Remezanên berê
July 13, 2013
Gotar û Nerîn
Gelik gundino! Rabin paşîvê!
CIZÎRA BOTAN, 13/7 2013 — Remezanên berê ji yên roja me ya îro gelik û gelik xweştir bûn. Her çiqas di serî de xwarin û vexwarin, ji gelik aliyan ve derfetên ko îro di destê me de ne, wê demê tunebin jî lê dîsa xweştir derbas dibûn.
Ji ber ko bi boneya bazirganiyê mala me maweyekê li gundê Wehsida Girika ‘Emo ma, beşeke zaroktiya min li wir derbas bû.
Amadeyiya rojiya hêj berî spêdeyê (fecrê) du demjimêran dest pê dikir. Rabûna paşîvê wekî xewnên şevan tê bîra min. Xelkê çendik xort erkedar dikirin da ko wan rakin paşîvê. Ew xortên bikelecan piştî nîvê şevê derbas dibû, dest diavêtin erbaneyên xwe, diketin kolanên gund û bi hev ra qîr dikirin;
Tavika heyîvê binya behîvê,
Gelik gundino! Rabin paşîvê!
Dema min dengê wan seh dikir êdî hedara min nedihat ko wan nebînim. Ez digiriyam û min ji ferdên malê dixwest ko min bibin seyra wan. Li ser vê daxwaza min, babê min yê rehmetî ferman dida xuha min da ko min bide ber milê xwe û bibe ba yên erbane lêdixistin. Erbanelêxistina wan welê bi işq û şewq bû adeta tê de mest bibûn.
Dema dihatin ber derê mala yekî, da ko ji xew şiyar bibin dengê xwe û dengê erbaneya xwe bilindtir dikirin. Eger bi dengê bilind jî xwediyê malê ji xew şiyar nebibana wê demê destê xwe li derî didan û gazî malê dikirin:
— Malê, malê! Rabin, rabin! Paşîv, paşîv!
Ev gazîkirina wan hetanî deng ji xwediyê malê derketaba didomî.
Piştî ko em dirabûn me dest bi xwarina paşîvê dikir. Zen mekin ko sofreya wê demê mîna ya îro rengîn bû, xwarinên curbecur tê de hebûn. Na. Çendik mal ne tê de, paşîva gelik gundiyan ew nîsk û meyreya ko ji ber şîvê zêde mayî bû. Eger savarek çêbiba yan jî hêj roj ji dikanê qotiyek dohnê “sene” seneyagî hatiba amade kirin ew daweta wan bû, ji keyfa direqisîn. Yanê çi şîv çi paşîv heke ew sofreya sade ya wê demê bihataba ber xortên me yên vî zemanî, rûniştina li ser de û xwarina wê deynin aliyekê bawerim wê pehîna xwe jî lêdabana. Eve cihêtiya di navbera mirovên wê demê û yên dema me ya îro ya derbarê îsrafê de.
Wan deman ji ber ko meha remezanê di demsala zivistanê de bû, rojiyê bandoreke zêde ser xelkê nedikir. Di jiyana wan ya rojane de guherîn çênedibû. Roj kurt bûn, xelk, xasma yên xort zêde birçî nedibûn, hela kesî behsa tînbûnê nedikir.
Piştî xwarina paşîvê, xelkê berê xwe dida mizgeftê. Mela jî dihate wir, li ber wê sopeya germ dirûnişt, kitêbeke hedîsê vedikir û weez dida xelkê. Xelk jî li derdora wî kom dibûn, bi baldarî lê guhdarî dikirin. Ev weez hetanî banga sibê didomî. Piştî nimêjê her kes belav dibûn, diçûn malên xwe û ser karên xwe. Ango mîna îro piştî nimêja sibê razan tunebû.
Berî banga êvarê (mexrib) xelk li ber deriyê mizgeftê kom dibûn û li hêviya bangê diman. Yên nimêjker hetanî nimêj nekiriban nedifitirîn.
Bi banga xewtînan (eşa) re xelkê dîsa qesta mizgeftê dikir. Vê carê terawîh hebûn. Me zarokan herî zêde ji terawîhan hez dikir. Ji ber ko me wateya rasteqîn ya terawîh û nimêjê fêm nedikir, em sirf dikeniyan. Dema em dikeniyan jî em ji yên mezin ditirsiyan. Lewra dema yekî zêde bikeniya îhtîmal hebû ko lêdanek xwariba û ji mizgtê jî hatiba qewirandin. Ji ber wê çendê me hay ji xwe hebû ko zêde nekeniyana. Carcaran yên mezin ji kena zêde ewqas eciz dibûn ko êdî xwe nedigirtin hetanî nimêj xilas bibûya, hema di navbera nimêjê de îfadeya me distandin:
— De bêjin, ew kî bû kenî?
Ji xwe ne qabil bû ko yek li xwe mikûr hatiba ko ew keniya ye. Ji ber ko li pey wê lixwemikûrhatinê lêdan û qewirandina ji mizgeftê hebû. Di nav wan mezinan de yên ji kena me zarokan eciz nebiban jî hebûn. Ji ber ko ew jî di dema zaroktiya xwe de di ber nimêjê de keniya bûn, ango rewşa zarokan ya kenê dizaniyan.
Lê belê wê demê tiştek tenê ya ko mirov wek neyînî qebûl bikira hebû. Ew jî mirovên wê demê di rojiya xwe de gelik bêhnteng bûn. Tişta balkêş ew bû ko wan rojî weke sedema bêhntengiyê dizanî. Ango dema yek rojî ba bêhntengî wek asayî didîtin. Heta di nav xelkê de ev gotin meşhûr bû: “Dev jê berde, ew rojî ye, bêhnteng e.” Ji ber wê çendê di meha remezanê de rêjeya tawanê ji mehên dî zêdetir bû.
Xwezî heft xwezî bi wan rojan. Ew roj, ew dem, ew terawîh, ew ken ewqas xweş bûn ko tarîfa wan, vegotina wan ne qabil e.