• Monday, 29 April 2024
logo

Hetikandina newroza kurdan

Hetikandina newroza kurdan
Kurd di gellek waran da şaş li xwe û li jiyana xwe û cîhana xwe difehmin. Yek ji wan şaşfehmînên herî giring haviliya zimanî bi neteweyîniyê ye. Şaşiya dî jî şaşiya diyarkirin û pênasekirina roja newrozê ye. Kurdan di van 50-60 salên bihurî da gellek behsa newrozê kiriye. Dibe ko gellek kes, nemaze biyanî, wesa bihesibînin ko newroz tenê a kurdan e.

Bi ser vê hemî giringîdana bi newrozê ra, hêşta kurd di diyarkirina newrozê da gellek varêbûyî û gêj-û-mêjû ne. Kurd bi ser-devî dibêjin newroz sersala kurdan e. Lê dîsa jî li cem wan newroz ne roja yekê ji meha yekê ya saljimêra wan e. Newroz roja 21-ê ji meha sêyê ya saljimêra wan a defakto ye. Ew qet ji xwe napirsin ko heker newroz sersal be, dibê ew roja 1-ê ji meha 1-ê be ne roja 21-ê ji meha 3-yê.

Şaşî hêşta ji vê mezintir e. Ko newroz serê salê jî nebe, dibê bihêt qebûl kirin ko newroz dibê wekî destpêka biharê bihêt dîtin. Ev jî helbet tenê ji bo nîvgoka bakurî ya goka erdê rast e. Her di wê demê da ko li herêmên bakurê kembera erdê (mîna Kurdistanê) bihar dest pê dibe, li herêm başûrê kembera erdê (mîna Nû Ziland û Awistraliyayê) payîz dest pê dibe. Bervajî vê rewşê jî li destpêka payîza nîvgoka bakurî diqewime. Anko roja destpêbûna payîzê li herêmên mîna Kurdistanê roja destpêbûna biharê li herêmên mîna Awistraliyayê ye.

Bi gotineka dî, di salê da du roj hene ko di wan da dirêjahiya şev û rojê bi qasî hev dibe. Ev jî ji ber rewşa zivirîna erdê li dora rojê peyda dibe. Di dews anko kerxa gerriyana xwe ya li dora rojê da, di salê da du caran erd digehe cihekî ko dirêjahiya şev û rojê wekhev dibin. Diyarkirina roj û seet û deqîqe û saniyeyên vê derbazbûna erdê ji derazînka werzên salê di kerxa wê ya salane ya gerriyana li dora rojê bi awayekê zanistî yek ji tiştên herî tesbîtbûyî û eşkira yên zanistê stêrnasiyê ye.

Ko kurd bipejirînin newroz serê sala wan e an ne, ne xem e. Lê dibê bipejirînin ko newroz (helbet ji bo nîvgoka bakurî ko Kurdistan jî di wê nîvgokê da ye) serê biharê ye. Netewe û milletên mîna farsan, efxaniyan, azerbaycaniyan, turkmenan, ozbekan, û tacîkan jî newrozê diniyasin û pîroz dikin. Lê hemî zanayên hemî neteweyên dî jî dizanin ko rojek di salê da heye ko dibe destpêka biharê. Di zanistê stêrnasiyê da dibêjin wan du rojan equinox (ji peyva yewnanî a bi ramana şev-yeksan) û bi erebî û farsî dibêjin îtîdal. Bervajî van du rojan, du rojên dî hene ko cidatî di navbera dirêjahiya şev û rojê ji her demeka dî zêdetir e. Li wê nîvgoka erdê ko ber bi havînê ve diçe, havîn ji wê rojê dest pê dike ko roj dirêjtirîn roja salê û şev kurttirîn şeva salê ye. Her di wê demê da li nîvgoka dî ya erdê ko payîz ber bi dawîbûnê ye, şev dirêjtirîn şeva salê û roj kurttirîn roja salê ye. Dibêjin van du rojan jî Solstice anko înqîlab. Diyarkirina van rojan bi awayekê zanistî ne karekê gellek zehmet e.

Ji bo mînak roja equinox anko îtîdalê ji bo sala 2012-ê zayînî ne roja 21-ê adarê, lê roja 20-ê adarê ye. Dirist li seet 5 û 14 deqîqeyê li berspêdeya roja 20-ê adara sala 2012-ê erd dê di kerxa xwe ya gerriyana li dora rojê ji zivistana bakurî verrise û derbazî bihara bakurî bibe. Ji bo herêmên başûrê kembera erdê jî her di wê demê da dê payîz dest pê bibe.

Lê dîsa li cem kurdan îsal jî newroz her 21-ê adarê ye!! Subhanellah!!! Newroz roja dawîbûna serma û seqema welatê çiyayî û sar ê bavûkalên me bûye. Roja vejîna jiyanê, roja hatina jîneka nû, saleka nû, jiyaneka nû, rojeka nû bûye. Lê niha çi? Erê gelo ma newroz çi ye?

Parlamentoya Kurdistanê jî biryar daye ko roja di nîva alaya Kurdistanê da 21 tîrojik hebin, ji ber 21-ê adarê!!! Cellel-Xaliq!!! Newroz lewitand, ala lewitand. Heta kengê dê em kurd weha dûr ji zanistê bin? Ma ne bes e?
Top