• Tuesday, 30 April 2024
logo

Zênkor

Zênkor
kesê ku zimanê dê lê hatibe qedexekirin û asîmîle bûbe, zênkor e yan jî zênko ye.
Ferq nake!

Korbûn an jî kobûna zimên, zên û hişê mirov, herdu jî zirarê didin mejiyê însên, fonksiyonên wî tengav dikin û heta dirûxînin jî.
Tenê çav kor, kêr ko nabe.
Zên, ziman, hiş û heta raman jî kor û ko dibin. Korbûna vana derdekî girantir e, ji yên çavan!

Ji bo dîtinê; tendirûstiya mejîyî girîng e, ne ya çavan. Gelek kesên xwediyên çavên kor hene, her yek di warê xwe da hostayên mezin in, di warê zanist û hunerê da qabiliyetên navdar in.

Tevgera têgîn û pêvajoyên deng, bihîstin, peyivîn û ramîn di mejiyê însên da yekîneyeke organîk a jiyanê ye, ne ku bi tesadûfî li pey hev rêz bûne:

„Ew dengê ku xweza wî dibêje, zara guh wî diwêje, mejiyê însan wî dipêje
û devê însan wî dibêje..“ (*)

Xiravbûn yan jî rûxandina yek ji wan dê zirarê bide hemû yekîneyê û fonksiyonên resen ên ramana mejiyê jî wê ji holê rake, wê bibe sedemê zênkor û fêmkoriyê.

Zênkor di heman demê da fêmkor e jî.

Kesên zênkor di nava hîpnozê da ne, kesên hîpnozkirî fêmkor û dûr ji rastî û realîteyê ne.

Psîkolojî ji bo kesên hîpnozbûyî yan jî em bêjin xewger hîşyar bike û wan bi rastî û realîteyê ra bine cem hev, dîsa metoda hîpnozê bi kar tîne. Wan di xew ra dike, pirsên di derbarê paşeroj û pêşerojê li wan dike, daku wan vegerîne nava dema ku ew tê da dijîn.

Sîstemên mîna ol, dewlet û îdeolojî hîpnozker in. Bîat û îteatê dixwezin.

Ji bo berdewamiya berjewendiyên xwe her berdewam in li hîpnozê.

Sîstemên wan çiqas ku piraniya civatê hilîne nava hîpnozê dê ewqas dûr û dirêj jî bijîn.

Yanê civat çiqas zênkor û xewger be, desthilatên wan sîsteman jî ewqas hişiyar in.

Zênkorî, hîpnoz li dijê û berevaciyê jiyana baqil e.

Zênkor qîmet û rûmetê nade kesayeta xwe. Ew pûte bi xwe nade û xwe wek hîçek dibîne.

Jiyana di nava zênkoriyê da îxanet e, li jiyana baqil û bi hişmendiyê.

Lêbelê meriv vê îxanetê ferq bike û ji bo jêrizgarbunê hewl nede û gav navêje îxaneta duyemîn li kesayeta xwe dike. Li vir zênkor ne tenê ji realîte û rastiyan direve, ew herwiha ji wan ditirse jî.

Aqilê zênkor pasîv û xewgerok e. Şaşiyên xwe qebûl nake û guh nade balkişandin û hişiyariyan.

Xwe nade ber zehmetiyan û wisa jî ji rizîkohildanê direve.

Aqilê zênkor nikare hilberîne yan jî bi gotineke din ew xesandî ye.

Ne xwediyê raman û têzek e ku ji aliyê wê/wî va hatibe afirandin. Ew tenê dikare mîna zênkorek raman û têzên ku ji ber kiriye dubare bike. Dibe ku ev tiştê jiberkirî carinan duayek, carinan dersek, carinan çend dirûşmek an jî çend qalibên îdeolojîk bin.

Kevir çawa devê kêrê, şûrê ko bike, tiştên jiberkirî jî wisa ramanê, zênê ko dikin.

Kesên zênkor, hîpnozkirî li jiyaneke „otomotîk“ girêdayî ne. Mîna robotekî programkirî, her dem heman tiştî dikin. Yan jî mîna pîlaqekî, CDyekî xiravbûyî dê heman stranê bibêjin.

Jiyana bi program û bi rêk û pêk, robotekî programkirî du tiştên ji hev cûda ne.

Em keseke/î ji civatê bînin ber çavên xwe ku her roj eynî tiştan bike û eynî tiştan bibêje û 70-80 salên xwe bi heman tevger û gotinan derbas bike, dê çi hilberîneke zênê, aqlê ji wê/wî kesê derê?

Hîçeke mezin!

Civat ji kesan pêk tê, kesên zênkorî û efsûnkirî tê wateya civata zênkor û efsûnkirî jî.

Civatên zênkor û efsûnkirî tenê kêrê berdewama sîstemên navborî tên.

Sîstemên desthilat pêdivî bi civatên zênkor û hîpnozkirî heye.

Li kêleka ol, dewlet û îdolojî, teknîk jî îro alîkarî û hêzê dide zênkorkirin û hîpnozkirina civatê.

Vêca em li cîhana me ya îroyîn binihêrin, em ê bi hêsanî vê bêjin:

„Civatên cîhanê zênkor in!“

....

Min bi zimanê dê dest pê kir û ez dixwezim bi wî jî berdewam bikim.

Sîstema perwerdeya tirkî zarokên kurdan ji sê aliyên sereke va zênkorî dike û hiltîne nava hîpnotîzmayê: 1. Qedexekirina perwerdeya bi zimanê kurdî û bi vê riyê cîbicîkirina asîmîlsyoneke misoger û mutleq, jiholêrakirina hiş û kesayeta kurd û orjîna kurdbûnê. Ne tenê ji aliyê zimanê va her wisa ji alîyê raman, kultur, wêje, tore û fonksiyonên din va jî tirkkirina zarokên kurdan. Ji bo pêkanîna vê armancê jî van her du sîsteman bi cî kiriye: 2. Turk-kemalîzm 3. Turk-îslam

Ev her du sîstem hev û du temam dikin li Kurdistanê.

Heke sîstemek bi ser nekeve ya din dikeve dewreyê.

Ev her du sîstem şiklen ji hev cûda xuya bikin jî ji alîyê armanc û naverokê va eynî tişt in.

Ev her sê aliyên sereke tevahiya sîstema asîmîlasyona dewleta tirk e û di serî da fermandariya artêşê, meclis, hukumat, masmedya, zanîngeh û hemû sazî û dezgehên tirk di xizmeta vê sîstemê da ne. Sîstema turk-kemalîzm ji damezirandina komara tirk heya îro tam-gaz dixebite li asîmîlasyonê. Piştê salên 60 û 70 yan bi taybetî jî salên 80 yan (ku hişyarbûn û tevgereke „netewayî“ heye li Kurdistanê) vêca sîstema turk-îslam hate hewara dewletê.

Dibistanên îmam-xetîb li pey hev ava bûn di wan salan da.

Piştê salên 80 an jî navçeyeke Kurdistanê nema ku lîseyeke îmam-xetîb lê ava nebûbe.

Ev jî têr nekir li her taxên bajarekî Kurdistanê bi navê „kursên quranê“ ocaxên tirkkirinê hatin vekirin. Pêra hejmara sebî û zarokên kum spî û ser bi tûrban herku çû zêde bû li kuçeyên welêt!

Di yên kemalîst da bi riya cumhuriyet û kemalîzmê, di yên îmam- xetîb da bi riya din û îslamê zarokên kurd ji zimanê xwe yê dê, ji kok û rehên xwe hatin qetandin û hatin tirkkirin.
Yanê hatin hîpnotîzekirin, zênkorkirin!

Hem jî bi tabû, rê û rêbazên zirav.

...

Zarokên ku dibistanên turk-kemalîst, turk-îslamê diqedînin çiqas bi ser ketîne di jiyanê da?

Çend ji wan ên derçûyên lîseyên kemalîst û îmam-xetîb bi „serketîne“ di îmtihanên ûnîversîteyê da?

Ew zarokine çiqas bi zimanê tirkî „baş asîmîle“ bûbin jî, çend ji wana di zanîngehan da bi cî bûne?

Di zemanê min da ji sedî 2-3 nebû, baş nayê bîra min, bila niha ji sedî 5-10 be .

Yên din ku ordiya bê kar û betalan jê wan çêbûye, bi ku va diçin? Çi bi serê wan tê? Bi çi mijûl in?

Yên ku „bi ser ketine“, ûnîversîte qedandine, çend ji wan zênvekirî ne, afirîner in û hay ji xwe hene? Gelo çend ji wan bi kurdî dizanin û asîmîle nebûne? Çend ji wan bi kêrê civata xwe tên?

...

Em berdewam bin li boykota hemû sîstemên wan ên perwerdeyê û jimara zênkorên xwe zêde nekin, gelo dewleta tirk ê bi ser me da were?

Ma nayê?

Hem jî bi hemû hîpnozekiriyên xwe!

(*) Uçaman, Abdurrahman, li ser etîmolojîya zimanê kurdî çend gotin, Kovara Bîr, hejmar:12, 23 Mijdar 2010

(avestakurd)
Top