• Friday, 17 May 2024
logo

Salih Qelab ji bo Gulanê: Tenê bi serokatiya Mesûd Barzanî û hêza pêşmerge terorîstên DAIŞê wê werin şikandin

Gulan Media November 16, 2014 Dîmane
Salih Qelab ji bo Gulanê: Tenê bi serokatiya Mesûd Barzanî û hêza pêşmerge terorîstên DAIŞê wê werin şikandin
Salih Qelab yek ji rojnamevan û nivîserên navdar yên ereb e û berdewam nivîsînên wî di rojnameya Şerqulewseta çapa Londonê de belavdibin. Ew demekê di hukumeta Urdinê de wezîr bû û demekê jî şîretkarê şah Ebdula padîşahê Şahnişîna Urdiniya Haşimî bû. Qelab wek şirovekar û nivîserekî siyasî derveyî siyaseta erebî û nêvdewletî giringî bi Kurd û siyaseta kurdan daye û çend caran seredana Herêma Kurdistanê kiriye. Li ser rewşa niha a navçeyê û metirsiyên DAIŞê û rola pêşmerge di vî şerî de peyamnêrê Gulanê li Omana paytexta Urdinê ev dîmane pêre encamdaye.


* Xwendina we derbarê seredana vê dawiyê a serok wezîrê îraqê ji bo Urdinê çiye û çima di vê demê de seredana wî welatî kir?

- Rêzdar Heyder Ebadî paş ku postê serok wezîrên îraqê wergirtî, libere seredana pir welatan bike ji ber ku di serdema Malikî de pêwendiyên îraqê bi piraniya dewletên navçeyê re ji bilî Îranê ta radeyekî sistbûn, lewra Ebadî hez dike di serdemê xwe de pêwendiyan bi welatên cîran re bihêz bike û paş Îranê hate Urdinê ev jî ji ber pêwendiyên kevin çûnlî li vir revendeke mezin a Îraqî heye, li vir behsa pêwendiyan û bernameya hukumeta xwe kir di warên ewlehî û abûrî de, me jî pirtir hezdikir ku bernameya wî nasbikin û serinc û têbîniyên me jî hebûn, me behsa wê yekê jî kir ku di serdema Malikî de hertim rewşa ewlehiyê nebaşbû ji ber ku ev aliye bi tenahiya navçeyê bi giştî ve girêdayîye, herwiha me bi pêwîst zanî ku îraq li pêwendiyên bi welatên erebî vegere, derbarê Îranê jî karê me bi pêwendiyên bi Îraqê re tuneye lê ne li ser hesaba berjewendiya welat û xelkên din be, xuyaye mebesta min ji xelkên din ew êlên erebên sunene ku li ser sinûrin û pêwendiya me bi wan re heye û nabe dijatiya wan bêkirin.

* Pirsyara me li ser DAIŞê ye, ev rêxistine çawa derket û bi çi şêweyê gîşte ev astê niha û ta çi astê li ser hemû aliyan metirsiyê çêdike?

- DAIŞ ji Qaîdê hat, li Îraqê destpêkê Zerqawî bû, paşê Ebo Bekir Bexdadî derket ku wek peyayê Zerqawî kar dikir, wan demekê dijatiya leşkerê Emerîka kir, lê biserneketin, paşê karîn çend efserekî leşkerê berê yê Îraqê ber xwe ve bikşînin û bi wî rengî hêza wan zêdebû, lê wan tu hizir û boçûneke xuya tuneye û nizanin çawa reftarê dikin. DAIŞ li îraqê derket û dirust bû, ew bi şêweyekî rêxistî şer dikin, wek pêzanîn ji 20 fermandeyên desteya erkana DAIŞ 19 ji efserên mezin yên erkana leşkerê berê yê Îraqê ne û tenê jeneralek xelkê Sûriya ye, yekem car teror li Sûriya derket û dixwestin Emerîka di çipila Îraqê de asêbikin, lewra pir karên terorîstî hatin encamdan ku destê muxaberata Sûriyê li pişt bû, ji wan jî lêdana wezareta tendirustî û wezareta derve, paştî wê li Neteweyên Yekgirtî û Komkara Erebî gilî li ser Beşar Esed hate tomarkirin, paşê jî her çiqas girtiyên di zindanan de hebûn şandine nav Bereya Nusre û DAIŞ daku ji xelkê re bêje ev ne şoreş e li Sûriya û ez rûbirûyî terorîstan dibim, herwiha daku piştevanî û raya Elewiyan zêdetir ber xwe ve bikşîne û hejmareke pir mezin ji wan bi çekkirin û ta niha pirtir ji 60 hezar kuştî û 170 hezar birîndar ji Elewiyan hene, niha DAIŞ li pir navçeyan wek Humis û Heseke û Dêrezûr neftê derdixe û difroje rejîma Sûriyê bi xwe, lewra DAIŞ bûye dewletekî zengîn.

* Di çend rojên borî de hêza Pêşmerge di nav axa Turkiyê re çûye Kobanê, tu çawa li ev bûyera dîrokî dinêrî?

- Berî her tiştî ez dixwazim vê pirsyarê bikim, gelo çi hêz dikare DAIŞê ji nav bibe? Bêgoman hêza pêşmerge, lewra jî Pêşmerge wek pêşengê li hember terorîstên DAIŞê derketine, ev sedeme ku niha Turkiya rê daye pêşmerge di nav axa wê re here Kobanê. Lê heta niha Turkiya baweriyê bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)ê nake a bi ser Salih Muslim ve , ji ber ku Hukumeta Turkiya PYDê wek beşek ji PKK temaşedike, lewra bi nêrîna Turkiya heger çek bi PYDê were dayîn, ew ê kêşeyan ji Turkiya re dirustbikin, li hember vê yekê Turkiya û Civaka Nêvdewletî ji Rêzdar Mesûd Barzanî piştrastin û baweriyê pêdikin ku fermandê hemû pêşmerga ye, lewra Turkiya rê da ku pêşmerge wek hêzeke pêşeng ber bi Kobanê ve here, li vir ez dixwazim bi zelalî bêzim, rêzdar Mesûd Barzanî li ser astê navçe û nêvdewletî cihê bawerî û rêzê a hemû aliya ye û kes nikare xwe ji vê rastiyê veşêre, tenê heger kesekî lihevketî û bênejad xwe ji vê rastiyê bide paş, lewra ew bi serok û kesatiyeke serketî tê hejmartin. Ev kêşe jî wê bi wî têçareserkirin, berî hemû tiştî rewşa ewlehî û abûriya Îraqê were dirustkirin û çekên pêwîst bi pêşmerge were dayîn û Artêşa Azad jî li Sûriya were pirçekkirin piştre pir pêwîste hêza beja were nav Şer çûnkî tucarî bi topbarana esmanî tenê şer yekalî nabin.

* Bêdengî û nelivîna Turkiya li hember terorîstên DAIŞê hinek goman peydakirin, pişt re hat gotin ku Turkiya ji ber PKK piştevaniya Kobanê nake, di vê derbarê de nêrîna we çiye?

- Pirsa DAIŞ û Turkiya têkilî bi PKKê ve tuneye, Turkiya pêştir çavê xwe ji hatina xwebexşan ji Ewropa bo welatên erebî digirt, wiha dizanî ku ew nemetirsî ne û diçin şerê rejîma Sûriya dikin, lê rastî ne wihaye, lê paşê ev yeke qedexekir, boçûnên cuda jî li ser vê pirsê hene, bo nimûna boçûna min cudaye ji a Turkiya, ew dewleta mezin a Turkiya nabe were têkelkirin bi pêwendiyên Îxwan Muslimîn bi serok Receb Teyib Erdogan re.

* Tu çawa li rewşa niha a Îraqê dinêrî û bi a te ber bi kuve diçe?

- Niha li Îrqê kêşeyên mezin ûmetirsiyên ewlehiyê hene ku pêktê ji metirsiya terorîstên DAIŞê, ew jîngeha ku DAIŞ berhemêz kirî, jîngeha navçeyên erebên sune bû, çêbûna vê jîngehê jî karvedan bû li hember lêdana erebên sune li Îraqê, di rastî de jî mebest lêdana erebên sune bû, çûnkî paş rûxana rejîma Sedam Husên, Birîmer û deshelatdarên nû yên Îraqê rêkketinli ser wê yekê ku li Îraqê hum serketî û hum şikestê heye, lê hukumeta nû a Îraqê hemû erebên sune bi wê yekê li qelem da ku darûdestê Sedam Husên in û destdirêjî li wan kir, suneyên îraqê di serdemê Malikî de ewqas hatine tepeserkirin ta ku bû sedem jîngeheke weha peydabibe ku DAIŞê berhemêz bike. Ew leşkerê Îraqê ku berê hebû hate hilweşandin, ku ev jî şaşiyeke mezin bû, çûnkî li pir welatan dem ku rejîm lê dihatin guhartin leşker her dima. Niha jî ku boçûn arasteyek heye ku hukumeta îraqê dixwaze xwe ji wan şaşiyan dûrbixe û dobare neke, lê heta niha em nizanin çawaye, niha pir doseyên ewlehî û leşkerî dane dest mîlîşiyayên şîe û ev yeke we dike ku DAIŞ mifayê ji vê yekê bibîne û ew kesên xwe bi mezlûm zanin bike çekdarên xwe û niha bûne metirsiyeke nêvdewletî.

* Anku ji bo rûbrûbûna DAIŞ di ev qûnaxa pir metirsîdar de gereke çi were kirin?

- Min berî niha destnîşankir ku paş rûxana rejîma Beis bi şêweyekî erebên sune hatin tawanbarkirin wek tu bêjî qey hemû peyayên Sedam Husên bûn, lê ewqas ku Sedam serkirdeyên sune kuştine, ewqas serkirdeyên şîe nekuştine, tê bîra we ku li sala 1979ê dema hejmarek mezin a serkirdeyan bidarvekirin ku piraniya wan sune bûn, lewra Brîmer şaşiyeke kujek encam da dema leşkerê îraqê hilweşandî, her wê yekê bingeh ji bo serhildana taîfegeriyê xweş kir ku derencam Îranê destwerdana di îraqê de destpêkir, lewra em dibînin ku niha fermandeyekî leşkerî yê Îranê serkirdatiya leşkerê Îraqê dike, di demekê de ku leşkerê berê bi baştirîn leşkerê cîhanê dihat hejmartin û efserên wê li welatên pêşketî yên cîhanê hatin perwerde kirin bo nimûne li Rûsiya meûq bi wan hat kirin, bi me xweşe ku Îran wek dewletek cîran pêwendiyên baş bi me û Îraqê re hebe lê ne dest di karûbarê navxwe ya îraqê bideku heta kartêkirinê li ser Herêma Kurdistanê jî dike.

* Wek rojnamevan û siyasetmedarekî navdar ku ji navçeyê agadarî lewra renge te bîstibe ku welatên erebî li kendavê wek Qeter û Seûdiye û Îmarat bi piştevanîkirina DAIŞê tên tometbarkirin, ev yek ta çiqasî raste?

- Ev ne wihaye, renge li ser astê take kesan wiha be, ka em bêjin kesek bi 10 milyon û 20 milyon dînar yan dolar alîkariya DAIŞ bike, lê ev nabe sedem ku ew hêza DAIŞ bikare di şer de berdewam be, welatekî wek Seûdiye, Qaîde û DAIŞê bi dijminê xwe dide zanîn çûnkî tirs ji wê yekê heye ku bibe armanca terorîstan , derbarê Qeterê li destpêkê hinek kes hebûn ku alîkariya Bereya Nusre kirin li Sûriyê, lewra ez di wê baweriyê deme ku li ser astê dewletê ev yeke tuneye, rojane 20 milyon dolar bi dest DAIŞ dikeve, tenê ji firotina nefta ew bîrên ku di bin destê wan de bihayê milyonek dolar bidest dikeve lewra ew bi pereyan dikarin çekan bikirin, di serdemê Malikî de çwar firqeyên leşkerî yekser bi çek û kelûpelên xwe ve ketin destê DAIŞê paş ku fermandeyên wan reviyan yan xwe avêtin bextê Kurdistanê, wan otombêlên leşkerî û tank û çekên giran ji DAIŞê re hîştin, heta niha leşkerê Îraqê nekariye xwe rêkbixe, em hêvîdarin bikaribe carek din bi şêweyekî baştir were avakirin.

* niha giraniya mezin li ser Herêma Kurdistanê ye, nêzîkî 3 milyon koçber berê xwe danê ye û hêza pêşmerge bi dirêjiya zêdetir ji 1000 kîlo metro li dijî DAIŞ di şer deye, win çawa vê yekê dixwînin?

- Ez bawarnakim ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe di rûyê xelkê de bigre ku berê xwe didinê û piraniya wan hejarin û ji ber xerabiya rewşê hatine, lewra serkirdatiya kurdî li vê herêmê rêyê li wan nagre, çûnkî kurd her di dîrokê de rastî koçkirina bajar û çiyan bûye, ew alîkariya koçberan jî dikin, lê ew ên wek koçber berê xwe didin herêmê, nayê zanîn gelo ser bi kê ve ne û gelo ew piştevaniya DAIŞ in yan terorîst bin?
Derbarê pêşmerge jî ez dibêjim pêşmerge nehatibû amadekirin ku biçe derveyî herêmê, demekê ew bi çekên sivik hatibûn çekdarkirin, lê paşê bûye hêzeke rêkûpêk û yekgirtî li Herêma Kurdistanê ku dikare li derve bergiriyê bike digel ku şiyana parastina sinûrê Herêma Kurdistanê heye, lewra ez dibînim ku pêşmerge di ew erkê ku pê hatî spartin de wê biserkeve.

* Boçûna te çiye derbarê ew Hevpeymaniya Nêvdewletî a ku ji 60 welatan pêktê, herwiha ew çekên ku ji Kobanê re tên şandin?

- Herwek win dizanin Kobanê bajarekî biçûke û renge Duhok jê mezintir be, ew bajare pirtir ji 45 rojane ji esman ve tê bombebaran kirin, lê tu encameke pêşketî jê nehat, Sedam Husên di dema xwe de li Hacî Omeran û li çiyan hêza pêşmerge bombe baran dikir û nedikarî zirarê pêgînê, lê dema dihate ser hêza beja wê demê karîgerî hebû, lewra ez carek din dibêjim: DAIŞ ku çekên çwar tîpên leşkerî yên îraqê bidest ket, wiha bi asanî û bi hêza esmanî bi dawî nabe, heger hevpeymanan û îraq bi hêza beja rûbirûyê nebin.
Top