• Tuesday, 21 May 2024
logo

Zuhêr Erecî bo Gulan: Mûsil bi gurzê leşkerî nayê azadkirin û pêwîstî bi hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê heye

Gulan Media October 12, 2014 Dîmane
Zuhêr Erecî bo Gulan: Mûsil bi gurzê leşkerî nayê azadkirin û pêwîstî bi hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê heye
Rewşa bajarê Mûsilê roj bi roj li jêr sîbera terorîstên DAIŞê xerabtir dibe, di heman dem de hewlên ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê heta niha nexuyane, derbarê vê pirsê me ev dîmane bi perlementar Zuhêr Erecî perlementerê Îraqê û nûnerê parêzgeha Nînewe li perlemana Îraqê encam da û bi vî corî bersiva pirsyarên Gulanê da:
* Çawa xelkê bajarê Mûsilê wê ji dest DAIŞê rizgarbibin, gelo wê bi hêza Îraqê be yan bi hêza xelkê bajêr bi xwe, nêrîna we di vê derbarê de çiye?

- Em dikarin bêjin ew a hatî serê bajar û xelkê Mûsilê tiştekî ji nişkave bû û karesateke ne çaverêkirî bû, lewra gereke em hizir di paşeroj û rizgarkirina bajêr bikin, bi rastî gereke em lojîkane hizir bikin, leşkerê Îraqê li hember hejmareke kêm a DAIŞê şikiyan ku destpêkê ji bajêr ve nêzîk bûn, îro ew hêza terorîst li nav bajêrbingeh û baregehên xwe çaandine û hineke din ji xelkê bajêr şaşbûne û bi pê wan ketine, lewra gereke em xelkê têbigehînin ku DAIŞ li wan cihan nabe û wê her ji wan cihan derkevin, gereke pir bilez xelkê bajêr were hoşyar û rewşenbîr kirin û gereke mifa ji wan kongreyan were kirin ku li Cede û Parîs û Neteweyên Yekgirtî hatin li darxistin ku piştevaniyeke nêvdewletî li pê xwe anî ji bo malîna hêza terorîstî a DAIŞê, hevdem gereke Herêma Kurdistanê jî hevkar û hemaheng be li gel hukumeta navendî û parêzgar û civata parêzgeha Mûsilê ji bo şiyan hebin ku DAIŞê ji navbibin.

* Gelo tenê bi topbarana balefiran Mûsil rizgar dibe?

- Na, nabe, tenê bi êrîşên esmanî ev yeke çênabe, rojane zanyarî bi rêya çavkaniyên me ji nav bajarê Mûsilê digehin me, ku DAIŞê pilan û bernameyên xwe guhartine, ew di xaniyên Mesîhî û kurdên Şebek û serkirdên ewlehiyê û berpirsên din yên bajêr de dimînin ku xudanê wan koçberbûne û ew xaniyane li çend taxên bajêrin ku ne bi asane cihên wan werin destnîşankirin, heta kombûnên xwe jî di geraca otombêlan de li bin erdê encamdidin, lewra bi firoke û êrîşên esmanî ew bajar nayê azadkirin, lê gereke em wê yekê jî zanibin ku DAIŞê piraniya rêyên derdora bajarê Mûsilê bombekirine û mîn çandine.

* Gelo ew gencên li nav bajarê Mûsilê şer li dijî DAIŞê dikin dikarin ezmûna Enbar dobare bikin û wek hêza Sehwe ew jî li jêr her navekî bin xwe rêkbixin û hêza berevaniyê avabikin?

- Bi sedema gendeliya diravî û rêveberî û avakirina Sehwe ji welatiyên sade û çêkirina tîmên binav navê Sehwe hat xerakirin û ji aliyê xelkê ve nehat pesend kirin, îro pêwîstiya me bi serhildaneke giştî heye ne avakirina ew core giropana çûnkî heta niha gendeliya diravî û siyasî heye û berdewame, em dixwazin xelkê xweragir û şerefmendên bajêr vî erkî li stiyê xwe bigrin, xelkin li Bexdayê hene bi navê ku dixwazin werin derdora bajêr û hewla rizgarkirinê bikin lê di rastî de ew kesane tenê ji bo mifaya diravî û berjewendiyên taybet û bidestxistina pereyan bi vî karî radibin ku li erdê jî ne tu tiştin û tên wêne û dekyomên û nûçeyan belavdikin ku qaşo wan ew proseye encamdane ku pir ji rastiyê dûre, em dixwazin di bin sîbera hukumetê de hêza leşkerî were avakirin ji xelkê bi şiyan û mercên bi temen û li gor hinek ji yasayên berê, ku li hinek cihên tena û dûr ji şer ew yekeyên leşkerî werin avakirin û xelk têkiliyê pê bike ji koçber û kesên din ku bikarin ji bajêr pêwendiyê pêbikin.

* Dawî pirsyara me ew e çima hukumeta Îraqê ku xudan dezgehên ewlehî û leşkerî ye, nikare bajarekî azad bike ku hejmara xelkê wê ji milyon û nîvî zêdetire, gelo tu mebest û meremek li pişt heye?

- Ez heman pirsyarê dobare dikim, baş e çima behsa Enbarê nayê kirin ku xelkê wê koçberbûne û hêza leşkerî a Îraqê jî lê heye û berdewam tê bombebaran kirin, herwiha Feloce ku pirtir ji sê mehane tê topbaran kirin? Çima parêzgeha Selahedîn ku bingehê spaîker li wire û fermandeya leşkerî û hêzeke pir mezin lê ye, ta niha nekarîne azadbikin? Lewra bi ev hêza niha a Îraqê ez dibînim nikarin ber bi rizgarkirina bajarê Mûsilê ve pêşvebiçin, heta bi ew çek û şiyanên teknîkî tu encamek nabe, çûnkî heger ne ji hêza biyanî û nêvdewletî baya renge bajarê Bexdayê jî hatiba dagîrkirin, lewra ez dibêm gereke leşkerekî bi şiyan a nîştimanperwer were damezrandin, ne tenê serê mehê hizir di moçeyê de bike, çûnkî ji ber hebûna gendeliya diravî û rêveberî ev leşkerê niha ne di astê pêwîst deye, ev deh salin di ser hukumeta nû re derbazdibin û heta niha jî leşkerê me tuneye ku tenê bikare beşdariyê di şerekî hundir de bike, ne nêvdewletî.
Top