• Monday, 29 April 2024
logo

Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in

Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in
HEWLÊR, 3/5 2013 — Di jiyana kesanî da jî me dîtiye ko gellek caran hevjîniyeka ne-ji-dil dikare carinan ji bo temenekê dirêj dewam bike. Hevjîniya wîlayeta Mûsilê û Îraqa ereb jî hevjîniyeka ji vî rengî ye. Ev bûn 90 sal ko welatek bi navê Îraqê hatiye damezirandin û parek ji başûrê Kurdistanê pê ra hatiye girêdan. Ew girêdan ji destpêkê ve heta niha ne karekê bi xêr û bereket e.

Piştî şerrê Kuwêtê delîveyek ji bo kurdan hilkevt ko piçekê ji bin nîrê desthilata hukmeta navendî derbikevin. Dibû ko ew delîve bûba delîveya serxwebûnê jî, lê kurdan “edeb kir” dilê rojavayîyên bajarwar ji xwe bihêlin. Careka dî, piştî nemana desthilata Seddamê Hisênî û alozî û tevliheviyên siyasî û şerê navxweyî di navbera erebên şîe û sunnî yên Îraqê da delîveyeka dî ya zêrîn ji bo serxwebûna ya kurdan hilkevt. Dîsa kurdan nexwest dilê Emerîkayê bihêlin.

Ev heyamek e li ser gellek mijaran lihevnehatin di navbera hukmeta Kurdistanê û rêveberiya Nûrîyê Malikî da heye. Berî niha hêzên pêşmergeyên piranî ser bi Partiya Demokrat ya Kurdistanê li dora Kerkûkê bi cih bûn. Van rojan jî, piştî bûyerên li Hewîceyê û serhildanên çekdaranî yên erebên sunnî yên herêmên hawirdora Kerkûkê, dîsa hêzên zêdetir ji pêşmergeyan çûn Kerkûkê û derdora wê. Her ko diçe berjengên rûbirûbûneka bi çekan di navbera hukmeta Kurdistanê û Bexdayê da zêdetir dibe.

Di destpêka peydabûna Îraqa nû da, anko piştî 2003yê, di piraniya hevkêşeyên sîyasî da kurd û şîe wekî hevalbend dihatin dîtin, herçend e ko gellek caran kurdan dixwest xwe wekî alînegirê kêşeyên navxweyî yên ereban nîşa bidin.

Lê niha dibêjî qey rewş hatiye guhartin. Bi awayekê serveserveyî, kurd mumkin e wesa bibînin ko di vê xirecirrê da şîe li dijî wan in û sunnî kevtine alîyê wan. Lê çawa rewş gehişt vî barî?

Di heyama çend salên bihurî da, hertim nihêrîna min ew bû ko şîe dişîyan zêdetir ji sunniyan di berjewendiya kurdan da bûban. Ev heta wê demê bû ko hemî kesan behsa wê dikir ko Îraq dê bûba welatekê demokratîk û federal. Hingê di federalîniyê da weha dihat dîtin ko dê şîeyan jî xwestiba mîna kurdan daxwaza mafên xwe yên binpêkirî kiriba. Li destpêkê bi rastî jî ev dihat dîtin. Şîeyan gellek bizav kirin ko herêmeka şîe li Besrayê pêk biînin. Wî çaxî kesî nedidît ko dê şîe bixwazin li Îraqê desthilateka yek-alî ya wesa bigêrrin ko heta 2003yê sunniyan gêrra bû.

Erê, wê demê min digot ko kurdan û şîeyan hevbigirtiba, dê berjewendiyên herdu aliyan hatiban parastin. Bi dîtina min ya wê demê, kurdan û şîeyan, wekî hingavtîyên zordariya sunniyan, dê xwestiba ko hukmeta navendî ya Bexdayê hukmeteka lawaz bima û ko desthilatên berfirehtir di destê herêmên federal da bimaya. Wê demê her daxwaziyeka ji bo mafekê zêdetir ji bo herêma Besrayê dê bi awayekê otomatîk her ew maf jî ji bo herêma Kurdistanê misoger kiriban. Di van herdu xalên serekî da kurdan dê şiyaba pişta xwe bi piştgiriya şîeyan germ kiriba. Bi ser wê ra jî, ew herêma şîe heta vê seetê jî nehatiye damezirandin. Wekî diyar, pêvajoya sîyasî ber bi zêdekirina desthilata şîeyan ne hema li herêmekê, lê li tevaya Îraqê diçe.

Wê demê xalên hevpar yên dî jî di navbera kurdan û şîeyan da hebûn. Kurd û şîe tenê di sitemdîtîbûna xwe da hevpar nebûn. Ew her du jî bi salan li Îranê mabûn û herduyan jî dibû ko ji wê dostaniyê jî mifa dîtiba. Lê rewş bi awayekî hat guhartin ko ji wê kambaxtir hema her nedibû. Berhelistên (opozîsyona) hukmeta Kurdistanê li Silêmaniyê bi rengekê nîv-eşkira kevtibûn bin bandora Îranê. Ne hema ev, Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê jî bi serkêşiya Celalê Talebanî, dildarî bi Îranê ra dikir. Ev tenê nedibûn sedema xerabiya rewşa Kurdistanê. Lê ya xerab ew bû û ew e ko Nûrîyê Malikî jî di vê pawanxwazîya desthilatê da bi alîkariya Îranê piştgerm e. Di vê hevkêşeyê da, dîsa xaleka dî ya hevpar di navbera kurdan û şîeyên Îraqê da bêmifa dimîne.

Ev hemî bûne û dibin sedemên wê ko kurd û erebên sunnî nizîkî hevdu bibin. Va ye, Nucêfî yê heta duhî neyarê kurdan, dibêje ko xalên nekokiyan di navbera wan û kurdan da nemane.

Lê dîsa ez dibêjim ko kurd bixwazin di Îraqê da bimînin, û ko nexwazin jî bimînin, heta heyameka nediyar her nabe ko stratejiya xwe li ser hevalbendiya bi erebên sunnî ra ava bikin. Ji ber wê ko li pirraniya heremên Kurdistanî yên derveyî desthilata hukmeta Herêmê, cîranên kurdan, an hûn bibêjin dagîrkerên wan parçeyên veqetiyayî yên Kurdistanê, erebên sunnî ne. Li dawiya rojê, ko lihev-nehatinek an Xudê neke şerrek jî li ser wan deveran hebe, her dê digel erebên sunnî be. Tixûbên me û şîeyan hene, lê şerê li ser wan ne bi qasî deverên sunniyan dê germ be.

Her xortbûneka erebên sunnî li deverên ser tixûbê herêma Kurdistanê dê bibe jêdera arêşeyên mezin.
Top