bi zanebûn qestî canê xwe dikin. Durkheim di întixarê de siya tenêtî,
bêhêvîtî û belengaziyê digere.
Kant xwekuştinê naperijîne wekî tiştekî şermdêr û kerixîner dibîne.
Javata û Melvin Seeman di bingeha xwekuştinê de biyanîbûna mirov û civatê dibînin. Li
gorî wan mirovên modern, belengaz û tenê ne rizgarbûnê di xwekuştinê de digerin.
Li ser întixarê gellek teoriyên psikolojîk jî hene dixwazim fikrên çend psîkologan bînim
ziman.
Li gorî Sigmund Freud ji bo mirov tişta herî girîng diyardeya zayendîtiyê ye. Freud întixarê
wek sadîzmeke rihî îfade dike. Li gorî wî mirovên ku rihê wan birîndar û nexweş dikarin xwe
bikujin.
Di teoriya Erich From de ajoyên civakî girîng in ne tehnên kesane û zayendî. Li gorî wî her
mirov di hundirê civakê de dibe mirov. From xwekuştinê pirsgirêkeke civatî qebûl dike û wisa
dinirxîne.
Karl Menninger întixarê di navbera jiyan û mirinê de wekî şerekî dijwar û jêneger dibîne. Li
gorî fikra wî kîjan xurt be ew qezenc dike.
Ol û baweriyên modern jî xwekuştinê li gorî xwe rave kirine.
Ola Îslamê xwekuştinê guneheke mezin dibîne bi teqez qedexe dike girîngiyê dide jiyana
mirovan. Lewma rêjeya întixaran li gorî lêkolînên kirî di hundirê Misilmanan de pirr hindik
in.
Piştî ferman û nêrînên alim û mirovê dînî yên Augustin, Ola Xaçpareziyê întixarê erênî nake
û nasepîne. Di serdema kevn ya klasîk de rewş hinekî cudatir e carinan Xaçperestên
bawermend ji bo ku ji zordestiyê xwe xelas bikin mecbûr dimînin bi komî an jî şexsî întixar
dikin. Di roja me de otorîteyên Xirîstiyanî ji xeynî mezheba Protestanî xwekuştinê gunehekî
erjeng dibînin û napejirînin.
Ola Cihûtiyê xwekuştinê wekî olên din yên sereke gunehekî li hemberî Xwedê qebûl dike.
Lewma li dijî xwekiştinê disekine. Cihûtî jiyanê pîroz dibîne.
Olên wek Hînduîzm, Budîzm û Caynîzim li hemberî întixarê hikmên dijwar negotine û
neanîne ziman. Hema hema em dikarin bibêjin ku rê dane xwekuştinê û teşwîq kirine bi
kirinên xwe.
Xwekuştin bi sedan reng, sedem û armancan dikarin derkevin pêşberî me. Lê dive em fêm
bikin ku xwekuştin rastiyeke civakî ye mixabin herdem dê rastî me were. Dawiya dawî
nivîskar jî mirovekî/ê ye dikene, digirî, bedbext an jî bextewar dibe. Hêza nivîskar qelema
wî/wê ye. Bi qelem û fikrên xwe pêşengiya civatê dike. Civat fêm neke jî ew mecbûr e rola
xwe ya dîrokî bilîze û bibe neynik û ûjdana civatê. Di dinyayê de gellek nivîskarên jêhatî bi
sedemên cihê xwe kuştine. Ez ê ji xwendevanan re behsa jiyana çend niviskarên Kurd û yên
Biyanî bikim ku xwe kuştine.

Dema ku behsa xwekuştinê derbas bibe nivîskar û helbestvanê Kurd Şikoyê Hesen tê bîra
min.
Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana
Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê
xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye
bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.
Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha
Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û
1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.
Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û
1961'an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê edîtoriya Radyoya Rewanê
dimeşîne. Di sala 1961'an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad'ê û ser zimannasiyê
doktoraya xwe dike. Di sala 1965'an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa
Kurdolojiyê temam dike.
Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên
weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta
Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û
bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.
Şairê dildar, qelemhêz û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema
xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.
Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961an de pirtûka Qalçîçek, di sala
1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.
Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê "Perwaza Welat" û "Payîz û Ba" du heb pirtûkên wî çap
dibin.
Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe. Şiko
nivîskarekî wêdetir însanekî ye. Divê xwendevan bizanibin û têbigihîjin ku her xwekuştin
çalakiyeke kesane ye û li gorî xwe sedemên rast û mafdar dihewîne.
Divê neyê zenkirin ku xwekuştin qelsî an jî bêhêzî ye. Ji ber ku her xwekuştin bi zanebûnî tê
kirin û xwestin. Ka ji xwe bipirsin "Gelo çend kes dikare ku xwe bikuje konê xwe bar bike ji
vê dinyaya fanî".
Nivîskarê duyemîn yê Kurd ku xwe kuştiye dixwazim bi we bidim nasandin ew helbestvanê
zîrek Mihemed Omer Osman e.
Mihemed Omer Osman di sala 1957an de li taxa Dêrgezên bi ser bajarê Silêmaniye ye tê
dinyayê. Dema pola sêşemê dixwend ji ber şerê di navbera Iraq û Îranê xwendina xwe nivî
dihêle. Di sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê dike. Carinan ji ber
sedemên darayî karkeriyê dike.
Helbestên wî ji aliyê ciwanên Kurd ve pirr tê hezkirin. Ji ber helbesta wî ya Generalê Payîzê
ku di dîwana wî ya Li Xurbetê cih digirt navê wî wek Generalê Payîzê hat binavkirin.

Di sala 1991an de li Şeqlawayê di Kongreya Yekitiya Nivîskarên Kurd de dibe endamê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd.
Berhemên wî heta niha di gellek rojname, kovar û malperan de hatin weşandin. Pirtûka wî ya
Li Xurbetê di sala 2013an de li Bakur ji aliyê weşanxaneya Avestayê tê çapkirin.
Ev şairê dilgeş di sala 2019an de mixabin di mala xwe de xwe darde dike. Mebesta
xwekuştina wî ji raya giştî ve tucarî nehat zanîn.
Piştî helbestvanên Kurdan divê em hinek jî bala xwe bidin nivîskarên cîhanê. Gellek
nivîskarên cîhanê yên întîxar kirine hene wek mînak; Virginia Woolf, Mayakovskî, Walter
Benjamin, Sylvia Plath, Cesare Pavese, Stefan Zweig, Jerzy Kosinski û gellek navên din.
Lê ez ê ji we re bi tenê qala du nivîskarên cîhanê bikim ku bandoreke mezin li ser
xwendevanên cîhanê hiştine.
Parêzvanê bizava futurizmê nivîskar û şanoger Vladimir Mayakovski di sala 1893yan de li
Gurcistanê ji dayik dibe. Bi saya fikr û ramanên xwişka xwe Bolşevîkan nas dike di 15 saliya
xwe de dibe endamê Partiya Qomînîst ya Bolşevîkan. Ji ber çalakî û nêrînên xwe yên
Sosyalistî pirî caran tê girtin û dikeve hepsê.
Piştî damezrandina dewleta Sovyetê ji bo pêşxistin û fêmkirina bizava Futurizmê hewl dide,
dixebite, gellek helbest û tekstên şanoyê dinivîsîne.
Dostê wî yê ku jê zehf hez dikir Sergey Yesenin li Leningradê întîxar dike. Ev bûyera întîxarî
dilê wî pirr diêşîne û tesîreke mezin lê dike.
Mayakovski gellek caran ji ber fikrên xwe yên rexneyî tê şermezarkirin lewma ji aliyê
nivîskarên din zêde nehatiye hezkirin û qebûlkirin.
Rihê Mayakovski weki zarekî biçûk û delodîn bû. Tucarî ji aliyê derdora xwe ve nehat
fêmkirin. Em dikarin bêjin ku ew mirovekî tenê bû.
Vladimir Msyakovski di sala 1930yan de bi çeka xwe ya emegdar xwe dikuje.
Nivîskara duyemin ya biyanî ku jiyana wê zêde zêde bandorker û balkêş e dixwazim hinek
behs bikim ku bila xwendevanên me hinekî binasin.
Helbestvan û nivîskara Emerîkî ya zarxweş Sylvia Plath di sala 1832yan de li Massachusettsê
ji diya xwe dibe.
Plath helbesta xwe ya pêşî di heyşt saliya xwe de dinivîse. Di sala 1940an de bavê wê dimire.
Ev mirin jiyana Plath tevlihev û serobino dike. Piştî mirina bavê wê tê dîtin ku Plath nexweşê
psîkiyatrik ya manik depresif e.
Di sala 1950an de li Smith Collegeê dixwaze xwe bikuje lê bi ser nakeve wek birîndar xelas
dibe. Demeke kurt ji ber vê bûyera xêrnexwez li tîmarxaneyê dimîne.

Di sala 1955an de li koleja Smith diqedîne. Piştî kolejê zanîngeha Cambridgeê dixwîne û
xebatên xwe yên nivîskî li wir didomîne. Gellek helbestên wê di rojnameya Varsity ya
zanîngehê de tên weşandin.
Di sala 1956an de bi helbestvanê Înglizî Ted Hughes re dizewice jiyana xwe li Londonê
didomîne. Lê ji ber nexweşiya wê ya psîkiyatrîk ya manik depresif zewaca wê zêde dewam
nake mêrê xwe berdide jê vediqete bi zarên xwe re bar dike cihekî din maleke kevn û erzan
kirê dike.
Di sala 1963yan de ji ber jiyana xwe ya feqîr, belengaz û dijwar zarokên xwe di odeyekê de
kilît dike berê xwe dide mitbaxê serê xwe dixe hundirê firinê bi gaza firinê xwe dikuje.
Hûn jî dibînin ku xwekuştin rastiya jiyana cîhana me ye. Helbet gellek sedemên xwekuştinê
hene: Sedemên psîkiyatrîk, felsefîk, olî, civakî, îdyolojîk, ekonomîk û yên şexsî.
Sedem her çi bibe jî ev tercîha kesan e. Hûn bûyer û rastiya xwekuştinê qebûl bikin an jî
nekin ew ê herdem her roj şopa xwe bi siya mirinê ve derxe pêşberî we.
Top