• Friday, 17 May 2024
logo

Tofîq Yasirî siyasetmedarê Îraqî bo Gulan: Ji bo binyatnana sopayê îraqê gereke mifa ji ezmûna pêşmerge were dîtin

Gulan Media November 8, 2014 Dîmane
Tofîq Yasirî siyasetmedarê Îraqî bo Gulan: Ji bo binyatnana sopayê îraqê gereke mifa ji ezmûna pêşmerge were dîtin
* Nêrîna we derbarê rewşa niha a ewlehiya Îraqê çiye, bi taybet ku niha pir navçeyên suneyan ketina jêr deshelata DAIŞê û pir gotine hene ku hêdî nêzîkî Bexdaya paytextê dibin?

- Ev ne gotinin, belku ev rastiyeke ji me re dibêje ku DAIŞ ne tenê rêxistineke terorîstîye, belku em dikarin bêjin hêzeke nîvrêxistiye hêza leşkerî û diravî û kelûpel û cebexane û veguhastin û hatinûçûn heye, lewra nabe wiha temaşeyê bikin ku hêzeke dişiyan deye di demeke diyarkirî de were jinavbirin, DAIŞê tektîk û stratîjiyeta xwe heye di êrîş û dagîrkirinê de, dema ew berê xwe didin bajar û gundan dizane çawa tevdigerin, herwiha dema li eniyekê guvaş li ser DAIŞ bin, ew yekser hizir li wê yekê dikin ku şer bibin eniyeke din, ew vê teknîkê li hember êrîşên esmanî û firokên hevpeymana nêvdewletî û hêzên esmaniya îraqê bikartînin.

* Leşkerê Îraqê bi vê lawaziyê çawa dikare rûbirûyî DAIŞê bibe, wate pêgehê vî leşkerî di vê hevkêşê de wê çawa be?

- Ez dibînim heger ev leşkerê Îraqê bi şêweyekî were rêxistin û hemahengiyeke baş di navbera wan û hêza piştevaniya millî û hêza pêşmerge bi hevkariya hêza esmaniya hevpeymana de hebe, wê ta radeyekî zor karîgerî hebe ji bo jinavbirina rêxistina DAIŞê, mixabin em dibînin li cihên cuda şer diqewime bê ku tu hemahengî û hevkariyek di navbera wan hêzan de hebe, li dawiyê jî armanc nayên pêkanîn û serkeftinê bi dest nakeve, ji ber ku demjmêr sifir û mîkanîzma êrîş û çawaniya veguhastina hêzê ji eniyekê bo eniyeke din pilan jêre nayê danîn, lewra li pir cihan ew şiyan nayên bikaranîn û encam erênî nabin, ji ber wê gereke fermandê hêzên çekdarên îraqê hizir di wê yekê de bike ku gorankariyê di pilan û bernamên xwe de bikin û şûna ku li eniyekê êrîş bikin û encam pêşwext diyare ku serketî nabe, bila di bergiriyê de bin, ev yeke pir caran di berjewendiya DAIŞê de bû ku karî bajar û bajarokên zêdetir dagîrbike.

* Gelo tu wiha nabînî ku şerê vê carê bo leşkerê Îraqê cudaye ji şerên pêştir?

- Birastî vê carê ji hemû aliyan re biecêb bû, çûnkî me nizanî çawa DAIŞ bi vê lezê û bi ew hêza ku li cem hebû karî li parêzgaha Neynewa wan cihan dagîrbike li hember hemû ew hêzên leşkerî yên îraqê û ew hejmara pir a cebexane û teqemenî û ew hêza zor a polîs ku li wê parêzgehê hebûn, vê yekê jî moral û wireya leşkerê îraqê kêmkir dema me dîtî hemû ew hêz bi tank û top û çekên mezin û navend û biçûk nekarîn ji bo demeke kin jî bergiriyê bikin û yekser ji qadê reviyan û rê li pêş DAIŞê vekirin ku bi vî rengî pêşbikivin, pêwîstiya me bi helmeteke hoşyarkirinê heye ji bo bilindkirina morala leşkerê îraqê taku bikarin di bergîrîkirinê de berdewam bin.

* We behsa hoşyarkirina leşkerê îraqê kir û hindek jî dibêjin pêwîste leşkerê îraqê baş were meşqkirin, ev yeke demeke dirêj dixwaze û heta were kirin renge DAIŞ bigehine nav Bexdayê, win di wê derbarê de çi dibêjin?

- Ez bi vî rengî hizirnakim, belku heger morala leşker were bilindkirin û bawerî bi sopa xwe çêbibe û serkirdatiyeke bi şiyan hebe ku wan arastebike ji bo pêşketin û kontrolkirinê, dibe wê demê di pir cihan de biserkevin û paşê gavan ji bo bernamên din bavêjin û di eniyên şer de bi ser kevin. Lewra pêwîste bitemamî pişt bi efser û şarezayên leşkerî were girêdan ku dikarin serkirdatiya pêkhatên sopayê bikin, her wek min destnîşan jî kir gereke mifa ji ezmûna pêşmerge were wergirtin, herwiha bi piştevaniya hêza esmaniya hevpeymanan serketin serketin wê were misogerkirin.


Top