• Sunday, 05 May 2024
logo

Mirovek “texliye” dibe yan jî “tahlîye” dibe

Mirovek “texliye” dibe yan jî “tahlîye” dibe
Mirovek hebû ko herdem ji kul û derdên xelkê re diqehirî. Dema yekî derdmend, hejar, nexweş dîtiba diçû malê û bi rojan dilê xwe ji wan re diêşand. Ev mirov bi vî exlaqê xwe di nav xelkê de navdar bûbû, her kesî ev rewşa wî dizanî û ji yên wekî wî re dibêjin ”Xemgînê Gidane”.

Rojekê hemî kes û karên wî ji bo ko ji vî exlaqê wî vegerînin hatin cem û jê re holê gotin:

— Lawo, te xwe ji xelkê re şewitand û peritand. Te mala xwe xira kir! De bes e, îca! Kî çawa ye, çi derdê wî heye çi karê te pê heye? Ma tu dikarî dinyayê safî bikî. Eger holê bidome tu dê derdê xwe hilînî, nexweş bibî. Ti kes nikare te xilas jî bike.

Mêrik piştî ko baş li wan guhdarî kir, heq da wan. Hişê wî hate serê wî. Ji wan re soz da ko ji wê rojê û şûn de êdî ew ji benderihî re kedernak û xemnak nebe.

Çend rojek di ser de derbas bûn, rojekê dema ev zilam di rê de diçû kerek kete ser riya wî. Dema li kerî mêze kir haya wî jê çêbû ko ker bêdûvik e. Dema dît ko ker bêdûvik e, hema xuyê wî yê berê hate bîra wî. Rasterast berê xwe da mala xwe û bû nirçe-nirça wî. Jina wî jê re got:

— Xêr e, çi bûye dîsa? Nejixweve te soz dabû ko tu dê êdî ji kesî re neqehirî.

Mêrik holê bersiva jina xwe da:

— Wele rast e, min soz dabû. Lê belê îro kerek ket ser riya min. Dûvikê kerî nebû. Îca min ji xwe re got ko gelo ev kerê reben ji ber ko dûvikê wî nîne dê çawa karibe mêşan ji dor xwe bifirîne. Sedema qehra min hemî ev e.

Berî çend rojan, serê sibê dema min li malpereka kurdî nihêrî bi rastî ez bi têgeheke ko min şoke bike re rûbirû mam. Tavilê ev meseloka li jor hat ber çavê min. Lewra hestên ko wê demê min jiyayî ji ya Xemgînê Gidane ne kêmtir bû. Nexweşiyeke hestiyariya li ser zimanê kurdî ez dorpêç kirime. Her ko diçe ev nexweşî zêde dibe. Carinan dibe ko dostên min yên nêzîktirîn jî dikevin ber tîrên rexneyên min. Nûçeya ko ew têgeh cî digirt ev e:

“Di doza KCKê de 15 girtî hatin tahliyekirin.”

Tahlîyekirin, tahlîye. Gelo çima ne “texlîye” û “tahlîye”?. Di zimanê erebî de eslê vê bêjeya “tahliye-yê” “texliye” ye û bêjeyeke erebî ye. Wateya wê jî ”valakirin” yan jî ”terikandin” e. Bi mecaz ji kesên ko ji girtîgehê derdikevin re têt bi kar anîn. Di erebiya normal de ji bo ”azadkirina” girtiyan bêjeya ”ferecê” têt bi kar anîn û mirov dikare ji girtîgehê bêt ”fericandin” jî.

Ji ber ko di zimanê tirkan de û di alfabeya wan de tîpa “x-yê” nîne, ew bêgav dimînin ko li dewsa tîpa “x-yê” tîpa “h-yê” deynin, welê bixwînin. Mînak ji “xêr-ê” re dibêjin “hayir”, ji “xefîf-ê” re dibêjin “hafif” û hwd. Ji ber wê çendê mirov dikare li wan negire, yan jî îşê xwe bi wan neyne. Lê ka çi li kurdan ketiye ko di zimanî de jî li pey tirkan bin? Em bibêjin eger malpereke kurdên bakur ev şaşî kiriba mirov dikariya hinekê ew mazûr dîtiba û gotiba ko ew di bin tesîra zimanê tirkî de mane.

Lê ka binêrin, ya ko ev şaşî kiriye malpereke kurdên binxetê ye. Eger ew jî tirkan bişopînin û bibin sedem ko şaşiyên tirkan derbasî zimanî kurdî bibin ev ne di xêra zimanê kurdî de ye.Eger medyaya nivîskî jî şaşiyên holê bikin dê gel, xasma gelê nexwenda çi bikin?

Xaleke din jî heye. Eger li dewsa bêjeya “texliye-yê” “tahliye” were deynan wê demê pirsgirêgeke din derdikeve holê. Lewra bêjeya tahliyeyê di tirkî de nayê wateya valakirinê tenê jî, tê wateya “şêrînkirinê” jî. Wê demê wateyeke holê jî ji wê komekê derdikeve: “Di doza KCKê de 15 girtî hatin şêrînkirin.”
Top