• Sunday, 05 May 2024
logo

Mala minê!

Mala minê!
Heke berpirsîyarên piranîya me Kurdên li Ewropayê mîna rêzdar serokê YEKKOMê Yuksel Koç bin, em şimîtîn.

Li gorî gotinan dibêjin ku; tenê hevokek, ku Kemal Pîr ji kurdî hîn bûbû, hebûye.

Ew hevok jî: „Kî şimitî ew şewitî!“ bûye.


K. Pîr, bi hez tim vê gotinê dubare kirîye, di qonaxên girîng ên berxwedana zîndana Amedê da. Ev gotin bûye moraleke mezin ji dîlên zîndanê ra.

Ne tenê şewitîn, meriv bişimite dikeve û radibe jî!

Piştê ku min guhdarî li axaftina Y.Koç a di 15 cotmeh 2012 an da, li ser daxwaza pejirandina nasnameya Kurd ya di parlamentoya federal a Almanyayê da kir, min ji xwe xwe ra got: „Em şimitîn!“


Îcar em ê bikevin, an rabin wê rojên pêş me nîşan bidin. Ji ber ku Komîsyona daxwaznameyê li dawîya civînê biryar da ku ev serlêdana YÊKKOMê, ku ji alîyê 100 sazî û gellek kesayetên naskirî va jî tê destekkirin wê di civîneke navxweyî ya parlamentoyê da were biryardanê.

Hêvî dikim ku biryareke erênî derê. Lê dema wê civîna 15 ê cotmehê û têkilîyên dewleta Alman û yên Tirk, kêmasî û şaşitîyên partî û sazîyên kurdan ên li vî welatî tînim berçav, zehmet e ku bêjim dê biryareke erênî derê.

Min serî lê dabû ku wek mêvan civînê li parlamentoyê guhdarî bikim. Daxwaza min ji ber pirbûna serlêdanan nehat pejirandin.

Xwedê kir, nehat pejirandin. Bihata, tansîyona min misoger dê 180 lê bida.

Min civînê ji têlevîzyona parlamentoyê di înternetê da temaşe kir. Hem jî ducar.


Serokê YEKKOMê hem ji alîyê ziman û hem jî ji alîyê perfonmansa dîplomatîk va profîleke gellek xirab derxiste holê. Ew ji ber ku xwedîyê daxwaznameyê bû, wî axaftina destpêkê kir. Li gorî min resmên destpêk û yên dawîyê gelek girîng in di qada dîplomasîyê da. Çawa dest pê bikî wisa jî diqedînî.

Min digot qey ez almanî nizanim. Almanîya serokê YEKKOMê ji ya min jî xirabtir!

Jixwe pûte nadin bi kurdî, lê nizanim çima yeka/î almanî baş dizane nakin seroka/ê YEKKOMê ku bikare karên bûrokratîk û dîplomatîk tam bimeşîne li vî welatî.

Almanîya Yuksel Koçî qet têr nekir ji bo rûniştineke wisa, ku girîng bû ji bo hemû milletê Kurd. Nîvîsa xwe ya ku bi almanî hatibû amadekirin jî nekarî baş bixwîne û baş jê nehat fêmkirin.

Bi heyecanê ket, dest û lingên wî tevlihev bûn, pê ra kaxiz û dosyayên xwe jî tevlihev xist, gotinan ji bîr kir, yan jî nizanibû! Çend car şêwirmenda li pişt wî xwarê guhê wî bû û bala wî kişand.

Heyecan gellek normal e. Heke meriv hakimê ziman û mijara xwe be, dikare vê heyecanê derbasê platformê jî bike, heta dikare bibe sedemê biryareke erênî. Heke na, wê lawaz bimîne û dikare bibe sedemê henek û yarîyan jî!

Rêvebira civîna komîsyonê di beşa pirs û bersivan da mîna mamostayekê jê ra got: ”Ji kerema xwe bersivên konkret (tam, bi îsabet) bide!”

Wî jî gotê: “Ez ê, konkret bibersivînim.”

Dîyalogeke wiha şansê hevdîtineke dîplomatîk dixe binê sifirê. Hela ku ev hevdîtineke di mijara Kurd û Kurdistanê da be. Bi ked û xebateke dûr û dirêj a giranbiha hatibe parlamenoya Almanyayê, ku ev parlamento ji bo berjewendîya dewlet û milletê xwe ketîye du şerên cîhanê û niha jî yek ji stûnên binghehîn a yekîtîya Ewropayê EU ye.


Helbet, ew civîna 15.cotmehê ne hemû tişt bû, ji bo çarenivîsa me. Lê rojeke dîrokî bû ji bo destpêka pejirandina nasnameya Kurd.

Qurban! Almanî nizanî wergerek bi xwe ra bibe. Kurdî nizanî, bihêle bila şêwirmenda te Nîlûfer Koç ku bi almaniyeke herîkbar dipeyive, yan jî bila şêwirmendê te yê huqûqnas bipeyive li dewsa te.

Meriv dibê qey tu li komeleyeke kurdî li dîwanê rûniştibûyî û dipeyivîbûyî.

Birako! Ew der qada dîplomasîyê ye, hest û mebest di gotinê da veşartî ye di wê qadê da. Hostatî û şarezayîya gotinê divê ew qad!

Li vir mabsta min a şexsî ne rêzdar serokê YEKKOMê ye. Camêrî nas jî nakim.

Li vir pirsên min ên sereke ev in:

Kengê em ê bibin pisporên kar û pîşeyên xwe?

Çi li bakûr û çi jî li başûr (heta çê yan jî xirab “dewletek” li wir hebe jî) kengê wê yasa û zagonên civakî û neteweyî derên, ku partî, sazî, serok û hemû kes jî li hember wan yasayan perpirsîyar bin? Neku li gorî kêf û wûjdana xwe tevbigerin.

Hez dikim serpêhatîyek xwe bêjim:

Di salên destpêka MED TVyê da, ku zêde kes tine bûn bernameyên kurdî çêkirana, ên dizanibûn jî nêzîk nedibûn, yan jî bi mesafe nêzîk dibûn, yan jî newêrîyan bihatanayê.

Çend kesên mîna min “sofî Zeydo allahê”, hema em direvîyan pêşkêşa her bernameyê. Gotûbêj, bernameyên zanistî û sîyasî, dublaj ûwd. Nûçe ne tê da hema bêjin ez tevlê hemûyan bûm.

Rojek ji wan rojan, berpirsîyarê ji sazîyan ê wê demê ji min ra got:

“Heval, daxwazeke me ji te heye: Li MED TVyê bernameyeke nû bi navê ŞOXÛŞENG ya şayîyê dest pê dike. Bername bi tirkî û kurdî ye. Tirkîya wê Dara Kutlay pêşkêş dike, Kurdîya wê jî kes tine em dixwezin tu pêşkêş bikî.”

Min gotê:” Nabe! Ez ne kesê li gorî vê bernameyê me. Ji bernameyên kêf û şayîyê ra hunerê artîstî û lîstîkvanîyê pêwist e. Hem jî ev bername, bi du zimanan nabe!”

Bû êvar, Maşallah Öztürk têlefon vekir: ”Tika ye tu herî, bername zindî ye, sibeyê dest pê dike û me kes nedît.”

Yekemîn têlevîzyona kurdî mîna evîndarîya yekem heyecaneke mezin dida min diwan salan da. Min jî zêde xwe negirt, got erê û ez çûm.

Millet hatîye, stûdîyo tije ye. Çi munasebet bû nizanim, bernameya zindî dest pê kir. Xwedê kir ku Dara Kutlay dest pê kir. Bi hezar rol û lîstikê li dora maseyên stûdyoyê digere, kêfa milet tîne.

Heta ku pêşkêşa wî xilas bû, dor hate min nîvê rihê min çûbû û ez di xwêdanê da mabûm. Çokên min dilerizin. Mîkrofon di destê min da ye, vekirî ye, ne vekirî ye, tê dernaxim. Mîna darekî çik bûme, pêşkêşîyê dikim. Bi şa û heyecan im, lê mîna D. Kutlay nikarim vê bidim platformê. Bi qedîna bernameyê ra ez jî qedîyam!

Ew şev ez bûm mêhvanê malbateke Kurd li Bilefeldê.

Piştê xoşûbêş û şîvê em rûniştine sohbet dikin. Kurê malê yê 12-13 salî bi baldarî li min nihêrî û ji nişka ve ji bavê xwe pirsî:

“Wey bavo! Ez vê xaloyî dinasim!”

Bavî wî yê li kêleka min rûniştî, lê vegerand:

“Erê kurê min, ew ê ku êvarê ji me ra ŞOXÛŞENGê pişkêş kir ev xalo ye.”

Paşê destê xwe danî ser çoka min û got:

“Ez tiştekî ji te ra bêjim, lê dilê xwe mekî! Ji kerema xwe ji bo selameta gel careke din wê bernameyê pêşkêş meke, qet li te nehat ew ŞOXÛŞENG! ”

Biqasê ku di bîra min da maye, min jî wisa lê vegerandibû:

“Wey rehmet li mirîyên te be! Têlefonek ji Maşallah xoce ra veke û vê gotina xwe ya rast jê ra bêje, ku careke din felaketeke wiha cênebe!”

Got, negot, nizanim!


Tiştê ku dizanim: Ev bîst sal in bi tiştên baş ra, felaket jî her berdewam in!
Top