• Friday, 29 March 2024
logo

Futbol û Kurd

Futbol û Kurd
Almanya bi lîstikeke teknîk 1-0 Arjantînê têk bir û kupaya cîhanê ya 2014 a futbolê hilda.

Ji destpêk heta fînalê Almanya bi lîstika xwe ya kollektîf, tîmwarî û bi dîsîplîn têkoşiya li Brezîlyayê, heta ku xwe gîhand kupaya futbol a cîhanê. Almanya çaremîn car e kupaya cîhanê radike.

Hollanda jî ne kêmtir bû. Perfonmansa Brezîlya ev sal pir li jêr bû, xasma li hember Almanya.

Welatên latînî Arjantîn, Kostarîka, Meksîko, Şîlî, bi lez û estetîkên xwe lîstikên romantîk deranîn holê. Tîmên Afrîkayî jî xweş lîstin, heta Cezayîr jî, lê agresîv lîst ev tîm, mîna xuyê Ereban.

Baş bû ku Tirk nekarîn ev sal bên kupayê. Yan na reng û dirûşmên wan ên şovenî dê serî li min biwerimanda, tansîyona min rakira li vê nîvê Ewropayê.

Tîmên futbolê jî, ji ber ku parçeyek ji wan in eynî dişibin partî û milletan. Ne kolektîf bin û hêvîya xwe bi stêrk û serokan va girê bidin pişta wan ji erdê ranabe helbet!

Bi seqetbûna pişta stêrkê Brezîlyayê Neymarî ra hêvîyên Brezîlyayîyan jî şikest di kûpayê da. Brezîlîyên ku êdî bûne manyaqên futbolê.

Messi mîna hespê bayê bû. Lê ji ber ku lîstikvanên din çavên wan her li benda pas yan jî golên Messîyî bûn, Arjantînîyan di deqeya 113 an da kupayê winda kir.

Almanya mîna cejneke neteweyî ev çar û pênc roj in vê kupayê pîroz dike. Piranîya têlevîzyonên wan logoyên xwe bi rengên alaya Alman rengandine. Derî, pencere, balkonên xanî û avahîyên wan jî her wisa. Li meydanên bajarên mezin ên Almanyayê bi mîlyonan millet piştgirî dan tîma xwe û coş û heyecana kupayê par vekirin. Di roja destpêkê da Angela Merkel, di roja fînalê da dîsa A. Merkel û serok dewleta Alman J. Gauck di trûbînên Stadyuma Sao Pauloyê da destekeke mezin dan tîma neteweyî ya Alman û bi tîma xwe ra firîyan jor.

Milletên din yên ku tevlê pişbirgeya kupaya futbolê ya 2014 an bibûn jî her wisa, heta dawîyê bi hemû derfetên xwe yên dewletî destek dan tîmên xwe yên futbolê. Ev 80 sal in jî wiha didome.

Temam, FIFA mîna mafya ji sektora futbolê mîlyaran radike û dewlet bi pêşbirgeyên futbolê girseyên gel bêhiş dikin. Lêbelê ev pêşbigeyên cîhanî her carê ji bo milletan dibin cîyên moraltezekirinê û xurtkirina xwebawerîyê jî.

Îcar ez werim ser halê me feqîrê Kurdan.

Ji ber rewşa me ya melûm û melûl a Kurdan, mîna qadên din, di qada fitbolê da jî em tinene di meydana navneteweyîyê da.

Çawa ku em dibin sempatîzanê milletan û dûvajoyên dewletên wan, wisa jî dibin sempatîzan, piştgir û hetta carina lîstikvanê tîmên wan ên futbolê. Ji ber ku yên me tine em hemû enerjî û morala xwe qurbana wan dikin û li bin lingên wan radixin mîna çîmênên stadyûman.

Ji mezin heta piçûkên Kurdan ya sempatîzan yan jî alîgirên tundrew ên Galatasaray, Fenerbahçe ûwd. in. Di pişbirgeyên futbolê da ya alayên tirk, faris, ereb yan jî yên din dihejînin.

Yan lîstikvaneke tirk û faris dibe lehengê zarok û ciwanên me, yan jî formayên Maradona, Messî, Ronaldo, Neymar ji pişta wan dernayê û ev stêrkine ji xewn û xeyalên wan jî dernayên. Ti rê û derfetek jî nabînin, qenebe xwe bigihînin wan stêrkan.

Çi yên zarok û xortên me kêmtir in ji yên wan: Rev divê, rev, hêz û berxwedan divê, hêz û berxwedan, têkoşîn divê têkoşîn… Çi kêm e?

Di her pêşbirgeya kupaya cîhanî ya fitbolê da bi çavên şil li lîstikan temaşe dikim.

Ma ne şerm e êdî?
Top