• Friday, 26 April 2024
logo

Kurdistan di navbera du sînariyuyan da li beramber daxazkirina mafan ...

Kurdistan di navbera du sînariyuyan da li beramber daxazkirina mafan ...
Kurdistan di navbera herdu sînariyuyên( pêkull bo lamerkeziyetê û eşqa dewletibunê )da li beramber daxazkirina mafan ...

Nivîsin Hejar Avdel .. Taybet bo Gulan

Pşitî rawestandina pişka herêmê ji dahatê Îraqê bo meha nîsanê bi briyarekê li Bexda , li dûf axftinên berpirsên herêmê siyasiye û karibedestên hkumeta Bexda bi serwerî û hêza merkeziyetê vê biriyarê li qelem diden . ..

Briyar her çi bît û çi merem pê hebît hawelatiyên herêmê û fermanber nabît baca xeletî û milmilanêya neteweyî li Îraqê û layenên nafxuyên herêmê biden û dirêje vekêşana vî baruduxî û ne vekirina vê grêyê dê encamên xirab li dûf xwe înît ...

Di van kawdanên hestiyar û berteng da hawelatiyên herêmê lser sê buçunan yên dabeşbuyin ...

1- Pêkullên lamerkeziyetê ji layê beşekê zor ji serkirde û kadir û layengirên YNK û hndek layenên siyasî ji bo kêmkirina rulê hikumeta herêmê û tumet barkirina PDK bi egerê vê rewşê û rakêşana welaya xelkî bo serkirdayetiya nû ya YNK dûr ji berêxwedana berjewendiyên xelkî û paşeruja herêmê ...

2- Beşek ji kadir û endam û layengir û perlemantarên PDK ku zurbeya wan sudmend bûne ji hukmiraniya çendîn salan .. daxazê ji serkirdayetiya xu diken encamên rîfrandumê li dijî Bexda bi karibînît û dewleta Kurdî li başur rabigehînît ... bê hzirkirin di encaman da ...

3- Beşê here zorê xelkê Kurdistanê daxaza sadetirîn mafên xwe ji xwarin û muçe û damezirandin û ... htd ..diken .. bêyi berçav wergirtina layenê neteweyî û hizbî ... aniku destelat kî bît û çi netewe û hzb bît arîşe nîne ya giring mafên wan yên seretayî pê bihêne dan ...

Bi hzira min jiber milmilanêya hêzên Sine û Şîe meziheb û kartêkirinên derekî ḧkumeta Îraqê ew derfet nebuye ku baruduxî li berjewendiya xuda bşkênît û xelkê herêmê li dijî destelat û ezimuna wê hanbidet... divêt bi hişiyarî serederî digel kawdanî bihête kirin...

Lewra geleka giringe hikumet û hemî layenên siyasî li herêmê bi zûtirîn dem rêge çarekê bibînin bu razîkirin û vegerindina baweriyê û hesta neteweyi li def xelkî ... û her çi zîtire mafên xelkî bi gşitî bihêne dabînikirin û hawelatî nebîte qurbaniyê berjewendiyên hzbî û kesî ...

Top