• Friday, 17 May 2024
logo

Dîvêd Otawa bo Gulan: Eger Bexdad nikaribe ligel Hewlêrê kêşeyan çareserbike dewleta Kurdistanê wê were damezrandin

Gulan Media November 25, 2014 Dîmane
Dîvêd Otawa bo Gulan: Eger Bexdad nikaribe ligel Hewlêrê kêşeyan çareserbike dewleta Kurdistanê wê were damezrandin
Rojhilata Naverast ne tenê ketiyê kêşeyekê û rewşeke nearam û bê sîstemî peydakiriye, di heman dem de bûye gef bo ser aştî û ewlehiya cîhanê, di vê rewşê de ku şerekî nîvdewletî li vê navçeyê birêvediçe, kurd cuda ku tuxmeke giringa nav ev kêşeya siyasî a aloz e, di heman dem de hêza serekiye jî di şerê terorîstên DAIŞê de, ji bo axaftin li ser ev rewşa aloz û paşeroja kurd, me ev dîmane ligel Dîvêd Otaw vekolerê bilind li navenda Wordo Wêlsin encam da ku bi vî corî boçûn û serinca xwe ji bo Gulanê xisterû.
* Rojhilata Naverast bûye çavkaniya netenahiyê û ev jî bûye sedema gefê li ewlehî û aştiya cîhanê, sedemên ev kêşeya mezin çine?

- Destpêkê ez nabînim ku ev gef be bo ser sîstema cîhanê, lê bê goman gefe li ser sîstema erebî û renge gef be li ser Ewropa û Emerîka bi sedema vegera wan terorîstên cîhadî ku çûne Sûriya û Îraqê, wate vegerin welatên Ewropî ş welatîn Emerîka bakur, lê ez nabînim ku ev gef be bo ser sîstema cîhanî. Bêgoman gefe bo ser sîstema Şamê, çi bi serê Şamê tê, lê ez bawer nakim ku pêwîst dike di wê yekê de zêdebikin ku bi gef bizanin bo ser sîstema cîhanê.

* Li Ewropa behs li wê yekê hatiye kirin ku tu hêzek hêzê li dijî aliyekî din bikarnîne, lê Rûsiya bi hêzê çûye Okraniya û beşek ji wî welatî bi ser welatê xwe xistin, ev jî bi wê watayê tê ku aramiya Ewropa ketiye metirsiyê, ji aliyekî din ve Rûsiya pşevaniya mana Esed dike di deshelatê de, gelo ta çi radê helwîsta Rûsiya cîhanê ber bi cemsergîriyê ve dibe?

- Bê goman bi wê arastê ve diçe, lê kêşeyên din hene wek me behsê kir, ku terorîzma DAIŞê ye, ev jî di rastî de Emerîka û Ewropa û Rûsiya li hev komdike, ji ber ku hemû rûbirûyî gefeke hevbeş bûne, niha sîsteneke cîhanî pir aloz heye. Di hinek pirs de ew welatên ku wiha xuyadikin bi hev re nebaşin û heta dujminê hevin di pirsekê de, wiha û di rastiyê de di pirseke din de hevpeymanin, ev di kêşa Îranê de yan bernama etomî a wê de em hest pê dikin, ku welatên Rojava û Rûsiya û Çîn pir hevrane ku rê nedin Îranê şiyana berhemanîna çekê etomî hebe, ev tevî ku ne li hevin derbarê ku pêwîste Esed di deshelatê de bimîne yan na, wate ev cîhaneke pir aloz e ku em dibînin di pirsên cuda de welatên cuda hevpeymaniyê dikin ji bo yan li dijî ew pirsên ku piştevaniyê lê dikin yan şer li dij dikin.

* Cîhan rûbirûyî gefeke metirsîdar wek Dewleta Îslamî bûye, ku rê nafe rojnamevanan wî şerî bişopînin, wate ev yekem şer e ku rê nayê dan rojnamevan erkê şopandina boyeran bikin, ev tektîka DAIŞ ta çi radê berçavrûniyên cîhanê dijwartir kiriye?

- Ez bi xwe berê rojnamevan bûm û di wê de temam ez bi we re me ku ev şer e temam di tariyê deye û tenê ji aliyekî ve tê şopandin û bê goman bûye sedema ku bizehmettir be em têbigehin ku di derbarê çi deye. Ew cîhadî hene ku ji şer vegeriyane, yan baweriya wan bi Dewleta Îslamî nemane, yan piştevaniyê dikin û çêroka ka jiyan çawayê di bin siya Dewleta Îslamî de dibêjin, vêca hinek tiştan dibêjin di derbara wan tawan û komkujiyan de, yan corê ew dazwaziyên ku Dewleta Îslamî li rûniştvanên li bin deshelata xwe dike û lêkdanên coda dibêjin derbarê ew a bo çi cîhadî li Tunis û welatên din yên erebî piştevaniyê dikin yan bawera wan pê namîne bi sedema ezmûna wan bi wan re. lê jiyan ji bo rojnamevanan û hebûna wan li ser erdê û di dilê nakokiyan de dijwar bûye, ji ber ku hewildan ji bo şopandinê yan seredana ew navçeyên di bin deshelata Dewleta Îslamî a terorîst de baceke mezin dixwaze û renge karek be ku ji hejî wê bacê nebe,

* Hevpeymaniya li dijî Dewleta Îslamî gîşte wê baweriyê ku pêwîstî bi avakirina hêza beja heye û êrîşên esmanî bi tenê ne bese, di vê derbarê de ew di hewlan de ne ji bo ku ew hêze ji erebên sune li Sûriya û Îraqê were avakirin, lê xuyabû ku di ev rojên dawiyê de ew êlên sune ku xwastin û piştevaniya leşkerê Îraqê kirin bi jin û mêr û zarokan ve rastî komkujiyê hatin, gelo çiqas ev tektîka DAIŞ dibe sedema ku hevpeyman neçar be êrîşa beja destpêbike û ev hêze ji welatên hevpeyman yan rojava were avakirin?

- Tektîka DAIŞ bi guştina bi sedan kesên çend êlên diyar ku li dijî wan derketin, dijberiyeke mezin li dijî wan peydakir ji ber ku bi vî corî serederiyê bi xelkê re dikin. Ji ber wê li cem min ne rone ku bikaranîna vê taktîkê bi omêda ku êlên sune neçar bikinpiştevaniya wan bikin bibe sedema dirustbûna îradeyeke baş di nav êlên sune de bi şêweyekî giştî. Ew a karîgeriyê li suneyan dike, ew e ku ta çiqasî Hukumeta Bexadadê – ku Şîe têde destdirêjin – tenazilên cidî bi wan re bike û wan beşdariya hukumetê dike û danpêdanê bi xewna wan bi herêmekê bike, ev gaveke bi şêweyekî konkrêtî alîkardibe ku xwe ji DAIŞê rizgarbikin li navçeyên xwe, bi destxstina vê yekê jî pir mehe jê re gerekin, em nizanin gelo wê serbikeve yan na, bombebaran jî tenê kêşê çaresernakin, ev jî ne tenê pêwîstî bi hêza pêşmerge û kurd e, belku pêwîstî bi hêza êlên sune heye ku beşdariya şer bikin, ez jî nizanim ka ev li ser astekî berbelav wê çêbibe ji bo rizgarkirina parêzgeha Enbarê ji kontrola Dewleta Îslamî yan na.

* Take hêza ku bikare li ser erdê rûbirûyî DAIŞ bibe hêza pêşmerge ye û Herêma Kurdistanê jî di navçeyê de hema stratîjiyeta Rojava Heye ji bû rûbirûbûna DAIŞ, ti çi astê ev dibe sedem ku ji aliyê mirovî û leşkerî ve alîkariya Kurdistanê were kirin daku ji ber Hevpeymana Nêvdewletî ve şerê DAIŞê bike?

- Rojava destpêkê alîkariya Herêma Kurdistanê kir dema DAIŞ xwastî were Herêma Kurdistanê, lê gerek bû Emerîka û Rojava karvedaneke rastewxo heba bo rêgirtin li pêş boyerên wiha, ta niha kurd pir amadene ji bo rêgirtin li pêş ferebûna dewleta DAIŞê, ji ber vê Emerîka û welatên din yên Rojava kar bi kurdan re kirin û herwiha li Sûriya jî. Lê ji bo serketin di vî şerî de gereke welatên Rojava baweriyê bi welatên din yên erebî û welatên din yên Rojava re çêkin ku ev şer e şerê wan e jî û gereke suneyan jî wînin nav rêzên xwe, ne bese ku tenê Kurd şerê Dewleta Îslamî bike, gereke Emerîka û rêveberiya Obama dest bi damezrandina leşkerê Îraqê bikin û hinek yekeyên Îraqê şiyana şerkirina li dijî DAIŞê heye û ew jî çend mehan dixwaz e daku wê armancê bidestxin. Gereke hewla avakirina hêzeke nerim li Sûriyê were kirin ji bo şer kirin li dijî DAIşê, ev jî demê dixwaz e. destpêkê Rojava û Emerîka ew apêwîst bû ji bo seknandina DAIŞ ber bi Herêma Kurdistanê ve kirin, yan li Şengalê, yan çûna nav Kobanê, lê ev tenê seknandine û paşvedana rewta pêşveçûnên DAIŞê tenê destpêka vê proseyê bû.

* Gelo bi dawî hatine vî şerî dibe sedema guhertina sinûran, herwek çawa şerê olî a sî salî li Ewropa ev encame li pê bû?

- Ev bi wê yekê ve girêdayî ye ka wê kî bi serkeve, eger DAIŞ were şikandin, wiha tu eger tunene ku sinûr guhertin bi ser de bên, ez nabînim ew erdên ku niha di bin destê wan de ye, dewleteke qabilê berdewam bûn û berbipêşçûnê bo DAIŞê çêbibe, rêyeke dûr û dirêje li pêşe ku bigehe vê yekê, take welatê nû ku eger hebe di vê rewşê de dirust be, Herêma Kurdistanê ye, çûnkî axa wan heye û ne wek kurdên Sûriyê ne ku sê kantonên cuda hene û ji aliyê axê ve ne yek perçe ne. Herêma Kurdistanê axa xwe heye û çavkaniyên xwe hene ji bo ku serbixwe be, bi zelalî eger Hukumeta Bexdadê nikaribe rêyekê ji bo dabeşkirina dahata neftê di gel ew ên din de bibîne, ku ev jî ne tenê Herêma Kurdistanê ye, belku navçeyên sune jî vedigre, wiha eger heye dewleteke nû çêbibe li Kurdistana Îraqê, lê hên girift heye ku Dewleta Îslamî abûriyeke cêgir hebe ku qabilê berdewam bûn û geşekirinê be, ji ber ku ji her çwar aliyan ve bi dijmin e, ku tê gotin rojane yek milyon dolar ji frotina neftê –neasayî- bidest dixe, ku digehe 360 milyon dolar di salekê de, lê dewlet bi wê nayê birêvebirin, ez nabînim ku abûriya dewleta DAIŞê qabilê jiyan û geşekirinê be.

* Ew a cihê dilgiraniyê ye ew e ku siyaseta dewletên hevpeymanên Emerîka di navçeyê de ligel siyaset û stratîjiyeta Emerîka nagunce, bo nimûne Turkiya û welatên kendavê berjewendî û nêrînên cuda hene di şerê dijî Dewleta Îslamî de, Îsraîl jî ku dost û hevpeymanê Emerîka ye di qeyranê de ye, gelo çawa ev cêwaziyên di nêrîn û berjewendiyan de wê karîgeriya xwe hebe û tu çawa rewşê dinirxînî?

- Ez dibînim sedema wê nîgeraniyê xuyaye û hinek ji şaraayên navçeyê di wê derbarê de nivîsandine, ewlewiyetên rêveberiya Obama ne wek ewlewiyetên Turkiya û Seûdiya û welatên kendavê, ku destpêkê deshelata Esed were hilweşandin paş kar ji bo şikandina DAIŞ were kirin, di demekê de ku ewlewiyetên Emerîka ew e dastpêkê DAIŞ were şikandin, paşê ne bişerkirin belku çareseriyeke siyasî were dîtin daku Esed ji deshelatê were dûrxstin. Ev cêwaziyeke cidî ye di ewlewiyetan de. Ez nizanim çawa dewletên erebî yên endamên hevpeymaniyê ku niha şerê DAIŞ dikin di hevpeymaniyekê de dimînin heger tu hewlek neyê dayîn ji bo bihêz kirina opozisyona sûrî a dijî Esed, ez dibînim ku sedemên baş hene ku dilgran bin di vê derbarê de û ez jî nîgeranim.

* Wek dawî axaftin çi peyama te heye û tu dixwazî behsa çi bikî?

- Ev şerekî domdirêje û rêyeke rast tuneye û serketin demî û şikestinên demî çêdibin, pêdagiriyeke pir mezin û liveke diplomasî pir mezin dixwaz e ji bo hîştin hevpeymanê bi hev ve ji bo paşxstina Dewleta Îslamî, ez tu bedîleke din nabînim ji bilî rûbirû bûnê, ewlewiyetên hevpeymanan çiqas cuda bin ji ewlewiyetên Emerîka lê dijminekî hevbeş jî heye, li cem Seûdiye xelîfeteke nû wê ji aliyê DAIŞ ve were danîn ji bo Seûdiye ji bo Mekke û Medîne, wate dijiminekî hevbeş heye, her çiqas ewlewiyetên cêwaz jî hebin ku destpêkê şer bi kê re were kirin.


- Dîvêd Otawa li sala 1962yê zanîngeha Harvard temam kiriye û her di wê salê de bûye peyamnêrê ajansa Esoşîted Pirês û serbixweyiya Cezaêr di havîna heman salê de dişopîne.

- Li salaa 1964 – 1966 dibe rojnamevanekî serbixwe ligel rojnama Niyoyork Tayim û kovara Tayim.

- Di ew dema ku mijolî aamadekirina nama diktorayê bû li ser yasa û hukumet, du dil bû ka di karê ekadîmî de berdewam be yan rojnamevaniyê de, her di wê derbarê de dibêje: ezmûna şopandina serbixweyiya Cezaîrê bawerî ji min re çêkir ku ez berdewamiyê bi karê rojnamevaniyê bidim.

- Li sala 1971ê çûye rojnama Waşinton Post û bûye sernivîserê dîska karûbarên derve yê rojnamê, li sala 1973 yê wek yek peyamnêr hatiye şandin bû Efrîqa daku nûçeyên Efrîqa ji Waşinton Post re bişopîne, di mawê salên 1973 – 1996 berpirsê nivîsîngeha Efrîqa û Rojhilata Naverast û Başûrê Efrîqa û Rojhilat û Başûrê Ewropa bû. Paû van karan heta bi sala 2006ê berpirsê doseya ewlehiyê bû di Waşinton post de û her ji wê salê jî xwe xwenenişîn kiriye, ji sala 2006ê û heta bi niha vekolerê bilind e li navenda Wordo Wêlsin û vekolîn li ser Rojhilata Naverast û welatên erebî dike.

- Di mawê karê rojnamevanî de ji bilî xelata Polîts pir xelatên nêvdewletî li ser vekolînên rojnamevanî standine, dawî vekolîn bi navûnîşana ((Kurd çawa rêya xwe dibîne?)) bi hevbeşî ligel profîsor Mayna Otawa di hejmara meha Eyar û Hezîranê di kovara Froîn Efîrz de belav kiriye.
Top