• Saturday, 20 April 2024
logo

Rêkeftina Duhokê...

Rêkeftina Duhokê...
RÊKEFTINA DEHOKÊ :



RÊKEFTINA DEHOKÊ DI NAVBERA ENKS Û TEV-DEM DE BÛYEREKE DAMEZIRÎNER E.



Rêkeftina (tifaqa) Dehokê di nabera ENK-S û TEV-DEM de, xeleka yekemîn ji zincîrek dirêj û qahime ku ji niho û paş ve, dê hêzên siyasiyên Kurdistanî bi hev re girê bide û perek sipî û nû di dîroka siyasiya gelê kurd de, vedike. Pêwîste ku em wesan hêvîbikin û wesan daxaz bikin û bi cidî pişrtgir bîn û bo vê yekê bixebitîn.



Di dîroka siyasiya her xelkekê de, tifaqên netewî yên berdewam û xurt, di encama serên birakujî, dinabera hêzên siyasî û baweriyên cuda de, çêbûyîne. Yekatiya netewî û aştiya navxweyî ya Dewletên Yekgirtiyên Amerikî, di encama şerek tund û dirêj di navbera bakur û başur de çêbû. Piştî şoreşa fransa, şerek dijwar, medenî û pir xunrêj li Fransa çêbû, di encama vî şerî aştiya navxweyî û yekitiya netewî peyda bû. Numuna Almaniya, Italya, Rusya û pir welatên din vê rastiyê îsbat dike. Di van sih salên burî de, şerên giran û tund dinabvera hêzên Kurdistanî de jî hatin kirin, şêrên birakuji çêbûn. Lê wekû welatên li jor behiskîrî, piştî van şêran, zemanê aştiya navxweyî ya gelê Kurd jî hatiye.



Rêkeftina Dehokê dikare û pêwîste çar encamên giring di bercewendiyên netewa kurd de, peyda bike û bibe destpêka qunaxet nû di diroka gelê me de:

1. Şerê ragehandinê û piropaganda dijhevî di navbera hêzên siyasi yên Kurdistanî bi dawî bihêtin û car din dest pênekete ve.

2. Partî û hêzên Kurdistanê cudahiyên ideolijî û siyasî normal bibînin û digel van cudahiyan rumeta hevbigirin.

3. Zemînek saykolojî erênî peyda bibe û encamên nerênî yên saykolojiya şer û hevrikiyên navxweyê yên kevin, bi hêne renîn û rakin.

4 Hevpeymanek stratejî di nabvera hêzên Kurdistanî de, bihête danandin, bi taybetî, fere û acile ku dinavbera PDK-başûr û PKK de hevpeymanek stratejî û berdewam di zutirîn dem de, bihete danandin. Eger ev herdu hêzên sereke, li ser stratejiyek hevbeş bi hev bikin, bi hemahengî bixebitin û bi hevre bercewendiyên netewiyên gelê Kurdistanê biparêzin, aştî û lihevhatinek giştî û stratejiyek netewî di navbera bizava Kurdistanî de, misoger dibe. Hem Cihan, hem jî dewletên herema Rojhelata Navîn, dê rumeta Kurdan bigirin, mafên wan qebul bikin û dostitî û hevalbendiya wan bixwazin. Hem gelê kurd, hem hêzên siyasi yên kurd û di serî de ev herdu hêzên navburî mifa dibînin.

Dr . Musa Kaval
Top