Dr. Fûad Hussên: Serok Barzanî li eniyên şer e û bi hûrî çavdêriyê dike û bernamê ji bo rizgarkirina navçeyên Kurdistanê datîne
Rewşa şerê dijî terorîstên DAIŞê dikeve qûnaxeke dine, eniyên şerê Kurdistanê fereh bûye û niha metirsiyeke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê bi giştê û Kobanê bi taybet heye, herwiha di çarçovê vî şerî de zêdetir ji milyonek û nîv koçberan berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ev rêjeye roj bi roj di zêdebûnê deye û kêşên taybet pêve hene, li hemberê derket ku şerê DAIŞê ew şer e ku li ser erdê tê yekalî kirin û tenê bi hêzên esmanî yekalî nabe û di vî şerî de hêza karîger li ser erdê hêza Kurdistanê û hêza pêşmergeye, lewra giringe hevpeymanan di wê xemê de bin ku di ser astê hevkariya leşkerî û mirovî de alîkariya wan di wê arastê de bin ku hevsengiya hêzê bo Herêma Kurdistanê de bişkê, di heman dem de tevî ku hukumeta nû a Îraqê bi serokatiya Dr. Heyder Ebadî zêdetir ji mehekê hatiye ragihandin, lê hên wezîrên kurd sûnda yasayî nexwarine û kêşa şandina bodceyê nehatiye çareserkirin, ji bo axaftin li ser van pirsana, Gulan ev dîmaneya taybet bi Dr. Fûad Hussên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê re encam da û wî bi vî şêweyî bersiva pirsyarên Gulanê da.* Di vê rewşê de ku hevpeyman êrîşên esmanî dikine ser DAIŞê, lê DAIŞ her di pêşrewiyê de ye, gelo win niha çawa li vî şerî dinêrin?
- Terorîstên DAIŞê ji bo wê yekê şer dikin ku Kurdistanê dagîrbikin û ew ezmûna demokrasî a Herêma Kurdistanê ji nav bibin, lewra ew vî şerî bi çendîn şêweyan birêvedibin, yek ji şêweyan şerê teqlîdî ye ku hemû corê çekên li berdest bikartînin û şêweyê din tirs û xofe ku ez nêv lê dikim stratîjiyeta tirsê, lewra berî ku êrîşî her cihekî bikin destpêkê hewildidin propagindeya tirs û xofê li wê navvçeyê belavbikin ji bo vê yekê jî hemû torên civakî ji bo belavkirinê bikartînin bi wê yekê jî şereke hizrî dikin.
DAIŞ dijî xaka Kurdistanê û dijî ferhenga Kurdistanê ye ew Kurdistanê bi axeke zengîn dizanin û dixwazin dagîr bikin herwiha dizanin ku Gelê Kurdistanê dûrin ji hizra wan, lewra ew şereke hemû alî li gel dikin lewra jî eniyên şer jî pêwîste heme cor bin, çawa pêşmerge li eniyên şer bi çek şer dikin gereke di ragihandinê de jî şerê hizrî a terorîstan were kirin, herwiha bi rêyên torên civakî jî ev şere were kirin, ev şerekî aydiyolojiye, şerê teqlîdî a li qadê jî eşkere û xuyaye, lê şerê aydiyolojî cihê wê ne diyare, li destpêka vî şerî destpêşxeriya êrîşê di destê DAIŞê de bû, lê paşê ev hevkêşiye hate guhartin û destpêşxerî û çawaniya xweamadekirinê ji bo şer kete destê Herêma Kurdistanê, wan berê hizir di Hewlêrê de dikir lê niha hêza pêşmergê Kurdistanê êrîşî wan dike, lewra balansa hêzê di vî şerî de ji bo berjewendiya pêşmerge û Herêma Kurdistanê hate guhartin, lê ev wê watayê nade ku niha şer bi dawî bûye ji ber ku raste DAIŞ rêxistineke terorîstî ye lê ev şiyanên ku li ber destê wan e şiyanên dewleteke mezine, nêzîkî sêyeke axa Îraqê û 30% axa Sûriyê di bin destê wan deye, ev jî anku 250 hezar KM çwar goşe ji Îraq û Sûriyê dagîrkirine û zêdetir ji 10 – 12 milyon xelk di bin deshelata wan deye, herwiha DAIŞî rêxistineke terorîstî nêvdewletî ye û terorîstên wan ji 30 – 40 dewletan tên, lewraa ev şer e şerekî cîhanî ye û cîhan jî hatiye alîkariya hêza pêşmerge û Herêma Kurdistanê bike. Raste ev rastiyeke tale lê aliyeke geşbîn jî têdeye ku gereke omêdê bo Kurdistan û xelkê Kurdistanê peyda bike û serokatiya Herêma Kurdistanê jî li gor vê rastiyê muamele dike.
* Xuyaye wek we amaje pê kir ev şere wê dirêjbike, gelo ta çiqasî omêd heye Herêma Kurdistanê di ev şerê dûmdirêj de bi ser keve?
- Ev şer e wek cenabê serokê Herêma Kurdistanê destnîşankiriye, şer ê man û nemanê ye, lewra ji bilî serketinê tu rêyeke din tuneye, ji ber ku ev rêxistine terorîstî ye û armanca wan dagîr kirina Kurdistanê ye û heta ev terorîst cîrana me bin ev gefane her dimînin lewra gereke DAIŞ ji nav biçe lê ji nav çûna wan ne asane ji ber ku hemû alî dizanin DAIŞê jî şiyan û xelk hene ku piştgiriya wan bikin, lewra bi hemû pîveran ev şer e wê dirêj bike, lê hêviya me ew e em bikarin şer kin bikin lê gereke em texmîn bikin ku wê dirêj bike daku em nekevin şaşiyan.
* Xuyaye ev şer ê pêşmerge dike, şereke pêşmerge ji bilî hemû cîhanê dike, raste hevpeymaniya nêvdewletî dirust bûye, lê gelo ta çiqasî piştevaniya hevpeymaniya nêvdewletî ji bo pêşmerge di astê vî şerî cîhanî deye?
- Xuyaye li ser astê erdê kurd wî şerî dike û ji bilî kurdan kesekî din tuneye li ser erdê şer bike, lê dema cîhanê dît ku kurd kete metirsiyê ji esmên ve beşdarî di vî şerî de kirin wate bi bordûmana firokeyên cengî, paşê alîkariyên locistî jî şandin, bi baweriya me ev alîkariyane destpêkîne daku ev şere were yekalî kirin, lewra gereke alîkariyên zêdetir ji bo pêşmerge were pêşkêşkirin, ev jî wate yan gereke leşkerê xwe bişînin yan jî gereke çekên giran û pêşketîtir bidin pêşmerge û alîkariya locistî jî gereke berdewam be, heger na ev alîkariyên ku ta niha hatine ne di astê qebarê vî şerî de ne ku pêşmerge dikin, herwiha gereke alîkariyên mirovî jî werin kirin, zêdetir ji yek milyon û nîv koçber hene lê ji Bexdayê wek pêdivî alîkarî nehatine, em berdewam tekezê li ser wê yekê dikin ku gereke qebarê alîkariyên leşkerî û mirovî zêdetir bibin daku hum eniyên şer di berjewendiya pêşmerge de be û hum jî bikarin kêşa ew xelkên koçber bûne werin çareserkirin.
* Ta çi astî welatên hevpeymanan bersiva daxwazên we dane derbarê alîkariyên di herdu warên leşkerî û mirovî yên zêdetir de?
- Xuyaye welatên Ewropî û welatên din yên hevpeyman jî ji aliyê leşkerî ve alîkariya me kirin, lê dibe ku mifayek baş bi vê alîkariyê bo êrîşekê were kirin yan sekinandina DAIŞê li hinek navçe, lê di gel ferebûna şer de û siq bûna hewlên ji navbirina DAIŞê wiha çekên zêdetir yên pêşketî gereke bo nimûne tank û çekên dijî tankan û firokeyên helîkopter me daxwaza van çekan kiriye lê welatên hevpeymanan kengî wê biryarê bidin ev yeke ne xuyaye, lê em ê her berdewam bin li ser dawayên xwe, derbarê alîkariyên mirovî hejmarek rêxistinên nêvdewletî hatine Kurdistanê herwiha welatên hevpeymanan jî kojmeke pereyan terxan kirine û bi rêka rêxistina neteweyên yekgirtî alîkariya koçberan dikin lê ew alîkariyane jî ne di astê wan hemû koçberan deye, lewra hum gereke werin zêdetir kirin û hum jî gereke berdewam be ji vê zêdetir jî gereke hukumeta îraqê bi temamî bi erkê xwe rabe û bi astê vê karesatê were pêş û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
* Niha karesateke mezin bi serê Kobanê jî hatiye, li gor zaniyariyên we niha rewşa wî bajarî çawaye û win çawa temaşeyî rewşa Kobanê dikin?
- Ew zaniyariyên li cem me beşek jê me ji mediyayan standiye û beşek jî çavkaniyên wê ji têkiliyên me ye, wek berevanî xuyaye berevaniyeke bi hêz li Kobanê heye û ev berevaniye wê yekê xuyadike ku Kurd amadeye heta nefesa dawiyê berevaniyê bike, em bi vê yekê ser bilindin lê tevî vê berevaniyê jî em dibînin çakdarên DAIŞê ji ber ku çekên wan pirin û piştevaniya wan heye û dikarin çek û hêz û zexîrê bigînin îekdarên xwe lewra karîb pêş ve herin û hevsengiya hêzê ji ber hev çûye û di berjewendiya çekdarên DAIŞê deye û karîn bigehin nav bajêr, kêşa hêzên kurdî li Kobanê cografiye, Kobanê ji sê aliyan ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin, tenê aliyek heye ew jî Turkiya ye, wek em dibînin Turkiya jî alîkariyê nake û tenê firokeyên Emerîkî ji esmên ve êrîşî ser Kobanê dikin lewra rewş pir metirsî dare. Li wir yekalî kirina şer li ser erdê tê kirin û li ser erdê hevsengiya hêzê di berjewendiya DAIŞê deye. Ji vê jî zêdetir ji ber ku çeteyên DAIŞê gîştine nav bajêr û hêzên wan pir ji hêzên kurdî ve nêzîkin ev yeke kêşeyan ji bo êrîşên esmanî dirust dike, lewra êrîş zêdetir wê li derdora Kobanê berdewam bin û di çend rojên bê de wê xuyabibe pirsa Kobanê ber bi kuve diçe, heger Turkiya alîkariya leşkerî û mirovî a Kobanê bike wiha wê hevsengiya hêzê di berjewendiya kurdan keve lê heger li ser ev helwêsta niha rijdbe wê rewş metirsîdar be.
* Hevpeymanan li hember ev helwêsta Turkiya li hember Kobanê dilgiranin gelo wê çiqasî hewlên xwe zêdebikin daku Turkiya helwêsta xwe biguhêre?
- Gereke di van du rojan de encamên hewlan derkeve, ji ber ku şerê Kobanê şerekî pir girane, di peywendiya wezîrê derve yê Emerîka li gel serok Barzanî hemû behs behsa pirsa Kobanê bû daku ew ê ji destan bê were kirin herwiha evqas ez agehdarim Emerîkî li ser pirsa Kobanê bi herêma Kurdistanê re berdewam daxifin.
* Dema ku em van axaftina bi were dikin cenabê serok Barzanî li eniya şere û bi xwe serperiştiya eniya şer li Duhokê dike, gelo ta çiqasî serok Barzanî di hewldaye ku terorîstên DAIŞê were şikandin?
- Win agehdarin ku îro Şemiyê danê êvarê ez vegeriyan Hewlêrê û ez li wir di xizmeta serok Barzanî de bûn ku ew bi xwe serpereştiya eniyên şer dike û bi hûrî çavdêriya tmama mîhwerên şer dike û bi hûrî hizir di danana pilan û nexşa leşkerî bo qada şer dike, piraniya ew biyaniyên ku tên seredana serok dikin ez bi wan re rûdinim û ez ji wan re dibêjim cenabê serok çûye eniyên şer û niha ew pêşmergeye. Lê cenabê Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ye û karên din jî pirin tevî wê heta ku pilana leşkerî temam ji bo serkeftinê misoger neke ew ji eniyên şer venagere.
* Niha ku em li wî mihwerî dinêrin yê ku serok Barzanî lêye, serketinên azadkirina Rebîe û Zumar hene, gelo ev ne nîşana wê yekê ye ku azadkirina Şengalê nêzîke?
- Di şerên vê dawiyê de serketinên pir mezin hatine tomarkirin, lê mixabin ji aliyê ragihandinê ve bi qebara serketinê nehat romalkirin, her navçeyek yan her bajarek were azad kirin hemû axa Kurdistanê ye û giringe ez ne agehdarim ka Şengal wê kengî were azadkirin lê piştrast azadkirina Şengalê yeke ji armancên here giring, ya ku ez agehdarê me ew navçane tên pakkirin ku li derdora Şengalê ne, Rebîe jî pir ji Şengalê ne dûre, herwiha derdora Zomar jî ji terorîstan tên pakkirin û ev armanca serok Barzanî ye.
* Cenabê serok Barzanî dibêje: berî serxwebûnê gereke em vî şerî bikin, gelo serkeftin di vî şerî de çi dide me?
- Serketin di vî şerî de ta radeyeke zor wate serketin bi ser ew ên dijî jiyan û hemû olanin, lewra serketina Kurdistanê di vî şerî de wate serketina cîhanê bi giştîye bi ser terorîstan û bi vê yekê ji cîhanê re tê selmandin ku Herêma Kurdistanê dijî ew ên li dijî pîroziyên mirovatiyê ne û xelkê me hêmayê aramî û rêzgirtin li mafê mirov û pêkvejiyanê ye ku nehez dixwazin ji nav bibin, serketina Kurdistanê wate serketina prensîpên jiyan û mirovatiyê ye, û şkestina DAIŞ wate şikestina tarî û paşketinê ye li hember aştî û mirovdostî, herwiha serketina Kurdistanê nîşaneke giringa dine heye ew jî ku DAIŞê cîhan hemû tirsandiye û li her cihekî şer kiribe bi serketiye tenê li Kurdistanê dişkê, hizir û baweriya me a temam ew e ku em bi ser dikevin, ev şer e herçiqas berfireh û dirêdom be lê bi himeta serkirdatî û pêşmerge û dostên me em ê bi ser kevin.
* Paş damezrandina hukumeta ebadî û biryara kurdan bo beşdarî kirin di wê hukumetê de, wiha 30 roj derbaz bûn lê me tu tişt ji wê hukumetê ji bo kurdan nedît, win dibînin ku omêd heye ew kêşane werin çareserkirin?
- Biryara beşdar bûn di wê hukumetê de bi razîbûna hemû hêzên siyasî bû ku li civîna Silêmaniyê ew biryare hat dayîn, lê kêşeyek heye taybet bi dabşkirina wezaretan di nav me de, berî cejnê me dixwast em herin Bexdayê, lê em ê di van nêzîkan de herin û gereke em herin perlemanê û deng li ser were dayîn, xaleke din çawaniya muamelekirin li gel vê doseyê, kêşeya bodceyê pir giringe û berêz Dr. Roj li Bexdayê çend caran bi Ebadî re axfiye, min jî li Newyorkê ku Ebadê li wir bû ez li gel axfîm, wî gazinde hebûn, digot bila wezîrê darayî were ez li gel baxfim, çûnkê ev kêşe pêwendî bi wezareta darayî ve heye, behsa wê yekê jî dikir ku rewşa darayî a Îraqê ne baş e, du tiştên girêdayî bi bodceyê ve heye, yekemîn berdewam bûna bodceyê ji bo mehên bê duyem qerzên heşt mehên derbazbûyî ye ku bodce nedihate herêmê û ev pêdivî bi danûstandinê yeji ber ku niha ew bodceya ji bo Kurdistanê tê mehane tê, ev pir kêşe li ser çênabin, lê kêşe di qerzê deye ku gîştiye heşt milyar dolar, ev dibe babetê pirsyarê û bersiv di dema danûstandinê deye, lê pirsa berdewambûna bodceyê ta em di hukumetê de beşdar binbi boçûna min ew ne kêşeye, lê kêşeyên din hene wek mada 140 û pêşmerge, derbarê pêşmerge li cem hemû dunyaya derve xuyaye ku hêzeke karî li hember dujmin bisekine û tu hukumetek li Îraqê nikare rêz li pêşmerge negre p hesaban jê re neke, lê bodceya pêşmerge çawa tê dayîn ew pirsyarek dine.
* Dawî pirsyar wek tê çaverêkirin roja Sêşemê wezîrên kurd beşdariyê di yekemîn civîna civata wezîrên îraqê de bikin, kurdan 90 roj danîne wek derfet bo hukumeta Ebadî ji bo çareserkirin kêşeya kurd li Bexdayê, nîvê wê demê jî çûye, kurd jî vedigere Bexdayê, gelo tu gerentiyek heye Bexda çareseriya kêşeyên Kurd bike?
- Ez bawernakim wezîrên kurd li Sêşemê biçin Bexdayê, çûnkî ta perlemana Îraqê deng li ser wan nede, ew beşdar nabin, derbarê bi demê ne merce çûnkî pêwîstî bi rêkeftineke pirensîpî heye, heger em gîştine wê rêkeftinê wê demê çarçoveya demî jêre tê danîn, çûnke çareseriya kêşeyan dem jê re divê, bo nimûne çawaniya muamelekirin li gel siyaseta neftê li Bexdayê herwiha benda 140ê jî ta çiqasî di demekê de em dikarin bigehine rêkeftinekê ji bo çareserkirinê, ew di pirsên giring de tên bersivdan.