• Sunday, 22 December 2024
logo

Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire

Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi arîkariya rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan xwest HDP-ê di bin baraja ji % 10-ê de bihêle lê belê kurdan plana herduyan têkbir. Niho jî Tirkiye bi arîkariya PKK-ê lêdixebite ko biserketina HDP-ê têkbibe.

PKK rêxistineka dewleta Tirkiyeyê ye. Ev cimle wekî ayeteka Quranê zelal e û divêt ti kurd ti caran ji bîr neke. Herçend tesîra Îranê û hinek welatên dî li ser PKK-ê hebe jî ev şerê ko îro çêdibe bi provokasyona dewleta Tirkiyeyê û ji bo berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê çêdibe.

Adetê Tirkiyeyê ye. Her cara ko Tirkiye bi Natoyê re yan bi Emerîkayê re karekê cidî yan tifaqekê bike miheqeq di nêv xwe de hinek kiryarên terorîstî dike da piştgiriyeka xurttir ji Natoyê û Emerîkayê wergire.

Tirkiyeyê qebûl kir ko bibe şirîka koalîsyona nêvneteweyî ya li dijî Daişê û li Surucê bi rêya terorîstekê Daişê yê "hemwelatiyê Tirkiyeyê" 32 ciwanên sivîl kir qurbana siyaseta xwe da roja paştir bi balafiran êrişî hinek hedefên Daişê yên li Sûriyeyê bike.

Heta niho jî Daişê ew qetlîam li xwe negirtiye û hevserokê HDP-ê Selahattin Demirtaş jî dibêje destê Tirkiyeyê bi xwe di wê bûyerê de heye û dibêje ne mimkin e ko bêyî MIT-ê li wan deveran teyr jî bifire. PKK-ê goya ji bo tolstandina qetlîama Surucê hinek esker û polîsên Tirkiyeyê kuştin. Plana Tirkiyeyê bi ser ket û şerê ko dixwest hêcet jê re çêbû.

Tirkiye goya beşdarî koalîsyona li dijî Daişê bû lê belê Daiş ji bîr kir û berê xwe da hedefên PKK-ê yên li başûrê Kurdistanê. Yanî 32 ciwan li Surucê belaş mirin û êrişa li ser Daişê jî tenê sembolîk bû.

Erdogan û Davutoglu gotinên "şerxwaz" yên hevserokê KCK-ê Cemil Bayik û berpirsên KCK-ê dikin bihane û êrişî bingehên PKK-ê li başûr dike. Ti duaya xêrê ko mirov ji bo Cemil Bayik bike nîne û bêguman tesîra Îranê jî li ser siyaseta Qendîlê heye.

Lê belê ji ber ko PKK di eslê xwe de rêxistineka dewleta Tirkiyeyê ye Cemil Bayik û rêxistina wî jî li gor "pêwistiyên Tirkiyeyê" hereket dikin. Ji bo têkbirina HDP-ê pêwistiya Erdogan û AKP-ê bi kaosê û şerî heye û Cemil Bayik jî xizmeta Erdogan û Tirkiyeyê dike.

Hêza miletê kurd ya siyasî li bakurê Kurdistanê ji hêza çekdar ya Cemil Bayik ya li Qendîlê gelek mezintir e û miletê kurd di hilbijartinên heftê hezîranê de bi dengên xwe bakurê Kurdistanê ji Tirkiyeyê cida kir. Her piştî hilbijartinan parlamenterê CHP-ê Deniz Baykal serdana Erdogan kir û got "qunaxa ko siyaseta etnîkî gehiştiyê qunaxeka xeternak e". Yanî dewleta tirkan ji wê yekê nerazî ye ko kurd hêdî dengên xwe nedin partiyên tirkan û HDP-ê wekî partiyeka "xwe" bibînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî nerazîbûna xwe li hemberî kurdan nîşan dide û dibêje kurd "prosesa çareseriyê îstismar dikin" û bi awayekê sergirtî dibêje wî prosesa çareseriyê da destpê kirin lê belê kurd dengê xwe nadin AKP-ê û didin HDP-ê.

Ev şerê ko îro heye hemî berhema "nerazîbûna" Erdogan ya ji kurdan e. Erdogan û AKP wisa bawer dikin piştî kaosekê di hilbijartinên pêşwext de kurd dê cardî dengên xwe bidin AKP-ê. Ev xewnek e û bi cih nabe. Kurd ji mirovên qure û mexrûr hez nakin û Erdogan bûye belaya serê AKP-ê jî. Van rojan li Diyarbekirê min ji siyasetmedarekê AKP-ê pirsî çima "AKP li Kurdistanê têkçû?" Wî jî got ji ber "zimanê nexweş yê Erdogan û Yalçin Akdogan".

Xeletiya herî mezin ya HDP-ê piştî hilbijartinan ew bû ko behsa dengên "emanet" yên çepên tirkan kir û behsa koalîsyonekê digel AKP-ê nekir. Gerek Demirtaş piştî hilbijatinan ji Davutoglu re bigota: "AKP li Kurdistanê têkçû û kurdên ko dengên xwe didan we jî dengên xwe dan me û niho em temsîla Kurdistanê dikin. Em amade ne ko digel AKP-ê koalîsyonê bikin da hikûmeta nû bikare temsîla hemî Tirkiyeyê bike." Bi gotineka wisa rê li ber MHP-ê û CHP-ê jî dihat girtin.

Digel hemî xeletiyên HDP-ê jî kurd dizanin ko ev şerê heyî bi daxwaz û provokasyona dewleta tirkan çêbûye. Heger Erdogan û Davutoglu zû dest ji êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê bernedin û dest ji dijminahiya Kurdistana Sûriyeyê, HDP-ê û miletê kurd jî bernedin rojên gelek tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne. Gelek zehmet e ko kurd careka dî dengên xwe bidin AKP-ê.

Divêt Tirkiye bi rastî şerê Daişê bike û tifaqê digel hemî kurdan li hemî parçeyên Kurdistanê bike. Ew PKK-ya ko Tirkiye ji bo êrişên xwe dike bihane jî rêxistineka Tirkiyeyê bi xwe ye û rêberê wê Ocalan jî hevkarê Tirkiyeyê ye.
Top