• Wednesday, 15 May 2024
logo

Storan Stîvinson bo Gulan: Ewropa Çav li wê yekê ye ku Pêşmerge DAIŞ bişkîne lewra guhdariya Mesrûr Barzanî dikin

Gulan Media December 5, 2014 Dîmane
Storan Stîvinson bo Gulan: Ewropa Çav li wê yekê ye ku Pêşmerge DAIŞ bişkîne lewra guhdariya Mesrûr Barzanî dikin
Serketinên hêza pêşmergeyê Kurdistanê li eniyên bendava Mûsilê û vê dawiyê li Zumar û Rebîe ew serketin bûn ku Emerîka û Ewropa û temama welatên hevpeyman şanazî pê dikirinû bi destpêka jinavbirina suhra DAIŞê li qelem didan ku wek hêzeke nayê şikandin bû, ji vê jî zêdetir bergiriya qehremane a şervanên Rojava û çûna pêşmerge ji bo alîkariya şervanan li Kobanê evqasî din cîhan ecêbmayî ew stratîjiya leşkerî bû ku bi serokatiya serok Barzanî ji bo wî şerî hatiye dariştin, vê jî derxst ku Civata Ewlehiya Nîştimaniya Herêma Kurdistanê ew dezgeha mezine ku dikare di şerê dijî terorê de balansa hêzê biguhêre û arasteya vî şerî bo berjewendiya hêza pêşmerge biguhêre, ji bo têgehiştin ji wê stratîjiyê û alîkarîkirina hêza pêşmerge, perlemana Ewropî hefteya borî berêz Mesrûr Barzanî şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê dewet kir ku li nav Perlemana Ewropa gotarekê pêşkêşke û paşê bi rêya pirsyar û bersivdanê guhdariya axaftinên şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê bikin, derbarê giringiya wê seredanê bo welatên Ewropa me ev dîmane bi Storan Stîvinson serokê berê yê şanda Perlemana Ewropa ji bo Îraqê encam da û bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da.
* Heftiya borî Perlemana Ewropa berêz Mesrûr Barzanî şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê dawet kir daku li nav Perlemana Ewropa gotarekê di derbarê stratîjiyeta şikandina DAIŞ li ser erdê pêşkêş bike, tu wek endamê Perlemana Ewropa û serokê şanda Perlemana Ewropa ji bo Îraqê, nirxandina te ji bo wê seredanê û gotara şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê di nav Perlemana Ewropa de çiye?

- Şîretkarê Civata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê wek nûnerê herêmekê hate dawet kirin bo Perlemana Ewropa ku Mesûd Barzanî serokê wê herêmê ye, lewra gereke em bi giringiya Ewropa ji bo Mesûd Barzanî li giringiya gotara Mesrûr Barzanî temaşe bikin, ew a ez tam jê bi bawerim ew e ku Ewropa pir bi çavekî mezin li Mesûd Barzanî dinêre, heta dema ku Nûrî Malikî serokwezîr bû Ewropa bi çavekê pir mezintir ji Malikî bi serok Mesûd Barzanî ve dinêrîn, sedema vê jî ji bo wê yekê vedigere ku Ewropa zane Barzanî li Kurdistanê çawa serokayetî kiriye, welatê Mesûd Barzanî deriyê xwe vekirîne ji bo koçberan û ew xelkên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê ne, herwiha li ber çavê Ewropa ye dema Mesîhî li nav Îraqê dihatin tepeserkirin û niha ku ji aliyê DAIŞê ve têne tepeserkirin, Herêma Kurdistanê çawa pêşwazî li wan kir û çawa bingeha pêkvejiyanê fereh kiriye, vê yekê jî selimandiyê ku Rojava bi sanahî dikare muamelê bi wî welatî re bike ku serok Mesûd Barzanî serokatiyê dike, wate armanca ew daweta Mesrûr Barzanî ji bo Perlemana Ewropa daku gotarekê pêşkêşbike û guh bidinê û paşê li gel baxfin di derbarê Dewleta Îslamî a DAIŞê ev gaveke ron e, ji ber ku pêşmerge selimand ku ew hêz e ya dikare rûbirûyî DAIŞê bibe, bi şêweyekî guncayî ji aliyê Rojava ve çek ji pêşmerge re hatin şandin û karîn mifayeke pir baş ji wan çekan bibînin û selimandin ku take hêza li hemû navçeyê bi Îraq û Sûriyê ve ku bikare DAIŞê bisekinîne pêşmergeye çûnkî derket ku leşkerê Îraqê ne ew e a pişt pê were rastkirin dema li çend navçeyan rastî DAIŞê hatin çekên xwe çekirin û kincên xwe yên leşkerî dirandin û bi şêweyekî şepirze reviyan. Her ev bû sedema ku niha Rojava şîretkarê leşkerî dişîne ji bo meşqkirina leşkerê Îraqê daku haziriyeke leşkerî di şer de çêkin. Mixabin şikestina leşkerê Îraqê ji ber zêdebûna mîlîşeyên şîe bû ku piştevanî li wan hat kirin û pir çek bûn û heta ji aliyê fermandeyê leşkerî yê Îranê ve hatin serkirdatîkirin. Niha hevpeyman û welatên Ewropa li wê rêyê digerin ka çawa bikarin alîkariya wan hêzan bikin ku li ser erdê dikarin rûbirûyî DAIŞ bibin, ew rê jî tenê yek rêye û gereke hemû êlên erebên sune werin yekxstin û werin meşqkirin û paşê bi alîkariya pêşmerge û bi serkirdatiya Mesûd Barzanî rûbirûyî DAIŞ bibin, ev take rêye ji bo şikandina DAIŞê, di vê çarçovê de sedem eşkereye ka bo çi Perlemana Ewropa banghêşta Mesrûr Barzanî şîretkarê Ewlehiya Nîştimaniya Herêma Kurdistanê dike û li Birûksêlê guhdariya gotara wî dikin.

* Civata Ewlehiya Nîştimanî a herêma Kurdistanê ezmûneke dûr û kûr heye derbarê şerê dijî terorê de li navçeyê bi sedema cografiya vê Herêmê, herwiha bi sedema siyaseta rûbirûbûna terorîzmê ku ji aliyê vê Civatê vê hatiye dariştin, vê jî keşeke demokrasî di ev rewşa tijî teror û alozî de li navçeyê dirust kiriye, pirsyar ew e ta çiqasî pêwîste di vî erkî de Yekîtiya Ewropa piştevaniya Herêma Kurdistanê bike?

- Ev zêdetir ron dibe ku serkirde li Rojava û di nav de Obama li Emerîka, herwiha Kamîron û Firanswa Holand û Encîla Mêrkil danpêdanê bi Mesûd Barzanî û serkirdatiya tokm a wî dikin wek baştirîn rê ji bo şikandina DAIŞê li ser erdê. Xuyaye şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê jî yekser şîretkarê Serok Barzanî ye û beşdar e di stratîjiyeta şerê dijî terorê de ku li ser erdê çawa rûbirûyî terorîstên DAIŞ dibin. Ew a heta niha xuyabûye ew e ku êrîşên esmanî ku bi şêweyekî serekî ji aliyê Emerîka ve bi hevkariya hinek welatên Ewropî hatine encamdan, rolekî baş heye li dijî DAIŞ lê bi tenê ne besin ji bo şikandina DAIŞê, pêwîstiya me bi hêza beja heye û niha jî ew hêze pêşmerge ne û di bin serkeirdatiya Barzanî de ne ku çendîn sal ezmûna şerkirinê heye û serkirdeyekî bi hêz e û em li Rojava çavê me li wê ye ku Barzanî serkirdatî û rêberatiya wî şerî bike, em dikarin bi êrîşên esmanî û pêdana çekan alîkariyê bikin lê pêwîstiya me bi serxwebûna pêşmerge û serkirdatiya dirust a Mesûd Barzanî heye daku em piştrastbin ku em dikarin DAIŞê bişkînin.

* Ew hatiye selmandin ku pêşmerge take hêz e bikare rûbirûyî DAIŞ bibe û bişkîne û wan navçana rizgarbike ku ketine destê DAIŞê, herwiha şiyan hene ku alîkarî û piştevaniya kurdên Sûriya jî bike, ku bi fermî hêza pêşmerge ber bi Kobanê ve çûn, pirsyar ew e bo çi hên Yekîtiya Ewropa çekên giran nedane pêşmerge? Ta çiqasî paş gotara Mesrûr Barzanî Yekîtiya Ewropa û Rojava wê li helwîstên xwe vegerin û hizir di wê de bikin çekên giran û nû bidin pêşmerge?

- Ez dibînim ev sedema serekiye ji bo banghêştkirina Mesrûr Barzanî bo Perlemana Ewropa, ev daxwaz kirine ji Perlemana Ewropa ku take rêye ji bo şikandina DAIŞê pêktê ji pêdana çekên giran û nû bi pêşmerge û herwiha piştevaniya locistî, ez dibînim ku ihtîma pir e welatên Ewropa bi erênî li vê daxwazê binêrin û baweriya min wiha ye wê wan çekan bi pêşmerge din ku pêwîstiya wan pêye. Em li Ewropa locîkane li rewşê dinêrin û em dudilin derbarê şandina leşkeran, em naxwazin di nakokiyeke navçeyî di nav Îraqê de tevlêbin, lê gereke bi wî şêweyî li pêşmerge binêrin ku take hêze bikare berengariya DAIŞê bibe û gêrke, pêşmerge hewcî bi çekên nûye û bi ya min Rojava wê jê re peydabike, dema ku bi Barzanî re dicivin.

* Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir ku tevî di eniyên pêş de pêşmerge rûbirûyî terorîstên DAIŞ dibin lê yazde mehin hukumeta navendî ya Îraqê dorpêçeke abûrî xstiye ser Herêma Kurdistanê û para bodceyê vê Herêmê biriye û ew rastiye ji wan re ronkir, gelo di ev rewşa bi zehmet de ta îi radê Yekîtiya Ewropa amadeye guvaşê li hukumeta Îraqê bike ji bo şandina bodceya herêmê?

- Bê goman sizayên ser Kurdistanê di serdemê Malikî de dest pêkir, niha rewş bi temamî hatiye guhertin, DAIŞê yek li ser sêya axa Îraqê dagîrkiriye, heta ku Heyder Ebadî negehe wê baweriyê ku pêwîstî bi pêşmerge heye ji bo şikandin û serketin bi ser DAIŞê de wiha wê berdewam be li ser ji dest dana welat, Îraq hemû jî wê di bin siya vê kirêzê de ji ber hev hilweşe bi sedema ew kirêza ku Dewleta Îslamî peydakiriye, wate gereke dawiyê li van sizayan bîne, ez dibînim bi ronî guh li peyama Mesrûr Barzanî tê girtin li Biroksêlê.

* win wek serokê şanda Perlemana Ewropa ji bo Îraqê gelo di vê rewşê de win ê guvaşan li Ebadî bikin?

- Ez êdî ne serokê vê şandê me, di Hezîrana îsal de min dest ji Perlemana Ewropa kişand. Lê erê Perlemana Ewropa dikare wê guvaşê çêke û heval û dostê min yê baş, Deyvêd Kambil, li cihê min bûye serokê şanda Îraqê û ez piştrastim ku ji vî alî ve wê guvaşê bixe ser hukumeta Heyder Ebadî.

* Tevî dorpêça abûrî a Hukumeta Navendî, niha nêzîkî yek milyon û 500 hezar koçber li Kurdistanê hene ku ji Êzîdî û Mesîhî û erebên Sune û koçberên Sûriyê pêktên, wate Kurdistan bûye cihê pêkvejiyanê a hemû ew giropên îtnî û olî, vê jî bargiraniyeke mezin xistiye istî Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî behsa vê zehmetiyê bo Yekîtiya Ewropa kir, gelo paş wê gotarê ta çi radê alîkariyên mirovî ji aliyê Ewropa ve ji bo koçberên Kurdistanê wê zêdetir bibin?

- Ez hêvîdarim welatên Ewropa bi wê yekê bihesin ku pêwîste alîkariyên zêdetir ji Kurdistanê re bişînin bi sedema ew karên ku ji koçberan re kirine, ne tenê ji bo koçberên navxwe ya Îraqê ku bi sedema şerê DAIŞê revîne belku ji bo ew koçberên ku ji Sûriya û navçeyên derdor hatine. Vê jî navûdengekî cîhanî ji Kurdistanê re dirust kiriye, lê nabe em çaverê bin ew bi tenê xwerin û çavdêriya tendirustî û xwendinê ji bo yek milyon û 500 hezar kes re peydabikin. Di mawê pênc salên serokatiya min de ji bo şanda pêwendiyên Îraqê min daxwaza alîkariya diravî a zêdetir kiriye, niha jî gereke em zanibin ku ev kirêza niha pir xerabtire bi hevberkirin bi pênc salên berî niha re, Kurdistan pêwîstî bi alîkariyên lez heye, pêwîste alîkariyên diravî û xwerin û ew alîkarî bi rêya Bexdadê neyên şandin belku ew alîkariyane rastewxo bo Hewlêrê werin şandin, ez dibînim ev yeke wê peyameke bingehîn bide, ez hêvîdarim welatên Ewropa guhê xwe dabin peyama Mesrûr Barzanî û bi omêdim alîkariyên zêdetir bi rêv bin, ez hêvîdikim ku ((Ewropean External Action Service)) konsilgeriya xwe li Hewlêrê vekin, çûnkî hebûna amadeyîyeke dîplomasî bi tenê li Bexdadê û hebûna du yan sê dîplomatkar di baregehên xwe de ku di balyozê Birîtaniya de bi kirêkirine ne bes e, belku gereke nivîsîngeheke me li Hewlêrê hebe, daku em bikarin bi şêweyekî rastewxo muamelê bi van pirsan re bikin.

* Mesrûr Barzanî şîretkarê Civata Ewelhiya Herêma Kurdistanê li Biroksilê ragihand, em PKKê bi terorîst nizanin, gelo ta çi radê ev dibe sedema ku Yekîtiya Ewropa li helwêsta xwe vegere û wan ji wê lîstê derbixe, ji ber ku ew şerê DAIŞê dikin û sivîlan li Kobanê diparêzin?

- Vê dawiyê Hukumeta Turkiya sinûrên xwe vekirin daku rê bi çekdarên PKKê bide di axa Turkiya re derbazbibin daku biçin û alîkariyê bikin di şerê Kobanê de, ev yek jî li cem min nerim bûneke di helwêsta Turkiya de derbarê PKKê de, ez hêvîdarim di dem û katê xwe de ev kêşeye were çareserkirin, em jî guvaşên xwe zêdetir bikin daku PKK ji lîsta terorê a Ewropa derkeve.

* Axaftina te a dawiyê çiye?

- ez vê dîmanê bi wê temam dikim û dibêjim: hertim rêza min ji serok Barzanî û Herêma Kurdistanê re heye ku karîne newayekç aram û aştiyane çêkin, di demekê de ku li Îraqa mayî kirêz û tengeje hene, niha jî ji pir aliyan ve rêxstina terorîstî a DAIŞê hatine dorpêçkirin. Çavê cîhanê li ser we ye bi sedema biwêrî û azatiya pêşmerge ji bo şikandina DAIŞ û rizgarkirina Îraqê li şûna ku ber bi dewleteke şikestî ve biçe. Vê yekê nîşanda ku cîhanê baweriyeke mezin bi serkirdatiya Mesûd Barzanî heye û herwiha baweriyeke mezin bi merdatiya kurdan û em pir bi çavekî mezin li Kurdistanê dinêrin û çavê me li wê ye ku Mesûd Barzanî û Kurd DAIŞê bişkênin û terorîzmê li Îraqê bişkînin.

Top