• Sunday, 24 November 2024
logo

Veguhêrîn

Veguhêrîn
Veguhêrîn (die Verwandlung, The Metamorphosis) navê çîrokeke Franz Kafka ye (1883-1924).
Yên ku Kafka xwendine nas dikin. Nivîsakar vê çirokê di sala 1912 an de nivîsiye.
Ev çîrok ciyekî xwe yê sereke heye di nava berhemên din ên Kafkayî da.
Navê lehengê çîrokê Gregor Samsa ye.
Memûrekî biçûk e Gregor, malxoyê malê ye û hemû barê aborî yê malbatê li ser milên wî ye.

Veguhêrîn ji sê beşan pêk tê:

Beşa yekem: Gregor Samsa rojek ji rojan piştê xewn û kabosên erjeng ji xew şiyar dibe û xwe di şiklê kêzikekî hemamê da dibîne. Bi vê veguhêrînê hemû jiyana wî serobino dibe.
Dixweze here kar nikare. Li şûnê, bavê wî mecbûrê xebatê dibe.
Hewl dide hest û ramanên xwe yên berê yên însanî bêje, bipeyive, nikare! Ziman lê venagere.
Ew her çiqas carinan xwe mîna Gregor hîs bike jî, lêbelê ew êdî ne Gregor û ne jî meriv e.
Gregor piştê wan xewn û kabosan veguhêriye kêzikek bi qasê merivek mezin.

Ew êdî di şiklê kêzikekî hemamê da ye:

Kêzik Gregor bi dîwaran va hildikişe, di tewanê odeyê da dimeşe, dadikeve qul û bûcaxên odeyê.
Li ser nivînan carinan li binê maseyê serpişt dikeve, şeş lingên xwe li hewayê dihejîne, li ba dike, dixweze lê dike nake nikare xwe rast bike. Tam di kêliya ku hişk be û biçe, her carê xwîşka wî tê
ew rast dike, Gregor jî careke din doç dibe û dimeşe li nava odeyê.

Beşa duyem: Tek kesa ku li Gregor miqate dibe xwîşka wî ya Grete ye. Ji ber ku Gregor zemanekî alîkariyekî mezin daye Greteyê daku di konservatûarê da bixwîne. Grete jî xwe deyndar hîs dike û li Gregor miqate dibe. Odeya wî paqij dike, xwarin û vexwarina wî didiyê.
Li rojên destpêkê baş li kekê xwe dinihêre.
Paşê nikare lê binihêre û eleqeya Greteyê jê ra kêm dibe.
Rojekî şûşeyekî ji refê bi ser da dikeve û ew giran birîndar dike.
Rojtira din bavê wî ji hêrsê sêvek davêjiyê û careke din dibe sedemê giran birîndariya wî.

Beşa sêyem: Birînên Gregor her diçin girantir dibin û nikare êdî xwarin û vexwarin hilde.
Belê di heman odeyê da ne lêbelê ew û malbat êdî bi tevayî ji hev qetiyan e.
Malbat wî terkê mirinê kiriye, ew li benda mirinê ye.
Malbat di krîzeke kûr da ye. Ji bo îdare ya aboriyê odeyeke mala xwe didin kirêyê.
Kirêciyê wan rojekî ji deriyê vekirî yê odeya Greor dinihêre û Gregorê kêzik dibîne.
Kirêcî gef bi malbatê dide ku ew ê vê sirê ji her kesî ra bibêje, heke ew kirê jê bisitînin.

Sibetira wê rojê Gregor dimire û xizmetkara malê laşê wî ji holê radike.

Kafka di bin zextên bavekî despot da mezin dibe.
Zor û zextên bavê wî bandoreke qewîn çêdike di nivîsandina çîroka Veguhêrînê da.
Jixwe xwe vedibêje Kafka di kesayeta Gregor da.
Ev bandor di her sê romanên wî yên nîvçemayî; Daraz, Şato û Windayê da jî li pêş e û di van da jî xwe vedibêje Kafka.

F. Kafka ne bi peyivên deyînkirî xwe berdide deryaya wêjeyê û ne jî mîna dizekî dikeviyê û wê diterikîne. Ew ne bi teqlîd, reklam û xelatan, ne jî bi pesn û seneyan dibe Kafka.
Berevacî bi terza xwe ya „Kafkawarî“ dibe yek ji kevirên xîmê wêjeya cîhanê.
Heta piraniya nivîsên xwe teslîmê hevalê xwe Max Brodî dike, daku piştê mirina wî werin şewitandin. Lêbelê Max Brod lê „xayîntiyê“ dike hemûyan diweşîne.

Çima kafka?

Çimkî ji bo min; ew vegotina êşa bêderman a rûhî ya veguherînê ye.

Belê rast e; tecrûbeyên jiyanê meriv dikemilîne, mezin dike, di bîr û baweriyên meriv da guherînan çêdike. Lê ne veguhêrîn ku meriv bikeve şiklê mexlûqekî din.
Neku ji çermê xwe derê bikeve nava çermekî din û bişibe kêzikê Kafkayî.

Kafka romana xwe ya Daraz di nava heşt saetan da temam kiriye.

Ezê mîna kaniyeke miçiqî ev heşt saet in mijûl im bi vê nivîsê ra.

Heddê xwe dizanim; xwe naşibînim Kafkayî!

Lê her carê ku kêzik zêde dibin û ez dimiçiqim, gujîna vê pirsê ye di serê min da:

Gelo vediguhêrim kêzikekî?

(avestakurd)
Top