Hazim Tehsîn Beg bo Gulan: Serok Barzanî ji me re got 1000 pêşmerge jî şehîd bibin em dest ji Şengalê bernadin
Ev karesata vê carê li çiyayê Şengalê hatî serê kurdên êzîdî, ne tenê êşa enfal û kîmiya baranê nû kir, lê zengeke agehdariyê bihêz bû, ji bo gelê kurdistanê bi taybet û cîhanê bi giştî, ku heta kurdistanê nebe dewlet û xudan serweriya xwe wê tirsa komkojî û jînosaydê li ser gelê kurdistanê her hebe. Ji bo axaftin li ser karesata êzdiyan û hewlên ji bo nasandina vê karesatê wek jînosayd, me ev dîmane bi Hazim Tehsîn Beg kurê mîrê êzîdiyan û wekîlê mîrê êzîdiyan re sazkir û wî bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da.* Bi dirêjiya dîrokê êzîdî wek beşek ji netewa kurd ji aliyê dagîrkerên kurdistanê ve her tirsa komkojiyê li ser bû û berdewam hewil hebûn ku ev beşê resen yê kurd ji netewa kurd bibirin û bihelînin, lê li cem Barzaniyê nemir her tim êzîdî bi kurdên resen hatiyê bi navkirin û dopat li vê yekê kiriye, pirsyara me ev e gelo çiqas giringe êzîdî dobatê li ser kurdbûna xwe bike?
- Derbarê pirsa neteweyî û kurdbûnê li cem êzîdiyan ev pirseke axaftin li ser nayê kirin, ji ber wek Barzaniyê nemir jî destnîşankiriye, êzîdî kurdên resenin, lê em pêketiyê olekê ne û dab û nerîta olî a me cudaye ji olên din, ji vê jî zêdetir hemû deqên ola êzîdî bi kurdî ne û li her çwar perçên kurdistanê jî êzdî hene, lewra em tu carî nasnama netewî û kurdbûna xwe nakin.
* Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî dagîrkirina Şengalê û koça êzîdiyan ber bi çiyayê Şengalê, biryar da êrişeke seranserî bo ser terorîstan were encamda, ji bo parastina êzîdiyan şerekî çarenivîsaz ragihand, gelo ta çi astî ev biryara serok Barzanî kartêkirin li ser êzîdiya hebû ku beşekî resen a netewa kurdin?
- Bi rastî helwêsta cenabê serok barzanî cihê pesnê ye, rojekê piştî ku ev bi ser Şengalê de hatî em bi serok Barzanî re civiyan, serok Barzanî di wê kombûnê de zelal helwêsta xwe ragihand û ji me re got em dest ji Şengalê bernadin û heger zêdetir ji 1000 pêşmergî şehîd bibin jî em dest ji Şengalê bernadin, ew a li vir ez dixwazim dest nîşanbikim ku ew karesata çêbûyî ji şiyanên kurdistanê mezintir bû, lê tevî wê jî û di ser ew barê giran re helwêsta cenabê serok Barzanî pir zelal bû, lewra helwêsta serok Barzanî kartêkirinek mezin li ser wêrekiya êzîdiyan hebû, em wek êzîdî dest ji nîştimana xwe û Şengalê bernadin, ji ber ku Şengal beşeke ji Kurdistanê û ji Kurdistanê cuda nabe, Şengal romet û namosa me ye û em hemû amadene ji bo rizgarkirina Şengalê her tiştekî bikin qorban.
* Paş ew biryara Serok Barzanî, cîhanê jî dengê xwe bilind kir û niha wek em dibînin kêşeya êzîdiyan bûye dosyeke cîhanî, gelo çiqas giringe ku kêşeya êzîdiyan zêdetir bi cîhanî bê kirin û ew tawanên di derheqê keçên êzîdî de tên kirin û yên ku bi zorê tên neçar kirin ku ola xwe berdin, gelo çiqas giringe ku cîhan ajê hebe?
- Ez dikarim zelal bêjim ku serok Barzanî ne serokekî normale ku tenê li ser astî hundir karîgerî heye, belku van rûdanan derxst ku hemû cîhan rêzê li siyaseta serok Barzanî digre, ev jî derencama ew têkiliyên ferene ku wî bi Ewropa û Emerîka û hemû cîhanê re hene, herwiha helwîstên serok Barzanî li Yekîtiya Ewropa û Emerîka giraniya xwe heye, lewra ew bersiva cîhanî bo helwîsta serok Barzanî cihê serbilindiyê ye ji bo neteweya kurd, bi rastî jî heger serok Barzanî bergirî li êzîdiya nekiriba û bergirî li kurda nekiraba, dibe hîn ji vê jî xerabtir me bidiya, lewra serok Barzanî bi lojîk û hizira xwe gavên pir mezin bi lez avêtin û niha jî wek em dibînin roj bi roj zêdetir gavên ji bo çareserkirina kêşeyan bi temamî berev pêşvediçe, ji vê jî zêdetir pir giringe cîhan bi temamî aje wê karesatê hebe ku paş deh sal ji roxana rejîma Sedam Husên û rizgarkirina Îraqê ji dîktatoriyetê bi serê kurdên êzîdî hat, dewleteke terorîstî bû cîranê kurdistanê ku ew jî dewleta DAIŞê ye, ew a terorîstên dewleta îslamî tînin serê êzîdiyan dûre ji hemû dab û nerîteke mirovayetiyê û dûre ji reftara musliman û îslamê û dûre ji hemû olan.
* Win wek beşek ji netewa kurd ji bilî ku zimanê we bi kurdî ye di heman dem de ola we jî bi zimanê kurdî ye, gelo dagîrkerên kurdistanê çima hewildidin ziman û ola we bi hevre biguhêrin?
- Bawermendên ola êzîdî milyonek kesin, nêzîkî 300 hezaran li Îraqê dijîn û zêdetirî 300 hezaran jî li derve dijîn, dujminên miletê kurd jî pirin û naxwazin milyonek mirovên êzîdî bibin beşek ji danîştvanên kurd li kurdistanê, lewra dixwazin bi rengên corbicor teirîb bikin û bi ereb werin navnivîsandin.
* Di rûdanên vê dawiyê yên Şengalê bi sedan hezar kurdên êzîdî koçberbûn, bi sedan hatin kuştin û bi hezaran ketin destê terorîstên DAIŞê, gelo ev rûdanên vê dawiyê ta çi astê gefên rasteqîne li ser hebûna êzîdiyan wek netew kurd û olek cuda çêkiriye?
- Bi baweriya min ev rûdanane ne gefin li ser hebûna êzîdî û ola êzîdî, belku zêdetir me paldide ku em rijdbin li ser kurdbûn û ola êzîdiyan, derbarê pirsa Şengalê, xuyaye pirsa Şengalê cudaye, helkefta cografî a Şengalê bi wî rengî ye ku her çwar aliyên wê gundên erebane, herwiha navçeyeke dûre lewra di ew cihê cografî de ku her çwar alî erebin bi wan nexwaş tê ku em bêjin em kurdin.
*Ew bi serê êzîdiyan hatî berê bi serê hemû kurdên Başûrê Kurdistanê hatiye, ji piroseya enfalê bigre heta bi kîmiyabaran helebçe û enfala Barzaniyan gelo çiqas giringe ku ev karesata bi serê êzîdiyan hatî bi karesata helbçe û enfalan re wek yek dosiye û bi jînosayd were naskirin?
- Bi rastî ev yek pir giringe, em daxwazê ji rewşenbîr û ekadîmiyên kurd yên hindir û derve dikin ku karbikin ji bo ku hemû cîhan zanibe ew li Şengalê çêbûyî jînosaydeke din bû li dijî beşeke din a netewa kurd ku ew jî kurdên êzîdî ne, herwiha pirsa kurdên êzîdî bi kîmiyabarana helebçe û piroseyên enfalê ve were girêdan.
* Derket ku heta kurd nebe xudanê welatekî serbixwe hertim gefên jînosayd û helandinê li sere, gelo niha çiqas giringe ku kurdan dewleteke serbixwe hebe daku carek din rastî jînosaydê neyên?
- Bi rastî giringe ku kurd xudanê dewleteke serbixwe bin û dezgehên navdewletî karûbarên kurdistanê rêkbixin daku dûr bin ji dijminên kurdistanê û carek din rastî jînosayd û komkojiyan neyên.
* Niha rewşa êzîdiyan çawaye û tu çawa dibînî?
- Berî her tiştî hejmara kurdên êzîdî li Şengalê nêzîkî 380 hezar kes bûn, hinek li çiyê mane, ku çend fermandeyekin, her yek ji wan çend sed pêşmergeyek pêre ne û li wir mane û çaverêdikin ku hêza pêşmerge êrişa xwe destpêbike û li wir li hevkombibin ji bû rizgarkirina Şengalê, herwiha 300 hezar xelkê me li navçeyên din yên kurdistanê ne û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez a hemû alî û civaka nêvdewletî heye. Herwiha em omêdxwazin pêşmerge li ser hemû sinûrên kurdistanê bergiriyê bike û hemû axa kurdistanê bi hevre biparêze, berî niha pêşmergeyên kurdistanê hinek pirsgrêk hebûn, çekên pêwîst ne li ber destê wan bû, lê niha û paş hatina alîkarî û çekan bo hêza pêşmerge û pirsgrêkane çareserbûn, bi rastî ji bo rizgarkirina Şengalê pêşmerge hewceyî çekên baş bû daku bikare bi serkeve ji ber ku gereke em hemû bizanin rizgarkirina Şengalê ji aliyê cografî ve ta astekî ne asane û derdora Şengalê hemû êlê erebin lê em piştrastin ku paş rizgarkirina Şengalê êzîdî wê vegerin Şengalê û bi xwe bibine pêşmerge û wê bergiriyê li Şengal û Kurdistanê bikin, herwiha paş civîna me a bi cenabê serok Barzanî û cenabê kek Nîçirvan Barzanî re me ragihand ku niha 6400 êzîdî hene ku pêşmerge ne daku mil bi milê pêşmerge bergiriyê li axa kurdistanê bikin.
* Paş karesata êzîdiyan, hemû kurd bi yek deng û yek rêz alîkariya birayên êzîdî kirin, gelo win çawa li ev yekhelwêstiya kurd sedikin?
- Em pir ji dil sipasiya helwêsta birayên xwe kurdên misliman dikin, ji ber ku cudahiya olî kartêkirin li ser hesta neteweyî yunebû, lewra em sipasiya hemû aliyan dikin ji Zaxo heta bi Silêmaniyê, vê yekê derxist ku mesela Şengalê meseleyeke taybete bi hemû kurdistanê ne tenê bi kurdên êzîdî. Min bi xwe pir birader ji Hewlêr û Silêmaniyê hene ku telefona min dikirin, digiryan, ev yek rengvedana exlaq û hesta neteweyî a her takekî kurdistanê ye.
* Her di çarçova hewlên nêvdewletî de ji bo hawarçûna êzîdiyan, hinek welatan amadeyiya xwe nîşandane, ku hejmrek êzîdî wek penaber wergirin, lê kesayetiyên ola êzîdî tekezê li wê yekê dikin ku pêwîste êzîdî vegerin ser cihên xwe û koçbernebin, win çiqas piştgirya wê yekê dikin ku êzîdî li ser cihên xwe bimînin?
- Em bi hemû şêweyekî piştevanin û handidin ku xelkê me vegerin ser mal û cihên xwe li Şêxan û Şengalê jî, lê gereke em wê rastiyê jî bêjin ku van terorîstana wekirin ku bawerî nemîne, lewra em dixwazin ji me re parêzgariyeke olî hebe, ev jî bi hebûna hêzeke pêşmerge a bihêz û piştgiriya nêvdewletî çêdibe, gereke ez wê rastiyê jî bêjim heger kêşeya xelkê kurdistanê yek kêşe be, kêşeya me dudune, ji aliyekî ve em kurdin û çwar aliyên me erebin, ji aliyekî din ve ola me jî cudaye, ji me re dibêjin win kafirin, baş e çawa em kafirin? Terorîstên DAIŞê tenê ji êzîdiyan re gotin gereke win dest ji ola xwe berdin û biguhêrin, ji vê jî zêdetir keç û jinên êzîdî bi eşkere li Tilefer hatin firotan bi 200 – 300 dolar, ev reftarên DAIŞê dûrin ji hemû biha û reftareke mirovayetî, em niha di sedsala bîst û yekê û sala 2014ê de dijîn, şer tişteke û ew tiştekî dine, kurdistanê bi hezaran hezar şehîd dane ji bo parastina vê axê û bi hezaran êzîdî jî ji bo parastina Kurdistanê şehîdbûne, her wek nimûne şehîd Mehmûd Êzîdî yeke ji ew şehîdên ku em şanaziyê pêdikin, lê mesela birina keç û jinan meseleya şerefê ye û her dimîne.
* Bi Şêweyekî giştî paş bûyera Şengalê, heger zaniyarî li cem we hebin, çend kes koçberbûne û çend kes bûne qurban?
- Di vê rewşê de amareke rast li cem kesî tuneye, lê paş ku pêşmerge Şengalê rizgar bike û komîtek diçe û pirsyarê ji xelkê dikin wê amar derkeve, lê wek ew ê niha em dibînin, karesateke pir mezin û ne mirovaneye, lewra her koçberekî êzîdî çîrokekke taybet bi xwe heye.