• Thursday, 02 May 2024
logo

Careke din

Careke din
„Nezan dişibe dahola şer, dengê wî gurr e, lê hundirê wî vala ye.“
(Sadî)
Careke din!
Kurdistan ne milkê bavê we tirk, ecem û ereban e!
Ji vê peyivê guhareke zêrîn çêkin û bixin guhên xwe. Bi çi sifet, bi kîjan maskê maskekirî be rûyên we û mayîna we çiqas dirêj be, bila be, hun dagirker in li Kurdistanê. Hêzên biyanî ne. Hêzên xirabiyê. Hêzên mendele û talanê, kuştin û îdamê! Hêzên tirsê. Sifatê we ev e. Emelê we jî.
Binihêrin, dewletên we tirk, ereb û ecaman, ev hezar sal in rojhilat di çi tarîtiyê da hîştine.
Welatên ku zemanekî kaniyên şaristaniyê bûn, çawa noqê binê deryaya nezanî û cahiltiyê kirine.
Jixwe nezan ditirsîne, lewma her li dahola şer dixe, bi gurregurr e.
Ji wê gotina Sadî jî guharek çêkin ji bo guhê din. Xwesma hun faris.
Bi taybetî hun tirk, ji ciyên dûr û çavbirçî, dirinde û hov hatin vî welatî, bi hezar rûyên siyaset, derew, dek û dolabê. Niha hun bûne têrên vî welatî, xwediyên wan welatan?
Ne tenê Kurdistan, ew welatên ku hun tê da rûniştine û we ew dagir kirine, qet ne yek ji wan, ne milkê we ye, we ew dagurtandine kirine milk!
Hun viya baş dizanin. Belkî hezar car ji we ra hatiye gotin, ku hun hov, birçî û şerût in.
Ez careke din dubare dikim.
Û hez dikim gotina Hafizê Şîrazî ji dîwana wî bînim bîra we:
“Helal be ji wî tirkê çavbirçî ra, hirqeyeke min a lîmelîmeyî hebû, çav berdayê wê jî bir!”
Kengê nivîsiye Hafiz vê hevokê?
Tam jî di zemanê ku bav û kalên we nû hatibûn rojhilata navîn, bi şûr û mertalan qir û talan dikirin!
Ji wê rojê heta îro çi hat guhertin?
Tenê tiştek; welatekî kete şûna hirqeya lîmelîmeyî!
Vaye we dîsa hevkariya xwe ya kolonyal deraniye holê; dewletên we tirk û îran devên top û tankan li çiya û deviyên kurdistanê girêdane. Bi fîloyên balafirên şer xwe berdidin ser çiya û gundên Kurdistanê, wan dihejînin. Ji du aliyan va hun lê hatinê.
We daye peyê çend keç û xortên azadîxwaz, agir li wan dibarînin.
Ew zarên ku bi destên tazî hildikişin wan zinarên tûj mîna kêr.
Ji bîr mekin ku, ew keç û xort zarên milletekî ne. Rêhên wan ji binê wan çiyan dipikişve û dişaxe.
Belkî bi tonan bombeyan hun wan çiyayan hinekî bihejînin, lê hunê nikaribin bihilşînin û zept bikin!
Çiya jî mîna daran in çiqas bihejin, ewqas fêkî didin.
Ji Îskender ra nebû milk ew warên bilind, ji we ra hîç nabe.
Xwe nexapînin ku “hun hezar sal in li wir in.”
Hezar sal in, bêyom û biyanî ne hun li wir!
We miletekî hildaye nava çerxa gef, tirs û hîleyên xwe û mîna berê hun dixwezin desthilat bin?
Kal, pîr, xort, jin, zarok, ajal, heta dar û berên Kurdistanê nema ku we nekûşt, qir nekir, bav li ber çavên kur, kur li ber çavên bav bi dar va nekir! Neşewitand û tine nekir!
Jehrên kîmyewî bi ser wan da nebarand!
Ar û namûsa miletekî, rûmeta wî ya mîllî ye.
Ji bo ku ev rûmet çênebe di nav kurdan da, we çiqas pê lîst? Serî li çendîn dek û fenên „biratiyê“ dan? Bes ku kurd nebin birayên hev, çi fesadî ji destên we hat we ew texsîr nekir. Kurdan li dijê kurdan bi kar anî. Wan bi hev dan kuştin.
Hun dema çûn kuştina aliyekî we yên din bêdeng kir!
Û hîle û zulim!
Hun ji hîle û zulimê têr nabin, ku ji Qesrê Şirînê vir da li ser kar e.
Anektodeke biçûk:
Di dema serhildana Agiriyê da jî we gelek hêvî û hevkarî dabûn hevûdu.
Hev şad û bextewar kiribûn, bi serên jêkirî yên şerwanên azadiyê.
Nav û cî niha baş nayê bîra min; yek ji wan serênjêkirî li ber çavên xelkê avêtibûn ber lingê dayikeke kurd, daku tirs û xofê di dilan da bi cî bikin. Wê dayika kurd paxafê bi zulima we nekir. Xwe neavêt ser serêjêkirî yê kurê xwe, agirê dilê xwe û şayiya li bîbikên we vemirand negiriya û nekir qareqar. Bi serê pozika lingê xwe di serêjêkirî yê kurê xwe da gerand û gote we:
„Berxa nêr bona kir!“
Dayikên kurdan agirên dilên xwe vemirandin, agirê azadiyê geş kirin.
Li kêleka yên nêr berxên mê jî şandin dîlana azadiyê. Herî baş ew dizanin:
„Ji azadiyê bi rûmettir ti tişt nîne!“
Hun li dahola şer dixin. Ew li tîlîliyan. Bi tîlîliyan cangoriyên xwe radikin.
Agirî, ji serhildana agiriyê vir da serhildan e û her agir digirî!
Û her rêya aqil û aramiyê nîşanê we dide.
Ji kîjan aliyên kurdan va dibe bila bibe, xwe nexapînin bi vegerên zîhnî yên ber bi aliyên we va.
Bi vê xapînokê gurrmînî ji daholê neyînin.
Xwe ji ber pîrozweriya azadiya miletekî dayinin aliyekî, li pêşiyê nebin asteng û bend.
Çimkî azadiya Kurdistanê wê qeyd û bendên dest û pêyên we jî vebike.

avestakurd
Top