• Sunday, 24 November 2024
logo

Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe!

Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe!
HEWLÊR, 20/6 2013 — Bi berbelavtirbûna xebitandina înternetê di hemî warên jiyana niha da, hêdî-hêdî divêt xelk li ser şêwazên bikaranîna wê jî bihên perwerde kirin. Niha wekî berî deh salan nîne. Niha li welatên pêşkevtî gellek karên rojaneyên welatiyan hema di binî ra bê înternet nikarin bicih bibin.

Li pirraniya welatên pêşkevtî, danûstandina di navbera dersdêran û seydayan li dibistanan û li zanîngehan bi rêya înternetê ye. Pirranî danûstandinên xelkê wan welatan bi hukmetên wan ra û bi kompaniyayan ra bi rêya înternetê ye: Ew bi rêya înternetê formên polîsên hatinûçûnê, dîwana bacê, pareyê avê, karevayê, posteyî û telefonê didin. Bi rêya înternetê bilêtên sînemaya serê cadeyê dikirin. Bilêta qîtarê û metroyê jibo hatinûçûna xwe ye rojane û bilêtên firokeyê jibo sefer û geriyanên xwe yên karî û seyranî jî her bi rêya înternetê dikirin.

Hisabên xwe yên diravxaneyan anko bankan jî her bi rêya înternetê kontrol dikin. Pirsiyara halê endamên malbata xwe û hevalên xwe jî her bi rêya înternetê dikin. Çi kesek nemaye ko nasname û regeznameyeka wî hebe û navnîşaneka înternetî anko e-maileka wî nebe.

Heta berî çend salan pirranîya van karan jî bi rêya komputerên malan an yên serkoşan (laptopan) pêk dihatin. Lê niha gellek ji wan bi telefonên destan jî dikarin bicih bibin. Ev girêdana xelkê bi torên înternetê ra jiyan bi rengekê berê-nedîtî sanahî kiriye. Lê metirsîyên nû yên berê-nedîtî jî afirandine.

Xelkê welatên mîna Kurdistanê hêşta neşiyane înternetê wekî alavekê qedandina hewcedarîyên jiyana nûdem û bicihkirina karûbarên xwe yên rojane bi kar bînin. Hêşta pirranîya xelkê herêma Kurdistanê, bi damûdezgehên hukmetê ve, înternetê wekî xemlekê, tîtekê, modêlekî bi kar dîinin. Ne hema înternet, lê pirranîya xizmetên dî yên mîna berîdê (posteyê) jî neşiyane cihê xwe di kar û kesabeta xelkê da vebikin. Hema dayîreyên hukmetê jî nameyên xwe bi rêya înternetê nahêrin, hîç; bi rêya berîdê jî nahêrin. Gellek caran name bi rêya teksî an mînîbusên hêlên navbera bajaran dihên hinartin.

Lê, divêt xelkê me berî ko arêşemend bibin, li ser metirsîyên înternetê hindek tiştan bizanin. Ji hemî tiştan giringtir neman an lewazbûna nihînîyên kesanî an tevanî ne. Nihînîyên kesanî wekî taybetmendîyên jiyana malbatî an diravî ne. Nihînîyên tevanî jî wekî danûstandinên bazirganî an pîşeyî yên navbera damûdezgehên hukmetê an kompaniyayên kesanî an tevanî ne.

Di vî warî da, êk ji arêşeyên vê dawiyê kevt ber rojê ew bû ko kompaniyaya Googlê bi rengekê elektronî hemî danûstandinên xelkê di xizmetkarîya e-posteyî ya G-mailê da vedixwîne û wan zanyariyan bi pare difiroşe alîyên ko amade bin jibo wan zanyariyan pareyan bidin.

Bînin ber çavên xwe, ko kompaniyaya Korek Telecomê jibo berfirehtirkirina hindek şiyanên xwe digel kompaniyayeka biyanî di danûstandinê da ye. Jibo wan danûstandinan jî karmend û berpirsên Korekê G-mailê bi kar diînin. Kompaniyaya Googlê jî naveroka wan nameyên elektronî bi pareyekê mezin difiroşe kompaniyaya Asya Cellê.

Sînariyoya ji hemiyan sanahîtir ew e ko hûn di e-nameyeka xwe da behsa nexweşîya (an jî ferq nake, behsa xweşîya) seyê xwe bikin. Heftiyek derbaz nabe ko dê reklam anko bangewazên xwarina seyan, nexweşxaneyên seyan an jî dikanên firotina kincên seyan bo nav G-maila hewe bihên.

Niha mirov dikare gellek pûteyî bi van tiştan nede, lê çend salên dî ev dikarin serûkanîyên arêşeyên gellek mezin bin. Herwekî ko berî çend salan xirabxebitandina telefona mobîlê giyanê gellek keç û jinan li vî welatî girt.

Nemana tenahîya kesanî û nihîniyan, nemaze jibo kesên diyar an jibo kompaniyayan, dikarin arêşeyên mezin biafirînin. Di warê xirabbikarînana zanyarên kesanî û nihînîyên xelkê da jî tomara herî xirab ya kompaniyaya Googlê ye. Herwekî John Simpson, rêveberê projeya Çavdêra Nihînîyên Kesanî (Privacy Watchdog) dibêje: Ewa Google dike bi rastî metirsiyeka gellek mezin e.
Top