• Tuesday, 07 May 2024
logo

Bernameyên sîxur : Spywer

Bernameyên sîxur : Spywer
Heger bernameyek bêyî destûra we an jî bi destûre we têkeve kompîtura we û hin agahî û daneyên we bi dest bixe em ji wan re bernameyên sîxur (spyware) dibêjin….

Spyware an jî bernameyên sîxur dikevin kompîtura we , agahî û daneyên we yên şexsî didizin.Ev bername ne vîrûs in lê her cure agahiyên we berhev dikin û dişînin kes,kom an jî şîrketan….

EM Ê ÇAWA BIZANIBIN KU DI KOMPÎTURA ME DE SÎXUREK HEYE …

1-Pace û dîmenên reklaman ji nişka ve derkevin.

2-Ger eyarên GEROK û DARIKÊN AMÛRAN bêyî xwesteka we hatibe guherandin.

3-Ger kompîtura we pir giran bixebite û kirarên pêwîst bi lezginî neke.

4-Kompîtur were kîlidkirin û nexebite.

5-We navê malperekê li ser Gerokê nivîsand lê we dît ku hûn çûne malperekê bêeleqa wê çaxê bizanibin ku di kompîtura we de bernameyeke sîxur heye.

6-Ger mişka we nexebite an jî bêyî destûr û xwesteka we bixebite…

7-Kompîtura we biqerise û nexebite…

8-Ger fatureyeke pir giran hatibe mala we dîsa bizanibin ku di kompîtura we de bernameyeke sîxur heye.

9-Ger hemû şîfreyên we werin dizîn.

10-Hemû wêne,agahî ,vîdeo,albûm û her cure daneyên we werin dizîn.

11-Ger kompîtura we ji nişka ve hilweşe û nexebite..

12-Agahiyên we werin jêbirin bizanibin ku sîxurek ketiye jiyana we.


CUREYÊN BERNAMEYÊN SÎXUR

Bernameyên sîxur di nava 5 kategorî de hatine binavkirin..

1-Hespê Truvayê (Trojan): Hemû agahî,dane û dosyayên we bi dest dixin.

2-Sîxurên Gerokan: (Eyarên Gerokan diguherînin.)

3-Sîxurên Reklaman: (Reklaman datînin kompîtur û serrûpela we.)

4-Sîxurên Klavyeyê: (Agahiyên tuşên klavyeyê qeyd dikin û didizin.)

5-Sîxurên Şebekeyan: (We endama/ê malperên bipere dikin û bi vî awayî perê we didizin.)

Ez ê niha behsa hinek sîxur û taybetiyên wan bikim…Li gor şîrketa Webroot’ê sîxurên ku herî zehf tên bikaranîn ew in:

1-Trojan (Hespê Truvayê): Di nava bernameyên sîxur de yên herî xeternak ev in.Trojan hemû agahiyên we bi dest dixin û bi kar tînin.

2- CoolWebSearches(CWS): (Korsana Gerokan): Ev sîxur wekî korsanekê eyarên GEROKA we li gorî dilê xwe diguherîne û nahêle ku hûn herin malpera nivîsandî û pêwîst…Hemû eyarên gerokê xera dike,we şaş û metel dihêle…Ger hûn formatek nevêjin kompîturê hûn nikarin dîsa GEROKÊN xwe bi normal (asayî) bi kar bînin…

3- Gator(GAIN):Ev sîxur bi dewamî reklamên malperan datîne rûpela we ya sereke û nîşanî we dide…

4-180Search Assistant:Ev jî wekî Gator reklaman datîne serrûpela we.

5- ISTbar/AUpdate:Ev sîxur eyarên GEROK û serrûpela we diguherîne.Ji bo berjewendiyên şirket an jî malperan reklaman datîne.

6- Advence Keylogger: (Şopkera Klavyeyê): Ev sîxur pir xeternak e.Agahiyên tuşên klavyeyê berhev dike û didize.We çi nivîsandibe qeyd dike.

7- TIBS Dailer:Ev sîxur we dike endamên malperên bipere.Bi vî awayî hin kesan ji ser ve pereyên pir mezin qazanc dikin.Fatureya we 50 TL be dikin 5000 TL. Ger tiştekî wisa were serê we bi teqez serî li dadgehê bikin ku sûcdar werin tesbîtkirin û girtin.

8- Hot as Hell:Ev sîxur jî wekî TIBS Dailer we dike endamên bipere û fatureya we ya telefonê zêde û giran dike.

9- BlazeFind: Eyarên Geroka we diguherîne û we dişîne navnîşana www.blaze-find.com ê.

Her vebûna GEROKÊ de ev malper rastî we tê.

10- Internet Optimizer: Ev sîxur jî eyarên geroka we diguherîne û we dişîne navnîşana www.internet-optimizer.com ê.

EM Ê KOMPÎTURA XWE ÇAWA BIPARÊZIN

Ger hûn naxwazin bernameyeke sîxur têkeve kompîtura we û agahiyên we bidize an jî xebata pergala we asteng û xera neke divê hûn bernameyên antî-sîxur bi kar bînin.

Li gor min bernameyên herî baş ew in:

-Spyware Doctor: Bernameyeke bipere ye,divê hûn ji bo bikaranînê lîsansek bikirin.

-Spyware Terminator: Bernameyeke bêpere û belaş e,lîsans pêwîst nake.

Hûn dikarin bi van bernameyan, bernameyên sîxur asteng bikin an jî ji kompîtura xwe yên heyî rakin.

Nivîskar:Occo Mahabad
e-peyam:[email protected]
malper: http://www.bernamegeh.net/
Top