• Saturday, 04 May 2024
logo

Şîroveya qesîdeya “Ey nesîmê sibehê” ya Mewlana Cizîrî

Şîroveya qesîdeya “Ey nesîmê sibehê” ya Mewlana Cizîrî
Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê
Sed selaman bigehînî ji me wê lebşekerê

Bayê sibehê! Ricayeke min ji te heye. Çi dibe dema di berbanga sibê re rêya te li diyarê dilbera min a ko lêvên wê mîna şekerî ne ket, tu ji aliyê ve min sedan selaman lê bikî..

Nêrgiza nazik û ter neyşekera mest û xumar
Dêmdur û le’lileb û muhteşem û mu’teberê

Ez nizanim tu dilbera min dinasî yan na? Ji bo ko nas bikî û selamên min bi şaşî li yekî din nekî ez ê hinek wesfên bedew yên wê dilbera xwe ya şêrîn bo te bêjim. Birastî bejnûbala wê mîna wê nêrgiza terr e û mîna şitla qamişa şekir e. Meşa wê ya delal mîna ya serxweşan e. Şewqa ko ji hinarokên rûyê wê diçe mîna duurê ye. Sorahiya lêvên wê mîna le’lê ye. Ew bixwe heta tu bibejî ewreng e, muhteşem e. Herweha xudan-xatir e

Bisk û gîsû ji herîr in qeseb in turre û zulf
Ne ji kafûr e beden xal-i ji miskê teterê

Bisk û keziyên wê mîna hevrîşmî ne. Tayên zulfê wî mîna tayên zêrî ne. Sipîtayiya laşê wê neko hema mîna kafûrê tenê ye; gelik ji wê sipîtir û nermtir û xweşiktir e. Ew nîşana ko li ser rûyê wê ye jî hem ji aliyê zêdebûna reşatiyê ve hem jî ji aliyê xweşîtahiya bêhnê ve tu dibêjî qey miska Teterîstanê ye.

Dêmibedr û aniyê zulfê li ser bûne helek
Erqeman helqe û ger dane li dewra qemerê

Dêma wê mîna heyîva çardeh-şevî şewq jê diçe. Zulfên wê li ser enîya wê bûne xelek Keziyên wê yên di reşatiya xwe de dişibin marê reş li ser ruyê wê yê mîna heyvê ye, fetil dane xwe.

Asitanî û şibak û kulek û pencereyan
Da bi miskînî û zarî tu bibûsî di berê

Bes ricayeke min ji te heye ey bayê sibehê! Dema tu ji bo silamkirinê gihîştî wê qesra ko dilber têda rûniştiye pêwîst e tu rêzeke bêqusûr jê ra bigrî. Divê serê pêşî tu xwe têxî rewşa xîzan û miskînan û bi wî awayî derîzan û şibak û kulek û pencereyên wê maçî bikî.

Tozekê bîn bi xwe ra ta bikirîn kuhlê beser
Li terîqa qedema dilber-i wê rehguzerê

Ricayeke din a min ewe ey bayê sibehê, piştî ko te silamên min lê kir û te xwest ko tu bi şûn de bizivirî zinhar ji bîr neke ko tu ji wê axa ko dilbera min li ser de hatî çûyî hinkê bi xwe re bîne, da em wê axê weke kil têxîn çavê xwe.

Da bibînî senema min tu bikîn xwe bide xet
Bike telxîs-i cewabê me ji vê muxteserê

Herweha daku bi minasebeta teslîmkirina vê nameya min tu wê senema min a ko ez ji bedewiya wê re perestiyê dikim bibînî. Hem jî tu bersiveke kurt ji destê wê yê bimbarik bo nameya min bînî.

Lew ko pir şefqe didêrit kerem û lutf û kemal
Ah ji dest remz û surên wê dur û gewher-xeberê

Haya min jê heye ko dilovaniya dilbera min pir zêde ye; kerema wê û lutf û kemala jî nayê hesabê, ji ber wê çendê ez hêvîdarim ko dê nameya min ya ko kul û derd û gilîyê min tê de hene bandoreke welê lê bike ko pirsa halê min bike. Ah û sed keser bo wan remz û îşaretan, bo wan sir û razên wê dîlbera gewher-xeber.

Ma bi zehrê şekerî dost-i bixwînit carekê
‘Erdihala ko nivîsî me bi xwîna cegerê

Ez nizanim gelo mimkun e dilbera min carekê tenê jî be bi wî devê xwe yê şirîn daxwaznameya min bixwîne; ew daxwaznameya ko min bi xwîna cegera xwe nivîsandîye.

Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn
Da me mehrûm-i nedêrî tu ji lutf û nezerê

Bayê sibehê, vaye naveroka nameya min eve ye, baş guhdarî ke.
“Ey dilbera min, haya min jê heye û ez dizanim ko tu xwediye kerem û lutfê yî. Ez jî ji wê kerema te dixazim ko tu şefqetê li me bikî û tu me ji wê lutf û nezera xwe bêpar nekî.

Bi Xwidê qet te di dil da ji Xwidê tirs-i nehin
Dikirî zulm û cefayê tu li min vê qederê

Dilbera min, ez bi Xwedê sondê dixwim ko ji vê zulm û cefaya zêde ya ko tu bi min dikî tiştek aşkere dibe, ew jî eve ye: Di dilê te de tirsa Xwedê tune ye. Eger di dilê te de tirsa Xwedê heba te dê ev zulm û cefa li min nekira.

Ez bi wê qamet û bejnê li te sondê dixwirim
Bes ke ey padişeha min li esîran xederê

Padîşeha min, ez nizanim haya te jê heye an na; lê qamet û bejna te ya bêhempa li ba min pirr biqîmet e. Ez jî bi wê qamet û bejnê sondê dixwim û bi wê sondê ji te tikayê dikim ko tu êdî dawî bi wê xederkirina esîrên xwe bînî. Ew esîrên bedewiya te ko ez jî nav wan de cî digrim.

Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne ‘eceb
Me di dil da heye narek ko disojit seqerê

Dilbera min eger ji ber wan axên ko ji nava dilê me derdikevin seranserê dinyayê bûbe agir û dû û bişewite ev neecêb e. Lewra di dilê me de agirekî welê dijwar heye ko eger ew agir êrîşî seqerê bike, bawerim dê wê seqerê bişewitîne.

Ne bûyîne ne dibin wek te şepalê di cehan
Kê dîn mislê te sîmînten û zerrînkemerê

Dilbera min, baweriya min heye ko di vê cîhanê de yekî wekî te bedew çênebûne, herweha di pajerojê de jî bawerim yekî wekî te dê derneke ser rûyê vê erdê. Kê yekî weki te beden-sipî ya zîvîn û kember-zêr dîtiye.

Paş-i wan gezmeyê çehvên te Mela pê kuştiyî
Ma xedeng in dikirin qet li me êdî eserê

Dilbera min bêguman sedema kuştina Melê ew tîrên ko ji awirên çavên te derdiketin in. Pişti ko wan tîran Melê kuşt, ma hêdî mimkun e ko hin tîrên dî te’sîrê li me bikin?

Ferhengok:

Nesîm: Ew baya ko hêdî hêdî tê û li mirovan xweş tê.
Mecal: Wext, dem
Leb-şeker: Ya lêvên wê mîna şelerî şêrîn
Xumar: Sersemiya ko ji serxweşiyê tê.
Gîsû: Kesî
Herîr: Hevrîşim,
Qeseb: Tayê zêrî/zêrîn
Turre: Gulî
Erqem: Ew marê reş yê sipîtahî têde (ango kezî)
Qemer: meh, heyîv
Asîtan: Şêmûg, derîzan
Telxîs: Kurtasî/kurtasîkirin,
Muhteser: Kurt
Zehr: Dev
Nar: Agir.
Seqer: Dojeh
Simîn-ten: Laş-zîv, ya laşê wê mîna zîvî sipî,
Gezme: Tîr
Xedeng: Tîr
Top