Dewleta Kurdistanê û dirustkirina hevkêşiyê di navçeyê de
April 25, 2014
Gotar û Nerîn
Lê ev nêrîna yekem ku li cem desthilatdaran, pispor û navendên lêkolînan dirust bûye, cihê guhdanê ye, ji ber ku ev nêrîn giring e û ji encama lêkolîn, serdan û nasîna Kurdistanê ye, ne ku li ser bingeha xwendina hinek babetan e. Herwiha ev nêrîna yekem li ser bingeha hevkêşiya stratejîk diaxive.
Di dema xwe de welatên erebî yên Kendavê gellekî li dijî dozên kurdî bûn, bi taybetî ji bo serxwebûnê, lê niha dengekî xurt li nav navendên lêkolînan li Siûdiyê û welatên din ên Kendavê dirust bûye ku “dirustbûna dewleteke kurdî li bakurê Iraqê hevkêşê ji bo Sunniyan li navçeyê dirust dike.” Ev yek jî piştî piştguhkirina rola Sunniyan li Iraqa pirraniya wê Şîî ye û hevsînorbûna Iraqa desthilata wê şîî ya ligel Îranê, Sûriyê û Hizbullaha li Lubnanê. Lewma ev çareserî berê bi pêvekirina Başûrê Kurdistanê bi Iraqê ve pêk hat, bo dabînkirina hukmê Sunniyan li Iraqê. Bi rastî dawî li vê bandora wê hat, piştî ku Şîiyan desthilat xistin dest xwe û piştî pêwendiya aloz a berdewam a Bexdayê ligel Siûdiyê û welatên din ên Kendavê. Lewma jî bi nêrîna wan de niha dewleta Kurdistanê dikare di navçeyê de terazûyan xurt be, ku ne dewleteke şîî ye û dikare xwedî pêwendiyeke xurt be ligel Sunniyan û rêyeke xurt jî be ligel Tirkiye û Ewropayê.
Her di vê demê de jî Navenda Cihanî ya Lêkolînên Geşbûnê, ku baregeha wê li Londonê ye, di raportekê de analîz kiriye ku Herêma Kurdistanê piştî 2 salên din dikare jêrxaneya xwe ya aborî ya petrolî bingeh bike, da ku amade be ku ji Iraqê cuda bibe û serxwebûnê ragihîne. Ji ber vê yekê jî Tirkiye bi sedema berjewendiyên xwe yên aborî ligel wê ye, herwiha Îran dixwaze petrola xwe bêhtir bifiroşe û pişka Iraqê bi vê sedemê di OPECê de kêm bibe. Sûriye jî di rewşekê de dijî ku nikare dijî vê gavê be. Amerîka û Ewropa jî, bi sedema ku gellek kompanyayên wan ên petrolî berjewendiyên wan ketine Herêma Kurdistanê û ji awayê girêbestên petrolî ligel Herêma Kurdistanê razî ne, li dijî vê gavê nabin, weke ku vê navendê şirove kiriye.
Lê ev derd hêj di hundirû de ye, ji ber ku têgihiştina tekûz a hundirû bo rewşa Kurdistanê nine. Ev jî dibe ku derfeteke din bide dest Kurdan, wek di salên bîstan ji sedsala borî de. Lewma têgihiştina di derfetên niha de gellekî giring e ji bo derbaskirina rewşa niha ber bi serxwebûna beşekî ji Kurdistanê ve. Di buhara gelan û dirustbûna desthilatdariya gelan de, derfeteke zêrîn pêk hatiye, da ku Kurd li beşekî ji Kurdistanê bigihijin amanca xwe.
Bi nêrîna min Goran û Komeleya Îslamî gaveke girîng avêtin bo beşdariya di vê qonaxa dîrokî û çareseriyê de, li gor rewşa Kurdistanê. Her ji vê nêrînê jî, pêdagîriya Yekgirtû li ser guhertina wezaretekê bi wezareteke din nabe rêgir û asteng be. Ji tevan jî girîngtir, ji bilî berçavgirtina rola YNKê di hemû serketin û şikestinên borî yên Herêma Kurdistanê de, îro YNK şaşîtiyeke gellekî mezin dike; yekem car beramber xwe ku ji beşdarbûna di kar û biryardana vê qonaxê de vekişe û ji bo hinek siyasetên bingehkirî li ser karvedanê biryara xwe biçûk bike. Divê YNK vê nêrînê li ser xwe nesepîne ku piştî derketina Mam Celal ji biryara siyasî di nav YNK de, YNK bi xwe rola xwe biçûk dike, ji xwe bi sedema siyaseta karvedanê xwe dike opozisyon, ne ku siyaseta biryardanê û beşdariya di biryardanê de li Herêma Kurdistanê. Lewma jî behskirina guhertina postekê li parlementoyê, yan di hikûmetê de, ewqasî ne girîng e, tiştê girîng ewe ku karibe xwe bide ser hev û kesên baş, bibandor û tevger têxe postan, ku di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bidest YNKê bikevin.
YNK nikare bi tevdana derbarê peymana Goran û PDKê de tiştekî ewqasî bidest bixîne, ev ne siyaseteke stratejîk e jî. Ya girîng ewe ku YNK beşdariya xwe ya nêvî di dema borî de, di proseya siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê de, bi analîza şaş derbarê siberoja xwe de, bêhtir ji 23 salên borî nekuje.
Rûdaw