Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê
November 8, 2013
Gotar û Nerîn
Li navenda Cizîra Botan jî kevneşopiyeke aşûrayê heye. Bes weke xeletê meşhûr ji “aşûrayê” re “aşîran” tê gotin. Li Cizîrê aşîran tê pîroz kirin. Bes bi qasî ko ez dizanim li herêma Botan tenê li navenda Cizîrê aşîran heye. Lê belê di aşîrana Cizîrê de heta van demên dawî jî xwarin, vexwarin tune bû; tenê gera malan û duaxwestina bo mexsed û muradê hebû.
Pîrozkirina aşûrayê ji serê meha muheremê dest pê dike. Serê pêşî zarok digerin. Zarok ji bo ko neyên nas kirin çarikê li xwe dikin yan jî mexmelê tavêjin ser serê xwe û mal bi mal digerin. Tên ber deriyê malê û bêdeng disekinin. Eger bizanibin ko haya xwediyê malê ji wan çênebûye yan ew nedîtine, ji boyî ko wan haydar bikin hêdîka lingê xwe li erdê didin. Eger dîsa jî haya xwediyê malê ji wan çênebibe vê carê hêdîka di ber xwe de holê dibêjin “aşîran in”, “aşîran hatine.”
Xwediyê malê şekir yan çeqolat yan jî tiştekê dide wan. Ji xwe beriya hingê amadeyî dihat kirin. Eger xwediyê malê nexwaze tiştekê bide wan yan jî tişteke ko bide wan di malê de tunebe, ji wan re holê dua dikin: “Xwedê miradê hewe bike!” Ew jî mecbûr dibin ko dest-vale vegerin.
Piştî ko bû nehê meha muheremê hingê aşîrana rastî dest pê dike. Roja berîya aşîranê, roja aşîranê û roja piştî aşîranê, ango roja neh û deh û yazdehê muheremê ev rojên aşîranê ên heqîqî ne. Bes şeva dehê mehê ko jê re “Şeva Mamê Kerr” tê gotin wek navenda aşûranê tê qebûl kirin. Ger wê şevê bêhtir tê kirin.
Hetanî hingê zarok tenê digerin, bes piştî nehê û pê de îca jin jî digerin. Welê tê bawer kirin ko yê wê şevê here mala yekî û yên wê malê jê re duayan bikin ew dua tên qebûl kirin.
Jinên ko murad û mexsedeke wan hene, ango kul û kedera wan zarokek e yan selametiya nexweşiyekê ye; qîzên ko dixwazin deriyeke zewacê li ber wan vebe çavên wan li hatina aşûranê ye. Di wan hersê rojên dawî de jin û qîz digihin hevudin û mal bi mal digerin. Bes taybetmendiyeke wê gerê heye. Divê teqez herin heft malên ko di nav ferdên wê de navekî Muhemed heyî.
Piştî ko jinên aşîranê hatin ber deriyê mâlê jineke malê dest diavêje tiştên ko bide wan û diçe pêşwaziya wan dike. Şekirê çayê, çeqolat, bindeq, fisteq… dide wan û ji wan re holê dua dike: “Xwedê murad û mexseda hewe bike.” Eger ew qîzeke ko murad û mexseda wê zewac be di bin çarika xwe de destê xwe dirêj dike û distîne. Lê dema distîne jî daku neyêt nas kirin destê xwe rût nake.
Eger ew jin mexseda wê zarokek be wê demê kar tê guherîn. Wan tiştên ko xwediyê malê jê re anîne nastîne û hêdîka jê re holê dibêje: “Ji min re hêkê bîne.” Lewra welê tê bawer kirin ji bo ko duaya wan a çêbûna zarokê qebûl bibe divê xwediyê malê hêkekê yan dudo-sisêyan bidiyê. Dema welê dibêje jina xwediya malê haya wê jê çêdibe ko daxwaza wê zarok e. Hema diçe jê re hêkê/hêkan tîne.
Her çiqas gera aşîranê xasî jin û qîzikan jî be, bes carînan lawik jî ji bo ko hin tiştên xwarinê bi dest bixin çarik yan jî mexmelê li xwe dikin û ew jî digerin. Ji ber ko pêçayîne nayên nas kirin, lê belê hin hene ji qelqa wan, ji hereketên wan wan nas dikin. Dema nas dikin jî li wan dikin hêle hêle û wan dihetikînin.
Mixabin di salên dawî de ev kevneşopiya me jî ketiye bin bandora tirkan de û kevneşopiya wan a aşûreyê tevlî ya me bûye. Ji ber wê çendê tama wê ya kurdewar nemaye.