• Sunday, 22 December 2024
logo

Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket

Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket
ŞIRNEX, 10/5 2014 — Sih salan berî niho yanî sala 1984-ê min xatirê xwe ji Gundikê Melî yê girêdayî wîlayeta Şirnexê xwest û piştî du salên jiyana li Stenbolê sala 1986-ê çûm Swêdê. Sala 1984-ê li karakola Milli ya Gundikê Melî 20 esker hebûn. Îro li heman cihî zêdetirî 2 000 eskerên tirkan hene.

Reqema 20-ê û reqema 2 000-ê sembola netîceya xebata 30 salan ya şerê çekdarî yê PKK-ê ye. Van rojên borî min serdana Gundikê Melî kir û di sohbeteka digel hinek dostan de mesele hat ser hilbijartinên belediyeyan û ka divêt mirov dengê xwe bide kê. Yekî got divêt mirov ji bilî BDP-ê dengê xwe nede ti partiyên dî. Minaqeşe hinekê berfireh bû û min got ka em behsa netîceyên siyaseta PKK-ê bikin û got:

— Ezbenî, berî sih salan dema ko ez ji gundik çûm, li karakola Milli ya gundik 20 eskerên tirkan hebûn û îro zêdetirî 2 000 eskerên tirkan li heman cihî hene. Ka ji min re bibêje PKK-ê çi bi ser xist. Heger em behsa dewletê bikin dewleta tirkan îro li vêderê ji berê xurttir e, xelk bêyî rizamendiya eskeran nikarin ji gundî derkevin, nikarin biçin banehan, nikarin biçin ser govên xwe û pezê xwe xwedî bikin, nikarin û nikarin.

Bersiv ew bû ko me berê nedikarî em bibêjin ko em kurd in. Te rastî bivêt kurdbûna vê deverê berê gelekê ji ya niho paqijtir û baştir bû. Berî 30 salan jî li Şirnexê yan li Hekariyayê yan li Mêrdînê xelkê kurdbûna xwe înkar nedikir. Dewletê qanûnên dijwar li hemberî hereketa siyasî ya kurdan û kurdbûna bi menaya siyasî hebûn lê belê ti kesê kurdbûna xwe înkar nedikir.

Piştî 30 salan heger dewleta tirkan di hinek qanûnên xwe de guhortin kiribe û di pratîkê de hinek gavên pozîtîv avêtibe jî ne bi xêra PKK-ê çêbûye. Qismekê mezin yê wan reformên ko li Tirkiyeyê çêbûne bi xêra prosesa berendambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û şert û rêbazên Yekîtiya Ewropayê çêbûne.

Prosesa çareseriyê ya ko îro li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî heye her cardî ne bi xêra xebata çekdarî ya PKK-ê lê belê bi xêra tifaqeka stratejîk di nêvbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de çêbûye. Heger Kurdistanê û Tirkiyeyê di warê enerjiyê û petrolê de hevkariyeka stratejîk nedabûna destpê kirin serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de bihişta.

Divêt hemî berpirsên PKK-ê û terefdarên wê baş bizanin ko rêberê wan Ocalan di vê setrenca siyasî de tenê fîguranek e û Erdogan jî miameleya fîguranan li wî dike. PKK û medyaya wê heroj îdia dikin ko prosesa çareseriyê bi înisiyatîva rêberê wan Ocalan hatiye destpê kirin. Bi nimûneyeka besît mirov dikare vê îdiaya wan hilweşîne:

Gelo danûstandinên Ocalan bi heyetên BDP-ê re û namenivîsandina wî bi çi awayî têt kirin. Yê ko dizane dizane, yê ko nezane jî ez dê li vêderê jê re bibêjim. Berî hemî hevdîtinên parlamenterên BDP-ê yên digel Ocalan misteşarê MIT-ê Hakan Fidan serdana Ocalan dike û jê re dibêje ka divêt çi bibêje. Paşê parlamenter diçin Îmraliyê û Ocalan ya ko pêwist e ji wan re dibêje.

Parlamenterên BDP-ê destvala ji Îmraliyê vedigerin. Ocalan ji bo hevalên xwe yên li Qendîlê nameyekê dinivîsîne û dide berpirsekî MIT-ê. Ew name diçe ber destê wezîrê edaletê, wezîrê edaletê jî heger pêwist bibîne Erdogan jê agahdar dike û paşê dide parlamenterên BDP-ê û ew jî dibin Qendîlê û didin berpirsên PKK-ê. Dema ko berpirsên PKK-ê bersivekê dinivîsînin cardî parlamenterên BDP-ê wê nameyê dibin Enqereyê û didin wezîrê edaletê, wezîr cardî Erdogan jê agahdar dike û piştî ok bû dide memûrekê MIT-ê da bide Ocalan. Berî ko parlamenterên BDP-ê careka dî biçin Îmraliyê misteşarê MIT-ê Hakan Fidan cardî serdana Ocalan dike û dîrektîvên pêwist didetê.

Ew Ocalanê ko di bin vê çerxa dewletê û MIT-ê de ye li gor berpirsên PKK-ê bi dewleta tirkan re "mizakereyan" dike û dinya hemî ji rêberê wan têt pirsîn û prosesa çareseriyê jî her bi înisiyatîva wî destpê kiriye. Ti asteng li ber xwexapandinê nînin, mirîdên Ocalan çiqasê bixwazin xwe bixapînin bi keyfa xwe ne, lê belê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rêberê wan wekî aktorekê siyasî qebûl nake û lewra misteşarê xwe yê MIT-ê kiriye mixatebê Ocalan û dibêje ko ew wekî hikûmet bi Ocalan re rûnanin û MIT wezîfeya xwe ya pêwist dike.

PKK-ya ko bi rêberê xwe ve heta qirikê di destê dewleta tirkan de ye û hîç dozeka wê ya neteweyî ji bo miletê kurd nîne şerm nake û bi bihaneya xendeka li ser tixûbê başûr û rojavayê Kurdistanê heroj êrişî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike. Van rojan terefdarên BDP-ê li Diyarbekirê pankarteka ko li ser "Halkının katili işbirlikçi Barzani" hatibû nivîsandin hildan û derketin kolaneyan.

Divêt hemî berpirsên PKK-ê û terefdarên PKK-ê û BDP-ê ji xwe bipirsin. Gelo Ocalanê ko li gor dîrektîvên MIT-ê rêxistina xwe bi rê ve dibe "işbirlikçi" ye yan Barzaniyê ko ji bo parastina dewleta federal ya Kurdistanê xendekan li hemberî rêxistinên terorîst dikole? Gelo Ocalanê ko partiya BDP-ê jî zêde kurdperwer dibîne û dike bin fermana Ertugrul Kurkçû û HDP-ê de "işbirlikçi" ye yan Barzaniyê ko dibêje ew ti caran qebûl nake ko Kurdistan bibe dûvelanga Bexdayê û Iraqê? Gelo Ocalanê ko li Kurdistana Sûriyeyê PKK û PYD kirine bin fermana mixaberata rejîma Sûriyeyê de "işbirlikçi" ye yan Barzaniyê ko dixwaze kurdên wêderê nebin terefdarê rejîmê û siyaseteka serbixwe bimeşînin? Gelo Ocalanê ko li Gundikê Melî hejmara eskerên tirkan ji bîst eskeran kir 2 000 esker "işbirlikçi" ye yan Barzaniyê ko li başûrê Kurdistanê rênade ordiya Iraqê?

Mirov dikare nimûneyên wiha heta te bivêt zêde bike. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rêberekê hewqasê mezin e ko pûteyê bi van kiryar û gotinên kirêt yên PKK-ê û PYD-ê nade û serê xwe jî bi wan ve naêşîne. Mesûd Barzanî projeyeka neteweyî ji bo miletê kurd heye û divêt bi ser bixe. Gotgot û kiryarên PKK-ê di vê rê de wekî hinek dengên parazît in û ez bawer dikim ko tehemila Barzanî ji parazîtan re jî heye.

nefel
Top