Nestê bi komel yê kurdan û şikestina efsaneya tîrorîstan
September 19, 2015
Gotar û Nerîn
Dr. Nesiredîn Îbrahîm Gulî*
Pêşekî:
Destpêka têgehê nexwastiyê komelî wek dîrok bo Karol Gostav Yong(Carl Gustav Jung, 1875-1961) derûninasê diyar û berinyasê swîsirayî û êk ji layengr û hevalên nêzîkî Sîgmond Froydê ( 1856-1939 ) binavudeng û xudanê rêbaza şirovekarîya derûnî ye, ku pşitî maweyek ji kar û çalakî û vekolîna digel hevdo, ji êkdîtir cuda dibin û Yong ji bo xwe rêbazek dîtir û serbixwe dideynîtin ku komeka têgeh û çemk û zaraveyên dîtir bixwe ve digrîtin û wan dêxîte ser ferhengê saykolojiyayê û ev têgehe hindê dîtir saykolojiyayê wek zanistek nû zengîntir diken. ya di cihê xwe daye dan bi hindê bihête dan ku gelek ji bîrûbawerên wî tîkelî yekin ji hzirên hevalê wî yê berê û li ser binemayê wan hatibîne avakirin, belê vê çendê buhayê zanistiyê wan têgehan û xizmeta wan di mirovayetiyê bigştî û saykolojiyayê da nexasme kêm nedikir.
Êk ji giringtirîn çemkên li ser destê Yongî hatiye dinav ferhengê zaraveyên saykolojiyayê da nest yan nexwastiyê komelî bû ye, ku pişkeke ji dahînanên wî û layenekê pir buha ji tiyorîya wî [ 2: 274 ]. wek pênase û daneniyasîn nestê gelekî ( nexwastiyê bi komel ) birîtiye ji wan tiştên nepenî û veşartî ku li wê pişka nexwastîya takî da mayin û berhemê wan hemî taqîkirin û ezmûn û serborane yên ku di maweyekê dûr û dirêj yê dîrokî da li nik wî takî mayin û hatîne nixamtin û veşartin. Bi gotinek dîtir wekî 'ombarekêye ji hemî bîrubawer û hzirên takê mirovî ku ji ber nejad û berebab û babokalên wî bo wî mayin [ 6: 41], û bi mîrat gehiştîne wî.
Yong di wê baweryêdane ku nexwastiyê komel li nik takê mirovî wek pişkeka here mezin û giring e ji pêkhate û stiraktûra saykolojî û kesatiya mirovî û di heman dem da jî bi êk ji here karîgertînî wan pêkhate û pişkan dihête zanîn. ev pişke li gav û serdemên êş û azarên saykolojî û netenahî û nexweoşiyan da, ( Îgo ) û nestê kesî dêxîte ber givaşitin û karîgeriyê li ser diket û bizavê diket desthelata xwe bi ser da bisepînîtin û bêxîte bin rikîfa xwe bo mebestî hindê digel awayê wê da reftarê biketin û biçît. her çende ku zaraveyên wekî " dervegera " û " derûngera " û " arkî tayp yan arcihetiype " yan jî ewa bi watayê nmûneyê resen dihête niyasîn, ji têgehên berinyasên tiyorîya wî dihêne zanîn, belê çemkê bi komelê wê bîrdoziyê, ku berovajî hizira froydî û çemkê wî yê bi nav û deng aniko " nîmçe hest " yan " nest " ew a bi bawera froydî 'ombareke ji bîrûboçûn û arezûyên serkutkirî û dayî paş û tepeserkirî, cîhaneke hindî cîhana zarave û derbirrîna rênê dîkartê feylesofê mezin ku dibêjîtin: " cogito, ergo sum " yan jî " ez hizir dikem, lewra ez yê heyi ", û hindî hestê mirovî ( ş'ur ), û pişkeka zîndî ye ji wî û pişkek ketwarî ye ji jiyaneka asayî ya takî û gelek berfrawantir û zengîntire ji wê û ew van rastîya di pertûka xwe da " mirov û sîmbolên wî " yan " man and his siymbols " derdbirrîtin ke komeke ji dwîvdaçûnên wî bo wan hêma û sîmbol û wêne û nexşe û nîgarên mirovên kevnar li ser der û dîwarên şikefta kêşayîn û bi bawera wî ev sîmbol û wêne ye nehema hindek tşit û wêneyên sade û bê raman û asayîne belko pişkeke ji nestê wî [ 7 : 10 ]. diyare Yongê yê gehişitiye rastiyekê û wî divêtin nîşanî me bidet ku nexwastiyê gelekî û bi komel 'ombara hemî wan yadgariyên nejadî ye ku mirov wek mîratek ji bab û bapîrên xwe digehîtê û bi bawera wî ev rabrdûye tenha ji mirovî, wek bûnewerek û afrandîyekê taybet û jinavgirtî, nagrîtin belko giyanewerên dîtir jî ber wê dikevin. ev neste li nik wî û di bawera wîda babetekê giştî û cîhanî ye û hemî kesan li vê cîhanê bixweve digrîtin û tenha behra kesekê yan layenekê bi tinê nîne û berovajî hemî mirovan nestê gelekiyê hawşêwe û wek êk yê heyi û ev vêkçûne ji ber hindê ye ke straktûrê mêşkê wan hemiyan wekhev û hawşêwe ye. vê nestê gelekî delîveyekê daye mirovan ku em ezmûn û serbora bab û kalên xwe yên berî noke, yên mîna tirsiyan ji agrî, marî, giyanewerên dirrinde û metirsîdar, birwîsiyê, karesat û ruwîdanên siruştî wekî bîvelerzeyi û gelekên ji vî babetî bi mîrat werbigrîn û li ser vî binemayî bibîne xudanê vî nestê gelekî, ku kartêkirinê li ser hemî layenên jiyana wî diket. her ji ber vê çendê ye ku em wekî mirovê evro û ji ber ezmûna bab û bapîrên xwe ji agirî û marî û bîvelerize û ceng û kuştarê û tiştên metirsîdar û tîfanê û giyanewerên metirsîdar ditirsîn û dibe'cîn.
Kurd û nestê wî yê gelekî di berperrên dîrokê da
Kurd wekî neteweyekî resen li deverê û li welatê xwe, kurdistanê hekerçî heta sedeyê heftemê mişextî jî ne binavê xwe yê noke dihate niyasîn û gel û neteweyên dagîrker yan akinciyên kurdistanê navên dîtir li wan nabûn [ 4 : 16 ], belê êke ji gelên kevinar û resenên navdar li rojhelata navîn û asiyayê û deverê jêderên dîrokî û ji wan jî pertûkên ayînên coda wekî cuhîya, mesîhyetê, û zerdeştî û îslamê jî amajeyê bi hebûna wan dayî û dan ya bi cih û warê wan dayî, ku xudan dîrokeka kevnareye ku xwe li dehan hizar salan didet [ 1 : 5 ]. belku jî ji wê çendê jî kevintir bîtin û dibîtin belge jî bo vê gotinê ew e ku hindekan bawerîya bi hindê heyî ku dîroka kurdan ji şikefta şanederê dest pêdiket ku dibîte belgeyek bo hindê ku bihête selmandin ku dîroka ayînîya cîhanê jî ji vê şikeftê dest pêdiketin ku bo maweyekê nêzîkî ( 60 ) hizar salên pêşî zayînê vedgerrêtin [ 5 : 7 ]. û ev dîroka dûr û dirêj vale nîne ji kartêkirina wê zaraveyê ku Yongê derûninas bikar înay, aniko heman têgehê nestê gelekî yan bi komel. dîroka pitirtirî ji sîh sedeya jiyana neteweyî li nik nejadê ariyayî û nexasme jî kurdan û berebabên wan nîşan didet ku di efsanenasîya wî da û hetako layenên ayînî, hizirî, ramiyarî, abûrî, hunerî, civakî û saykolojî, û bo têgehiştin ji van hemî layenan ji jiyana wî pêdivîye em di nestê wî yê gelekî bixebitîn û di wê pişka kesatiya wî bigehîn [ 3 : 64 ].
Ji wan fakterên kartêkerî li ser nestê gelekî yê takê kurdî kirîn dê şêyin amajeyî bi jiyana wî li çiyayên bilindên kurdistanê bikeyin ku yên bûne jêderê dehan saloxet taybetmendiyên ciwanên mirovayetiyê di naverok û kûrahîya kesatîya wî da bo nimûne jî mêrxasî, pehlewanî, azayetî û çelengî, azadîxwazî, bêhinfreyî, bihêzî, xorragrî, viyana welatê xwe, û ... HTD, ku hêlayî û bûne egerê mana wî piştî hinde hizar salan ji dujminkarîya dujmin û neyaran û dagîrkeran ku hetako noke jî tewaw nebûye bidomahîk jî nahêtin û belge jî bo vê axftinê domahîk dujminikarîya rêkxirawek tîrorîstî bûye ku li jêr nav û nîşanê ayînê îslamê bi ser xelkê me dagirtî û bi hzaran kes kirîne qorbaniyê xeyalên xwe yên xirş û xav, ku hîç binemayekê ayînî û lojîkî û keltûrî û civakî û mirovayetî û zanistî bo nînin, û DAIŞ ên tîrorîst û dûr ji biha û binemayên mirovayetî û şaristaniyetê wek dûbarebûna dîrokê carek dîtir xwe li neteweyê me ceriband û viya ku ezmûna hakofên xwe yên berê dûbare biketin û li nik dilekî neteweyê kurdî û kurdistaniyan di nav buhayên xwe yên derewîn û dijî mirovayetiyê da bihelînîtin û nehêlîtin, belê ev xewne bin ax bû û nehate dîtin û pêşmerge û welatparêzên kurdistanê şiyan dîwarên xewnên wan biherrifînin.
* * * *
Nestê bi komel linik takê kurdî jêderê dirustbûna xudawendeyekê wesa ye ku navê wî " Mîtra " ye û xudawendê cengaweriyê bûye di efsaneya kurdistaniyan da. Ev e jî ji hindê hatiye ku di wîjdanê gelekiyê neteweyê ariyayîda ev rastiye hebû ku ev nejade yê hemî demekî di bin gefeyên metirsiya herreşeya dujminan da bû, û ji vê êkê jî ew bi pêdivî dizanîtin xwe biparêzin û bergiriyê ji xwe biken. çûnkî çavên xelkê bi wan ranabin û her yê li welatê wan yê zengîn û tijî xêr û bêr û seqa goncayi û nesar û negerm û tehre [ 3 : 88 ]. kurdistan ji layenê ciyopolîtîkî wesa ya giring bûye ku hemî xelkê ya hest pêkirî û nexasme jî dujminan ji vê çendê berdewam ya di hizira hindê dabû kû bi rêka dagîrkirina wê mifayî ji hemî wan jêderên siruştiyên wê û nexasme sê texên zêrrîn ke av û ax û petirol bîtin werbigirîtin.
Wek diyare û pêgotîye buhayên her neteweyekê wekî berên şengistê ne bo man û bûn û berdewamîya jiyan û her neteweyekê, û ev layenê serekiyê keltûrî jî bi bawera hindek pispor û şehrezayan xwe di hindek layenên bergiriyê da dibînîtin ku bo mebestî parastina welat û cografiyaya welatî, çûnkî hîç neteweyek bê welat naqedînîtin.
xala here giring a dîtir jî dîrok e, ku hîç neteweyek bê dîrok nîne û bê dîrok ew netewe bê ayînde ye, û ziman jî nasinameyeka giring û neteweyî ye û xalek dîtir jî bohayên neteweyîn, û buha jî ji ber hindê ku hîç neteweyek bê buhayên xwe yên taybet û resen hetaser namînîtin û nadomînîtin û ew buhaye hemî ji xorra nahêne gorrê û bê binema nîne, meger pêkhateyek serekîne ji pêkhateyên hoş û kiyanê neteweyî û binyatî di wîjdan û nestê gelekî yê wî neteweyî da. kurd jî bidrêjahîya dîroka dûr û dirêj a xwe da gelek ji van buhayên resen û ciwan yên di hizir û nestê bi komel û gelekiyê xwe û straktûra hizirî û mêntalî û kesatiya xwe da komkrî, wekî bohayên pehlewaniyê, giyanfîdayê û xobextkeryê, û xorragriyê, lser soz û axftina xwe manê û bûnê, retkirina dagîrkeran û bindestîbûnê û ... HWD, ku pişkeka cudanekirî ye ji pêkhateya kesatiya takê kurdî [ 3 : 99 ].
Helbet bila li bîra me bîtin ku pişkeka mezin ji van buhayên resen û neteweyî dibineret da bo wan rênmayiya dizivrîtin ku Zerdeştê pêxember tovê wan di nax û derûnê tak û civaka kurdewarî û nejadên ariyayîda çandî û her vê çendê û vê kesatiyê, anko kesatîya Zerdeşitî, bûye ku kesekê wekî mezine feylesofê elmanî Frîdrîk Nîçeyî bikete şeydayê xwe û hizir û bîrên wî, û ew kesatî bûye nimûne bo mirovê kurd û azadîya wî û ji binema û buhayên resenên civak û nejad û neteweyên ariyayî dihate hejmartin [ 3 : 117 ], çûnkî ev netewe yê perwerdekirî yê çiyayên serbilindên kurdistanê ye ke azadîxwazî û livîna azadiyê û azadbûnê bikete pişkek ji nestê gelekî yê wî û ew jî bidrêjahîya dîroka dûr û dirêj û tijî bilindî û nişîvî yên kurd û kurdistaniyan.
Hetako gelek ji van buhaya û perwerdekrîbûna wî di nav dangên çiyayî bûne nasinameya neteweyî bo takê kurdî û civaka wî û morkekê neteweyî bo wî, û wekî çewa hindek layenên taybet ya bûye mork û sîmbolê netewayetî bo hindek netewe û gelan, bo nimûne arezûya edeb û wêjeyî û huneryê li nik îtaliya, û felsefegerayî û tiyorîkî bûn bo neteweyê elmaniya, û hesta raperîn û şoreşîbûnê li nik firensiya, û siyasetvanî û abûrînasiyê li nik înglîza, û pragmatîbûna emrîkîyan, ku her êk ji wan wekî kilîla nasîna netewe û kesatîya van netewe û welatan e [ 3 : 143 ].
Hemî van saloxet û buha û arasteyên berkeftî li nik takê kurdî wek nejadekê ariyayî û perwerdeyê ayînê zerdeştî û çiyayên serkêşên kurdistanê, û parastina wî ji hemî kût û bendên herrfîner û sruştdostî û dûre perêzî ji sepandina bawer û ayîn û hizirên xwe bi ser xelkê û neteweyên dîtir da, bidrêjahiya dîrokê kawdanekê wesa guncayi û hejî bo avakirî ku şiyayi taradeyekê baş asayîşa saykolojîkî bo kesatiya xwe dirust biket ku vê faktera giring ew yê ji zebr û zeng û şimşîra dujminan parastî û gehandiye evroke û sobahiyeka pirşingdar dewleserê parastina hemî van ezmûnên tehl û şirîn di nexwastiyê gelekî û bi komelê xwe da, ku li ezmûna tehla cengê neteweyê me li Kobanê heta xaneqînê li dijî dagîrkerên tarîperêstên DAIŞê careka dîtir xwe dûbare nîşan da û hemî wek xelekên zincîrê kirine êk û êk dest û êk deng, û her vê çendê şikestina van tîrorîstan li hember dest û baskên pêşmerge û qehremanên kurdan da misoger kir û bo wan rohn û aşkra bû ku wekî jê bêjîtin: Jiyan bê nav nabe û cîhan bê Kurdistan nabe.
Jêder:
[ ۱ ] بداخ، ڕحمد ( ۲۰۱۳ ). نهژاد و بنهکۆکا کوردان، چ. ۱، ههوار، دهۆک.
[ ۲ ] پورآفکاری . ن. (۱۳۸۰) . فرهنگ معائێر جامع ڕوانشناسی وروانپزشکی وزمینه های پیوسته ئانگلیسی وفارسی ، جلد ۱ -۲ ،تهران ، ۸۱۴ ئێ.
[ ۳ ] ئالخلیل، ڕحمد محمود ( ۲۰۱۳ ). ئالشخێیه ئالکوردیه، دراسه سوسیولوجیه، گ. ۱، موکریانی، ڕربیل، کوردستان، ۳۰۴ ئێ.
[ ۴ ] ڕێکانی، هشیار و ئهنوهر تۆڤی ( ۲۰۱۱ ). دیرۆکا کوردستانێ، چ. ۲، چاپخانا خانی، دهۆک.
[ ۵ ] زێباری، عبدالمجید عبدالکریم ( ۲۰۰۹ ). تاریخ کوردستان یبدڕ من کهف شاندر، سپیرێز، دهۆک.
[ ۶ ] شریف، عبدالستار گاهر ( ۱۹۸۵ ). قامووسی دهروونناسی ئینگلیزی- عهرهبی-کوردی، چاپی یهکهم، مگبعه علاء، ۲۵۰ ل.
[ ۷ ] یۆنگ، کارل گۆستاو ( ۱۳۵۲ ). ئانسان و سمبولهایش، ترجمه: ئابوگالب ئێئارمی، چ. ۱، فاروس ئایران، تهران.
* Bisporê zanistên saykolojî û pêdagogî/ Zanîngeha Zaxo