• Friday, 17 May 2024
logo

Profîsor Robêrt Rabîl bo Gulan: Turkiya nerastewxo hatiye nav şerê DAIŞê û niha bingehê Encerlîk ji bo şer tê bikaranîn

Gulan Media October 18, 2014 Dîmane
Profîsor Robêrt Rabîl bo Gulan: Turkiya nerastewxo hatiye nav şerê DAIŞê û niha bingehê Encerlîk ji bo şer tê bikaranîn
Profîsor Robêrt Rabîl vekoler e li şîretgeha Waşinton bo xwendinên Rojhilata Naverast û rêveberê xwendina bilind e bo xwendinên Rojhilata Naverast li zanîngeha Filorîda Etlentîk û pisporê warên cuda cuda ye yên Rojhilata Naverast, wek kêşeya Ereb-Îsraîl, Îslama Radîkal, Hizbulah û Terorîzim û Îraq, ji bo axaftin li ser ew hevpeymaniya nêvdewletî bo şerê terorîstên DAIŞê me ev dîmane pêre sazkir û wî jî bi vî rengî bersiva Gulanê da.
* Di şerê DAIŞê de derket ku ev şer e cudaye ji şerê Qaîde, ji ber ku DAIŞ teknîk û şêwazên nû ji bo tirsandina xelkê bikartîne, gelo hevpeymaniya nêvdewletî çawa dikare bi ser ev teknîk û tektîka nû de zal be?

- Emerîka hevpeymanetî bi we re wate Kurd û Herêma Kurdistanê li Bakurê Îraqê û herwiha hukumeta Îraqê û welatên erebî re heye, ew a niha rûdide zeîf kirina DAIŞê ye ne ji navbirina wê û omêda me ew her çiqas zû be DAIŞ were şikandin. Her ji ber vê yekê ye Emerîka û hevpeymanetiya erebî kardikin û li hinek cih pêşketinên DAIŞê sekinandine, niha jî destêwerdanê dikin û ez hêvîdarim Emerîka û hevpeymaniya erebî bombebaran bikin li her cihekî be, ez zanim ev yeke girane û tu xeyalek di vê derbarê de tuneye lewra ez hêvîdikim xelkê navçeyê bi hev re şerê ev şêrpença metirsîdar bikin.

* Ew sopayê ku li ser erdê di warê şerkirinê de rolekî kara dibîne li dijî DAIŞê hêzên Pêşmerge ye, ta çi radê Herêma Kurdistana Îraqê rolekî serekî dibîne di şerê dijî DAIŞê de? Gelo ta çiqasî pêwîste hevpeymaniya dijî terorî di aliyê hewalgêrî û hevkariya aborî de ne tenê pêdana çekan de hevkariya pêşmerge bikin?

- Ya ez ajê heme niha şîretkarên serbazî li Kurdistanê hene, dibe sed şîretkarên Emerîkî li Kurdistanê hebin, herwiha Emerîka kelûpelan dişîne Kurdistanê, ez ne berdevkê hukumeta Emerîka me û bi navê hukumetê deynakim, lê ez dizanim alîkariyên mezin ji Emerîka ber bi Herêma Kurdistanê û navçeyên din ve çûye. Pirs ew e gerek xelikên zêdetir li ser erdê beşdar bin, ez dibêjim: gereke piştevaniya êzdiyan jî were kirin, bi şêweyekî ku her êzîdiyek biçe şer ji bo vegerandina mal û milkên xwe, herwiha her mesîhiyek û her kurdek û her Îraqiyek ku mal û milkên xwe ji dest dabin, ez di wê baweriyê de me ku evv hevpeymaniyete were fere kirin û hêza erebî bi leşkerekî diyarkirî beşdar bin ne tenê ji esmên, belku beşdariyê bikin li hinek navçeyên diyarkirî, wek hêza taybet, Urdinî bin yan Seûdî yan Îraqî gereke biçin ew cihên ku DAIŞê dagîrkiriye û êrîşî wan bikin.

* Di ev rojên dawî de me dî ku DAIŞê êrîş bire ser Kobanî û vê yekê jî tirsek xiste nav xelkê sivîl û kurdên wê navçeyê, ev di demekê de ye ku kurd bigiştî li dijî terorê ne, gelo tê çaverêkirin ku di demekê de kurd hevpeymanên dijî terorê ne di rûbirûbûna li dijî DAIŞê de karesatên din bi ser de bên?

- Di be win li cem xwe wiha hest pê dikin ku Emerîka bi sistî gavan davêje, lê li vir li Emerîka wiha li pirsê tê nêrîn ku Emerîka bi lez gavan davê, wate ev girêdayî ye bi wê yekê ve ka tu li kîjan kêşwerê li rewşê dinêrî. Lewra dibe li cem we sist û xav derkeve, lê li vir berî her tiştî vekolîn û axaftin li ser tê kirin daku armancên karîger werin destnîşankirin, çi li Sûriya yan li Îraqê ew pêwendî bi Kobanê ve heye, ez pê dilgiranim û ev tirajîdiyayeke û hêvîdikim her wek çawa Emerîka êrîşên esmanî encam dan berdewam be li ser ji bo sekinandina êrîşan, kurd jî ku şerkerên pir baş in li pêşiya wan bisekinin daku kurd zêdetir berê xwe nedin Turkiya.

* Yekdengî di nav endamên hevpeymana dijî DAIŞê de heye ji bo lêxistina vê rêkxirawê, lê berjewendî û boçûnên cuda jî hene di êrîşên bo ser DAIŞê li nav xaka Sûriyê de, gelo Emerîka çawa dikare di ser van cêwaziyan de zal be?

- Emerîka dikare ji bo komkirina aliyan hevkar be, lê Emerîka nikare Sûriyan hemûyan komî ser hev bike û ji wan re diyarke ka çi biryarekê di derbarê paşeroja xwe de bidin. Emerîka êrîşî pir cihên giring kiriye – li cem DAIŞê giringe- Artêşa Sûriya Azad piştevaniyê dike û îslamiyên din dilgiranin wek Bereya Nusre, heta ew ên bi ser Qaîdê ve bûn û berê şer bi DAIŞê re dikirin, niha li dijî Emerîka ne, wate ew ên li dijî DAIŞê bûn niha li dijî Emerîka disekinin, wate ez dizanim cêwazî heye, lê Emerîka giringiyê bi vê cêwaziyê nake, çûnkî dujminekî wan heye û ew dujmin dijminê Sûriya ye dujminê Îraqê û navçeyê ye û Emerîka li dijê disekine, lê bi tenê vî karî nake, belku di gel pênc dewletên erebî vî karî dike, ew a min dilgiran dike û hemû karekteran li Sûriya dilgiran dike, gelo encamên lêxistina DAIŞê li ser giropên Sûriya çiye? Bo nimûne hinek kes dibêjin: ew alîkariya rejîmê dikin, hineke din dibêjin: na, ew alîkariya rejîmê nakin berûvajî alîkariya aliyên din dikin, hinek kesên din jî dibêjin: Leşkerê Azad pir zeîfe û ew demê ev leşker bi hêz dibe wê dem pir dereng bibe, wate boçûnên cuda hene, lê armanca serekî zeîf kirina DAIŞê ye bi hêviya ku di paşerojeke nêzîk de were gêrkirin. Her wek min got Emerîka dikare hevkar belê gereke Sûrî bi xwe li hev kombibin, ez nizanim ev çawa tê çareserkirin, bi rêya leşkerî, çûnkî Elewî, Mesîhî, Sune, Şîe û Kurd li wir hene, ez bi omêdim Sûriya jî weke Îraqê sîstemeke siyasî federal pesend bike ku Elewiyan şêweyek ji xwerêveberiya (otonomî) hebe û Sune û Kurd jî otonomiyeke diyarkirî hebin û hukumetekî navendî hemûyan kombike hebe. Raste di şerê Sûriya de Emerîka êrîşî DAIŞ dike, lê ji bilî Sûriyan bi xwe tu rêyeke din tuneye ji bo çareseriyê. Gereke ew bi xwe li hev bicivin. Win dizanin çi li Îraqê rûda, ez aje rewşa Îraqê heye, raste Emerîka di Îraqê de hebû , lê rêkeftinek di navbera Şîe. Sune û Kurd de hebû, raste kar li ser wê rêkeftinê nehat kirin, lê tevî wê jî rêkeftinek hebû daku were meşandin û cêbecêkirin, ku li Sûriya tu rê tunene daku têre bimeşin, ez dixwezim xelkê Sûriya bi ew cihê ku lê dijîn şabin, wate gereke bi rastî behsa sîstemeke siyasî nû bikin ku kemîneyên cuda bimînin wek Sûrî, lê astek ji otonomiyê hebin, ev jî bi kombûna Sûriyan bi xwe çêdibe. Tiştekî din li navçeyê heye ez dixwazim behsêkim ew jî Îran û Siûdiye ye, ez baş dibînim ku rêkeftinek di navbera Îran û Siûdiye de çêbibe, bi taybet di derbarê Sûriya, me ev yeke li Libnanê dît ku ne ji rêkeftina Siûdiye û Îranê ba hukumeta vê dawiyê li Libnanê nedihate avakirin, wate Emerîka heye herwiha welatên herêmê jî hene, bi taybetî Turkiya û Siûdiye herwiha Îran jî, gereke corek ji têgehîştinê di navbera wan de hebe, li dawiyê jî gereke Sûrî bi xwe biryarê bidin, wate demê em behsa Emerîka dikin, Emerîka armancek heye ew jî zeîfkirin û şikandina DAIŞê ye ku gefe li ser navçeyê û temama şaristaniyetê, wate erê Emerîka dikare hevkarbe, lê Emerîka nikare vî karî li şûna sûriyan bike.

* Turkiya wek dewletekî giring di nav NATO û cîhana îslamî de heta piştî rizgarkirina revandiyên xwe jî lê ew naxwaze beşdar be di hevpeymaniya dijî DAIŞê de û çavkanî behs dikin ku Turkiya danûstan kiriye ji bo rizgarkirina revandiyan û DAIŞ dibêje: danûstanên me bi Turkiya re hebûn, gelo beşdarînekirina Turkiya di şerê dijî DAIŞê de ne metirsîdare?

- Her çiqas Turkiya rolekî yekser nabîne lê niha bingehê Encerlîk tê bikaranîn, hinek kes vê yekê reddikin û hinek kes jî piştrast dikin, lê li gor ew a min xwendî û li gor hindek çavkaniyên min, Turkiya rê daye hevpeymanan ku hinek bingeh bikarbîne, wate Turkiya hinekî rola xwe dibîne, lê li pişt perdê, lê gelo em dixwazin Turkiya rolekî çalaktir hebe, bê goman em dixwazin Turkiya rolekî çalaktir hebe bi taybet ku pêwendiya wê bi kurdan re hebe ji niha ve, bi ya min ew a li Kobanê rûdide, cihê giringiyeke mezin e ji bo kurdan ku rolekî çalak dibînin, wate êdî ew yek nema ku em ronin û bêjin em nizanin çi bikin, çûnkî kurd rûbirûyî gefeke pir metirsîdar dibe li ser sinûran ku gereke helwêst were standin, wate çiqas zû li xwe vegerin û rolekî çalaktir bibînin ji wan û ji navçeyê re baş e.

* Siûdiye wek yek ji giringtirîn hevpeymanên Emerîka li navçeyê belê kiriye ji bo meşqpêkirina opozisyona Sûriya, ji aliyekî din ve Îran jî ku di Sûriyê de pir dest dirêje li dijî lêdana DAIŞê ye heger hat û bûye sedema hilweşandina rejîma Beşar Esed, pirsyar ew e: gelo ev cudahiye nabe sedema biserneketina hewlên jinavbirina DAIŞê?

- Bila ee yek ji bîra me neçe. Ku niha Îran alîkariya hukumeta Îraqê dike û qut qut bi dirêjiya dîrokê alîkariya kurdan kiriye, wate Îran rolekî ne yekser dibîne di rûbirûbûna DAIŞê, ya ku pêwendî bi rewşa Sûriyê ve hebe rewş li wir pir aloze, rejîm ji civaka nêvdewletî dabiriye. Wate wê rolê Îranê çibe, rohanî serkê Îranê amaje bi wê yekê kir ku ew ji ber wê yekê dijî helmetê ye , çûnkî dixwast ev helmeta li dijî DAIŞê Sûriya jî bi xwe ve bigre, ew jî ji ber ev a niha li Sûriya rûdide, çûnkî bi ya wan ew a li Sûriya rûdide gereke pêwendî bi hukumeta Sûriya ve hebe, ev nêrîna wan e, wate ew ne dijî wî karî ne ku Emerîka û welatên erebî dikin, belku li dijî DAIŞê ne, bila ev jî ji bîra me neçe ku Îranê demeke baş piştevaniya hukumeta Îraq û mîlîşiyayên Şîe kiriye, li gor çavkaniyên min wan şerekî mezin li dijî DAIŞê kirine pir zêdetir ji ew a hukumeta Îraqê kiriye, wate em nikarin bêjin rola Îranê tuneye, lê ev role li Sûriya tê guhartin, vê yekê jî zêdetir ji rehendekê heye, rehendekî jiyosiyasî û rehendekî taîfî, rehendê taîfî jî ew e ku Îran bi Şîe û Elewî û kêmîneyên Sûriya re ye herwiha Îran bi rejîma Sûriya re ye, wate beşdarîkirina Îranê di hevpeymaniyê de şorekî du deve, ji aliyekî ve dibe bibe sedem ku Emerîka hevpeymanên xwe yên ereb ji dest bide û ji aliyekî din ve di be bibe sedema zêdebûna rewta taîfegeriyê her ji ber vê jî renge baştir be Îran rolekî neyekser hebe.
Top