• Monday, 06 May 2024
logo

Destora nû ya Tirkiye û çareseriya pirsa kurdî

Destora nû ya Tirkiye û çareseriya pirsa kurdî
Di van çend salên dawî de, yek ji babetên siyasî yên sereke li Tikriye, pirsa amadekirna destorek nû û demokratîk e. Bi dehan salin, kurd li benda vê yekê ne. Jibo wê tekoşînên mezin dayine û didin.

Destora demokratîk, pêwiste du curên mafane, nas bike û bipareze :

I. Mafên ferdî jibo hemo hemwelatiyan: Mîna mafên siyasî, civakî, aborî, bîrobawerî, azadiyên giştî, mafên mirovan, wekheviya jin û mêran, wekhevî li hember qanûnê…

II. Mafên hevbeş ( kolektif) : Evane jî mafên bingehînin, nasnameya kêmnetewan nasbike û rumetê bo wan digire. Ev yeke jibo gelê kurd giringtirîn pirse. Ji ber binasên siyasî, demografî, tarîxî û curafî, gelê kurd, bi çu gurubên din yên etnîkî li Trkiye, na hête muqayesekirin.

Pêdviye ku destora nû xwe ji zêhniyet û cewherê destora 1982 bişot. Lewma ew bi resmî newtewperestiya Ataturk, (bend 2) dikete bilindrtîn nirxa qanûnî. Dewlet kiriye dewletek neteperest.

Dewleta ku netewperestiyê bikete bilindtirîn nirexa destorî û bikete cavkanî jibo rewatî û ne rewtiya gotin û kirinên hemwelatiyên xwe, ni kare bibe dewleta demokratik, ni kare bibe dewleta hemû gelê xwe. Ew bes dibe dewleta ideolojiyekê, ya beşekê ji hemwelatiyan.

Jibo ku ev herdu curên mafan, bêne rumetgirtin pêwiste ku benda-2 (netewperestiya Ataturk) û bend-3 (yekzimaniya dewletê) yên destora 1982, di destora nû de cih negirin. Eger ne, metnê vê destorê nûbe jî, dê bi zêhniyeta kevin bête amadekirin, ew jî wek yên berî xwe, pirsên bingehîn çarerser na ket.

Destorek demokratik, bûye daxwazek mili li Tirkiye, lê gelo destora nû dê bi çi zêniyet, bi çi bîrûbawerî bihête amadekirin û pejirandin, gelo dê metenek nû bi zêhniyetek nû bihête amadekirin, yan metenek nûjen bi zêniyetek kevnare.

Ev yeke imtihanek mezine ji bo deşilatdariya AK Partiyê û jibo partiyên muxalefê jî. Herwesa jibo terefê Kurd jî, bo BDP û Parti, saziyên siyasî û komelên kurd jî.

Sistemê destorî yê bimerc
Jibo her sistemek destorî yê demokratîk fere ku di gel herdu curên mafanên li jor behs kirî sê merc hevin:

Destora rastiyane, ( realist):
Destora rastiyane, rumetê didete rastiyên siyasî, civakî, çandi û dîrokî. Mafên ferdî û yên hevbeş, (kolektif) li ser bingehêt rastiyane nasdiket û diparêzît. Destor, dewletek nejatperest û netewperst na afirînît. Bi belevajî , rêbazek adilane diafirînît, bi saya wê hemû ferd û kêmnetewên hemwelatiyên dewletê dibin dewletperest û rumeta qanunên wê dikirin.

Zêhniyeta demokratik:
Fere ku zêhniyetek ku rumeta van rastiyan bigirît, di asta destgehên dewletî de, û di hemu qunaxên perwerdekirinê de bibite hakim. Destorek baş û bi rêk dihête afirandin bi zêhniyetek demokratik, nûxwaz, nûpejêr ( nûqebûlker) ku xwe ji fantazmên kevin xilas biket.

Şirovekirin û bi karanîna desrorê:
Pêwiste ku şirovekirin û bi karanîna destorê, gora carcoveya mafan û hewcehîyên civakî, siyasî, çandi û aborî bihête kirin, wê çarcuvê berfiref bikin ne teng û qelsbikin. Eger ne dê bidehan salên din jî derbaz bibin lê demokrasî û istiqrara siyasî û civakî bi cih nabin.

Mixabin ev bû pirtir ji du sed salan, ku bizav bo destorê berdewame. Dewletê pir metnên destorî bi navên cudacuda ceribandîne, lê ta îro kêşa destorê li Tirkiye bi dawî ne hatiye : Sened-i İttifak,1808; Tanzimat Fermani (Gülhane Hatt-i Hümayunu),1839 ; Kanun-i Esasi, 1876 ; Teşkilat-ı Esasiye Kanunu’nu,1921 ; Yeni Teşkilat-ı Esasiye Kanunu,1924 ; 1961 Anayasası,1961; 1982 Anayasası,1982.
Tirkiye tecribên mezin derbazkirîne, ta çi derecê ew dê bandora erênî li ser destora sala 2012ê bikin? Birêz Receb Tayip ERDOGAN, pircaran ifade kiriye ku hukmeta wî dê destorek demokratik çêket. Bêguman ew di serî de erka partiya desthilatdar e, ew herwrsa erka partiyên muxalefetê ye jî.

Pêşniyarî :
Amadekirina destora nû li Tirkiye, delîvek giring e jibo ku gelê kurd li Bakur bi tubahî (itifaq) daxwazên xwe di pêvajoyek demokratik de amade bike. Bawer dikim ku baştirîn şêwe jibo binecihkirina vê erkê:

Parti û saziyên siyasî yên kurdên bakûrî herwesan komalên civakî û hejmarek giring ji kesatiyên qanunnas bi taybetî destornas, kesatiyên zanyar û bitecribe di warên cudacuda de, (dîrok, siyaset, diplomsî, karmendî, din, civata medenî ), kongrekî berfireh jibo daxwazên Kurdan pêkbînin.

Di encamê de, kongre, konseyek bilind hilbijêre û erka amadekirina daxwazên Kurdan bo amadekirina destorek demokratîk bi spêrine vê konseyê.
Federalism bashtirîn careseriya siyasiye jibo pirsa gelê Kurd li Tirkiye.
Kurdên bakur, pêwîste bi Cenabê Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bishêwurin, dîtinên cena wî wergirin.
Li gora rewşa Tirkiye û kirîterên demokrasiyên ewropî ku Tirkiye dixwaze bibe endam, pêşniyarên gelê kurd yên ku pêwistin di destora nû de bi cihbibin, amade bikin û peşkêşî Meclisa Mazin a Netewiya Tirkiye (TBMM) û pêşkêşî raya giştî bikin .

Dr. Mosa Keval
Mamostayê Têkiliyên Navdewletî
Zankoya Selaheddin – Hewlêr
Top