• Friday, 17 May 2024
logo

Profîsor Baram bo Gulan: 1948ê Emerîka ne razîbû Îsraîl bibe dewlet lê yekem kes danpêdan pê kir serokê Emrîka bû

Profîsor Baram bo Gulan: 1948ê Emerîka ne razîbû Îsraîl bibe dewlet lê yekem kes danpêdan pê kir serokê Emrîka bû
Profîsor Emaziya Baram ji naverasta salên heftêyî yên sedsala bûrî ve xwendinê li ser rewşa Îraqê dike û heta niha her berdewame, di dema amadekariyên Emrîka ji bo operasyona azadkirina Îraq, profîsor Baram yek ji ew ekadîmîst û psporan bû ku şîret û rasparde ji bo Corc Debilyo Boş dane, wê demê profîsor Baram serokê navenda Saban bû li şîretgeha Birokîngiz, niha jî yek ji vekolerên bilindên şîretgeha United State Bo Aştiyê (USIP), ji bo axaftin li ser rewşa niha ya Îraqê û derfet û mercên nêvdewletî ji bo ragihandina serbixweyî ya Kurdistanê, me ev hevpeyvîne bi profîsor Emaziya Baram re çêkir û bi vî curî bersiva pirsyarên Gulanê da

* Niha li seranserî cîhanê behsa dawî hatina Îraqê tê kirin, gelo dawî hatina Îraqê navçeyê berev ku ve dibe?

- Eger bi dawî bibe, wê demê dewleteke Sune û dewleteke Şîe û dewleteke Kurdî dirus dibe. Ew ez ji we re dibêjim, ecêbe, eger Îraq perçe bibe, wê ne tiştekî xerab be, ev ne xerab e ji bo Şîe û Malikî û Sedir û Hekîm jî, ez bêjim çima? Çûnkî wê demê Şîe wê bikarin bi aştî bijîn, ji ber ku pêwîstiya wan bi Mûsil û Enbar û heta pêwîstiya wan pir bi Diyale jî tune ye, lê pêwîstiya wan bi Bexdayê wê hebe û wê Bexda bimîne bajarekî Şîeyan, çûnkî niha ji sedî 85 xelkê Bexdayê Şîe ne wate wê Beda û başûr bi dest wan de be.
Li vir ez hesabê berjewendiya Şîeyan dikim, ew ê Bexda û Başûr bidestxin û nefta wan jî heye ku di her salekê de dahatê wê nêzîkî 100 Milyar Dolare û wê demê pêwîst nake bi çi kesan re parve bikin û ne neçarin bi kurdan re jî parvekin herwiha bi Sueyan re, herwiha bi asanî destê wan digehe Kendava Farisî di Besre û Umqesir re.
Di rewşeke wiha de, eger em di nêrîna Malikî re zelal li rewşê binêrin ji bo diyarkirina ka çi di berjewendî û çi di qazancê de ye, wiha wê tiştekî pir baş baya eger kurd di rêya xwe de çûbana û sune jî di rêya xwe de, bêgoman Malikî naxwaz e wiha derkeve ku ew ew kes e bû ku Îraq perçe kir, ew naxwaze wiha derkeve û di dîrokê de wiha were bas kirin ku wî rewş teqand, wate ev zêdetir ji her tiştekî navûdengî ye, lê pirsgirêka Şîeyan wê tune be û her tiştê gerekê wan heye û zêdetir.
Em tên ser kurdan, Kurdistana kurdan heye û digîne çiyayê Şengalê, herwiha nefta wan jî heye û şiyane hevbigrin, wate ji aliyê xak û netewê ve kurd di rewşek baş de ne, û pirsgirêk - herwek min çend caran destnîşan kiriye – gîştina deryayê ye, bi Eqyanûs, ku we tune ye, renge wiha baş be ku kurd şandekî bişînin Turkiya – ku niha wî karî dikin – daku bi turkan re baxfin, ku gereke paş win serbixweyî yê radigehînin, we têkiliyên baş bi Turkiya re hebe. Ev hizra min e, niha win dikarin serbixwe bin ku Kerkûk li ber destê we ye, lê tu gaveke bi lez neavêjin, win di çaverêkirinê de tu tiştekî ji dest xwe nadin, ji bo bibînin ev rewt wê bi çi arasteyekê ve here di navbera Malikî û DAIŞ ve, win li cihekî baş rawestî ne û wê biparêzin. Lê didema ku win vê dikin gereke we win danûstandineke cidî bi turkan re bikin. Ez nizanim şanda we li Turkiya behsa çi kirîye, lê gereke win pabendbûna Turiya bidest xwe ve xin daku bi rêya Turkiya re destê we bigehe deriya Sipî a Naverast, ev giringe ji bo neft û çek û abûriya we, lê turk wê tiştekî ji we re bêjin, ez nizanim, lê ev hizr û xeyala min e, wê ji we re bêjin heger we serbixweyî ragihand gereke çi peywendiyeke we bi Partiya Karkerên Kurdistanê re tunebe, çûnkî PKK gefan li yekîtiya axa Turkiya dike, wate gerek win wê belêneyê bidin wan ku heger we serbixweyî ragihand tenê di Kurdistana Îraqê de be. Renge pênc sal yan deh salên din win bikaribin federaliyetekê bi kurdên Turkiya re çêkin, ev çêdibe, lê nabe li kêleka PKKê şer bikin daku serbixweyiyê ji kurdên Turkiya re jî bidesbixin, çûnkî ev wê gurzeke mezin be ji Turkiyê re.
Sebaret bi Kerkûkê, bêgoman Turkman heye Sune, lê Suneyekî nerme, herwiha Turkman heye Şîe ku bi rastî ji DAIŞê ditirsin, wate turkman di navbera du bijardeyan de ne, DAIŞ û Herêma Kurdistanê, lewra pir asane ku Turkiya were qanikirin ku Herêma Kurdistanê dikare giringiyê bi turkmanên Kerkûkê bide, dikarin azadiyeke temam bidinê, azadiya sivîl û otonomî di çarçoveya Kurdistanê de, helsûkewteke rewa û yeksan bi wan re bikin, wate wê daxwazên Turkiya jî ji we hebin û gereke hebe jî, ji ber wê gereke win danûstanan bi Turkiya re bikin û pêwîstî bi lezê nake, çûnkî bi dîtina min kêm zêde rewş arame. DAIŞ berev Bexda û başûr ve naçe, bi çi rengan. Ew temama Diyalayê dagîr nakin, her çende wê beşek mezin dagîr bikin, wan temama Selahedîn û Nînewa dagîrkirine û kêm zêde parêzgeha Enbarê, wate ev rewş kêm zêde wê wek xwe bimîne, hinek caran wê şer ji sinûrên van navçeyan ber bi Bexdayê ve here û ta demekê rewşê wiha bimîne, wate bêhna xwe ferehkin. Niha peywendiyên we bi Turkiya re pir baş in, lê ev berî ragihandina serbixweyiyê ye, heger win dixwazin biryara serbixweyiyê bidin, carek din diyalokê bi wan re bikin û bizanin ew çawa hizir dikin.

* Pir şareza behsa wê yekê dikin ku serok berê yê Emrîka Corc Boş, pir destkeft li Îraqê bi destxisitin lê serok Barak Obama nekarî biparêze, gelo şaşîtiyên rêveberiya Obama çibûn, çûnkî heta di wê demê de kurdan destnîşankirin ku zûye bo vekêşana hêzan û daxwaz kirin ku bingehê serbazî yê Emrîkî li Kurdistanê were damezrandin û niha rewşa Îraqê xuyaye, hizra we di vê derbarê de çiye?

- Şaşiya hejmar yek di sala 2010ê de ew bû ku gereke Emrîka razî neba Malikî bibe serokwezîr, ev şaşiyeke mezin bû, çûnkî ew çwar salan bibû serok wezîr û şikiyabû, wate çima postê serok wezîr careke din didenê, ez dizanim Îraniyan ev yek dixwastin, lê gereke Emrîkiya bigotana na, gereke Eyad Elawî ba, çûnkî partiyekî mezin û derfeta wî hebû. Ev şaşiya hejmar yek bû ku Malikî selmand jî ku şiyanên wî tunene bibe serok wezîr.. şaşiya duyê ew bû dema li dawiya sala 2011 hêzên Emrîka vekişiyan, gerek bû petalyonek yan du petalyon hîtibana, ew ne hêzek mezine, lê heger bîst ta sî helîkopterên ebatçî hebana û hinek muşek û firokên bê firokevan bimana, wate hêzeke biçûk baya, nêzîkî 10 hezar kes bana, çûnkî di şiyan da nebû 100 hezar kes bimînin, watehêzeke şerker hîştibana, wê rewş negehîşta rewşa niha.
Herwiha Emrîka îstxbarateke pir baş hebû li Îraqê, lê hilweşand û vekişîn, ev şaştiyeke din bû. Karekî din ku gerek bû bikirana, ew bû ku heger nedikarîn hêzê li wir bihêlin, wiha dikarîn ev hêza biçûk ji bo demeke dûr û dirêj li wî welatî bihêlin, lê Obama radigehand em dixwazin hemû hêzan vegerînin welat, baş e vegerînin, lê gereke hejmarek ku ne zêdetir be ji 100 yan 150 bimînin, ku ne sîxor bin lê baş şarezayî Kurdistanê bin, baş şarezayî Neynewa û Enbar bin, ku bikarîbana di peywendiyeke berdewam de bana bi xelkê Kurdistan û Nînewa û Enbar de hebana, bizanîna çi dibêjin û çi tiştek wan xweşhal dike û çi teştek wan nerihet dike, egere Obama rê bida vê yekê ku 300 ta 400 kesên wiha li Emrîka ku pir baş dîyalîkta Îraqî daxfin raste kurdî naxfin, lê piraniya kurdan jî Îraqî daxfin. Ku nepêwîst bû ev li navçeyên Şîeyan de bin, pêwîst bû li navçeyên kurdî û sinî de bin, ku şarezabin û ziman û keltûrê bizanin û xelkê jî nasdikin çûnkî berê li Îraqê xizmet kirine, bila ew 100 kes bin ne zêdetir û bodceyeke kêm jî hebe, ew dîplomatin û dikarin herin her cihekî û raportan bidine Waşintonê. Dagîrkirina bilez a Mûsilê, ev nukteye, îstixbarata Emrîka tu zanyariyek tunebû derbarê ew çêdibe, wate gereke ev bikirana, lê nekirin, çima? Ji ber ku Obama xwast tu tiştekî di derbarê Îraqê de neke û baweriya wî wihaye ku Îraq şerê Boş bû û nedixwast tu tiştekî di wê derbarê de bibîse, ev jî karekî neberpirsyaraneye.
Herwiha ez û win û hemû dizanin ku Malikî ne baş e û ew acizî û xwepêşandanên zêdetir di navçeyên sunî de dirust dikir, wate gerek bû karek di derbara wî de bikiraya û gereke ji wî re gotiba heger tu siyaseta xwe naguherî wê demê em ê hewil bidin te biguherin, wan ev kare nekirin û ev axaftine nekirin û tu giringî nedanê ta ku wext dereng bû û niha ew ji her wexteke din pirtir deng bidest xistine di helbijartina de, niha tu çawa dikarî jê re bêjî çi pêwîste, wate wan derfetek ji dest dan ku hebû.
Ez nabêjim di Kurdistanê de, çûnkî ev ne kêşe bû li Kurdistanê, lê gerek bû li navçeyên şîe û suneyan de pere xercbikirana daku xelkê dengê xwe bi siyasetmedarên baş û partiyên siyasî yên baş daya, ji ber ku li Îraqê hemû kes pereyan dibexşe, li derek din nebe jî lê li navçeyên şîeyan hemû alî peran didin, Malikî bi milyaran dolar dane ji bo xelk dengê xwe bidinê, Emrîkî dibêjin ev ne demokrasiye, piştrast ev ne demokrasiye, lê Malikî jî ne demokrat ewate pêwîst bû alîkariya wan kesan bidana ku diyar bûn Îraqiyên baş in, ku wê rêveberiyeke baş bikirana û xwe baştir nêzîkî kurdan dikir û helsûkewteke baş bi sune û şîeyan re dikir, ev tiştekî serekiye, lê Emrîka hewil neda vî karî bike, wate ev şaşitiyeke din bû. Şaşiyeke din bi boçûna min îstxbarat bû, çûnkî bi temamî haj ketina Mûsilê nebûn û ez famnakim ev çawa qewimî. Ka ez nimûneyeke din ji te re bêjim, dema Emrîka Îraq hîşt, pir efserên lêşkerê Îraqê sune bûn, lê bi çûna Emrîka re Malikî teqrîben hemû sune derxistin, ev jî şîegeriyekî taîfegerî bû, wek min bîstî heta hinek fermandeyên kurdan jî derxistin, lê ez nizanim çendin, înca çû helbijartinan û bi ser ket. Wate ev rewşeke pir xerab e, take rêya ku Emrîkî bikarin hevkarbin ew e Malikî neçar bikin ku xwe vekişîne û kesekî li cihê wî dînin ku baştir be, bi a min gereke di vê wextê de kurd çaverêbikin û cihê xwe biparêzin, ji ber ku gereke berî her tiştî we Turkiya hebe. Sebaret bi Emrîka jî, bêgoman gereke win bi Emrîka re baxfin, ji wan re bêjin niha ji bilî serbixweyiyê tu rêyeke din tuneye, ne niha, di çend mehên bê de, wate di derbarê serbixweyiyê de di paşerojê de bi Emrîka re baxfin. Li dawiyê Emrîka jî nikare rêgiriyê li we bike, win ji niha ve dikarin bi Îraniyan re jî baxfin, ez dibînim pir giringe win bi Îranê re baxfin da ku win bizanin ew çawa hizir dikin li ser serbixweyiya kurdan, lê giringiya wê kêmtire bi hevberkirin bi Turkiya re. heger min bi rastî ji helwêsta Îranê famkiribe û hevber bikim bi helwêsta Turkiya re, Turkiya raziye bi serbixweyiya we, ji ber wê gereke win hewilbidin û pêwîste win hewil bidin ku win danûstanê pêre bikin. Lê bi giştî ev mesele bi Turkiya ve girêdayî ye, çûnkî heger Emrîka bêje na û Turkiya bêje erê û win jî bi rastî bixwazin vî karî bikin, wiha ez dibêm vî karî bikin û dudil me bin di derbarê Emrîka de. Di sala 1948ê de ji serokê Emrîka Harî Tiroman re hat gotin ku hizreke baş e – Îsraîl – serbixweyiya xwe rabigehîne, lê wî biştgîrî nekir, lê serkirdê me Deyvîd Bin Goryon, bi her halî serbixweyiyî ragihand, di 15 Eyarê de, serokê Emrîka yekem serok dewlet bû ku danpêdana, wate her çiqas serokê Emrîka daxwaz kir ku em vî karî nekin, lê dem Bin Goryon ragihand ew yekem serok bû ku dan pê kir, lewra heger serok Obama jî ji we re bêje serbixweyiyê ranegînin, hemû serokên Emrîka wiha dibêjin, lê wê bi cidî wernegrin, lê gereke win a Turkiya bi cidî wergrin û hewil bidin baweriyê jê re çêkin ku Îraq bi dawî bûye.

* Niha Hevpeymaniya Şîe li dijî kandîd kirina Malikî ye ji bo gereke din û El Sedir pilaneke heşt xalî ragihand û Civata Bilinda Îslamî jî bi serokatiya Omar Elhekîm, Adil Ebdul Mehdî kandîd kiriye ji bo postê serok wezîran, ji aliyekî din ve pir ji şarezayan dibînin vegera bo rewşa berî rûdanên ketina Mûsilê nêzîkî bîst salan dixwaz e, gelo kurd wê poşman ne bin heger di vê demê de serbixweyiyê ranegehînin?

- Heger Adil Ebdulmehdî li cihê Malikî bibe serokwezîr, û di van nêzîkan de biçe hukumetê, wiha pêşinyara min ew e beşdariyê di hukumetê de bikin, Malikî ne dixwast win beşdar bin, ji ber wê we nedikarî çi bikin, lê wê jî ji bîr nekin ku Kerkûk di destê we de ye û win bi temamî ji Bexdayê hatine dabirîn heta ew dema ku leşkerê Îraqê bikare DAIŞê derbixe, çûnkî di navbera we û Bexdayê de DAIŞ heye, win bi temamî ji Bexdayê hatine qutkirin. Ka em bêjin Emrîka û Îran û aliyên din her çawa be karîn hukumetekê li Bexdayê dirust bikin, wate paş helbijartin û perleman û hevpeymanêtiyê hukumetek hat avakirin, hukumetek ne bi serokatiya Malikî, her dema ev çêbû û heger ev çêbû, wê demê hên pêwîstî bi wê heye xwe ji DAIŞ rigar bikin, çûnkî DAIŞ li wir e, û ev hewcî şerekî mezin e. niha Kerkûk li ber destê we ye û her kesekî daxwaza alîkariyê ji we bike gereke win amade bin, lê bêjin gereke Kerkûk bimîne – Bajarekî Kurdî – û ew bi vê razî bin, herwiha gereke win tekezê li ser mafê firoştina neftê bikin, piştrasr pere wê vegerin Bexdayê, ne pirsgrêke bila pera vegerin Bexdayê, lê win girêbestê dikin û win neftê difroşin. Ev baştirîn rêye ku win têre biçin eger bi her curekî Emrîka karî hukumeteke nû avabike li Bexdayê. Lê gelo win ê di paşerojê de poşman bibin heger win niha serbixweyiyê rangehînin? Erê, lê bi mercê heger win ji niha ve bigînin têgehîştinekê bi Turkiya re, çûnkî bi rastî gereke destpêkê win bigînin rêkeftinekê bi Turkiya re paşê serbixweyiyê rabigehînin, biştre bi Emrîka re baxfin, ku renge piştevaniyê bikin û renge nekin, lê egera bihêz ku piştevaniyê nekin. Lê bi kêmasî gereke we piştevaniya Turkiyayê hebe, winê rastî zehmetiyan werin di firoştina neftê de, heger we piştevaniya Turkiya hebe, wiha win dikarin îro yan siba bi sibê serbixweyiyê rabigînin.

* Dawî axaftina te çiye?

- Dawî axaftina min nameyeke pir sadeye, cara yekê ye piştî sala 2003yê we destçûneke rasteqîne bi dest xistiye û amrazekî rasteqîne a danûstanê ketiye destê we ew jî Kerkûke, lewra heger hukumetek li Bexda çêbû, win dikarin pir tiştan bidest xin, win dikarin bi hevbeşî kontrola Kerkûkê bikin, herwiha mafê girêbest girêdan û firotina neftê bidestxin û pere biçe Bexdayê û win jî parvekin. We ta niha karta danûstandinê tune bû , niha we heye û bi zîrekane bikarbînin. Di heman dem de xwe ji wê piştrast bikin gelo ka Turkiya bi serbixweyiya Kurdistanê razî dibe, vê ji Turkiya piştrast bikin û ji Emrîka jî, her çawa be bersiva Emrîka na ye, lê gereke win vê bi Turkiya re piştrast bikin, înca ew biryara win dixwazin bidin, bidin. Lê lezê nekin mehekê du mehan çaverê kin bizanin çi çêdibe û ji niha ve dest bi danûstanê bikin bi Emrîka û Turkiyayê re.

Top