• Tuesday, 30 April 2024
logo

Pixût

Pixût
(Introversion) taybetmendiyeke kesayetiyê ye. Bi gotineke din bergirtin e.
Yanê xwe di nava xwe da, di derûniya xwe da girtin e, yan jî dîlê cîhana xwe ya hundirîn e pixûtî.
Berevaciyê vê jî kelecanî ye, (Extraversion) bervekirin e. Yanê kes atraktiv û çalak e.
Sirûşt, derûdor bala kesên pixût nakişînin. Çêj û wateyên jiyanê jî her wisa.
Kesên pixût bi derûdorên xwe re têkiliyan pir zehmet datînin. Ji têkiliyên hevaltî û dostiyê direvin.
Têkilî danîn û hevaltiya ev kesine jî gelek dijwar e, pisporiyê dixweze û pêdivî bi naskirina dereûniya wan heye.
Heta ku meriv bikare bi kesên wisa ra hevaltiyê bike, daku ji wê rewşa xwe derên.
Zarok dikare yan ji genên diya xwe yan jî ji yên bavên xwe pixutiyê werbigire û piştê ji dayîkbûyînê jî berdewam be li vê taybetmendiya xwe.
Lêkolînên psîkoanaltîk didin zanîn ku gelek faktorên din jî dikarin bibin sedemên pixûtiyê.
Mîna; Şidete di nava malbat û civakê da, bûyerên travmatolojîk, qedexekirina zimanê dê, pêvajoya balixiya ciwanan, tenêmayîn di pêvajoya kal û pîrtiyê da ûwd.
Yek yan jî çend ji van faktoran her berdewam bin û skalayên wan her ku biçe bilind bibe dikarin psîkolojiya geşedana meriv xirav bikin û wisa jî rê li ber nexweşiyên psîkolojîk vebikin di jiyana zarok yan jî gihiştiyan da.
Mîna halînasiyon (tiştên çênebûyî wek çêbûyî qebûlkirin), deprasiyon û agresîvîtêt, şîzofrenî (zar yan jî kal û pîr), xurifîn, xurîfîna pêşwext û gelekên din.
...
Qedexekirina zimanê dê û paşê jî asîmîlasyon ne tenê sûc û rûreşî ne, her wiha ew sedemên nexwşiyên psîkolojîk in jî. Mîqrobên xirabkirina haletê ruhiya mirov in!
Dibistaneke seretayî ya li Kurdistanê bînin ber çavên xwe: Dibistaneke asîmîlasyonê;
Saet 7 û 8 ê beyaniyê ye. 200-300 zarok ûnîformên reş yan jî şîn ên yektîp li xwe kirine, li ber derê dibistanê mîna yekîneyên leşkerî rêz bûne.
Li hember wan çend başçawîş û çawîşên „mamosta“ tûjomûjo dinihêrin. Li jora wan alaya tirk li ba dibe. Yek ji wan çawîşmamosteyan bi qêr fermanê dide: „rawest e! , amade be!”, paşê bi qêrîn srûda tirkî bi wan zarokan dide xwendin.
Ev têr nake! Paşê yek ji wan zarokên baş asîmîlebûyî, dertînin pêşiya wan zarokan û ew jî sonda tirkî (andimiz) bi heman qêr û tempoyê bi hevalên xwe dide xwarin.
Ew zarokine her beyanî dijûnê xwe didin, kesayeta xwe biçûk dixin, diperçiqînin bi wê sondê...
Ew sonda ku tije ye bi peyivên faşîst û şovenîst ên beredayî!
Piştê vê seremoniyê, dibe reperepa lingên wan zarokan û bi yek rêz bêrê xwe didin polan (sinifan)
Ev seremonî ev rezalet 80 sal e, berdewam e li Kurdistanê!
Seramonî jî têr nake, heman al, sond û durûşim bi dîwarên korîdor û polên dibistanê va jî hatine daliqandin. Ji bo ku zarok her saniye manûple bin, ji reh û koka xwe biqetin û paşê xwe mendele bikin û asîmîle bin herin. Her tişt bi fen û plan tên meşandin li wan dibistanên asîmîlasyonê.
Eynî mîna girtîgehên wan, yan jî saziyên wan in din.
Paşê 45 deqe ders. Hemû tişt bi tirkî ye. Nefes hildan û dayîn jî...
Zarok newire bi zimanê xwe yê dê bipeyive. Qedexe ye kurdî!
Binaxkirî ye di wan goristanên asîmîlasyonê da, pê re haletê rûhiya zarokan jî, zindî di gorê da ye.
Çawîşmamosta, li nav çavên wan zarokan dinihêre, mendele dike zimanê kurdî, “Kurd tine” ye dibêje; “hun hemû tirk in, hem jî tirkên heqîqî, resen! Heqaretê li kesayeta wan dike.
Paşê lêdan, dijûn, guh kişandin, cezakirin û metodên din yên pêşavtinê li pey hev tên.
Zarok di nava êş û azarê da ye. Xwe diqincilîne, berê xwe dide cîhana xwe ya hundirîn.
Mîna guleke nepişkivî, diçilmise, stûyê xwe xar dike. Ne pixût be dibe pixût!
Ne zênkor be, dibe zênkor! Ne ehmeq be, dibe ehmeq û gelek nerihetiyên psîkolojîk yên din..
Heft-heşt 45 deqe di rojê da. Ne rojek du roj, bi salan e pixût hildiberîne ew sîstema asîmîlasyonê.
Ordiyek çawîşmamoste ne salek- du sal, 80 sal in zarokên kurd dihêrin di wê sîstemê da.
Kîjan milet bûya niha 80 qiyametê rakiribû.
Ew milet, ne 80 sal, rojek jî zarokên xwe nedişand wê sîstemê.
Tiştekî ji asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê jî wêdatir.
Vîrûseke kambax, sondxariyê miçiqandina kaniya jiyanê!
Guneh û vebalê qedexekirina perwerdeya bi zimanê kurdî pir giran e.
Musebîb, gunehkar biqasê giraniya wê dê berdelên guneh û vebalên xwe bidin.
...
Em nikarin bi çend nivîs, bi çend peyivên aşîna xwe ji vê sîstema gunehkar rizgar bikin.
Heke em milet bin, me pêdivî bi pêngaveke millî heye.
Bi polîtîka û sîstema perwerdeya bi kurdî.
Dakû em bikarin zarokên xwe ji pixûtiyê xilas bikin.
Bi kesayetên pixût pêşeroj ava nabe!

(avestakurd)
Top