Spêdeyên derewîn û rastî û kurd
June 1, 2013
Gotar û Nerîn
Du spêde hene; yek ji wan spêdeya derewîn (fecra kazib) e, ya dî jî spêdeya rastî (fecra sadiq) e. Serê pêşî spêdeye derewîn hiltê, hinek ronahî dide ezmanan. Ew kesên ko haya wan ji heyîna du spêdeyan ne be ew dibêjin qey ew spêde spêdeya rastî ye û bûye sibeh. Bes piştî bîskek dî ew ronahî diçe û tarî dîsa tê. Bi vî hawî diyar dibe ko ew spêde spêdeya derewîn bû. Lê piştî wê tarîtiyê spêdeya rastî (fecra sadiq) derdikeve.
Ev du spêde çiqas dişibin vê pêvajoya aştiyê ya kurdên bakûr. Lewra ev rastiyek e ko ronahiya vê pêvajoyê daye ezmanê bakûrê welatê me. Heta mirov dikare bibêje ko di serî de dewleta Sûrî li dewletên cîran jî xwe daye hîs kirin.
Gelo ev spêdeya ko ji bo kurdên bakûr derketî holê spêdeya derewîn e yan jî ya rastî ye? Di vê mijarê de nêrînên cur be cur hene. Yên wek spêdeya derewîn jî dibînin hene yên rastî jî dibînin hene. Ji bilî van herdu şîroveyan hejmara wan hindik jî be yên qet weke spêde lê nenêrin jî hene.
Herçiqas di heqê naveroka wê de agahiyên zelal derneketibin holê jî, lêbelê ez bixwe dixwazim di nav yên yê vê pêvajoya aştiyê wek “spêdeya rastîn” dibînin de cî bigrim. Bê guman hin nîşaneyên wê jî hene:
1. Biryardayî û cidiyeta hikûmetê: Di serî de serokwezîrê hikûmetê bi helwestên xwe yên erênî ûmîdê dide me. Serokwezîr ji boyî selametiya pêvajoyê behsa vexwarina jehra zirgêjnokê dike. Yanî dixwaze bibêje ko welew di vê riyê de serê wî jî here ew bi paşve gavan navêje.
2. Rewşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê: Di destpêka şerê navxo yê Sûrî û heta niho eniya kurd ya Rojavayê Kurdistanê ji dêl ko tevlî şerî bibe û ji hêza xwe bikeve taktîkeke aqilane bi kar anî, birha xwe da rêxistinê. Di vê çerçeveyê de bi navê YPG hêzeke xurt ya serbazî amade kir ko hem pergalê hem jî Artêşa Azad ya Sûrî bitirsîne û nehêle ko ew herdu hêz bi awayekî rehet li ser welatê wan de werin. Wek tê zanîn ew hêza ko di bin banê PYD-ê de ye hêza PKK-yê li vî welatî ye. Hikûmeta Tirkî jî ew hêz dît û zanî ko di paşerojê de wê ew hêz li Bakûrê Sûrî bibe serwer û ji ber ko sînoreke dirêj yê di navbera wan û Tirkiyeyê de heye, bivênevê wê Tirkiye bi wan re dîyalogê deyne. Vêya jî hikûmeta Tirkî mecbûrî vê pêvajoyê kiriye.
3. Desteka raya giştî: Ji anketên ko di heqê mijarê de tên kirin xuya dibe ko hin dengên muxalif derkevin jî, raya giştî ya Tirkiyeyê (aliyê kurdan nêzî sedî sed e) vê pêvajoya destek dike. Xasma destekek berbiçav ya rewşenbîran heye. Ev jî cesaretê dide hikûmetê û dibe sedem ko ew nekevin dudiliyê.
4. Ûslûb: Ûslûba heta niho ko raya giştî li ser şer sor dikir hatiye guherîn. Herdu alî jî ango aliyê hikûmetê jî, aliyê BDP-PKK-ê jî hay ji ûslûba xwe hene; gotinên tûj bi kar naynin. Ev jî ji tevizandina raya giştî re erênî ye
5- Vekirîbûna pêvajoyê: Vê carê hikûmet nemaze serokwezîr ewqas ji xwe razî û bêpakî tevdigere ko hewce nake ko hevdîtinên digel Îmraliyê veşêre. Wek tê zanîn beriya niho dema muxalefetê hikûmet û serokwezîr bi “hevdîtinên digel Îmraliyê”re tawanbar dikir, hikûmet mecbûr dibû ko wan hevdîtinan înkar bikira.
Wek dawî, eger ev pêvajoya aştiyê pêvajoya derewîn jî be, qet ne girîng e; lewra teqez li pey wê pêvajoya rastî heye. Çimkî wek çawa kes nikare ji derketina spêdeya sibehê (ya li felekê ye) re bibe asteng, ev ji hêza însên der e, kes nikare ji wan spêdeyên ko di avayê pêvajoyê de ji netewaya kurd re îzhar dibe re jî bibe asteng.
Em li helbestvan Seydayê Tîrêj ko berî niho bi dehan salan ev tesbît kirî guhdarî bikin:
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der
Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seranser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e