• Friday, 17 May 2024
logo

Mihemed Tofîq Rehîm bo Gulan: Şerê DAIŞ selimand ku pêwîste asayîşeke neteweyî taybet bi me hebe

Gulan Media November 28, 2014 Dîmane
Mihemed Tofîq Rehîm bo Gulan: Şerê DAIŞ selimand ku pêwîste asayîşeke neteweyî taybet bi me hebe
Kurdistan di rewşeke hestyar û nazik re derbaz dibe, di yek dem de rûbirûyî hejmarek kirêz û karesatên mirovî bûye, tevî vê jî aliyekî erênî peydabûye, ew jî ew e ku îro kurdê hemû Kurdistanê di yek eniyê de kombûne, ew jî eniya şerê dijî terorîstan û bergirîkirine li hebûn û tunebûna Kurd û Kurdistanê, ji bo axaftin li ser ev rewşa hestyar, me ve dîmane bi Mihemed Tofîq Rehîm rêkxerê oda pêwendiyên dîplomasî a tevgera Guran re encam da û wî bi vî rengî boçûnên xwe ji Gulanê re rêxstin.
* Wek siyasetmedarekî bi ezmûn, tu çawa li ev rewşa hestyar temaşedikî û ta çiqasî bi şêweyekî serketî ev rewşe hatiye birêvebirin?

- Bi rastî li Herêma Kurdistanê rewşeke pir metirsîdar û hestyar heye, ji ber ku hêzeke terorîstî wek DAIŞ bela xwe daye vî navçeyê, bela xwe daye Herêma Kurdistanê jî, di bernameya wan de bû ku çi di destê wan de heye bikin daku ev ezmûna niha a Herêma Kuridstanê ji nav bibin, wate ji bilî hebûna kirêza abûrî û herwiha kirêzeke ku pêwendî bi şêwazê birêvebirina herêmê ve heye, kirêza ji hemûyan bi tirstir jî hatiye pêş ku pirsa terorîstên DAIŞê ye. Ew a niha rûdaye û ew a rûdide û renge paş şikesta DAIŞê jî bi şêweyekî din li vê navçeyê metirsiyeke din were pêş, lewra pêwîste Herêma Kurdistanê ji aliyê ewlehiya neteweyî û ewlehiya herêmatiyê ve ji niha ve bi şêweyekî li ser xwe dest bi avêtina çend gavên giring bike, terorîstên DAIŞê ev yek ji me re selimand ku pêwîste em li Herêma Kurdistanê asayîşeke neteweyî taybet bi xwe avabikin, ev jî di sê ta çwar xalan de xwe dibîne ku pêktê ji:

Yekem: Ew a ji hemû tiştekî din giringtire gereke hewil were dayîn abûriyeke ta radekê serbixwe çêkin, daku heger bi sedema her pirsekê bi Bexdadê re em rastî kirêzê hatin, birîna bodceya Herêmê ji aliyê Bexdadê ve karîgeriyeke wiha li ser rewşa abûriya Kurdistanê dirust nebe. Ji bo avakirina ev abûriya serbixwe, li Herêma Kurdistanê me erdeke pir baş û fereh a çandinê heye û çavkaniyên avê yên baş li cem me hene û herwiha destê karkirinê ku sipas ji xwedê re piraniya wan xortin û pira ji wan xwendin jî temam kirine, lewra gereke em kerta çandinê zindî bikin, pir pêwîstiya me bi wê yekê jî heye ku em giringiyê bi samanê ajel (sewal) bidin, herwiha pêwîstiya me bi wê yekê jî heye ku em giringiyê bi pêşesaziyê jî bidin, bi a min di siyaseta asayîşa niştimanî de aliyê abûrî giringiyeke pir mezin heye, lewra heger em niha li bazara Kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku hemû tişt hawirdene û abûriya me bi ew bodceya ku ji Bexdadê tê ve girêdayî ye.

Duwem: Ev biware jî bi qasî abûriyê giringe, pirsa leşkerî û hêza pêşmergeye, mixabin hata niha hêza pêşmerge ne hêzeke yekgirtiye, nehêzeke ku hatibe meşqkirin û herwiha ne hêzeke ku hatibe pirçek kirin, lewra gereke hewil were dayîn bi hemahengiya navbera serokatiya Herêma Kurdistanê û Perleman û Wezareta Pêşmerge, hêza pêşmerge were yekxstin û were dûrxstin ji pirsa hizbî, ev jî ji bo ku hêza pêşmerge, hêza pêşmerge a hemû Kurdistanê be, yek fermande hebe, yek cih deshelata livandin û bikaranîn û rêxstina pêşmerge hebe.

Sêyem: Dezgeha hewalgirî a yekgirtî ye, çûnkî pir giringe ligel pêşmerge dexgeheke hewalgirî a yekgirtî jî hebe, hêza pêşmerge bê zanyarî û hewalgiriya dirust nikare bernameyên xwe çi di hêriş kirin yan bergirî kirinê de birêvebibe, lewra pir giringe rê neyê dayîn ku tu hizbekî dezgeha hewalgiriya leşkerî a taybet bi xwe hebe, gereke yek dezgeha hewalgiriyê hebe, ku Dezgeha Hewalgiriya Herêma Kurdistanê ye.

Çwarem: Biwarê pêwendiyên derve a Herêma Kurdistanê ye, gereke ev pêwendiyên derve a Herêma Kurdistanê werin rêxstin û bibin bi pêwendiyên Herêmê ne yên hizbî, niha piraniya partiyan li welatên derdûr û derve nûneratiya xwe hene, xuyaye hizib dikare rêxstina xwe hebe li nav revenda kurdî li derve, lê nabe bibe şûna hukumetê di pêwendiyên derve de lewra gereke hemû pêwendiyên li ser astê navçe û nêvdewletî bi rêya dezgeheke Hukumeta Herêma Kurdistanê bin û taybet be bi Herêma Kurdistanê, ew dezgehe siyaseta Herêma Kurdistanê bi welatên derve re birêvebibe.

Ev gavane giring û pêwîstin û gerke dest pê bibin, raste niha hemahengî heye, lê hemahengî cudaye ku yek hêz hebe, dibe di vê rewşê de ev neyên kirin, lê gereke bername were dariştin ku Herêma Kurdistanê Civateke Ewlehiya Nîştimanî a serbixwe dûr ji hizbayetî hebe.

* Te behsê çend aliyan kir ji bo dariştina binemayên ewlehiya neteweyî a Kurdistanê, lê wek te ajêheye, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi xwe daxwaz dike ku hêza pêşmerge yekgirtî be û dest jî pêkiriye, herwiha hukumetê jî dest bi dariştina bingehekê ji bo abûriyeke serbixwe kiriye, pirsyar ew e gelo rolê partiyên siyasî di piştevanî û biserxstina van gavan de çiye?

- Bi baweriya min heta niha ev nehatiye kirin, ku min behsa biwarê abûrî kir, mebesta min ji biwarê abûrî ew bû ku çêkirina jêrxaneke abûrî a bihêz were dariştin, ji bo dirustkirina ev şêrxana bihêz jî pêwîste giringî bi çandin, samanê ajel, pêşesazî were dayîn, ez di vê derbarê de dibînim ku gav ji bo van biwaran nehatiye avêtin, ji ber ku ev abûriya welatekî çêdikin, pirsa neftê tiştekî din e, ji ber ku her demê egerê nizim bûn û bilindbûna nirxa wê heye, her demê egerê kêşeyên siyasî hene, renge tim pişt pê neyê girêdan, lewra gereke me abûriyeke serbixwe a xwe hebe li ser bingehê berûbûma navxwe a xwe çêkin daku em li pêş ew kirêzên abûrî bisekinin ku ji vir û wir tên çêkirin, derbarê hêza pêşmerge jî, pir giringe hêza pêşmerge li seranserî Kurdistanê yek fermande hebe, heta niha hêza pêşmergê Kurdistanê di kinc û kimên seriyan de cudane, di pirsa çekan de cuda ne, gereke ev werin yekxstin û rêxstin, aliyên din jî ku pêwendiyên derve û hewalgiriye, ew jî pir pir giringin, nabe di welatekî de çend dezgehên hewalgirî a ser bi hizban hebe, pir caran ev dezgehên hewalgirî yên hizbî li şûn ku hemahengiyê bikin, lîskan li hev dikin.

* Aliyekî din ên Kêşeyên me bi Bexdadê re ye, tu ji nêzîk ve aje kombûna hemû aliyan bûyî li baregehê serekî a Tevger Goran ji bo beşdariya kurd di hukumeta vê carê a Ebadî de, gelo di wê kombûnê de kurd li ser çi bingehê biryar da beşdariyê di hukumeta Ebdaî de bike?

- Ji bo beşdariya kurd di Hukumeta Navendî a bexdadê de, raste kombûnek li baregehê serekî a Tevgera Goran hate encamdan, ku gelo ka kurd çawa beşdariyê bike yan her beşdariyê neke? Lê hên kombûn temam nebibû, navê wezîran li nav Perlemana Îraqê hate xwendin, ji ber ku pêştir biryara beşdarkirinê hatibû dayîn, çûnkî li ew dema kombûn birêvediçû, Ebadî di televizyonê de navê wezîran dixwend, ev jî wê watayê dide ku biryar ne ji wê kombûnê derket.

* Heger em li hemû aliyên ev rewşa hestyar û giran û tevlihev tamaşebikin, em ê hest bikin ku tevî haemû aliyên wê yên nerênî û giran, aliyekî erênî jî peydabûye, ew jî ew e ku cara yekê ye di dîrokê de û bi şêweyekî praktîkî kêşeya kurd bûye yek pirs, ev jî bi wê watayê ku tevî sinûr kurdan ji hev cudadike, lê şerê DAIŞê kurd hemû di eniyekê de komkirine, gelo ta çiqasî ev rewşe bingehekê ji bo gotareke yekgirtî a kurd di ev qûnaxa dîrokî de diustdike?

- Ev rewşe li gor hêzên derve pir giringe, çûnkî derket ku ew tên bela xwe bi kurdan didin, bi neteweyekî didin, ne partiyeke siyasî, zelaltir dema terorîst êrişî me dikin, êrişî ser Kurdistanê dikin û cudahiyê naxin navbera vê partiyê û wê partiyê, ew dema bela xwe bi Herêma Kurdistanê didin, dixwazin vê ezmûnê bişkînin û carek din kurdan bikin jêrdest, aliyekî din ku berê me behsa kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê kir, çareserkirina wan kirêzan li gel Îraqê ne li gorî destûr tê kirin ka destûrê çi gotiye û çi têde hatiye, belku çareseriya bingehîn ew e ka Herêma Kurdistanê çiqas bi hêze çûnkî Îraq dewletekî hatiye çêkirin û ji dema hatiye dirustkirin û heta serdema Sedam û paşê Malikî û Ebadî derketiye ku terezûya hêzê biryarê li ser çareseriya kêşeyan dide, mixabin kêşe li ser wê bingehê çareserdibin ka wê çi bidest te keve û çi ji destê te here, ne cêbecêkirina destûrê, lewra ez ê vegerim li ser wê yekê ku pêwîste Herêma Kurdistanê hewil bide xwe di biwarên cuda de bihêz bike, ji ber ku gereke em bi wî corî li rûdana kirêzan binêrin, eger kirêz hate pêş û Herêma Kurdistanê zeîf be, wê pir tiştan ji dest xwe bide, eger bi hêz be jî wê destkeftên zêdetir bi dest xwe xe.

* Berî helbijartinên Eylola sala derbabûyî, win wek Tevgera Goran opozsyoneke radîkal û hişkbûn, lê paş helbijartinan win hatin nav deshelatê û bûne hêzeke nerim, gelo ev guhertina ji opozsyonee radîkal bo siyaseteke nerim a niştimanî, ji ber wê ye ku win hatin nav deshelatê yan win bi lojîk rewşa hestyar a niha dixwînin?

- Ev pirse pêwendî bi beşdarîkirina di hukumetê de tuneye, belku pêwendî bi rewşa Herêma Kurdistanê ve heye, ji ber ku dema me biryar da em bşdariyê di hukumetê de bikin, em rûniştin û me vekolînkirin, beşdarîkirina me di hukumetê de li ser wê bingehê bû ku ji me re erêkirin beşek ji ew bernameya me cêbecêbikin, lê dema em hatine nav hukumetê, pir neçû û Herêma Kurdistanê kete di metirsiyê de, lewra dema Herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke derekî tê, ger em di opozisyonê debana jî meyê heman helwêsta niha bistanda, wek min berî niha destnîşaankirî terorîstên DAIŞê nehatina bela xwe bi hizbekî di deshelatê de bidin û dest dirêjî opozsyonê nabin, na, ew hatine bela xwe bi hemû Herêma Kurdistanê bidin û armanca wan hilweşandina vê ezmûnê ye, ji ber vê heger em ne di hukumetê de bana jî me yê heman ev helwîsta niha bida ku ew jî bergirî kirine ji Herêma Kurdistanê, ev rewşe bi ser herêma Kurdistanê de hatiye sepandin, lewra gereke çi ji destê me tê em bergiriyê ji sinûr û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bikin.

* Pirseke din ku win tê de nermin, pirsa yekalî kirina parêzgarê Silêmaniyê ye, diyare dadgeha Silêmaniya pirsa hîştina kombûnên Civata Parêzgeha Silêmaniyê bi vekirî redkiriyeû biryara dadgehê bi vî corî ye ku di mawê 15 rojan de ev pirse yekalî bibe, bi zelalî nêrîna Tevger Goran jji bo yekalîkirina vê pirsê çawaye û ta çend hatiye girêdan bi pirsa danîna parêzgeha Helebçe ve û gelo di mawê van 15 rojan de çawa win ê vê pirsê çareserbikin?

- Pirsa parêzgarê Silêmaniyê pêwendî bi parêzgarê Helebçe ve tuneyee, em wek Tevgera Goran em ew biryara ku dadgehê daye pir baş dibînin, eger ew biryare neyê cêbecêkirin, wiha berpirsyaretî dikeve ser milê hemû aliyan, lewra biryar pir dirust û bi rêkûpêk e û hemû aliyan neçar dike ji vi û pêve ku kombûn ji bo çareserkirina kêşeyan kombibin ne ji bo dem kuştinê.

* Hinek ji çavdêrên navxwe zelal amajê bi wê dikin ku niha di Kurdistanê de du boçûnên cuda li ser ev rewşa hestyar hene, dibêjin Yekîtî bi corekî li vê rewşê dinêre û Partî bi corekî din, hinek caran ev yeke di ragihandina herdu aliyan de rengdaye, gelo win wek Tevgera Goran, we kariye bi çi rolekî rabin ji bo yekxstina van du nêrînan?

- Em di her kombûnekê de çi bi biraderên Partî re yan Yekîtî re ew pirsa ku em behsê dikin ew e ku niha Kurd pêwîstî bi wê yekê hene ku pirsa du pêwendiyên cuda û du hêzên cuda û du rêveberîyên cuda nemîne, çûnkî wê zererê bigehîne Herêma Kurdistanê, lewra gereke em hemû rêkbikevin û me bername hebe daku hum hêzên xwe rêkbixin û hum boçûneke diyar a Herêma Kurdistanê hebe li hember welatên derdûr û cîhanê û li hember ew kêşeyên ku li pêşiya me derdikevin, ku min behsa pêwendiyên derve kir mebesta min ev bû.

* Li dawiyê em dixwazin helwêstê li ser vê bidin, gelo çiqas û boçî di vê rewşê de yekrêzî ji bo netewa Kurd giringe?

- Dagîrker siyasetek heye jê re dibêjin ((Perçe bike û Zal be)) dema xwe Înglîz ev siyasete ji bo dagîrkirina welatan peyrewkiriye, niha jî welatên nehez û dijî Kurdistanê, dixwazin heman siyasetê li hember Kurdistanê birêvebibim, wate di nav xwe de dabeşbikin daku zalbin bi ser wan de, ev jî wate bi vî alî re rêkbikevin daku li aliyê dinxe ku li paş wî li min jî xe, lewra nabe em rê bidin ku ev carek din dobare bibe, yek ji kêşeyên me Kurdan wek netewe ew bû ku li ser bingeha navçe û ev cîran û ew cîran hertim em hatine perçe kirin, ku perçe jî bûn em bi asanî hatine dagîrkirin, lewra nabe em rê bidin ku carek din ev were dobarekirin.
Top