Kantonên Rojava dimînin
February 13, 2014
Gotar û Nerîn
Va em dibînin ku Yemen dibe şeş herêm. Tevî ku li Yemenê neteweyek tenê dijî ku neteweya ereb e. Lê hin cudahiyên mezhebî û siyasî kirin ku êdî dewleta navendî li Yemenê bi dawî bibe. Hemû berjeng û bûyerên dawî ber bi ne-navendîkirina dewletan diçin. Dinya globalîze bûye, lê di eynî demê de niha qonaxa dirustbûna hêzên mezin ên navçeyî ye, yanî bidawîhatina yek hêza mezin li cîhanê derketiye. Herweha qonaxa dirustbûna herêman di nava dewletên yek netewe de jî li cîhanê gurtir bûye.
Min çend caran li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nivîsiye, ku hertim karvedanên cuda bi dû xwe de anîne; ku hinek kes piştevaniya nerînên min dikin, hinek jî min rexne dikin û tew bersivên êrîşker jî dermafê min didin. Niha jî ku ez dibêjim ew kanton dê bimînin û dibe ku statûyeke siyasî ya navneteweyî jî wek desthilateke `de facto`yî wergirin, di heman demê de ez di wê baweriyê de me ku desthilata tekpartî, girtina rê li ber desthilata bereyî di nav hêzên çekdarî û rêvebirinê de, zemîna demokrasiyê têk dide û girtîbûna navxweyî û derveyî dirust dike.
Lê bi rastî partiyên Rojavayê Kurdistanê, yên ku rikberên Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD ne, bi şêweya xwe ya niha, cemawerên xwe jî didin rikberê xwe, çiku partî ango helwest. Di dema serhildan û guherînên radîkal de, divê helwest û pêngavên pratîk ên partiyan hebin, ne ku wek niha wek mûzexane û arşîfa daxuyanî û beyannameyan bimînin; gava ku xelk li hember êrîşên komên tundrew bin, gava ku xelk di nav valahiya kargêrî de bijîn, daxuyanî tu derdekî wan çareser nakin. Lê pêwistiya wan bi wê yekê heye ku partiyên wan bi pratîkî li tenişta wan bin eger ne li pêşiya wan bin.
Li Rojavayê Kurdistanê bandora du rêbazan pir mezin e, rêbaza Barzanî û Apoçîtî (wek ew bi xwe nav lê dikin), lê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el Partî) nikarîbû xwe bi vê qonaxê re biguncîne û razîbûna cemawerên xwe yên alîgirên rêbaza Barzanî bi dest bixe, ku bi awayekî otomatîk cemawerên wê partiyê ne. Piraniya serkirdeyên el Partî niha li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne, radestî guvaşên PYD bû di dirust nekirina hêza parastinê li hundirê Rojavayê Kurdistanê, bi pratîkî wek partiyeke opozisyonê lê hat di zemîneke neguncaw de ji bo karê opozisyonî.
Divabû el Partî navçeya nûfuza xwe dirust bikira û lê desthilatdar bûya, yan divabû bi her awayekî be karê bereyî ferz bikira. Niha qonax karên din ji partiyên din dixwaze, da ku tenê wek karvedan li ser pêngavên PYD nemînin. Çiku ev di siyasetê de û di gelek warên din de jî tê wateya xwe mirandinê. Beşdariya wan di kongreyên opozisyonê de li derve, bêyî hebûna dest û pêngavên wan ên pratîkî li Rojavayê Kurdistanê, bi kêrî xelk û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) nayê.
Di dema kongreyên opozisyona Iraqê de li welatên cîhanê û tew li Kurdistanê jî, Kongreya Niştimanî ya Iraqê û Ehmed Çelebî, bi piştevaniya Amerîka çalak diyar bûn. Lê piştî hilweşandina rêjîma Sedam, Kongreya Niştimanî ya Iraqê bû xwediyê yek kursî li parlamentoyê û Ehmed Çelebî jî bû kesekî bê bandor.
Desthilata tekpartî, ku hêz pê re be, di rewşên awarte û qonaxên guhastinê de, rûyê cemaweran jî diguhere. Dibe ku di aliyê aborî de geşbûn peyda nebe, plûralîzm peyda nabe, lê partiya ku qonaxê tenê bi rêve dibe, çêlîkên xwe dixe nav hemû war û dezgehan. Lê di vê qonaxê de, PYD di neamadebûna partiyên din de, pêngaveke ku nayê jibîrkirin ji xwe re di dîroka Kurdistanê de tomar kir.
Niha jî derfeta wê yekê heye ku ew kanton bibin ji bo hemûyan, bi rêya asayîkirina rewşê û amadekirina zemînê ji bo pêkanîna hilbijartinê bi beşdariya hemû partiyan, nemaze hevbeşîkirina hemû partiyan di vê qonaxa guhastinê de, dirustkirina dezgehên ewlekarî û hêza çekdarî ya hevbeş, ku ev yek di qezenca gelê Kurdistanê û ENKS de ye, herweha di qezenca PYD de ye jî li ser asta navneteweyî.
Rûdaw