• Monday, 29 April 2024
logo

Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê

Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê
CIZÎRA BOTAN, 20/10 2013 — Roja 12-yê cotmehê li Cizîrê, li Medreseya Sor bi navê “Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê” panelek hat çêbû. Panel ji aliyê Egîtîm Bîr-Sena Cizîrê û Rîsale-Akademiyê (1) ve hat organîze kirin. Panelîst Prof. Musa Kazım Yilmaz, Ark. Dr. Cûneyt Gokçe û nivîskar Abdulkadir Menek bûn.

Ji ber ko hem ez hatibûm vexwendin û hem jî wek kurdekî, wek cizîrîyekî û wek heyranekî Seyda Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî vê panelê bala min jî kişand û min jî îştîrakê vê panelê kir.

Panelîst li ser seredana Ûstad a Cizîrê rawestiyan û behsa wan bûyerên ko ew zat li Cizîrê bûye şahid ji xelkê re kirin. Xasma rûbirûbûna wî ya bi Mustefa Paşayê Mîrî re bi awayekî enfes hate diyar kirin. Nemaze dema behsa hestiyariya Ûstad a derbarê lehengê wêjeya Kurdî Mewlana Cizîrî hat kirin û hat bibîr xistin ko her demê dîwaneke Mewlana Cizîrî di berîka Ûstad de bû û dema yekî dengxweş hatiba cem, wî dîwan derdixist û pê dida xwendin xelkê Cizîrê mest bûn.

Hersê panelîst jî kurd bûn. Ji panelîstan nivîskar Abdulkadîr Menek di serê axaftina xwe de diyar kir ji ber ko ew cizîrî ye û ew vê gavê di pêşberê hemşehriyên xwe de ye ew baş nabîne ko bi tirkî xeber bide, ew ê bi kurdî biaxive. Bi rastî jî axaftina xwe hemû bi kurdî domand. Ev helwesta wî ji aliyê kesên ko derheqê kurdî de hestiyar in ve hate teqdîr kirin. Bes herdu panelîstên dî herçiqas di nav axaftinên xwe de carcaran serî li kurdiyê dabin jî bi giştî tirkî axivîn.

Di vê panelê de tişta bala min kişandî û bûyî sedema nerazîbûna min, ji nerazîbûnê jî wê de bûyî sedema nefreta min ew bû ko sed heyf û mixabin yek ji wan panelîstan li rûyê me nihêrî û diyar kir ko Ûstad seyîd e. Ji bo ko bertekê daxîne jêr, hema li pey re got ko seyîdbûn ji kurdbûna wî re ne asteng e û hin seyîdên Cizîrê yên li wir wek mînak nîşan da. Her çiqas xwest ko pîne bike, lê belê wek kurdan gotî “Ko şîşeya dilan şkest êdî cebar nabe.” Hinek havalên min yên ko haya wan ji hestiyariya min û ji lêkolînên min yên di vê çendê de agahdar li min nihêrîn û gotin ko “Ahmet Akgûndûz hate vir.”

Wek cemaetên dî yên Tirkiyeyê di nav hin cematên Rîsaleya Nûrê de jî yên nekarîn xwe ji nijadperestiyê bidin alî hebûn. Ev kesana ji kesayetiya Ûstad a kurdbûniyê hêrs dibûn, ji ber wê çendê hewl didan ko çareyekê bibînin û eleqeya wî bi kurdbûnê re qut bikin. Di dawiyê de qerar dan ko ew seyîd e. Bi vî hawî ew ne kurd e. Di nav wan de Prf. Ahmet Akgûndûz hebû ko agirê wî ji agirê yên dî germtir bû. Lewra demeke xwe ya dirêj da lêkolîna vê çendê û dawiyê de bi civîneke çapemeniyê encama wê lêkolîna xwe aşkere kir. Hem jî giregirên cemaetên Nûrê amade bûn. Di wê civînê de Akgûndûz aşkera kir ko wî lêkolîn kiriye ko Ûstad seyîd e. Evqas jî bûya baş bû, li ser pirsekê holê got: Ew qet ne kurd e.

Nerazîbûna min ne ji Akgûndûz re ye, ne jî ji wan giregirên cemaeta Nûrê yên ji xebata Akgûndûzî re li çepikan dixistin û xweşhaliya xwe diyar dikirin re ye. Lewra çawa be ew tirk in, tirkparêz in, nijadperest in; helbet wê nexwazin Ûstad kurd be, kurdbûna wî wê li wan giran be. Lê çi li rebenên kurdan ketiye ko ketine pey wan û wek tûtiyê hema gotinên wan dubare dikin? Ma hinkê hesta kurdbûniyê bi wan re nemaye? Hela ew kurd jî akademîsyen bin, ehlê ilm û irfanê bin.

Ev jî heye: Ez jî dizanim, ew jî dizanin û her kes jî dizane ko seyîdbûna wî zatî û ya zatên wekî wî ji kurdbûna wan re ne astengî ye. Herweha eger seyîd jî bin qimetê wan li cem hezkerên wan zêde nabe, ne seyîd bin jî kêm nabe. Mesele ne ew e. Mesele ew zihniyeta wan a dijkurdbûniyê ye. Lewra Ûstad çend caran bi devê xwe gotiye "ez ne seyîd im, ez ne seyîd im", lê dîsa jî dibêjin: “Nexêr, wî ji ber dilnizmiyê welê gotiye.” Ya dudoyê, di Qur’ana pîroz de ayete ko wesfê seyîdan bike tune ye. Lê belê derbarê qedr û qîmeta ilm û aliman de gelek ayet û hedîs hene. Ev sifet ji Ûstad re bes e. Ji ber ko min di nivîseka xwe ya berê de di Nefelê de bi berfihehî behsa vê meseleya (ne)seyîdbûnê kiribû hewce nake ko ez dubare bikim.

Belê me dixwest ko di wê roja xweş de, di wê roja ko ji aliyê manewî ve Ûstad Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî bi wasiteya şagirt û hezkerên xwe li Mewlana Ehmedê Cizîrî bûyî mêhvan de ew atmosfera manewî ya xweş û sahî bi ewrên reş ên jijadperestiyê reş nebibana. Di wê rojê de nijadperestiya tirkan derbasî hewşa Medreseya Sor a nûranî nebiba û kurdbûniya Ûstadê me “biseyîdbûnê” nehatiba nixamtin.

1- Rîsale-Akademî, qasî ez dizanim komeke ko ji cemaeta Nûrê ya ekola rojnameya Yenî Asyayê ne vebûne. Ew cemaet ji ber ko destek didan partiya demokrat, ev kom ji wan vebû ne û AKP-ê destek dikin.
Top