Çima Bihara Erebî biserneket?
April 19, 2014
Gotar û Nerîn

Çawa bihara xwezayî bi nermbûn, şînahî û geşbûna xwe weke bervajiyê zivistana ziwa, serma û seqem tê naskirin, wisa jî bihara siyasî weke helwesta li hember zilm û sitemkariya serdestan tê fêmkirin.
Bêguman, sedemên bingehîn ji bo rûdana Bihara Erebî diyar in. Xizanî û bêkariyê rayên xwe kûr di civakê de avêtibûn, aso û dergehên siyasî li pêşiya kesayetiyan û rêxistinên erebî hatibûn girtin û tenê hinek malbatan her tişt birêvedibirin û çavên xwe li ser berjewendiyên gel ên giştî digirtin.
Ev sedem mercên objektîv bûn ku xwepêşandanên gelêrî li ser dihatin lêkirin. Piştî destnîşankirina van mercan mirov tê digihêje, çima di demeke ne dirêj de bi milyonan kes daketin kolanan, çima ewqas zorî kuştin û lêdan dane ber çavan. Lê divê mirov ji bîr neke û vê pirsê jî ji xwe bike, gelo çima negihan armancên xwe? Çima di nîvê rê de man? Heta çima şikestin û têkçûn?
Niha dikarim zelal bêjim ku şirova min a destpêkê ji bo vê serûbiniyê rast derket. Min digot van xwepêşandanan bernameyê gellek berfireh danîne pêşiya xwe, ew dixwazin guhertinan di binesaziyên civakî, aborî û siyasî de pêk bînin. Lê belê ji bo vê yekê mercên objektîv tenê ne bes in. Min digot ji bo vê eniya berfireh mercên subjektîv jî girîng in, ango pêşengiyeke siyasî, zaniyarî û rewşenbîrî girîng e. Nabe mirov armancên gellek bingehîn deyne pêşiya xwe, lê li ser erdê jî bê pilan û bi mêjiyê “çawalêhat” tevger bike. Dema pêşengî nebe, qurban zêde dibin û pêvajo bê berhem dimîne.
Bêguman, medyayê roleke neyînî lehîst û bû alîkar ku trêna protestoyan ji rê derkeve. Xwepêşandêran bi xwe çaksaziya siyasî û aborî dixwestin. Ew li derfetên kar ji bo bêkaran digeriyan. Heta sembola Bihara Erebî, Mohamed Bouazîzî, bi xwe jî xwendevanekî zanîngehê bû û çalakiya wî ya xweşewitandinê li hember bêkarî, birçîbûn û sîstema civakî bû, ango banga ji bo reforman bû, ne ji bo guhertina rêjîmê bû. Lê li kêleka vê pêkerê bandora hêzên herêmî û navnetewî jî di şikandina van serhildanan de ne kêm e. Wan tiliya xwe xistin van pêvajoyan de û li ser xwîna van miletan hesab ji hev xwestin. Şoreşên bi naveroka xwe civakî û aborî bûn siyasî, li hember tundûtujiya rêjîman bûn leşkerî û di qonaxa dawiyê de li ser bingehên mezhebî bûn şerên navxweyî jî.
Tiştek heye divê ji ber çavan neyê wendakirin. Ew jî ew e ku dijminê herî mezin yê tevaya van şoreşan lezbûn bi xwe ye. Her tişt gellek bi lez û bez û heta ji nîşkan ve rû didan. Pêkenokeke misrî ku li ser kartonekê li Meydana Tehrîr hatî nivîsandin: “ De bes e barke, destên min westiyan“, bê sebrî û lezbûna çalakvanan zelal dide nîşandan û wekî din jî birçîbûna ji bo desthilatdariyê tîne ziman. Ev dîmen xweş diyar dike, çawa hêzên siyasî yên opozisyonê xwestin berê şoreşê biguherin û bikin şerê li ser desthilatdariyê. Rêjîman jî ti nermbûn nedan xûyakirin ku kursiyên xwe berdin, lewma xwîn hat rijandin, perdeya şoreşê hat daxistin û di şûna wê de perdeya şerê desthilatdariyê hat bilindkirin.
Bi kurtî, lezbûn û bêpilanî, hesabên mezhebî, nakokiyên navnetewî û birçîbûna hêzên siyasî ji bo desthilatdariyê tev dijminên serkeftinê bûn û tevan bi hev re rê li pêşiya têkçûna van xwepêşandanên gelêrî vekirin.
Dr. Azad Elî
Sernivîserê kovara al-Hîwar