• Thursday, 25 April 2024
logo

Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!*

Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!*
Konê Reş

Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku
li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne
bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min
re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baş problem û
serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî şîret li me dikir û digot; kurên min!
Qenc bin, tiştek ji xerabiyê nayê ji xerabiyê pê ve; "Qeckiro bi xwe
kiro û xerabkiro bi xwe kiro" û digot; yê ji mala xwe re ne qenc be,
nikare qenciyê bigihîne mala cîranê xwe.. û nav di me de dida ku
em qenc bin û di xwendina xwe de xurt bin.. Her ku ji gund diçû
Qamişlokê an cihekî din û vedigeriya malê, çîroka çûna xwe bi hûrikî
ji pîrka min Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. (Bavê min ji
wan kesên ku ta di zivistanî de jî xwêdan dida!). Piştî ku Nûrê çû
rehmetê, çîroka çûna xwe ji diya min re digot.. Min jî, di wê
zaroktiyê de, bi tev hestê xwe lê gudarî dikir.. Di bin bandora gotin
û şîretên wî de mezin bûm û ji wê hingê ve wêneyê wî li ber çavên
min e û gotinên wî di qula guhên wî de bi zingezing in.. Niha, car
caran diya min ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî
kêfa wî bi encamê keda û westandina wî re bihata.. Erê ji encamê
perwerde û keda wî û dayika min, me her şeş birayan û xwîşkekê
xwendinên xwe xelas kir. Hin ji me bûn mamoste, doktor, Avokat û
niha hin ji zarokên me jî bûne doktor û avokat.
* * *

Bavê min, nexwende bû. Vê paşiyê fêrî hin axaftina bi zimanê
erebî û xwendina Quranê bibû.. Quran li gor zanîbûna xwe dixwend
û hin caran dengê xwe bi xwendinê re bilind dikir.. Gelekî hez
xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ew sofiyekî Barzanî
bû.. Di destpêka salên 1960'î, heyamê şoreşa Barzaniyê nemir de,
radyoyek wî hebû, her esir gundî dihatin mala me, li Dengê
Kurdistana Iraqê guhdarî dikirin.. Piraniya gundiyan hez Mela
Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Di mala me de kesî hez
Lenîn, Stalîn, Cemal Abdulnasir û Xalid Begdaş nedikir.. Xweş tê
bîra min, wê hingê hin xortên malê û gund divîbûn bibin pêşmerge û
digotin: "Ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên
şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê Serxet û Binxetê de bi
gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa
Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela
Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e..

Dixwaze di welatê xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi
dozê lê dikin..?!".

* * *

Bavê min mamostayê min yê jiyanê bû. Yekemîn kes bû ku di
warê nivîsandinê de, ez dehif dame.. Di sala 1974'an de, ji bo
nameyekê ku min ji birayê xwe re şandibû û têde behsa zilma û
zora rêjîmê li ser binxetiyan kiribû; bê çawa rêjîmê xelkên ereb ji
parêzgehên dûr anîne nav xaka kurdên Cizîrê.. Seba vê nameyê
emniyetê êrîşî mala me kir; pirtûkxaneya min sexte kirin, bav û
birayê min yê parêzer girtin û birin Qamişlokê, ji bo bersivdanê..
Piştî wê nameyê bi pêlekê, bavê min ji min re got: "Lawo! Helbet
nameya te bi nirx û dijwar bû.. binivîse, texsîr meke, lê hayê te ji te
hebe, rêjîm bê ewle ye..". Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min
de.
* Bavê min (Hecî Osmanê Evdo); wek piraniya xelkên Beriya
Mêrdînê bi cil û bergên erebî bû, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û
bergên Kurmancî bûn; bi şal û şapik û kum û koloz bûn. Ew di roja
24/12/1985'an de li gundê me Doda koçka dawî kir. Ez û bavê xwe
di orta wêne de ne/1980.
Qamişlo 07.03.2019
Top