• Friday, 17 May 2024
logo

Pirofîsor Taner Akçam ji Gulan re: tene girentiya dubarenebûna jînosaydê dijî Kurdan damezrandina dewleta Kurdistan e

Gulan Media October 3, 2014 Dîmane
Pirofîsor Taner Akçam ji Gulan re: tene girentiya dubarenebûna jînosaydê dijî Kurdan damezrandina dewleta Kurdistan e
Pirofîsor Taner Akçam sosyalist û dîroknivîs vekulerê nasiyar li navenda Holokost jib o vekolînên jînosad li zanîngeha Klark li Emrîka ku dema 30 salane kar li ser pirsên jînosayd dike û yeke ji wan ekadimîstên komkujiya Ermenan mina jînosayid naskirî ji bo xeberdan li ser tirsa tawana jînosad di cîhana nihada û kirîza jînosayida Êzdiyan li Şingalê me ev hevdîtine tev encamda.

Pirofîsor Taner Akçam sosyalist û dîroknivîs vekulerê nasiyar li navenda Holokost jib o vekolînên jînosad li zanîngeha Klark li Emrîka ku dema 30 salane kar li ser pirsên jînosayd dike û yeke ji wan ekadimîstên komkujiya Ermenan mina jînosayid naskirî ji bo xeberdan li ser tirsa tawana jînosad di cîhana nihada û kirîza jînosayida Êzdiyan li Şingalê me ev hevdîtine tev encamda.

*Paş jînosayida Belqan di salên notan ji sedsala borî, civaka nêvdewletî bi tevahî û bi taybet Emrîka sozdan ku rênedin cardik komkujî ji sedema cudahiya etnî û ayînî werinpêkanîn, lê niha li herêma Kurdistana Îraqê , pêtij ji 1 milyon koçberên navxweyê hene , ku ji Êzdî û Xirîstiyana pêktên û bi sedan kes ji wan ji berku nebûn Musilman hatine komkujkirin, gelo çawa di sedsala 21 ê de cîhan rûbirû vê yekê dibe.
-Biyamin guhartinek weha mezin di navbera wan tawanên cengê cîhanî yê yekê û niha de rûdidin tineye, zalhêzan qet li ser binemayê exlaqî karvedan hember van tawanan nebûne, lê wan li gor berjewendên xwe karkiriye, guhartin runedane ew li gur berjewendên xwe yên siyasî kardikn.

*piştî buyerên vê dawiyê û hatina DAIŞ xuya bû ku dewletên şikestiî mina Îraq û Sûriyê qadek başe ji teroristan ra û li van dewletan xelik li ser binemayên Etnî û ayînî tên kuştin, gelo aştî û bi hevre jiyan li welatên şikestînxwarî wêpêkwere?

- Ez çareseriyake di demekê kurt de nabînim, ji ber du sedemên serekî, yek ji ber nebûna ti rêkeftona di navbera Rusiya Û Emrîka de, taku zalhêz pêkneyên aştî bi sanehî li herêmê pêknayê, sedema duyemîn girêdayê partên siyasyên devera rojhelata navîne ku naxwazin bihevre bijîn, piştî hatina Emrîka bo îraqê niha her neteweyekê etnek dixwaze dewleta xwe hebe, û naxwaze kesekê ser bi regezekê din pêre be, bo nimûne Şîe ti giringiyê bi Sineyan nadin û sinejî li gor daxwazên Xiristiyanan narin, û herweha tev kêmîneyên din jî wehane, ya rast ez gelek reşbînim, ji berku ne civaka nêvdewletî û nejî hêzên navxweyê dikarin ewlehiyê peydakin, lê biya min ya niha li nav kurdan hey tiştek başe, ya baştir ewe kurd bikarin herzo dewleta xwe pêkbînin herçinebe Kurdistan ciyek arame ji tev wan kesên berê xwe didin Kurdistan ê.
*Bi dirêjiya dîrûkê û di demên cuda de kurd tûşî komkujî û jînosaydê bûne, lê piştî derketina DAIŞ pêtir ji 300 hezar kurdên Êzdî tûşî komkujyê bûne tenê jiberku ew cudane ji musilmanan, çekdarên DAIŞ keç û jinên Êzdî û Xiristiyanan dibin û difiroşin, gelo pêdiviye civaka nêvdewletî çi helwêst hebeli hember vê kirîza mirovatî û çawa tiştê weha di sedê bîst û yekê de diqewime?
Helbet dive di karesatên mirovatî de civaka nêv dewletî di hawara herêma kurdistanê were, yan jî baştire em bêjin alîkariya dewleta kurdî bikin, jiberku niha hêza yekane ya li hember DAIŞ ê li navceyê disekine Kurdistan e, ciyê daxê ye li gur nûçeyan hikumeta Turkiyê hember DAIŞ bê helwêste, wate gereke civaka nêvdewletî hevkariya mirovî ji kurdan re bişîne, ez ne piştrastim ka wê hevkarî werekirn, yan berhevin jib o hevkarîkirinê, lê tekes ya hatiyekirin kême û eve pirsekê giringe , ya giringtir jî bihêzkirina hikumeta Kurdiye daku dijî vê rêkxirawê rawestin, ez bi eşkerayê dibêjin ne tenê DAIŞ rêkxiraweka teroristiye belku hejmarek mezin ji Suneyan tevî wê rêkxirawê bûne, ev jî pirsek dine û tu nikarî pirsgirêka rojhilata navîn di pirsa terorê de kort bikî, belku pirsgirêk kure, tenê du erk hene, ya yekan hevkariya mirovî bo Kurdistan ê û Îraq ê , ya duyem jî bihêzkirina hikumeta kurdî ye jiberku tenê ev ciye heye ku parêzvaniyê li koşberan dike.

*Her tim kurd ji civaka nêvdewletî dixwazin gerintiyê wergirin daku ti jînosayidên din bi serda newên, gelo cîhan çilo piştgêriya serxwebûna Kurdistan ê dike daku tûşî jînosayidan nebin?
- civaka nêvdewletî li ser binyata exlaqî karnake biya min li ser bininyatî rewştî piştgêriya Kurdistan ê nake, wê demê civaka nêvdewletî dê piştgêriya dewleta kurdistanê bike dema ku dizane perjewendek mezin a wan di hebûna vê dewletê de heye, li gor zaniyaryên me xasteka mezin ya nêvdewletî div î warî de tuneye, biya min eve wê bi hevkariya Turkiyê were hole, lê bedaxewe li gor têgehiştina min Turkiya berhev nîne hevkariyê li gel hikumeta Kurdî li bakurê Îraqê bike, bo şerkirna dijî DAIŞ ê Turkiya hevkarî nekir, cihê daxêye eve pirsgirêka tevaya dewletên Sune yên deverê ye û taku dewletên Sine dijatiya DAIŞ û têroristan neken, serketin çetine.

*Ewa bi sere Êzdiyan hatî û revîna wan bo çiyayê Şingalê tevaya cihanî dilgirankir û ta niha rewş tê çavdêrîkiirn, gelo bi nêrîna we çend giringe cîhan danê pê bide û vê yekê weke jînosayid nasbike weke di nasîna netewên yekbuyî tê zanîn?
-ez bi temamî tev nêrîna serokî DY me dema gotî eva li ser Êzdiyan qewmî jînosayid e, ew jînosad bû ku bi destwerdana Emrîka û kurdistanê rêlêhate girtin, hikumrta kurdî li bakûrê Îraqê mil bimilê balefiran şerkir rê li rûdana jînosayidan kirye, eje ji me re eşkeraye, ez hêvîdarim, raya giştî ya cîhanê , yan civaka cîhanî hind rêyên dî jibo nehêlana peydabûna karesatên mirovî bibînin.

*Çi li hevçûnekê di navbera komkujiya Ermenan û komkujiya Êzdiyan de tu dibînî?
- Ez lêkolerê beware jînosayidim û pêtir ji sî sala ye kar li ser evê prose dikem, dê we û rojnama we mendehoşkem ku dema dibêjim civaka nêvdewletî qet fikir li vê pêşveçûnê nedikir, eve dîrûkiue jib o cîhanê, ya cuda niha bizav jibo rawestandina jînosayidê hatkirin lê di komkojiya Ermenan da ti rêgirî nehatin kirin, û herwesa li sal 1994 li Rwande çi tişt nehat kirin, cîhanê temaşey komkujiya 1 milyon kesî dikir û tenê civaka nêvdewletî balefirên xwe şandin Tîbalî û tenê welatiyên xwe rizgarkirin, lê niha li bakurê Îraqê rewşeka baştire firoke jib o rawestandina DAIŞ ê hatin şandin , ya baştir ewe ku neweyekê ku aramiyê peyda bike were hole û ez div ê bare de serkeftinê ji Hikumeta Kurdistan ê re dixwazin
Top