• Tuesday, 07 May 2024
logo

Çareseriya Pirsa Kurdî û girîngiya Jeopolîtîk a Kurdistanê

Çareseriya Pirsa Kurdî û girîngiya Jeopolîtîk a Kurdistanê
ÇARESERIYA PIRSA KURDI Û GIRINGIYA JEOPOLITIKAKURDISTANÊ DI REWŞA ENDAMITIYA TIRKIYE DE JI BO YEKÎTIYA EWROPA

Di destpêkê de, jibo rohnkirina vî babetî, pêwîst dibînim bi kurtî, bal bikêşim li ser têkiliyên Tirkiye û Ewropa.

TEKILIYÊN TIRKIYE- EWROPA

Tirkiye li 31 07.1959 daxwaza tikêldarî ( association) bo Civata Aboriya Ewrope ( European Economic Community-EEC, ku niho bûye Yekitiya Ewropa (EU) kiribû. Di wê demê de, ji bist û heft dewletên iro Yekitaiya Ewropa ji wan pêk dihêt, bes şeş endam hebûn. Ev daxaz, di sala 1963 de hate qebulkirin. Li 14. 04 . 1987 serokkomarê Tirkiye yê wê demê, Turgut ÖZAL bi resmî daxwaza endamîtiya Civata Aboriya Ewropa kir û ji hingê û hêve Tikiye li benda endamîtiyê dimîne.

Lê di heman salê de, (18.06.1987) Parlementa ewropa, ji bo ku Tirkiye bikarît bibit endam , biryarnameyek derxist (European Parlament Resolution No. C 190) û di wê de çend mercên giring dana ber Tirkiye . Ji wanan yek naskirina qirkirina (genocide) Erminiyane , ya din jî naskirina mafên kêmnetewane. Gerçi di vê biryarnameyê de, gelê kurd ne hatiye binavkirin lê armanc ji kêmnetewan bi taybetî gelê kurd e, lewma kurd netewa duyemîne li Tirkiye.

Li 10.12. 1999 Yekitiya ewropa bi resmî, Tirkiye wek navmizad (candidate) qebulkiriye. Pêvajoya danustandinan li ser endamîtitiya Tirkiye li 03.10. 2005 ê destpêkiriye. Ji ber vê yekê mirov dikare bêjît ku pirsa mafên gelê kurd li Tirkiye, ji sala 1963 ê û hêvê bûye pirsek ewropî jî.

Ji ber bireki sedeman, çi endamîtiya Tirkiye bête qebulkirin çi ne, têkilî di navbera Tirkiye û Ewropa de, dê her xurtbin û berdewambin. Eger Tirkiye ne bîte endam jî, têkiliyên hevkariyek (partnership) xurt, dê herhebin. Jixwe hejmarek ji Dewletên ewropî wek Fransa vî curê hevkariyê dixwazin. Herwesan ji ber endamîtiya Tirkiye bo Konseya Ewropa, bo NATO û ji ber hejmarek mezin ji peymanên siyasî, candi, aborî, nexasima peymana yekkirina gumrikî ( 06.03. 1995), têkiliyên Tirkiye- Ewrope dê her berdewm û qahimbin.

Jibilî têkilîyên siyasî, birekî têkiliyên din wek yên tarixî û curafî, ( ji dema osmaniyan ve beşek ji curafiya Tirkiye li Ewropa ye) Tirkiye û Ewropa pêkve girêdidin. Bila ne hête ji birkirin ku iro dora 4 milyon û nîv heta 5 milyonan ji xelkê Tirkiye li Ewropa bi cihbûne. Dora du milyonan jî wan bûyine hemwelatên eropî. Herwesan dora 140000 şirketan li Eropa, xudanên wan bi eslê xwe ji Tirkiye ne.

Pêwiste amace bi hête kirin bi hebûna hejmarek giring ji gelê kurd li Ewropa. Gerçi statestîkên resmî di destê me de nînin, lê mirov dikare texmîn bike ku milyonek û dused hizar, heta milyonek û nîv kurd, li welatên Ewropa dijîn û beşek mezin jiwan bûyine hemwelatiyên ewropî.

Ji aliyek din ve, bi dehîn hizaran ji xelkê ewropî jî li rojava Tirkiye nexasime li ser kenarên Deriya Reş û Deriya Sipî , erd û xanî kirîne û xwe binecihkirîne. Herwesan bi hizaran şirketên ewropî li Tirkiye bicihbûyine, yan bi şireketên Tirkiye re hevkarin. Ji ber van sedeman û pir binasên din ( faktor) Tirkiye û Ewropa ji hev na hêne qetandin. Dibe ku di hind rewşên temenkin (muweqet) de têkiliyên wan di qunaxên bizehmet de derbazbibin lê ev yeke wan ji hev na veqetînît.

GIRINGIYA JEOPOLITIK Û JEOSTRATIJIYA KURDISTANÊ .

Ewropa û Emrika Tirkiye ji bo xwe wek hevbendek stratijî û giring dibînin, lewma Tirkye deriyê rojhelete ji bo Ewropa û pireye di navbera Ewropa û Asya de , di navbera Ewropa û Dunya Islamî de. Giringiya Tirkiye jibo Ewropa bi taybetî hem jeopolîtîke hem jeositratejîke.


Lê ev giringiye ji ber du hereman heye yek ji wan li rojava Tikiye heye û ew deryayiye, ya din jî li rojhela Tirkiye heye ew jî dêmîne. (bi saya curafiya bejî) , eve jî bes li Kurdistanê ye.

Jiber giringîtiya jeostratîjiya Kurdistanê, herweku em dê li jêr bibînin, çiqas têkilî di navbera Tirkiye û YE de xurt bibîn hind giringiya Gelê Kurd û Kurdistanê jibo Ewropa xurtir û mezntir dibît.

I. Giringiya jeostratiya rojavaya Tirkiye

Giringititiya vê herêmê, di çarçoveya deravên Çenekele û Istanbulê de heye. Ew ji du boriyan ( bogaz) ku bi Türk bogazleri di hên bi navkirin, çêbûyine. Yek Boriyê Çanekale ye ku Deriya Spî bi Deriya Ege û Marmare ve girêdidet, yê din jî Boriyê Istanbulê yê ku Deriya Mamare bi Deriya Reş ve girêdidet. Bikurtî giringiya van Boriyan berîtiye ji pêkvegirêdana Deriyayên Sipî, Ege, Marmare û Reş . Giringitîya din ku dêmiye ji Kurdistana peyda dibît.

II. Giringiya jeopolitik û jeostratijîya Kurdistanê.

Curê din yê girinigiya jeopolîtîk û jeositratejiya ya Tirkiye ji rewşa dêmin (bejî) dihêt

Ka bila em li ser vê yekê picekê bisekinîn gelo bingeha wê ji kêve dihêt û kûrîtiya wê çiye?

Herweku me li jor got : dihête gotin ku Tirkiye deriyê Ewropa ye ji bo Asya û pireye di navbera Ewropa û Dunya Îslamî de. Bi vê yekê, bi rastî, giringiyek mezin heye.

Lê ev giringîtî û ev derî û pire di rastiyê de, yên Kurdistanê ne . Eger em vê rastiyê tazîbikin û lê wê binêrin, lewheyek taze û cuda dihête bercavên me.

Li Tikiye du gelên sereke hene di hundurê herduyan de kêmnetewên çandi, dînî û etnîkî hene. Li rojava Tikiye, bi pirani çand û zimanê zikmakî yê tirkî hakime, li rohelatê, bi piranî çanda zimanê zikmakî yê kurdî hakime. Corafiya ku gelê kurd di wê de dijît dikevîte di navbea gelê tirk û Asyayê û Dunya Îslamî de.

Di rewşa endamîtiya Tirkiye jibo Yekîtiya Ewropa de, ev pir û ev deriye di Kurdistanê re derbaz dibin. Eger Tirkiye bibîte endamê Yekîtiya Ewropa Tixubên nû yê Ewropa bi dirêjiya pirtir ji 1700 Km di Kurdistanê re derbaz dibin. Ev tuxub ji Qawqasya destpêdikin heta Mesopotamya. Piştî endamîtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa, pênc Dewlet, bi riya Kurdsistanê dibin cîran : Erministan, Azerbêjan, Iran, Iraq û Surya. Hêjayî gtonê ye ku li vî alî û li wî aliyê tuxuban gelê kurd dijît.

Bi saya Kurdistanê pir derî vedibîn : beşek ji wan rê li ber qewqasiya û Asya Merkezî vedikin ; beşek li ber Îranê heta diçîte Pakistan, Afganistan û Hindistanê vedikin; beşek din li ber welatên Ereban û kendavê vedikin.

Herweku gelê kurd yeke ji çar netewên sereke yên Rojhelata navîn û di merkezê vê heremê de ye, giringiya curafiya Kurdistanê û ya gelê kurd ji bo Ewropa û Emrîka herwesan jibo gelên herema Rojhelata navîn pir mezine. Gelê kurd îro hem li dostitî û birayîtiya gelên heremê digerhît hem jî nasnameya xwe, azadiya xwe, û carenusiya xwe di parêzît. Ji ber vê yekê ew bûye aktorek goring yê siyasî û têkiliyên nevdeletî. Di dema were de rola wî dê hêj mezintir û giringtir bibit.

Piştî ku Tirkiye bûye endamê Konseya Ewropa ( li 1949) û bûye navmizad bo endamîtiya Yekitiya Ewropa, pirsa kurd li vî welatî, bûye pirseke siyasî ya Ewropa jî.

Ji ber vê yekê pêwiste ku Ewropa çewan pirsên gelên ewropî bo xwe wek pirsên siyasî û demokrsiyê dihesibînît, pirsa Kurdî jî wesan bibînit. Çewan çareseriyên demokratik jibo wan pirsan hatin dîtin wesan jibo pirsa gelê kurd jî bihête dîtin. Naskirina mafên gelê katalan li Ispanya, gelê Îrlandî li Ingiltera Mezin û gelê Fileman li Belçîka numuneyên hêjayine di vî derbarî de.

Herweku me li jor got eger Tirkiye nebîte endamê YE jî , dîsan têkiliyên taybetî yên siyasî, aborî candî û civakî di nabvera Ewropa û Tirkiye de, dê xurt û berdewambin. Bêguman naskirina mafên hevbeş yên gelê kurd , li Rojhelata navîn bi riya aştiyê û demoqrasiyê dê bibe sedemê aramî û îstiqrarek mazin di heremê de û dê tuxubên rojhelatî yên Ewropa aramtir bikin. Her wesan gelê kurd dikarît bibit aktorek mezin jibo demokrasiyê û li dijê çalakî, bîrûbawerî û bizavên şidet xwaz û dijdemokratîk.

Hindî ku mafên gelê kurd di çarcuveyek firehtir de bêne naskirin, hind dê rola Kurdan jibo îstîqrar û belavkirina demokrasiyê û mafên mirovan, mafên kêmnetewên dînî û etnîkî, xurtir bibît.

Iro Kurdistana federal, numoneyek ber bicave. Bi saya azadiya Kurdistanê, aştî, aramî û îstiqrar di vê herema hesas de ku di navbera Tikiye, Iran û Suryê de ye musugerbûyine. Herwesan pêşveçûyinên aborî û ticarî di bercewendiyên gelên herêmê de jibo herkesê diyarin û maf , nasnameyên kêmnetewên dînî û etnîkî bes li Kurdistanê bi awayek berfireh dihêne paraztin.
Top